31 Aralık 2016 Cumartesi

Gulên têkelî meyê.


torên bi ta û benikên rengorengo li ser serê me vedayî, ji serê sikakê ta bi xwarê, çep û rast, camên bi neonan hûnayî, kaxezên ku bi ser dikanên li vî alî û wî alîyî dakirî: werinê werinê, erzanî xwe li vir danî! firsetên ku di binya me re çirrik in û di ser me re teyrok... ber bi serê min ve naçe ku hûn li ber vê kevin: çawa ku ez bêhna şadîyekê dikim, di cî de, wê pêla girs a ji pişta xeman qetîyayî tê dibêje çerp û kêlîya min a ku ji min heye ku a min e, stareya min e, ez tê de ewle me, li ser piştê li erdê dixîne, bi pê de dimîze û paşê dibe av û li erdê rast dibe. tu nabêjî çi, felekê ev xezeb da ber me û li me qederand? ez di ser milê xwe yê rastê re fitilîm û çav bi we ketim. eva we ya ku li ber newaya we herduyên pişt li dîwêr da reqsê, û qîjînî pê ket: bikêşe, abê, bikkkêşe. abê bi qurban. abê, kêşa. şîr hebûya, hema min ê bi ser gulîyên wê yên zerik de dakira. pêxwas û pîqut: li ber devê rîyekê, li nava kolanekê, fener û fanosên di êvareka zivistanî de jixweberî pêketî... xwezîya min bi wan zaran, bi wan weledan, ewên ku ca wan, ew ji pişt xwe virvirandibin û avêtibin dergûşên dûr ji ber vê xezeba felekê ya ku mehdê min fena leymûnekê guvaştiye. newa, mutrib û çeng: mift û belaş nebibûn berbû û peyv nedabûn nihurandin, ne? 
B.A., Dawîn, 2016.

Salê

Înanolo,

Hat û çû, mîna dereweke bi qoç îro diqede 2016. Derketim, ji balkonê min li Sûrê nihêrî niha. Par, eynî di vê roya wê royê de ku 2015 dibir ber 2016an, gurmegurm bû li pişt van bedenan. Carê dengê çekên sivik ên şervanên YPSê, carê dengê çekên giran ên polîs û leşkerên dewleta tirk. Aşopeke şerî ye, naxwazim û ez ê li dû şopê nekevim zêde. Çinku tîr e dîroka me ya tarî, qey wê rokê ron bibe!


Cizîr, Adar 2016


Difikirim, ji 2016an wek ku tiştek neqewimîbe pir tiştek jî nayê bîra min a rast. Heta ez notên xwe nexwînim, ez nikarim behsa bûyerekê bikim. Bes tu bipirsî bêjî ''2016 bû çi di qafî te de?'' Niha dîrekt jêrzemînên li Cizîrê hatin pêş çavî min. Xwezila min ew parçek goştê bi diwêr ve zeliqîbû nedîta. Ne her carê lê yek caran ku ez şîveke bi goşt dixwim ji nişka ve tê bîra min bêmane. Ji Sûrê heta Sîlopyayê çûm her derê ya, min dît ku însan tenê ye Înano, însan tim tenê ye.

Nizam min xêr e vê sibê tevî ku îmtihan û ti kar jî tine ez bi xulqtengîyê ji xew rabûm. Derkevim derve, tiştekî bixwim û vegerim mal, rateqizim.

Ne-xêr û ne-xweşîyên bêkebanî, sersal.

Omeros

30 Aralık 2016 Cuma

Hesarge

Omer, 

Gaveka din ceyrana me çû. Findek jî nîne ku vêxim. Li ber şewqa kompîtirê ji te re dinivîsim. Şarja kompîtirê jî kêm e, loma heta ji min bê ez ê kurt binivîsim. 

Nizanim çima, lê van rojan ji dilê min nayê tiştinan binivîsim. Belkî ji ber îmtihanan jî be. Îmtihana îro hinek zehmet bû, min li gor zanîn û texmîna xwe ew bersivendin. Test bû. Hema 50 an jî 60 bistînim bes e, da ku derbas bibim. 

Rojên berê cardin hatin bîra min, ên bêceyraniyê. Şevênn dirêj ên zivistanê. Bêhna qalikên porteqalê, qirçeqirça ardûyên sobê. Em hemû di nav betaniyekê de. Xweş bû lo. 

Celadet Alî Bedirxan jî di Kovara Ronahiyê de dibêje "balafirhilgir". Lê ji bo uçaksavarê dibêje an na nizanşim. Her wiha balafirşikê jî cara pêşîn Celadet bi kar aniye. Li cihekî jî dibêje topşikên. Ronahî ji aliyê ferhenga herbê ve dewlemend e. Gelek peyvên kurmancî ên aletên şer cara pêşîn di vê kovarê de hatine nivîsandin. Hêja ye ku ferhengokeke taybet ji vê kovarê bê çêkirin. Mesela çend peyv ji kovarê: "Noqar, asêgeh, destegeh, tangşikên, berebloqe, hevalbend, mirovdewlet, sîwanvanî, cenkeştî, kelehên firolek, balafirvanî, balfirgeh, torpîlavêj, bimbavêj, topên dûravêj, lezbot, topên peravîn, rêhesin, ronavêj."  Ev peyv girîng in lê nayê wê maneyê ku Celadet çi peyv çêkiribe rast û dirist e. Lê ji ber kevnbûna xwe hêjayî baldarî û nîqaşê ne. Her wiha Ronahî ji aliyê wêneyan ve jî hêjayî xwendin û dîtinê ye. Bi taybet divê bala te bikêşe ji ber ku tu bi wêneyan re eleqedar dibî. Çîroka ku li ser Sînemxana qîza wî jî pir ecêb e. 

Mesela hilbijartinê. Di esasê xwe de em dibêjin neqandin. Min kevir neqand. Nizanim, belkî jî tesîra ferheng û tirkiyê be. 

Saeta kompîtirê tam vê kêliyê 23:09 e. Ji ber ku kompîtira min li gor hesabê berê diçe, saetek li paş maye. Yanî diviya 00:09 bûya. Ecêb e, 23.09 wek 20.39 bi ber çavê min ket û îro min dest bi xwendina 20:39ê kiribû. Di kitêbê de jî wext her li 20:39ê sekiniye. Tê bêjî qey ê me jî wext her tim disekine gava ku em ji hev re dinivîsin, tevî ku saeta blogê şaş e jî. 

Pala min li darekê ye ku bê kel û pel e.

Înanolo

29 Aralık 2016 Perşembe

Îmtihangir

Înanolo,

13 îmtihanên min çûn man 2 lê ez jî helîyam nemam bi Xwedê. Serê min hindik maye biteqe ji termên hiqûqî. Îşev min dî nabe, ez rûniştim min ji xwe re hûrik hûrik kopya hazir. Hukuk Sosyolojisi ye îmtihan siba, full ezber. Ders behsa John Locke û Kant û Durkheim û filan bêvanan dike. Va qaşo min li Stenbolê salekê jî Sosyolojî xwendibû. Dikenim. 


Berî 13an..

Tu dibêjî edebiyat li ser min hiqûq li ser te lê, lê dinêrim min heta niha tiştek bi seri nekirîye Înano. Her tiştê min tim nîvçe maye. Ez î nîvçe me ji navçe me yan qey ez mirhov im ma ti ez çi me? Zanîngeh wisa nîvçe, rojnamevanî wilo nîvçe, fotokêşî werga nîvçe, ziman û edebiyat û medebiyat jî halo malo nîvçe. Difikirim, cube li ser min nabînim xwe li korîdorên mehkemeyan. Haa, tiştekî din hat bîra min: Yek caran di nûçeyên ajansên Kurdan de li ber çavên min dikeve: ''... Serdozgarîya Komarî ya Amedê ...'' Meriv dibêje qey komareke me çêbûye, û ew serdozgerî jî serdozgerîya me ye. 

Di nûçegihaniyê de ez her ro bi dehan peyvên min dikenînin û difikirînin dibînim. Mesela tuyê ''uçaksavar''a ku em bi Tirkî tim dibihîsin re bi Kurdî çi bibêjî? Sê peyv li ber çavên min ketin heta niha: ''Balafirşkên'', ''balafirhilgir'' û vê talîyê jî ''firokxist'' Ka bila min bikin ferheng, ez li ber ''uçaksavar''ê dûz ''firgir'' binivsînim, ''balafirhilgir'' pir zor e law.

Şaşiyek jî tim li ser ''hilbijartin'' û ''bijartin''ê heye di nûçeyan de. Dibêjin filênkes bêvankes hilbijart. Ji ber ku di nameya te de derbas dibû hat bîra min ev mesele. Bi qasî te nizanim, lê ez dibêm qey te kevir bijartîye, ne-hil-bijartîye. Rok bihata û yarekê jî bigota ''Kuro rab, Sirûcliyo, taşte hazir e min ji te re îro îsot biraştîye!'' Min bêrîya bîna îsotên serê sibê li ser êrgûn kiriye Înano, xwelîya li ser wan. Nanê sêlê, qalindi, kulor û bazlemac.. 


Xêr û xweşîyên viz dibin, gêj.

Omeros

28 Aralık 2016 Çarşamba

Xeyala qesta canê xwe dike

Omer, 

Îro îmtihana edebiyata kurdî ya klasîk hebû. Heşt pirs bûn û her pirs ji du sê pirsokan pêk dihat. Min got pirsok, welleh kêfa min ji vê peyvê re hat. Pirs zêde bûn, wek cara din. Lê rihet bû. Sibe îmtihana Araştırma Yontem ve Teknikleri heye. 

Ê law ka ez çi xweliyê li serê xwe bikim, kes bi xwendina zêde name mielim û pispor. Îro min û SERAYÊ dûrûm xwar. Bawer nakim min tî û birçî bihêle. 

Du edebiyathez ji vê blogê re zêde ne pismam, du serî di beroşekê de nakele. Tu ji xwe re bi hiqûqê dakeve, ez li vir têra te û xwe edebiyatê dikim jixwe. 

Îmana min ji Permutasyon û Olasilikê diçe. Mijarên Mat 2yê ne ne wisa? Mat 2 ya min pir xirab bû, kêfa min jî jê re nedihat. 

Wêne, erê wêne. Stêrka geş e. 

Îro min kevirek stend ji bo diya xwe ku dibêjin ji guatir, tansiyon û stresê re baş e. Firoşkar gote min tu kevir hilbijêre hîsên te xurt in. Dû re wek falnasekî got, taybetiyeke te ya lêkoleriyê heye, tu yekî hestiyar û dilşewat î, zû li ber tiştan dikevî. Gote min, rast e? 

Gelek caran xeyala heyata min an jî ya derdora min a piştî dînbûna min, mirina min, nexweşiya min, qezaya min di hişê min de diçe û tê. Wek min çarenûsa xwe ji niha ve diyar kiribe, wek hefsarê qedera min di destê min de be. 

Ew ê ku di pencereyê re li xwe dinere, ne ez  im. 

Înanolo

4400

Înanolo,

Ê law zalim, tu him xwendayê ewqas kitêb bî him di nameyan de dûr û dirêj naverokbêj bî him jî rûnî di dersa ku kitêban dipirse de kaxeta vala bidî.. Kesî li te xe tine, bêjime SERAYÊ bira te sê û sê şevan tî û birçî bihêle, pê ku tu werî ser hişên xwe yan hişên te werine serî te. Rast kîjan rast e mi go, kî tê ser kê?

Ê min, carê min Selim Temo bi Tirkî hez kirîye. Ku sed salên din sed berhemên din bi Kurdî binivsîne jî wê ti ji wan bi qasî Uğultular'ê ne xweş be li ber dilê min. Erê, pêşde xwe li vê bextreşîyê datînim. Min li ser nigan çavek li Keştîya Bayê xist, bayê Uğultularê hat bîra min. E.M.Cioran bû herhal, digo, her nivîskarek a rast tek berhemekê dinivsîne, ê din jî tim li dor wê perwane ne.

Foto: Reza

Rojnamevanîyê çi bigir kir ku ez hinekî ji wêjeyê dûr kevim Înano. Bi hevokan çêkirina wêneyan bû tiştekî bêmane li ber çavên min, çinku kamera li ber çavên min û min çiq û bi sedan hevok di wêneyekê de top dikirin. Pratîk. Niha îcar di ber rojnamevanîyê re ketime rêya hiqûqê. Herku hiquqê dixwînim kûrtir diçim û dibînim dûrtir dibim ji wêjeyê. Nizanim, ez ê poşman nebim herhal. Yek jî wê kî çi tiştekî nû bêje law hîn di çîrokekê de, helbestekê de yan romanekê de? Tê bîra te jî elbet, di Matematîkê de, Permutasyon-Olasılık hebû. Ez dibêm qey, li dinê êdî di her zimanî de hemû peyv bi her şiklî li ba hevdu hatine nivîsîn. Ka wê şairek çi kişf bike? Lê wêne.. Wêne min pir dîtirsinin Înano, heyecanekê çêdikin bi min re.. Û tim dinivsînim, vê sirrê hîn 200 sal temam nekirîye. Mîrata nîvîsê 4600 sal li dû xwe hiştîye. Em îro zanin çi ye.. 4440 salên din wê wêne bi kû gêhîne, bibe tiştekî çito? Dimirim dimirim nabînim.

Wexta tu hatî yazixaneyê ma me tev guhdar kiribû? Nayê bîra min. Mercan Dede - Nar-i Cem. Niha dixwazim berguhkên xwe tam bikutim guhên xwe, dêng rakim taliyê û hilfirim herim ji vê atmosferê bi vê muzikê. Ma însan ti çi ye? Ez ê qêf bileqînim û wê xanim ji min re nameyan bixwîne û bêje te wextekê rojnamevanî kirîye. Wê nifşek jî rabe bêje Mamoste Înan, ji Şêrzad Hesen hez nake wî napirse..

Xêr û xweşîyên seri li secdeyan, sufî.

Omeros

27 Aralık 2016 Salı

Bûtmîn

Omer, 

Îro min kaxeza vala da mamoste di îmtihanê de. Du pirs bûn lê min pirsek nizanibû. Hinekî di îmtihanê de mam, min xwe di vir de wê de da, ez dudil mam ka pirsa din bibersivînim an xwe bihêlim bûtê. Lê min kir û nekir ji dilê min nehat pirsa din bibersivînim, min di xwe re nedît û min got a baş ew e ku ez xwe bihêlim. Pirsek li ser Xewna Pîrepindan a Şêrzad Hesen bû, lê jehr tê de be ku min ev kitêb nexwend. Min Jineke Xinanî ya wî xwendibû lê ji telebextê min re ew nebû. Pirsa din jî li Abdulla Peşêw bû. Ez û em qet ne li bendê bûn ku Şêrzad Hesen bê pirsîn, me digot an Jan Dost an jî Ferhad Pîrbal kesîn tê pirsîn. Ji ber ku mamoste heta niha heman pirsan nekiriye, kesînkes Ferhad Pîrbal û Jan Dost dê bên pirsîn. Di helbestê de jî bi îhtimaleke mezin dê Şêrko Bêkes bipirse. Axir, hinekî barê me siviktir dibe. 

Welehî helal be ji te re. Tu bi sê zimanan rojnivîskan dinivîsî lê me xwe bi vê kurmanciyê kuşt û peritand, ji bilî wê em di xwe re nabînin bi zimanekî din rojnivîskan binivîsin. Ka bê ew jî ji dest me biçe em ê çi xweliyê li serê xwe bikin bê zar û ziman, wek sêwî û belengazan. Ecêb, a niha hat bîra min, te heta niha qet daxwaz nekir ku em bi tirkî û îngilîzî jî van nameyan berdewam bikin. 

Ez ji koka însanan jî û ya kurdan jî pir aciz im. Kêfa min ji kok nakokan re nayê. Divê em li koka tiştan nekolin, li serî û gewdeyê wê bikolin bes e. Loma pêşniyaza min a tekane ye li te ku tu serê xwe bi kok û nekokan re zêde mêşînî, meyzê dibêjim mêşînî, ha. 

Gava din min çendek helbestên Keştîya Bayê ya Selîm Temo xwendin, lê ditirsim behs bikim ji te re, dû re tu xwe aciz dikî. Lê ji zû ve ye min helbestên ewçend xweş nexwendibûn di kurdî de, ez vêya ji dilê dil dibêjim. Helbestên gelek sade lê gelek bi hêz û gelekî kûr, lîrîk, bi rîtm û aheng. Zimanekî nerm, henûn û rewan. Tu dibêjî qey ez xewna yekî din dibînim. 

Min malek heye ku ti car neçûmê.

Înanolo

Kok

Înanolo,

Tehma di îngilizîyê de heye ne di kurmancî de heye ne di tirkî de. Sirf seba hin nivîs mivîsên îngilizî dubare sêbare li ser kaxetan bixwînim ez dikim ji xwe re prînterê bikirim. Super in bi Xwedê; gava li ser blogên îngilizî çerx dibim jî dibînim em bi çi tiştên boş û betal re serê xwe dişînin. Meqehere - tîrsiyame ji qehra te - ez nabêm ew nameyên me jî karekî boş û betal e, lê ne ''ji bo me biçûk lê ji bo cîhanê gavek mezin in'' jî. Dinê gêhiştîye kû û kû! 


Foto: Alec Soth

Ji ber ku ez di kurmancî de tim di navber devok û standartê de çûm û hatim, ne devoka min pêşde çû ne standarteka min a ku xwe dide ser biwêjan û peyvên li gorî min entîke. Tu rast dibêjî, wer nola berê û qels ma Kurdîya min. 9-10 salên berê min çito dinivîsand niha jî wisa dinivsînim. Lê tu a rast bixwazî, gava ez li rojnivîskên xwe yên 15 salên berê dinêrim, ez dibêm qey tirkîya min jî qet neguherîye. Nizanim, min rojnivîska xwe ya bi îngilizî wenda kir Înano. Muhtemelen, îngilizîya min jî nola berê ye. Ez çima ne nola berê me lê? Min her ro pênc wext nimêj dikir! Niha nê bîra min cara talî çi wext çûm nimêja Înê.. 

Çend meh in li ser nakokîyê difikirim. Koka însên li ser nakokîyê ye, lê herhes ji me dixwaze ku nakokî tinebe bi me re. Nakokî hebe ne-kok-î heye, kok tine be nakokî jî tine ye. Pelên me hene, çiqil, qurm.. Kok lazim e, nakokî divê. Li Mêrdînê, li Bagokê.

Niha xewekê daye ser min ku ne îşê îşan e. Dixwazim biwêjên bajarî bibînim di xewnê de. Çi ye, dewlemendîya kurdî qey ew biwêjên ku kal û pîrên me digotine yanî? Çi bû wekî din, mîna marê ço li sêrî ketibû çi bû, gayê belek, bizinê nizam çîk.. Bira yek jî xêra xwe bêje, mîna.. Rakevim.

Xêr û xweşîyên li şîr û şekiran, firşik.

Omeros

26 Aralık 2016 Pazartesi

Revrevok

Omer, 

Ev serê saetekê ye bi îngilîzî li soraniyê dixebitim hem ji bo ku soraniya min û hem jî ji bo ku îngilîziya min a heyî baştir bibe. Tu dibînî bê ev pismamê te çend zîrek e ku dikare bi derbekê re heft mêran bikuje û bi şînekê re sê miriyan hilîne. Hem teserûfa demê hem jî têgihiştineke zûtir. Heta deh rojên din filan îmtihana min a staj hareketliliği heye ku bi îngilîzî ye. Îmtihana îsal gelek zû dest pê dike. Ez gelekî poşman im ji ber ku vê serdemê li îngilîzî nexebitime. Heger di vê îmtihanê de bi ser bikevim ez ê vê havînê biçim li welatekî sê mehan stajê bikim di saziyeke fermî de. Dibêjin îmtihana stajê ji ya erasmûsê zehmettir e, îcarê a bi xêr. Par jî di îmtihana erasmûsê de bi ser ketim lê neheqiyek mezin li min hat kirin û heqê min hat sûîstimalkirin ji ber guhnedana mamosteyekî ku heta îro jî nehat û ji min re tek sebebekê jî negot. Xeyal û hêviyên min têk çûn wê çaxê, loma ez ê ji bîr nekim. 

Ê te jî wextê îmtihanan e, ê min jî. Sibê îmtihana edebiyata kurdî ya modern heye. Îmtihana herî bi stres ev e. Ji ber ku her hefte herî kêm em ji du kitêban berpirsiyar in. Loma xwendekar pirranî naxwînin. Ez jî tenê wan kitêbên min berê nexwendî dixwînim. Lê ji ber ku zû ji bîr dikim û ji ber ku gelek pirranî ji bo zewqê min xwendiye, ne naverok tê bîra min ne jî nav. Ji ber vê jî mecbûren em xwe dispêrin notên dersê. Lê di notan de jî gelek tişt kêm û nîvco dimînin ji ber ku kitêb nayên xwendin. Axir, ez bawer dikim dê ne zehmet be. 

Min nivîsên te yên tirkî yên blogê xwendin. Tu dizanî ku çend car e ji te re dibêjim tirkiya te ji kurdiya te qat bi qat çêtir e. Çêtirbûn li aliyekî, zimanê te yê tirkî ji kurdî edebîtir e. Baş tê bîra min ku di xeberdana me ya ewil a ser facebookê de (2011 filan bû herhal, ji kerema xwe wan axaftinên me berhev bike û ji min re bişîne, min du sê hesab vekiribûn û girtibûn, bila di bîra te de be) min ji te re gotibû kurdiya te hinekî qels e. Nivîsa xwe ya îro û ya wê çaxê bide ber hev, qet neguheriye. Ji ber ku ev mîrata kurdî pir zû li serê min bû bela, min wext çênebû û min di xwe re nedît biceribînim ka tirkiya min çawa ye, xweş dinivîsim an. Meriv bi çend zimanan zanibe divê bi wan zimanan binivîse da ku di wan zimanan de jî bi rihetî karibe alvêra xwe bike û bibe xwedangotin. Ziman ne xeml û rewşa malê ne ku meriv wan deyne quncikekê. 

Îro min çîroka Selahattin Demirtaş xwend, sînopsîs. 

Em ji silav û gulavê reviyan çûn ber xêr û xweşiyê, em ji baranê reviyan çûn ber mezrîbê. Ez î revrevok.

Înanolo

25 Aralık 2016 Pazar

Romasanij

Înanolo,

Min digot qey ez î xulqteng im lê ez xêra Xwedê me law, te sola min di taqê re avêtiye. Te kir ku ez poşman bibim û ji vir û wa ta ebed tiştekî ji te rica nekim. Dikenim. Niha rûnim bêjim ji te rica dikim hinekî behsa kitêban bike tuyê rabî dîsa xwe biqeherînî, ne? Henek henek, bila kêf li te neherrime, kêfî dijmina bi me xweş meke, bêmane. 


Piştî ewqas sal min di Roma Hukukuyê de 64 puan girt Înano. De tu eger tu mêr î tuyê karibî vî kêfî min î sed û şêst û çar li min biherrimînî. Dîsa dikenim, ken û kêf e, boşê xwe mewestîne. Min berê ne di xewna şevan ne jî di ya royan de nedidît ew nota. Li benda îmtihanên din im, 8 çûne 7 mane. 9 sal in li zanîngeha me, va cara siftih e îmtihanên ez ketimê ji yên neketimê zêdetir in. Baş e ku te hay ji şansê xwe heye, eger ez jî di derseke Malmîsanij ketama..

Li ser bloga xwe ya perxudres ez dikim êdî nivîsên bi tirkî jî biweşînim Înano. Duhinî min du nivîs avêtin ser blogê. Tenê bi kurmancî du salan dewam kir. Min li blogên giregirên cîhanê nihêrî, bi çend zimanan nivîsan diweşînin. Çi zanim lo, çi bigir em di ''divê tenê bi kurmancî be''yê de pir pêde darin. Gerek psîkolog navekî li vê nexweşîya me bikin. Ez dibêm nexweşî.. Nizanim, duzimanî tevî hemû xweşiyên xwe jî ji roya royê de li min bar e. Ez wer jê nefilitîm û çû. Haa, bibore law, behsa nexweşîyan dikim û te aciz dikim. Dîsa dikenim, ez îro çi pir dikenim wa!

Xêr û xweşîyên li lihevrasthatinan, jidayikbûn.

Omeros

Kurtbir

Omer, 

Di vê mijarê de wer xuya ye ku ava min û te di cihokekê re naçe û em ê li hev nekin ji ber ku kes ji yek û nîva xwe nayê xwarê. Rast e ku serbestiyet ne mumkin e di her karê komelî de lê ya ku em pê dadikevin ji kar wêdetir çalakiyeke şexsî ye ku her yek ji me li gor zewq û şiyana xwe  ya şexsî dinivîse. Carinan çêdibe ku ne bi dilê me be tiştê ku em ji hev re dinivîsin, bes lazim e ku em ji bîr nekin her nameyek parçeyek ji şexsê me bi xwe ye, her nameyek hinekî jî em in. Tişt nabe, ev jî Înanolo ye.

Ez tu carî bi dûdirêjî behsa naverokên kitêbên min xwendî nakim. Heger te zanibûya ku ez çarîkeke naverokên kitêban jî nanivîsim, belkî te ev daxwaza ne xweş ji min nekira. Ez gelek caran hin aliyên naverokên van kitêban jî şaş dinivîsim, diguherînim, ji aliyê xwe ve hin tiştan lê zêde dikim wek berhemên folklorîk ku di destê her  kesî de dibe  berhemeke din, diguhere. Loma bila meraqa te kêm nebe, heger tu van kitêbên min gotî bixwînî, belkî jî tu bêjî, "law Înanolo behsa filan tiştî kiribû lê li vê derê behsa bêvan tiştî tê kirin." Û jixwe gava behsa wan berheman dikim, nîviyê wê nirxandin e.

Ezbenî, ê min ez aciz dibim. Ê min, ez aciz dibim gava yek daxwazeke bêhed ji min bike. Tehemula min nîne gava yek daxwazeke ne li gor dilê min bike. Bêhna min teng dibe gava yek daxwazeke ne li gor kêfa min dike. Li vir em filîman nakêşin ku sînopsîsan binivîsin. Em karekî fermî nakin ku têkevin nav endîşe û metirsiyê û loma jî kurt lêxin û kin bibirin. 

Welehî mala te hezar car ava û spas ji bo wî dilê te yê tenik. Lê ji ber ku te kêf li min herimand carekê, heye ku ez êdî qet û qet behsa kitêban jî nekim û her tim nameyên kurt binivîsim. Lê ez niha kêfxweş im tabî, min ew nameya te ji bîr kir, û ez ê li gor kêfa xwe binivîsim... Her çi qas tu li gor kêfa xwe jî nenivîsî...

Înanolo

24 Aralık 2016 Cumartesi

Mekteba Wêneyên Namedaran

Înanolo,

Em li nameyan bûne muptela, loma, tu were em vê meselê safî nekin û sewta nîqaşa heyî bilind bikin: Yek, di çi tiştê du kes dikevinê de serbestîya min çi çito xwest ez ê wer bikim tine. Ji ber wê di nameyên du kes ji hevdu re dinivsînin de jî, meriv ne bi qasî xwe û nameya xwe lê bi qasî yê ku meriv nameyê jê re dinivsîne hebe heye. Ancax gava ez tine bim, gava tu zanibî nameye te di rastî û fîiliyatê de nagêhîne min, tu bi qasî xwe û nameya xwe heyî. Hebûneke serbestîyê dide te ku tu di seranserê nameyê de çi çito bixwazî wisa binivsînî; tenê yî çinku. A duduyan, ez ji te re nabêjim behsa filan tiştî bike û bêvan tiştî neke. Ji ber ku para min jî di xwendina wan kitêban de heye, ji te rica dikim ku ne dûr û dirêj lê kurt û kurmancî behsa wan kitêban bikî. A sisiyan, ku meselê nola tu dibêjî careke tenê gotin û xwestin e û paşê jî a dilê meriv e, min careke tenê ji te re got û xwest ku tu wisa sînopsîsî binivsînî, çima xwe ewqas aciz dikî? Li gor qanûn û qaîdeya te, heqê te heye ji ya xwe nêy xwarê û dewam bikî nola berê. A çaran, nola şora devê kalê zemanan, dilî min î pirî tenik e li ser xortan, dîsa jî bi heqberîyê ku te çi gotîye ser seran û ser çavan heyran.

Foto: Sertaç Kayar

Dibêjim, dibêjim rok were û pişta nivîs û wêjeyê bişkê ji ber wêneyan? Li vî wêneyî binêre Înano, kîjan wêjekarê serkeftî dikare bi hevokên xwe temamê vî wêneyî bîne ber çavên me? Qesta hevokan çêkirina wêneyan e, ji wêneyan qest çêkirine çi ye eceb? Nizanim, bi min wer tê ku, dinya ber bi wê demê dimeşe: Çito ku em niha seba bixwînin û binivsînin di heft salîya xwe de dest bi mektebê dikin, rok were dê zaro seba wênegirtinê dest bi mektebê bikin. Utopya? Kêmtir nivîs, pirtir wêne. Dibêjim û dibe jî.

Xêr û xweşîyên li çavên mest, kil.

Omeros

Mikemeliya bin ewran

Omer, 

Bi ya min tu hin tiştan şaş difikirî. Her çiqas name di navbera du kesan de jî be, a soxî her kes û nameya xwe ye, her kes bi qasî nameya xwe heye. Carinan nameya kesê hember ne bi dilê me ye, meriv dikare aciziya xwe ji tiştekî bike, lê heqê kesê hember jî heye ku di wî tiştî de berdewam bike ji ber ku dilê wî wer dixwaze. Min ji te re gotibû behsa nexweşiyên xwe neke û te nekir, lê bereksê wê, heqê te hebû ku di behskirina nexweşiyên xwe de berdewam bikî çu cara ku dilê te xwest. Belkî bê bîra te, min carekê jî xwe aciz kir û ji te xwest ku êdî li dawiya nameyên xwe behsa silav û gulavan nekî lê te xwesteka min qebûl nekir û li dû her nameyekê silav û gulavek pê ve kir. Helbet ev biryara te ye, heqê min tune ye careke din daxwazeke wisa bikim, tevî ku hê jî ji vê aciz im ku tu dibêjî silav û gulavên nizam çi û çi. Silav û gulav wek gotineke ji dil ji min re nayê. Lê baş dizanim ku piştî çendîn salan, dê nifşek rabe ku vê silav û gulava te bi kar bîne her wekî "lütfen"a te. Bêguman ev serkeftina te ya uslûbê ye û binkeftina wî nifşî ya uslûbê ye. Lê ez naxwazim li ser vê mijarê zêde biaxivim. 

Îro îmtihana Malmîsanij hebû. Heştê ji sedî wergera ji kirmancî bo kurmancî bû û bîst ji sedî guherîna dengan bû. Malmîsanij çawa hat sinifê behsa kopya mopyayê kir, li ser maseyan mêze kir, got ez kopya qebûl nakim. Ji bo wergera metnê got, binêrin min cihê peyv û hevokan guherandine, li gor ezbera metnê neçin, hevokan fam bikin. Rêzeke min a mezin bo Malmîsanij heye û gelek jî jê hez dikim, lê lazim e bêjim ku di dersê de zêde tîtîz e û carinan cira wî ne xweş dibe. Ez bawer dikim hinekî jî belkî ji ber tesîra salmeziniya wî be. Gelek caran navê me ji bîr dike, di navbera du deqeyan de dikare navê te çend caran bipirse an jî şaş bêje. Helbet ev tiştên gelek normal û însanî ne. Malmîsanij çi jî bêje em ê jê hez bikin. 

Di beşa me de sala dawî teza qedandinê jî heye. Îcar hêj par havînê min diyar kiribû ku ez ê li ser minyaturên Şerefnameyê bixebitim. Pir ji zû de bû bala min li ser minyatûrên Şerefnameyê bû û hêj beriya tezê bi demeke dirêj min dixwest li ser minyaturên tiştekî fîktîf binivîsim. Lê ji ber ku wek gelek tiştên din, ji ber ku ez tenê dixwazim lê pêk naynim, ew xwestek jî wer li cihê xwe ma. Meriv carnan pir mikemel difikire, di hişê xwe de her tiştî bi rêk û pêk dike, lê gava dor tê pratîkê, asê dibe, dialiqe, dixitime. A min jî gelek caran ew mesele ye. Gava difikirim her tişt mikemel e, bi rastî jî dê mikemel bibe heke pêk bê tişta ku meriv lê difikire. Lê gelek caran wext û derfet, a dilê te nayîne milê te. Li ser minyaturan jî gelek xebitîm û min gelek li ser xwend, lê bi serdema zanîngehê re, ez jê sar bûm bayê xwendinên cuda li min rabû û ji xeyn mijara xwe ya tezê min li ser her tiştî xwend. Lê dû re min nihêrî ku wer çênabe û min fam kir ku di vê girûgêjî, teşqele û kar û barên zirecêb de ez ê nikaribim ji heq vê mijara zor û heftbela bêm der û ez ê nikaribim serê xwe bi şirovekirinê re biêşînim, mecbûren min teza xwe betal kir. Îro roja dawî ya diyarkirina tezê bû. Li der û dergehan geriyam. Li pey mijareke hêsan û besît geriyam ku tê de ne analîz û ne jî şirove hebe. Axir bi zor min karî mijarek peyda bikim. Ez ê beşeke 40 an 50 rûpelî ya Çêştî Micêwira otobiyografiya Hejar Mukriyanî wergerînim û destpêkê jî danasînek bikim li ser jiyan û berhemên Hejar. Heta ji min hat, min got bila mijareke hêsan be, bi rastî jî bêhna min teng dibe gava deh kar dikevin ser hev. Hema ez dibêjim Rebbî bila îsal biqede, tu daxwazeke min a din tune. Saleke herî berbad e ji bo xwendekarekî wekî min. Heger tu bibêjî ma tezek wiha jî dibe... Na, weleh tezek wisa nabe û ne hêja ye ku meriv navê tezê jî pê ve bizeliqîne. Di esasê xwe de tiştek wisa divê meriv neke û qebûl neke, lê her tişt sûcê îsal e. Û ji ber ku em ne xwendekarê masterê ne û wext bi sînor e, zehmet e ku tiştek baş ji van tezan derkeve. Loma lazim e meriv zêde nede ser madê xwendekarên lîsansê. Bila bidin ser madê xwendekarên masterê. Lê dê fêdeya wergerê gelek li min hebe, ji ber ku ez ê soraniya xwe ya heyî bi xêra wê pêş bixim. Jixwe ferhenga Hejar jî heye ku di soranî de ferhenga herî herî baş û serkeftî ye. Hêdî hêdî, hindik hindik ez ê wergerînim, heta ku çû.

Em bibêjin, a bi xêr.

Înanolo

23 Aralık 2016 Cuma

Zad

Înanolo,

Berî îmtihana İnsan Hakları Hukukuyê nameya te gêhişt ber destên min. Ez dersê dişixulîm, min name xwe şûnde min nikaribû bala xwe bida dersê. Min di ber xwe de ji xwe re wer got, ê law min çi got vî kurkî xwe pê ewqas qeherand... Ji min re bû meraq, min vekir nameya xwe jî du sê caran xwend. Li ser fikirîm jî. Wanî wisa wext çû.. Ku ez noteke hindik bistînim, sûcdar tu yî welle.

Yekê, ji ber ku ev name ne û di nameyan de danûstandina du kesan heye, heqê yekî heye bêje behsa filan tiştî bike û qala bêvan tiştî jî neke. Eger çîrok bûya, eger rojnivîsk bûya yan eger helbest, çi zanim, ez jibo çi rabim tiştekî wisa ji te re bibêjim? Tu belkî nameyan jibo xwe dinivsînî lê tu ji min re dinivsînî, ez jî wisa: Belkî ji bo egoya xwe ya wêjeyî dinivsînim lê muxatab tu yî. Çito te go, ''tu her behsa nexweşiyê dikî ez aciz dibim'' min terikand û ez ne şaş bim min careke din di wê meselê de serê te neêşand. Ne minet e, heq e.

Sermesel, gava tu bi hûrgiliyan naveroka kitêban dinivsînî meraqa min a heyî dimire. Yek ji min re her tiştê di fîlimekê de bêje ez ê wê fîlîmê temaşe nekim. Loma min got, ku te nivîsand sînopsîsan binivsîne.

Xanimê rabû ji te re şîvek hazir kir û te go ''Bila xwê hindik be hinkî'', nikare bêje ''Ez çêdikim şîvê, tu nikarî bêjî 'bila xwê hindik be hinkî' Înano'' Heq û hiqûqa tehma devê te jî heye di wê şîvê de, ne tenê şîvçêkerina xanimê ye. 





Min bêrîya biharê kirîye. Nizanim vê şevê nîşevê bêhna zadên kesk ji kû hat bîra min. Ku bihar bê jî ê me tim xem û xumamî ye. Hele li dengê Mihemed Şêxo, tu jî dibêjî qey tembûrê li dilê min dixîne yek jî. Xwe meqeherîne, behsa qehra bike ji min re.

Silav û gulavên beri ji Moskowê dane Washingtonê.

Omeros

22 Aralık 2016 Perşembe

Behs û hewes

Omer, 

Vê sibehê te kêf û hewes li min herimand. Çawa tu ji min re dibêjî behsa vî tiştî neke? Dilê min çi bixwaze ez ê behsa wî tiştî bikim. Tevî ku min jî ji te re gotiye vî tiştî nenivîse, lê min fam kir ku tehemula min nîne ku kesek ji min re bibêje behsa vî tiştî neke, an jî bi dûdirêjî behs neke. Ez ji te re behsa çi bikim? Behsa însanan? Behsa siruştê? Behsa stêrkan? Behsa siyasetê? Ji ber ku karê min ê 'ewil xwendin e, ji dilê min nayê her car bi dû teswîrkirinê bikevim, her car ji dilê min nayê ku bibêjim ez li malê bûm, ez çûm derve, ez çûm zanîngehê, wer bû, bêvan bû. Ji kerema xwe careke din ji min re nebêje behsa filan tiştî neke. Ji sînopsîsan hez nakim, ji paşbergan jî. Bila ev jî li vê derê, nameyeke bê behs û hewes be.

Înanolo

21 Aralık 2016 Çarşamba

Şevîpaşil

Înanolo,

Nameya te îro berî îmtihanekê li ber çavên min ket. Min dî te dîsa behsa naveroka kitêban kirîye min nîvtemam terikand, min go ''eze paşê tam bixwînim.'' Ji min re dûr û dirêj naveroka kitêban nenivsîne lo. Here ji keçikên xweşik re behsa naveroka kitêban bike, çi zanim, here ji mamosteyan re, lê ne ji min re. Mîna ku yek behsa fîlimekê bike û bêje di fîlimê de wanî bû, wilo bû, çilo bû zihêr bû ziqum bû nizzam çi bû. Sînopsîsê bide bes e Înano. Ji min re tiştekî ku dikarî li ser wê kitêbê di berga paşiyê de binivsînî binivsîne yanî. Spas.


Li Zanîngeha Dîcleyê.. 

Îşev şeva 22yê mehê ye law, şevî yelda, yeldaya abbasî, abbasîyên ji emewîyan çêtir, çêtirê li ber pêtir, ji min re nehişt ti xatir, xatirê dilê kafir, kafirê sewabkar, karê dinê, nizzam ji çi re em ewqas xwe didinê. De wanî ye, ku di vê şeva dirêj de meriv ne di paşila yareke porxweşik de be meriv ji xwe re xwe dide nêv û çi tê ber dêv dinivsîne. Çi ye yanî, kê ewqas sal çi fehm kir ji Roma Hukukuyê, ezê îşev bixwînim çi jê fehm bikim? Tu bêje bila şevîyelda neqede bibe şevîpaşil.

Lê tu bipirsî bixwazî, a rast tenê xwendekarî tiştekî pir xweş e. Çend ro ne ti karekî min tine û tenê bi xwendekarîya xwe darim û têm, rihetîyek e muhteşem û muazzem e welle. Min bêriya vî ruhê xwe kiribû. Ku îmtihan jî biqediyana min ji xwe re lêxista ez raketama.

Wê şeva hanê min di satileke mêst de hinek kitêb li balkona mala me şewitandin Înano. Min name şewitandibûn berê lê min kitêb hê nû şewitandin. Cara siftih e yanî, mecbûr. Di van royên ne xweş de kî şemitî şewitî. Çend royên berê, li Sirûcê, polîs bi şev derî kênastibûn û ketibûn mal û ofîsa birayê min î parêzer.. İmmmm, eşqa hiqûqê jî tam di van royan de li min peyda bûye, bê lome be.

Silav û gulavên bîna giyabanokê meraq dikin.

Omeros

Giyabanok

Omer, 

Tu ne bûyî "fenomenolo" lê tam bûyî "îmtihanolo". Xwedê tehba te bi avê de bernede. Zû bibe parêzer da ku em te bikin parêzerê bloga xwe jî, text û bextê dinyayê ye, te dî meriv nizane dê çi bi serê me û yê blogê de were. Ê me jî fînalên me dest pê dikin, roja înê ya Malmîsanij e. Piştî fînalan jî dersên formasyonê dest pê dikin. Îsal, em ê li van deran çorimîş bibin. 

Tu ji min re dibêjî behsa Mela Mehmûdê Bazîdî û Alexander Jaba bike. Ez behsa çiyê wan bikim, nizanim. Her du jî di halê xwe de, dostaniyeke wan a baş heye. Ne ji Îskenderê me û ji Alexanderê xelkê bûya, hebû ku ev gelek berhemên hêja ne li ber destê me bûya. Ji vî aliyî ve, xwezî bi dostaniya Jaba û Bazîdî lê ne bi ya Rûsya û Kurdistanê. Gelo Jaba jî rastî suîkastan hatiye an? Nizanim. Ew kîjan kurdologê biyanî bû nayê bîra min, bi salan wek şêx û melan li nav kurdan geriyaye da ku bi rihetî li nav wan bimîne. Tazî me birçî me Mela, çib'kim ji roj' û nimêj, digot camêrek. 

Ez ji te re behs bikim ka vê pêlê kîjan kitêban dixwînim. Uğultulu Tepeler - Emily Bronte; Lêkolînên Zimannasiya Kurdî - Salih Akin; Kürdistan Tarihi -   Giusseppe Campanille. Bronteyên Xwişk gelekî navdar in di edebiyata îngilîzî de. Di sedeya 19ê de, tevî her du xwişkên xwe wekî hemû nivîskarên jin ên wê serdemê bi navê mêran berhemên xwe dan weşandin. Mirin dibe aqûbeta mezin a vê malbatê. Dayika wan û her sê xwiş an jî birayên 'ewil pir zû dimirin. Bronteyên Xwişk jî di temenekî pir ciwan de dimirin. Emily Bronte di sîsaliya xwe de dimire. Gelek kes her sê xwişkan wek Mûcîzeya Bronteyan bi nav dikin. Çimkî ev her sê xwişk li gundekî jiyana xwe dibin serî ku di heyata xwe de li bajêr nemane. Haya wan ji heyata nav bajêr nîne. Lê tevî vê jî berhemên gelekî saxlem nivîsîne. Di Uğultulu Tepeler de jî em dibînin ku qala heyata gund tê kirin û bajar tê de nîne. Çîroka romanê li ser wê yekê ye ku, zilamek tê gundekî û malekê kirê dike, piştî hin buyerên ku tên serê wî, ji qerwaşa malê daxwaz dike ku qala serpêhatiya malbatê bike. Ev serpêhatiyên ku tên qal kirin hema hema temamiya romanê dadigirin. Em li gor dema xwe ya îro bifikirin, ne romaneke ewqas serkeftî ye. Lê li gor serdema  xwe û rewşa Bronteyan, bi ya min hêja ye ku meriv bixwîne û hizira wê serdemê fam bike. Lê divê bibêjim ku vegêrana (vegotin) wê gelekî balkêş e. Vegêrê 'esas Lockwoodê kirêcî ye, lê dû re gava qerwaş serpêhatiyê dibêje, dibe vêgêra duyem, di nav vê serpêhatiyê de jî gava lehengek qala çîroka xwe dike, dibe vegêra sêyem. Em bibêjin hêk vegêranek e, Loıckwood dibe qalikê hêkê, Ellena qerwaş dibe spîka hêkê, lehnega din dibe zerdika hêkê. Heynese, şiroveyeke ewqas bêhed bes e. 

Min berê jî çend nivîsên Salih Akiin xwendibûn. Lêkolînên baş kirine li ser rewşa zimanê kurdî. Nivîseke wî ya xweş ew bû ku qala zayendê dikir di devoka Hezoyê de. Li Hezoyê zayenda mê bi temamî (ji xeyn hin qalibên rûniştî) têk çûye. Mesela li şûna ku bibêjin "diya min" dibêjin "diyê min". Yanî zayenda mê jî û ya nêr jî bi temamî wek a nêr tê nivîsandin. Li Bismilê jî min bihîstiye ku hin kes zayenda mê bi kar nayînin. Wek "çaykî, gavkî". Di gelek zimanan de jî zayenda mê têk diçe. Mesela di soranî de niha hemû zayend bi "î"yê tê kişandin. Mesela "piyawî çak, gulî reş, kiçî ciwan". Cara pêşîn di vê kitêba Kek Salih de hîn bûm ku zayend ji sala 1930yî û vir ve di soranî de nayê bikaranîn. Yanî berê di soranî de jî hebûye û bawer im di hin devokên wan de niha jî dê zayend hebe lê di nivîsê de xuya nabe. 

Campanille misyonerek e ku li ser daxwaza Papa hatiye li Kurdistanê geriyaye di destpêka sedeya 19an de. Lê kitêba wî ji dîroka kurdan bêtir ji çavdêriyên wî yên şexsî pêk tên. Campanille wek gelek misyonerên din li nav kurdan hekîmtî dike û bi vî awayî dimîne. Di her rûpelê de bi dehan caran heqaretî kurdan dike, gotinên nemayî ji wan re dibêje. Tevî vê jî ev berhem hêjayî xwendinê ye, çimkî gelek hûrgiliyên jiyana rojane ya kurdan tê de hene. Mesela romannûsek bixwaze romanekê binivîse ku di sedeya 19an de li Kurdistanê derbas dibe, lazim e teqez vê berhemê bixwîne û bibîne ka hizr û urf û adetên wan ên wê çaxê çi bûn, kîjan xwarinê çêdikirin, kîjan cil û bergan li xwe dikirin, debara xwe bi çi dikirin, jiyana wan a rojane bi çi awayî bû. Ji vî aliyî ve bi qasî ya Mela Mehmûdê Bazîdî nebe jî, hêja ye. Di vê kitêbê de li navê giyayekî rast hatim ku jê re digot "giyabanok". Gelek behsa vî giyayî dikir û digot li Mêrdînê gelek ji vî giyayî heye. Behsa gelek riwayet û çîrok û zanyariyên xwe yên vî giyayî dikir, tabî bi awayekî mubalexekirî. Mesela digot kes nikare wê ji axê rake dimirin, loma benikekî bi teriya kûçik û vî gihayî girê didin, gava ku kûçik baz dide giha derdikeve û kûçik dimire. Nizam jin gava bi ser de dimîze çi dibe, nizam ji bo kesên ku zarokên wan çênabe baş e. Nizam koka wê pir dişibe bedena însanan. Piştî ku me ji biyologekî birayê hevalekî pirsî, em hîn bûn ku ev giya di tirkî de "adam otu" ye. Lê navê wê yê kurdî hatiye jibîrkirin û haya gelek kesan jî ji vî giyayî nîne. Ferhengên gelek qerase hene lê çima navê giyabanokê di wan de nîne? Çima Hz. Google tu tiştî li ser giyabanokê nizane? Ma çi sûcê vê rebenkê heye? Min got hûrgilî, a ji te re hûrgilî, bila romannûs di romana xwe de behsa giyabanokê jî bike ku em zanibin bi rastî jî li ser romana xwe xebitiye. 

Ez aciz bûm. Bi xatirê te. 

Înanolo

20 Aralık 2016 Salı

Fenomenolo

Înanolo,

Rind e ku te li Diyarbekirê telefonî min nekirîye. Îmtihanên min hene - bûme ew xwendekarê ku çend salên berê ji bo îmtihana bûrsê dişixulî - nikarim bi derekê de bilivim û tiştekî din bikim; heta serî salê 15 îmtihan. Ez duh ji duduyan filitîm, man 13!

Îsal îcar çişkî omdî heye. Ez înan dikim ku piraniya dersan derbas bikim. Bi xêr ku nola ez dibêjim bibe, sala tê diqedînim vê mîratê. Siba dû nîvro îmtihan min Adli Tıp e. Piştî meriv dimire kef û dest û tilîyên meriv çito dibin, kû dera meriv berê reş û şîn dibe, meriv çawa fehm dike yek çi wext hatîye kuştin, filan bêvan.. Herdu îmtihanên min ên din, Kişiler Hukuku û Avrupa Birliği Hukuku xweş derbas bûn, xweş xuya ye dike Adil Tıp jî xweş derbas be. Ez ê niha xwe nezerî bikim Înano, bê lome be.

Te jî dî? Sefîrê Rûsyayê li Enqerê kuştin. Videoya kuştinê tavilê li ser Twitterê belav bû. Min belkî sed carî temaşe kir. Me ew sahneyên wisa di fîlîman de dîtibûn tenê. Heyatê fîlim herrimandin li ber çavên me, qene balo bira wêne bîminin ji me re. Nizanim. Dostaniya Rusya û Tîrkîyê ku rind bibe jî xerab bibe jî, li ortê şûnik tenê li me dikeve ez zanim. De dev jê berde lo, ji min re bêje, ji min re Aleksander Jaba û Mele Mehmûdê Bazidî bike behs. 


Digirim û Dimirim
Yek ji wêneyên ku ji bîra min nare.. Wê ji bîra dîroka wêneyan jî nere dibêm, ku hîn 200 sal jî temam nekirîye. Di sala 2011an de, li Filîpînanê siyasetvanek derdixe makîneyê dikê vê wêneyê bigire.. Siyasetvan him wêneyê qatilê xwe digire him qurşîninê wî. Ê law meriv dema wênegirtinê bimire. Dibên filankes li ser nimêjê bû çû ser dilovaniya Xwedê, bêvankes wexta nivîsî mir.. Wê salê parêzerekî xwe kuştibû, twita wî ya dawî ''Kaçarken vuruldu'' bû. Gava li van wêneyan dinêrim yan wisa gotinên sirek têde hene, mirina xwe pir meraq dikim Înano. Ez ê li kû bimirim û çito bimirim.. Fenomen jî dimirin lo, namedar jî.

Silav û gulavên naxwazin ji dinê bar kin herin.

Omeros

19 Aralık 2016 Pazartesi

Rêabad

Omer, 

Duh bi şev li Diyarbekirê bûm, îro vegeriyam Mêrdînê. Derfet çênebû, pev neket esas, an min ê telefonî te bikira, belkî me çayek vexwara, qahweyek, çi zanim, belkî jî na. Gava ku ji dolmîşa Mêrdînê peya bûm, zilamekî gazî min kir û got: "Abêsî te atqiya xwe ji bîr kir." Çer ku got abêsî, min fam kir ku hatime Diyarbekirê. Heyrana abêyê xwe. Qerewat dibêje diya min, ji atkıyê re, belkî jî hişê wê ew şibandiye qerewatê jixweber, loma. Netirse, ez li vir devoka xwe nafiroşime te, çimkî qerewat di devoka me de jî nîne. 

Duhê Diyarbekir sar bû, ji Mêrdînê jî sartir. Îro jî Mêrdîn sar bû, ji Diyarbekirê jî sartir. Xwene çima bajarê ku em diçinê sartir e ji bajarê ku em jê hatine? Min digot qey dawî li rêyan nayê her cara ku dolmîşên nav bajêr li nav kuçe û kolanên Diyarbekirê sergerdan dibûn. Min digot qey dê roja min sax di dolmîşê de, li dor bajêr çerx bibe. Min digot qey di rêwingiyeke dûr û dirêj de me ku ne serî heye ne jî binî. Min digot qey li sînemayekê me, rêwiyên cem min temaşeker in û em di esasê xwe de ne li bajêr lê li filîmekî temaşe dikin ku lîstikvanên wê tûşî endîşeyekê bûne ji ber wilo di nav hatûçûneke bêwext de ne. Bajarek lê kirine ji rêyan, temenek diherime li ser wan. Ma gelo, heye ku mirina min jî li serê rêyekê be? 

Duhê îmtihana  min a ALESê hebû. Beriya îmtihanê bi hefteyekê li hin pirsên wê xebitîm. Îmtihanê ez zêde şaş nekirim, di formata îmtihanên xwe yên berê de bû. Lê pirsên tirkî baldariyeke zêde dixwestin, gelek pirs du sê bersivên nêzî hev hebûn û carinan meriv ji hev dernedixist ka kîjan bersiv a rast e. Xwendekar bêtir ji pirsên Sozel Mantikê ditirsin. Çar komepirsên Sozel Mantikê hebûn, her kompirsek ji çar pirsan pêk dihat. Min sê komepirsên 'ewil çêkirin lê komepirsa dawî gelek zehmet bû, min îşaret kirin lê ji wan ne piştrast im. Nîv saetê dawî mîzê zor da min, bi zorê min bi xwe girt lê min nekarî dû re pirsan çêbikim. Axir min pirsên tirkî çêkiribûn û dor hatibû pirsên Matematîkê. Min şanzdeh hivdeh pirs jî ji matematîkê çêkirin.

Îşev min di xwe re nedît serê xwe bişom, hinekî sar bû. Esas, sebebekî dinê jî ew bû ku min nexwest name bi derengî bixim. Heke min serê xwe bişuşta, îcarê min di xwe re nedidît ku ji te re binivîsim. Ez ê serê sibê serê xwe bişom, axir. Sibê sala peymana me ya înternetê xilas dibe, belkî demekê bê înternet jî bimînim, belkî jî nemînim. A baş ew e ku înterneta telefonê heye, loma ti problem çênabe di warê nivîsandina nameyan de. Ez biçim hinekî ji xwe re bixwînim û dû re binivim. Te go erê? 

Înanolo

17 Aralık 2016 Cumartesi

Kevnkiroş û Tiştnab

Înanolo,

Vê Duşemê îmtihanên min destpê dikin. Tirseke ku ev bû neh sal in her sal van çaxan diniqute dilê min, rûyê min tirş dike û min li sala yekem a zanîngehê dihêle, bêmane. Bi ''niqut''ê min xwest ez çi bêjim yanî, teşe nemaye di hevokên min de, tewş. Bes dixwazim derdê xwe derxînim ji xwe lê nizanim çi çito li hev bînim çend ro ne. Xulqê min teng bû û derketim balkonê dîsa Înano. Min dî kevnfiroşek ji wêde tê, di mejiyê min de ''eskici''. Ê law va nafiroşe ku, dikire, bila lêkolîner ji vir û wa bêjin ''kevnkiroş'' ji wan re. Aciz im, ji vê nameya ez dixwazim niha jê bibim jî. Çira ez ranakim xwe nafiroşim kevnkiroş? Li van deran herkes devoka xwe difiroşe. 



Kevnkiroş - Berfanbar 2016
Bise behsa tiştekî ku wê kêfî min xweş bike bikim. Apê Zinar, di sala 2008an de li ser bloga xwe behsa min kirîye: Nameya xortekî pir jîr. Wê çaxê navê min Bargiran Baran bû û nola her kurmancê ku nû dest bi nivîsandina bi kurmancî dikir zimanperest bûm. Zimanperestê ku wan salan dibêje qey ''xwendevan'', bi ''xandevan''ê tê nivîsîn. Xweziya bi min wê nezanîna nazenîn a rast. Bêmane nazenîn. Yek jî xortekî pir jîr çû, ma ji me re xortekî pir pîr.

Îro gava berê, wexta va nameya dihat nivîsîn, Şêxo Fîlîk hat mala xwe. Em dikin tev bimînin. Dibêm sonxi min yekî ji devoka xwe dîye, debir bi min re nabe êdî. Ez dikira ji vê malê û ji vî bajarî veqetiyama a rast, lê wê nigekî min her li vir be. Wanî çêtir bû herhal. Belkî piştî îmtihanan jibo wergera hin çîrokan, bi qafekî bêtengereng, herim mehekê li Tetwanê bimînim. Vê sermê vê zivistanê dibe ku ne ti aqil be lê ez im xwe nas dikim çê xerab.

Li paragraf û hevokan dinêrim, nizanim ji çi ye dibêm qey bi rastî jî dûzen mûzen nemaye bi min re. Ez jî nola te xwe didim ser ''tiştnab''ê: ''Tişt nabe, ewê bê duzen jî parçekî Omeros e.''

Silav û gulavên Şêxo li salonê bi tenê hiştîne û hatine name temam kirine.

Omeros

16 Aralık 2016 Cuma

Temenbihêrk

Omer, 

Vê sibê çawa hişyar bûm, min bala xwe dayê ku di hişê min de strana Souad Massiyê ya bi nav "Le bien et le mal" lê dikeve. Souadê bi wî dengê xwe yê şîrîn, ahengeke nazenîn li dar dixist di guhê min de. Niha di Youtubeê de jî ev stran lê dikeve gava ku ji te re dinivîsim. Li derve mij û moran e, berf nabare. Min got berf lê çi xweş bû berfa wê şevê, ne wisa? Ne îşê xweş bû ku tu hatî û şev nîvê şevê em derketin li nav wê pûk û berfê û me kêfa li ser kêfê kir. Ev car nebû, careke  din em ê hilkişin bajarê kevn jî. 

Saleke din jî li temenê min zêde bû, saleke din jî ji temenê min bar kir û çû. Temen 23, dike sêyekê rê. Qey em ê du 23yê din jî bijîn an jî nejîn. Ev temen çend zû dibihurin, ez ê ji vê yekê re bibêjim temenbihêrk. Temenbihêrko, ne temenê te temen e ne jî bihêrka te bihêrk e. Nizanim çima pismam, lê di wan rojan de ku saleke din li vî temenê jehrtêketî siwar dibe, her xemgîn im. Carna maneya vê yekê fam nakim, li wan hekîman difikirim ku di heyata xwe de tim dane pey çareya nemiriyê. Lê em, emên nemirnejî, ne bi temamî dimirin û ne jî bi temamî dijîn. Dizanim, ez ê rojekê bimirim bêyî ku min di heyata xwe de hema carek diya xwe bi dilê xwe hembêz kiribe û maç kiribe û ev fikar gelekî min ditirsîne, gelek pê diêşim, gelek li ber dikevim. Dizanim, ev di çîrokan de jî wisa ye, tirsa ku em jê ditirsin her tê pêşiya me, deriyên ku divê neyên vekirin her tim tên vekirin. Axxx... Ev meraq bi rastî jî me dikuje. Naaa... Di van rojan de ne Heleb ne jî Orwell tê bîra min. Çima bê bîra min?

Duh min seriyek li bloga hindik û rindik a Apê Zinarê Xamo xist. Ez pir bi vê blogê kêfxweş bûm. Bila kes ji me nebêje ez jî blogger im heta ku Apê Zinar li van deran be. Tevî ku weke her tiştî em di blogê de jî dereng mane, ev bloga Apê Zinar ji bo me serbilindiyeke mezin e. Ev blog ji 2007an û vir de misêwa aktîf e. 10 sal û nêzî 4000 nivîs ne kêm e. Ma bextewariyeke ji vê mezintir heye ji zarok û neviyên Apê Zinar re? Xwezî hema blogeke bavê min jî hebûya û tê de rojnivîsk û bîranînên xwe binivîsiya. Rojekê dê bavê min jî û diya min jî bimirin, lê li dû wan dê ne tek hevokek û ne jî tek peyvek bimîne. Ez ji vê yekê jî gelek ditirsim û gelek xemgîn dibim. Çawa çêdibe ku meriv were vê dinyayê, xwe pîr û kal bike û destevala biçe. Tehemula min ji vê re nîne, ez nikarim qebûl bikim. Nexwe em ji bo çi dijîn? Çi dibêje Apê Zinar di nivîsa xwe ya ewil a blogê de, tarîx 30ê Îlona 2007an: 

"Roja din dema min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîssîn e.
Ew jî bi van rêzan, bi lez û bez ez dest pê dikim.
Ez nuha pir dilşad û pir jî bi heyecan im.
Ez ji hemû malperên bi nav û deng ra dibêjim, xwe bidin alî ez hatim.
Wek tê zanîn di mala xelkê da meriv tu carî xwe rehet û azad his nake. Mazûban çuqasî dost û mîvanperwer be jî meriv wek li mala xwe ne serbest e.
Ez van rêzên jorîn wek numûne dinivîsim û dixwazim bi çavên serê xwe bibînim ku rast e. Ji nuha û pê va her cara ku wexta min çê bibe ezê tim hewl bidim ku di vî quncîkî da hestên xwe, bîr û baweriyên xwe bi we xwendevan ra par bikim.
Bi hêviya ku xwendevan hebin."

Bi hêviya ku temenê bloga me jî herî kêm bi qasî ya Zinarê Xamo dirêj be. 

Înanolo

14 Aralık 2016 Çarşamba

Tembûrî

Înanolo,

Tine tek bersiveke min ji heftê û heft pirsên te re. Ruhekî bifikire ku gava di kêfxweşiyê wer dibe jî dev ji her tiştî berdide, dihere xwe li melodramê digire. Li tenişt sîng û sepeta yarê bîlasebeb qurşînên heftniçikî li xwe dixîne yanî. Dielime ne Neteweyên Yekgirtî lê Neteweyên Yekbûyî mesela, lê elimiye çi ye neelimiye çi ye. Naxwazim peyvên ferhenga min zêde bibin Înano, dixwazim peyvên dizanim ro bi ro kêm bibin. Tu çîrokên surrealîst dinivsînî ya, rûne çîroka realîstekî li ber sûran jî binivsîne dibêm. Wisa mêrikek îşte, her roj hemû peyvên dizane dinivsîne diavêje dosyeyekê û derdixe her ro yekê dişewitîne. Gava peyv dişewite, ji ber ku bîra wî di qafê wî de ye porê wî dikizire filan. Bîne bêmane bi dereke din ve girêbide çîrokê: Serhildayên Helebê têk çûn. Nehat bîra te jî bîranînên George Orwell?  




Werger werger werger lê wek ku dê ji nişka ve biqede ew jiyana boş û betal. Wek ku werger. Jêkin goştê canê me bi penseyê. Pense, min ev peyv ji bîr kiribû halbû, çima hat bîra min. Gotiye biwêj, nabêjî çima ew biwêjên heftheftkî bi gundan ve kelijîne? Em li bajarên Înano, biwêjên bajarî binivsîne ji min re ji kerema xwe. Bêje fena ku qerta meriv di bankamatîkê de bimîne û pere jî li ser meriv tine bin û dereke meriv pêde here jî tine be û meriv berê xwe bide Heftanînê. Mirin, xwîn. Kîs li cem te heye? Na ew ji bo çîrokê li cem min bû ne wisa? Kî mir ji kî.. Ssssssssssssssssssssssss.

Silav û gulavên min go yarê tembûr.

Omeros

13 Aralık 2016 Salı

Heftşevbo

Omer, 

"Min roj e şev şev e şev şev her şev e şev e şev
Zêde ji şêv û rojan ev der şev e şev e şev"
Şêx Mihemed Kerbelayî

Min tu di halekî xirab de dîtî. Li ber qeraxa têkçûneke rûhî, têkçûneke derûnî yî. Di hişê te de çi heye çi nîne nizanim, lê wer dixuye ku tofanên ecêb li dar in tê de. Ez çima vê yekê dibêjim? Hevokên te yên ku li dû rêzbendiyeke rasterast bûn, xwar bûne, têk çûne. Kesên ku hevokên wan têk çûbin, ruhê wan jî têk çûye. Hevokên te yên xiloxwarî îşaretê bi vê têkçûnê dikin. Ez di vî halî de nikarim tiştekî ji te re binivîsim. Gotin di devê min de hişk dibin. Here, vê nexweşiyê ji xwe der ke, paşê em bikutin peyvan. 

Lê ez meraq dikim: Çima em her tim li heftsaliya xwe vedigerin, çima kevirên heftokan ne heft lê pênc in, çima heft dêwên bira hene lê heft xwişkên min hene, çima Xwedê di heft rojan de dinyayê çêkir û di roja heftan de îstirhet kir, çima mala me li heft mîratan digere, çima em bi heft heştan dikevin, çima heft zarokên pîrê hene, Mîrza Mihemed çima diçe orta heft behran û çima heft caran qîrê li çermê heft dewaran dixe, çima heft rengên bûka baranê hene, çima di baranên heftê nîsanê de heft gamêş qir dibin? Biferme. 

Înanolo

12 Aralık 2016 Pazartesi

Qeram

Înanolo,

12.12.2016, ditirsîne dîrok min. Dinêrim li saetê 03:13, xofek min xûz dike. 


Foto: Moises Saman, Efxanîstan
Têm, dixwazim herim. Diçim, dixwazim vegerim. Vedigerim, dixwazim careke din venegerim. Careke din venagerim, vedigerim.

Ketime ber pêlên meraqan, çemê çîroka min kê min li kû bixeniqîne, nizzam ku. Gur têne bîra min. Helbestek, dixwazim vereşim. Bide zorê peyvan, bi zorê biwêjan bikute ber devê xwe. Xeml û xêla gotinê. Na yanî, çi ye yanî pêlên meraqan, çemê çîrokan? Ne vaya ye, vaya yekî din e, ev e, mala min a di heftsaliya min de hilweşiya. Pir bêriyê dikim.

Silav û gulavên qerama qêf.

Omeros

10 Aralık 2016 Cumartesi

Nanikdar

Omer, 

Niha jelîbonan dixwim û ji te re dinivîsim. Ma çi bikim, kêfa min gelek ji vê mîratê re tê ku dibêjin zirara wê gelek e û maddeyên kanserojen di xwe de dihewîne. Gava ku wan dicûm kêfxweşiyeke bêpayan xwe li min digire, bêyî hemdê xwe bextewar dibim. Her kê ev jehr û ziqqum çêkiribe, mala wan hezar caran ava be, cihê wan bihuşta baqî be. Em ê vê qenciya wan tu carî ji bîr nekin û her bi qencî wan yad bikin. Tê gotin ku jelîbon di şerê navxweyî yê Emerîkanê yê sala 1860an de hatiye çêkirin ji bo leşkeran. Em ne leşker in, lê hesêbî em jî leşker in. 

Îstifaya te bi xêr be maşalê û hêvîdar im ku tu li vê kirina xwe poşman nebî û deriyek ji deriyên bixêrtir li ber te vebe da ku boş û betal li kuçe û kolanan sergerdan nebî. Nexwe tu jî wekî min xwendekar î? Tew ê hiqûqê? Qarîzma û giraniyeke navê hiqûqê heye ha, te hay jê heye? Wextekê min jî digot ez ê hiqûqê bixwînim, lê ka em çer bikin, pûanê me têrê nekir. Rênas nas dikim, welle helal be ji we re. Heger tu bixwazî, kerem bike were Mêrdînê (Înanolo di vê hevokê de li menfaeta xwe jî difikire). Tu zanî jixwe, derî û dergehê me her vekirî ye. Hoste Necar, razê weke her car, Xwedê yek e, derî hezar. Rast e, min ji Kawa pirsa wê nekir, nehatibû bîra min jî, û ji aliyê xebatan ve, min xwestibû tenê li ser berhem û wergerên wî bipirsim. 

Duhê di dersa Malmîsanij de, carekê mijar hat ser qertafên peyvsaziyê yên wek -van û -dar. Mamoste got -van ji payîn/pan tê ku maneya xwe ya bendemayînê heye. Dengê /p/ bûye /b/ û dû re bûye /w/ /v/. Mesela di farisî de "çûban" e, di pehlewî de "şupan" e, di kurmancî de "şivan", di zazakî de "şiwane". Şu- ji avestayî tê ku maneya "pez"ê dide. Yanî hingê şivan tê maneya "ê ku pez dipê, ê ku li benda pez disekine" û gavan jî tê maneya "ê ku ga dipê, ê ku li benda gayan disekine". Mamoste xwe aciz kir û got hema wisa çênabe ku meriv -vanê bîne dawiya peyvan û bêje sînemavan, şanovan, wêjevan û filan û bêvan. Min got bêvan lê gelo "bêvan" ji ku tê? Mamoste qala qertafa "-dar"ê jî kir. Tevî ku min salek du sal dersa farisî jî wergirtibû, ez lê hay nebûbûm ku -dar koka dema niha ya "daşten"a lêkera farisî ye. Daşten maneya "bûn/hebûn/xwedanbûn"ê dide. Mesela em bibêjin "Omer se beççe dared", ev tê maneya "Omer sê zarok hene / Sê zarokên Omer hene / Omer xwedanê sê zarokan e". Hingê birîndar tê maneya "kesê xwedî birîn, kesê ku birîna wî heye", evîndar tê maneya "xwedîevîn, ên ku evîna wan heye". Lê gelo namedar û wênedar tê çi maneyê? Nizanim gelo te tam bi kîjan maneyê ev peyv çêkirin û te hay ji maneya -darê hebû an na, ji ber ku li tu derên din rastîvan peyvan nehatime. Lê her te bi kîjan maneyê jî çêkiribe, bi ya min maneyên xwe yên gelek xweş hene û tam li van peyvan kiriye. Namedar, kesê xwedan name, kesên ku nameyên wan hene. Wênedar, kesê xwedan wêne, kesê ku wêneyên wî hene. Welleh kêfa min jê re hat. 

Min îro Okuma Üzerine ya Marcel Proust xwend. Proust ji yek ji du nivîskaran e ku tesîra wî gelek li ser min û nivîskariya min çêbûye. Ew ê di pêş de jî tesîr li min bike an na, nizanim, lê di qonaxa 'ewil a heyata min de cihekî wî yê mezin û taybet heye. Di berhemên Proust de zeman ewqasî hêdî ewqasî giran diherike, ji te tê ku qala salekê kiriye gava qala kêliyekê dike. Di esasê xwe de Proust wê giraniya şexsê nifşê modern nîşan dide, tevî ku heyat gelekî bi lez û bez jî diherike, em, yanî takekesê ku di nava xwe de êşa hebûnê dikêşe, di hemdê xwe de, di giraniya xwe de li dor xwe dizivire. Proust gava qala kêliyeke xwe dike, tu fam dikî ku kêliyek di esasê xwe de ne tenê kêliyek e, ne ew dema pir kurt e, di kêliyekê de hezar tişt diqewimin, çivîkek baskê xwe vedike, pelek diweşe, bayek ji ber paceyê tê, bêhna xwarinekê tê pozê te, jelîbonek ji qirika te tê xwar, dengê qorneyeke erebeyan tê, telefona te lêdikeve, di mejiyê te de gêjgerînekek li dar dikeve ji hezar tiştan. Her kêliyek, her tiştek bîranîneke pirt kurt lê pir dirêj a Proust tîne bîra wî, gava madlena (ji bo me nanik) xwe di çayê dadike, ji nişka ve gazî xwînerê xwe dike û dibêje tu zanî çi hat bîra min û di dehan rûpelan de behsa wê bîranîna xwe ya zarokatiyê dike. Dibêjin rojekê Proust kitêba xwe dide weşanxaneyê lê edîtorê weşanxaneyê kitêba wî paş de vedigerîne û dibêje:  "Erê, dibe ku ez yekî famkor bim, lê hê jî nizanim bê ka çima ji bo ku qala hewldana beriya xewê ya camêrî bike, ku xwe di nav nivînan de qulopilo dike da ku razê, sî rûpel terxan kiriye.Heqqet ji bo çi? Ka ez hevokeke dirêj ji kitêbê bo te binivîsim, lê bi tirkî, di xwe re nabînim wergerînim, belkî rojekê xwedanxêrek vê nameyê bixwîne û wergerîne, xwezî. 

"Bu kitaba eklediğim notlarla göstermeye çalıştım ki, okuma, insanların en bilgesiyle bile olsa, bir konuşmaya indirgenemez; bir kitapla bir dost arasındaki asıl farklılık, bilgeliklerinin büyüklüğündeki farklılık değil, onlarla iletişim kurma biçimidir; okuma, konuşmanın tersine, yalnızlığımızı sürdürürken, yani yalnızken sahip olunan ve konuşunca çabucak dağılan entelektüel güçten yararlanmaya devam ederek, esinlere açık olmaya ve zekânın kendi kendisi üzerindeki çalışmasını bütünüyle verimli kılmaya devam ederek, her birimizin önceden iletilmiş bir başka düşünceyi edinmesidir."


 Înanolo

9 Aralık 2016 Cuma

Bilind

Înanolo,

Min duhinî îstifaya xwe nivîsand û dev ji Sputnikê berda. Ne min ew êşandin ne wan ez êşandim. Bes eger min nehsî bikira, min dikaribû xwe bide qewitandin û tazmînat ji wan bigirta. Bi wî pereyî min ê tew kêm du sê mehên din debara xwe bikira lê ez zanim wê paşê di dev û pozê min re derketa. Ne lazim xêra hil û heramiyê. A min ji min re mayî şerefa şixula min bû, min bi xwe dev jê berda.

Ro îro mîna roya biharê bilind bûye. Ez dikim berguhkên xwe biavêjim ber guhên xwe û ji xwe re heta êvarê muzikê guhdar bikim. Qaşo min dikira îro çavek li notên hiqûqê xista û qaşo dê dûre jî Rênas Xendekî ders bi min da. Tu nas dikî nizam wî? Ji Cizîrê ye, xwendekarê hiqûqê ye li vir, wî jî demekê hemû helbestên Orhan Veli wergerandibûn. Lê wî jî nola wergerên te yen ji Cemal Süreya werger çap nekir.


Zindanîyê Bajêr

Di Sputnikê de mecbûr ez li Diyarbekirê bûma. Niha li vir ti tiştî ji min re dibêje ''Bimîne li vir, min tenê nehêle'' tine. Hela bira bi xêr vîze jî biqedin, ez xwe ji wan jî xelas bikim ez ê tevdîrekê bigerînim.

Li ser meselaya guherandina daçekan, peyvan û forman hwd.. Kawa Nemir jî rabû hemû ''-da'' û ''-ra''yên Fêrikê Ûsiv kir ''-de'', ''-re'' Ji bilî Nûhat Deştî me kesî dengî xwe nekir. Gelo Fêrikê Ûsiv wê ''-de'' ''re'' qebûl bikira? Eyba reş fediya giran, te jî bi Kawa Nemir re hevpeyvîn kiriye min jî lê me herduyan jî ew meseleya jê nepirsiye.

Silav û gulavên bêriya devoka Sirûcê kirine.

Omeros 


Mihemedolo

Omer, 


Te xêr e qurban? Heta çenda berê Sewdaserê Berbangê bûyî, îja Xudadarê Berbangê çi hal e? Ez nameya te ya 20ê Çiriya Paşînê ya li jêr navê "Sewdaserên Berbangan" tînim bîra te ku te ji min xwestibû bînim bîra te her gava ku aciziyê xwe li te da der. Te gotibû çi, eynen li vir dinivîsim: "Ez ê ji vir û wa, bi qasî ji dest min tê ji vê heyatê hez bikim û ji xwe re wer wisa kêf li ser kêfê rûreşo parîxweşo bim. Ku min dîsa dest bi ofekufan kir, bi aciziyên xwe serê te êşand tu vê nameya bîne bîra min ji kerema xwe! Dinyake boş û betal e, madem me ji zû de ve fehm kiriye û ditiye taliya talî jî mirin e, em ji çi re xwe ewqas kut û li erdê dixin law.. Em bifirin ezmanan û bêjin ''Anêêêê, ezmanî çî î xweş e lawwww, çitonî xweş e!''" Gavê, zû pehînekê li qûna acizî û xemê bixe û vegere ser kêf li ser kêfa xwe ya delalîka ber dilê xwe. 

Heger dixwazî ji Diyarbekirê bar bikî, bar bike. Heger dixwazî ji karê xwe îstifa bikî, îstifa bike. Ma kî ji barkirin û îstifakirinê miriye ku tu bimirî? Herî zêde bê kar û bê mal bimînî û nanoziko debara xwe bikî. Jê wêdetir tune ye jixwe. Ji bo bextewariyê her kirin mubah e. Di oxira bextewariyê de ji tu tiştî texsîr  û feraxad neke. Xwe wek kalekî heftê salî yê dinyadîtî hîs dikim ku şîretan li xortekî hivdehsalî dike derbarê heyatê de. Helbet ev ne şîret in, ne jî pêşniyaz in. 

Duh min cara pêşîn devê ALESê vekir. Min pirsên Matematîk û Tirkî çêkirin. Matematîka wê ne zehmet bû. Tevî ku gelek wext di ser re bihuriye jî, min bîst pirs filan rast çêkirin. Tabî ez qala Matematîk 1ê dikim, ji ber ku em tenê ji vê berpirsiyar in. Pirsên Tirkî ne ji wan pirsên YGS û LYSê ne, hinek zehmettir in. Baldarî dixwazin ev pirs. Dibêjin 18ê vê mehê îmtihana ALESê heye. Ka em têkevinê, bê çi quzulqurtan pirsîne. 

Duh di dersa edebiyata zarokan de me Nezerê Mêrxas a H. Tûmanyan analîz kir. Casimê Celîl wergerandiye. Ev werger cara pêşîn di 1937an de tê çapkirin. Dû re malbata Celîlan ew li Wiyanayê di 2012an de çap dike. Piştî wê jî Weşanxaneya Evrenselê çap dike. Lê gava ku meriv çapa Wiyanayê û ya Evrenselê dide ber hev, meriv dibîne ku Evrenselê (redaksiyona wê Îsmaîl Dîndar kiriye) gelek texrîfat û mudaxele di zimanê berhemê de kirine.  Gelek peyv, hevok, biwêj, daçek guherandine. Ser meselê "nealtbûyî" kirine "têkneçûyî", "temiz" kirine "paqij", "Xwedê te xwey ke" kirine "Xwedê ji te razî be" û hwd. We xêr e heyran? Hûn vî heqî çawa di xwe de dibînin ku radibin peyvên ku wergêr tercîh kirine diguherînin? Ev werger ne bi dilê wê be nexwe biçin ji nû ve wergerînin an na gava we çap kir lazim e hûn dest nedin metnê. Bi Xwedê ez gelek aciz bûm. Yek ji van texrîfatan jî Weşanxaneya Periyê di Şer li Çiya ya Eliyê Evdilrehman de kiribû. Amadekaran bê fedî di pêşgotinê de jî diyar kiribûn ku wan hevokên dirêj kurt, qut û sade kirine, li şûna peyvên tirkî kurdiya wan nivîsandine û nizanim çi jehr û qurreder kirine. Ê te destûr ji Apê Elî xwest? Na, ma dê çawa bixwazin? Diznin ku Eliyê Evdilrehman ji gorê rabe dê malikê li wan mîrat bike. 

Duh dersa edebiyata klasîk jî hebû. Em li ser Kerbelayî yê mexlesa Şêx Mihemed e sekinîn. Şêx Mihemed kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Gava ku apê Şêx Mihemed dimire, ew rêveberiya medreseyê digire destê xwe heta Serhildana Şêx Seîd. Piştî serhildanê wek gelek malbatên din ew jî tên sirgûnkirin, belawela dibin. Şêx Mihemed jî bar dike gundê Çulûyê ku nêzî Diyarbekirê ye. Li vir heta dawiya umrê xwe, 1937an dijî. Şêx Mihemed 11-12 salan di odeyeke bêpencere de dijî, dev ji zewqa dinyayê berdaye, dernakeve nava gund. Tenê çêlekeke wî heye ku ew jî gundiyan dayê, du sê mehê carekê birayê wî yê Şêx Eskerî tê mala wî paqij dike û diçe. Şêx Mihemed di van salan de, di nav huzn, melankolî û psîkolojiyeke xirab de dijî. Di vê odeya bêpencere her tim dixebite, dixwîne û dinivîse. Û tişta ku ez ê niha bibêjim gelek tesîr li min kir, tevî ev heyata wî ya bi êş û elem. Şêx Mihemed her çi binivîse, wan tiştan diqetîne û diavêje. Ji van salan tu berhem negihaştiye roja me. Mamosteyê me digot, em nizanin çi nivîsiye, lê wer xuya ye derveyî helbestê jî nivîsîbe. Hin heval gotin Şêx Mihemed Kafkaesk e, hin heval jî gotin na, Kafka Mihemedesk e. Bila Kafka li cihê xwe be, Mihemedê me jî li cihê xwe. Lê gelek li ber dikevim ku ji wê serdemê tu berhemên Şêx Mihemed negihaştine roja me. Du berhemên wî yên berî vê serdemê hene. Dîwana wî û Mirsadul Etfala wî ya ferhenga menzûm a zarokan ku bi kurmancî-farisî nivîsiye. 

Bimîne di xweşiyê de. 


Înanolo

8 Aralık 2016 Perşembe

Xudadarê Berbangê

Înanolo,

Çîşkek xew nekete çavên min îşev. Saet 04:47,bi sermaya ketiye ber qolincên min diherim ber bi şefeqê. Xulqê min ji firehiyê çûye tengiyê dîsa. Derketim balkonê min li Sûrê nihêri gava berê. Tenê dengê kûçikan tê; huznî, mîna ku salvegera mirina hin hevalên wan be jî. Par van çaxan, li vê derê şerê şervanên YPSê û polîs û leşkerên dewleta tirk bû tema. Min digot qey ez ê ti detay û roya wî şerî ji bîr nekim lê niha wek ku tiştek neqewimîbe di bîra min de tiştek nemaye Înano. Yek jî ecêb, di wê dema herkesî ji vir bar dikir diçû de ez li vir mam, bes niha dibêm ez zû xwe ji vir xelas kim herim li ciyekî din venim. Hema kû dibe bila bibe, ciyekî din.

Kitêba ez wergera wê dikim ne têde, piştî çend mehan, min duh vekir kitêbeke kurmancî xwend, qedand. Beranê Çargurçik - Siyajîn Aramî. Berî wê hîn wexta fuara kitêban, Gulan bû yan Hezîran bû, min Xewna Dawî ya Mamoste Berken Bereh xwendibû herhal. Qaşo min dikira li ser xewna wî ya dawî hevpeyvînek pê re bikira, ew jî wer nebû qismet. 


Nameyeke Berbangê
Dikim dev ji karê xwe berdim Înano. Di vê şeva tamarên min vekişandine de min qirara xwe da. Min qirar da yan sitend? Nizanim çi li pêşiya min e. Belkî serê sibê telefon kim îstîfaya xwe bidim an herim nûçeya xwe taliyê û piştre. Di vê dewra ku herkes li karekî digere de berdana vî karî ne forsek e, belkî ne ti aqilek e jî lê nû pê dihisim ku ji Surê heta Sîlopyayê tiştên min par û îsal dîne, ez anîme avêtime ber devî xulqtengiyê, qehrê û hêrsê. Nikarim tenê bi profesyoneliyê li karê nûçegihaniyê binêrim, gava diçim ciyê bûyeran stresa canê min gurzgurzî dike ez zanim Xwedê zane. 

Nizanim, belkî demekê birçî bimînim, belkî mal û pergala xwe belwela bikim lê dîwan.. Ji dîwana Seyid Eliyê Findîkî rêzikeke ku ez pir û pir jê hez dikim yanî: ''Xudadar î çi xemdar î!''

Silav û gulavên lêv qelişandine.

Omeros

Piyangolo

Omer, 

Heqê te nîne ku tu Birûsk aciz bikî. Welle helal be, te kir ku Birûsk ji nû ve li blogê binivîse. Em hêvî û daxwaz bikin ku zêdetir binivîse û wêneyan belav bike. Bila van peyvên xwe yên xweşik ne ji aciziyê lê ji kêfxweşiyê binivîse. Em vê ezcumleyê jî wek ezcumleya dîbaceyê qebûl bikin, ne wek a serencamê. Birûsk rast dibêje, te şîfre dabû me, lê wer xuya ye te şîfre guherandiye. Hinge, gava tu daxwaza sererastkirina saeta blogê ji Birûsk bikî, lazim e xaseten jê re binivîsî û jê rica bikî û bibêjiyê, a ji te re çelengo, ne şîfreyek lê heft şîfre bi qurbana te bin. 

Te bi her du paragrafên xwe yên 'ewil mijar xweş xulase kiriye, halê hazir tiştekî lê zêde bikim nîne. Beriya çend rojan bûm mêvanê mala Yusiv Hemed, ji min re behs kir meseleya çûna te ya Ermenistanê. Pîroz û bimbarek be, gelekî kêfxweş bûm. Siûda min û Birûsko nîne, dolaba me tim çep digere. Ne te ne jî tu kesên din haya me jê çênekir ku Kovara Bar dê du xwendevanên xwe bişîne Ermenistanê. An me yê jî serî lê bidana, belkî ekîba Berbendê sax li wir bûna, çi zanim. Ecêb e, piştî ku min hesabên xwe yên medyaya sosyal girtin çalakiyên wer xweşik çêbûn. Nizanim ji ber van tiştan hesabên xwe cardin aktîf bikim? Henekan dikim, ez hesabên xwe aktîf nakim. Lê tiştên wer çêbûn, xeberê bide me jî zalimo. Lê bi Xwedê em qebûl nakin ku tu destevala vegerî, em xelata xwe dixwazin û dixwazin. Çareya wê nîne. Helaliya Kovara Barê heye, barê wan têra xwe giran e lê tew di ser re însanan dişînin welat melatan. Gelo em jî li ser navê Berbend Blogê xwendevanên xwe bişînin geryanekê? Ne qaweta me ne jî pereyê me heye ku kesî bişînin, encax em ji xwe re biçin piknîkê filan. 

Min îşev li İyi, Kötü, Çirkin temaşe kir. Fîlmekî western ê sala 1966an e. Mamosteyê me yê dersa edebiyata zarokan gotibû lê temaşe bikin. Nizanim hesteke wisa li te jî tê zihûrê an, lê ê min gava ez li filîmên bi vî terzî temaşe dikim, ew wêrekiya ku li quncikeke dilê min nivistiye şiyar dibe, di dilê xwe de heft tofanan radikim, malikê li xelkê mîrat dikim, bi dawîlêhatina filîmî re jî li halê xwe yê berê vedigerim. Di dawiya filîm de, Xirab dimire, Kirêt namire lê tam bi ser nakeve jî, Baş jî bi ser dikeve. Ma di çîrokan de jî ne bi vî awayî ye? Gelo dê Baş her tim bi ser kevin an? Kêfa min gelekî ji hevokeke Başo re hatibû. Gava ku ew û Xirabo didin pey zêrên veşartî, bi tesadûfî dikevine nav herbekê. Başo li ser mirina eskeran dibêje: "Min heta niha li tu derê nedîtibû ku ewqas zilam bi hev re belasebeb bimirin." Di esasê xwe de wî jî û Xirabo jî gelek zilam kuştine û gelek kuştin dîtine, lê ev ne kuştinên nava şer in, kuştinên li pey karê wan anku yên pereyê wan in. Mirina li nava şer ji mirina li nava heyatê zortir e.

Ez ji xwe re bilêteke piyangoyê bikirim a baş, belkî serê vê salê piyangoyek ji min re jî lêxe û derkevim geryanekê, rihletekê, bo ku bibim gerokek, rihletguzînek. 

Înanolo

7 Aralık 2016 Çarşamba

Ezcumleya min.

xwedêhişto, çaxa ku te ev blog da weşanê, di ser mailê re min ji te şîfreyek xwast. înanê me jî şadeyîyê dikare bike, li wê mailê hazir bû. te şîfre şand, min berî demekê ew ceriband bes tu derî û dergeh li min venebûn. îja vê şeva xwedê tu li min û xwe û vî înankê me yê dil lê bûyî behra belek doza çi dikî, lo, lawo? birûsk.

Qehrok

Înanolo,

Hez nakim ji heza hesûd. Ewa ku xwe di ser herkesî radigire, ewa ku xwe tenê zane dihesibîne, ewa ku di ser entelektueliya bi salan şûnde çêbûye re qerfên xwe bi zar û zimanê zarûzêçan dike. Ne şexs, hez bi xwe! Dikarim ji nivîskarekî hez nekim, dikarim top û tîran li berhema wî nivîskarî xînim jî, lê berê tinazên xwe nikarim bidim kesên ji dil û can ji wî nivîskarî yan ji wê berhemê hez dikin. Hevaleke min a ku di YPG-Jyê de bû û li Qamişloyê ji hêla DAIŞê ve hate kuştin, par berî here ji ber ku zanibû ez bi wêjeyê re eleqedar im ji min re helbesteke Occo Mahabad şandibû. Xwendiye û hez kiriye ji helbestê, rûniştiye di mesajê de nivîsandiye.. De meriv çawa pê bikene û bêje ''Occo Mahabad dixwîne... Kes nemaye çûye wî dixwîne..'' Kî ye kanon, çi ye qanûna diyarkirina em ji kîjan nivîskarî hez bikin û ji kîjanê hez nekin? Em tenê ne, xwendevan, ne nivîskar lê xwendevan, xwîner jî dibe ne? Û erê xwendin û xwendin û xwendin, piştre qirara herkesî ji xwe re. 


Wextekê, berî hîn ew kanalana werin girtin, pir kesan qerfên xwe bi stran û klîpên di Damla TV û JIYAN TVyê de derdiketin dikirin. Ew jî li gorî min tiştekî şaş bû. Li gundan, li navçeyan, ji xêncî derdora qaşo-entelektulan gelek kes wan klîpan temaşe dikin û bi wan re govendê digirin yan digirîn. Êêê, em tenê ji stranên Kerem Sevinç û Mehmet Atlı hez bikin, jê wêde jî xerabreş! Belam, belama min serê min bixwe, nayê qebûl kirin. Lê em çi bibêjin jî wanî ye Înano, guhdarêd, temaşevanêd û xwendevanêd me yên ezîz, li hêlekê tim giraniya xwe didin wê derdora ku bi ro û şev entelektueliyê difiroşin. Di ber re tiştekî din jî dibêjim, ku rexnekirina populerîzmê jî bû tiştekî populer.. De herre ha, kî dikare me zevt bike, hinekan avêtiye erdê û fersend e jixwe, em jî pehînan li ser hev ewên ku li erdê xînin. Hukmê me li yên li jor me nabe yanî, na yanî.

Çavên min dişewitin Înano. Wer westek li ser min heye ku.. Eger dev ji kar berdim, ez ê du hefteyan tu karî nekim û tenê rakevim. Hisretiya çavên min xewa şevan lo Înano.

Ha, te hay jê heye? Ez dikim herim Ermenîstanê. Kovara Bar du xwendevanên xwe dikê bibe hêla Elegezê filan, loto ji min re jî lêket. Dikenim, ez herim wir jî ez ê ji hundir dernekevim ne? Wê edîtorên Kovara Barê bi sîlle û pehînan bi min kevin min reş û hêşin bikin welle.

Mihendizê me Brusko bi wêneyên nû hat blogê. Min xwe jê qeherandiye. Va mihendizê me yî qaşo me li ser sêri sond dixwarî ye, dikira saeta blogê çêkira.. Hîn jî nola berê şaş e saet. Eger ez keçikek bûma, min jê rica bikira, niha ji zû de ve çêkiribû saet ha! Lê tu, SERAYê bêje Înano, ez vê saeta şaş a blogê qebûl nakim, tuyê herî di ofîsên Googlê yên duwelên dûr re derkevî ez dibêm. Ya ez? Ji min bihewin lo.

Lîseya Sûrê

Diqerimim li hundir malê. Diçim ber pencereyê, dibînim çend xort derketine ser suran, muhbet dikin virdekî wêdekî. Behsa keçkan dikin gelo, behsa dersan dikin? Wê kengî rojek were û hinekên nola wan, eynî li ser wan sûran, behsa çîrokên İnan Eroğlu bikin? Min hene omdî tinene xeyal. 

Silav û gulavên bêriya Sirûcê kirine.

Omeros

6 Aralık 2016 Salı

Heznehez

Omer, 

Îro du roj e sparteka vîzeya dersa Araştırma Teknik ve Yöntemleri li serê min bûye bela. Mamoste pêşî tenê gotibû pêşkêşiyê bikin, dû re ji me spartekeke din xwest. Divê em sê meqaleyên kovarên hakemî peyda bikin ku yek li gor metoda nitel, yek li gor metoda nicel û yek jî li gor metoda karma be. Em ê van her sê meqaleyan berawird bikin û li gor van metodan şirove bikin. Min sê meqale piştî lêgerîneke demdirêj peyda kirin, lê min ew di ser re xwendin. Lê min ew berawird nekirin, tenê li gor wê metodê ew şirove kirin. Nitel û nicel xilas, karma hê maye. Ez bi tirkî van terman dinivîsim, da ku nebêjin ekrad van peyvan ji qûna xwe derdixin filan. Ez  kurmanciya van term û têgihên vê dersê ên zir ecêb ji xwendekarên piştî pêncî salên din re dihêlim. Îro ji ber vê spartekê ez neçûm dersa 'ewil. Lê esas dilê min jî tune bû biçim. 


Kes bi halê bargiranan nizane..

Duh min kitêbên konu anlatımlı û soru bankası yên Kpssê û kitêba pirsên 5 salên dawî yên Alesê wergirtin. Kitêb roja şemiyê hatibûn lê ji ber ku ez ne li malê bûm, kargovan ew şûn de biribûn. Duh min çû ew anîn, mîratino ne îşê giran bûn. Îja bifikire, ev tenê kitêbên Genel Kültür-Genel Yetenekê ne, hêj bi qasî vê yên Eğitim Bilimleri hene. Heyfa van çavan ku li ser van kitêban xirab dibin. Îmtihana Alesê ev meh e, lê min devê wê venekiriye. Ma ez ê çawa vekim, deh karan bi hev re dikim. Ev kitêb jî piştî wan deh karan tê ku dor bigihêje wan. Tu pismamê xwe dibînî Omer? Tu nabêjî ka ev Înanolo di çi halî de ye?

Omer can tu min aciz dikî gava dibêjî tu her bi kurmancî bixwîne ez jî her bi tirkî. Ji bo Xwedê, ez ê çima her bi kurdî bixwînim? Tu henekên xwe dikî? Ez ê bi kurmancî jî bixwînim, ez ê bi tirkî jî bixwînim. Ma ez dibêjim tu tenê bi kurmancî an jî bi tirkî bixwîne? Na, çima bêjim. Min kitêb meraq kir, heger tu bişînî belkî aciziya min hinek kêm bibe. Gava behs tê ser Ruşen Eşref Ünaydın û kitêba wî ya Diyorlar Ki ya hevpeyvînan, kitêba hevpeyvînan a Malmîsanij tê bîra min ku navê wê daniye Gotibûn Ku. Ez nikarim bibêjim Malmîsanij navê wê ji vir girtiye, lê wer xuya ye tesîra vî navî li ser çêbûye. Dibêjin ev kitêba Ünaydin gelekî girîng e ji bo dîroknasan, ji ber ku bi gelek kesên dîrokî yên dewra xwe re hevpeyvînan kiriye. Ji ber nebûna belgeyan û rojnivîsk û bîranîn û filan û bêvanan, ev hevpeyvîn bûne çavkaniyên yekem ji bo dîroknas û lêkolerên li ser wê dewrê xebitîne. Difikirim gelo, dê hevpeyvînên me kirî jî bibin çavkaniyên yekem ji bo dîroknas û lêkolerên siberojê. Gelo dê li çavkaniyan binivîsin inanolo.blogspot.com an jî perxudres.blogspot.com filan? 

Omer, tenê edebiyata tirkan, nivîskarên edebiyatê cîhanê bi çêr û heqaretên xwe malikê li hev mîrat kirine. Va ye lînkekê ji te re dişînim, belkî jî te xwendibe. çend sal berê min xwendibû û ez şaş mabûm. (http://www.sabitfikir.com/haber/yazarlarin-yazarlara-hakaretleri) Min gelekî dixwest vî tiştî di edebiyata me de bibînim, ji lewma carekê min ceriband ku tiştekî wilo bikim, lê civata me hêj ne hazirî vê yekê ye. Mesela bifikire Ehmedê Xanî ji bo Melayê Cizîrî van gotinan dike, bawer bike dê bi van gotinan mezintir bûya û me yê hêj bêtir jê hez bikira. Em dizanin navbera Apê Osman Sebrî bi gelek kesan re xirab bû dawiyê, lê xwezî me hin qerf û henekan di nivîsê wî de jî bidîtana. Mesela Cemîl Saîb di çîroka xwe ya Le Xewma (1925) de rexneyê li Şex Mehmûd û hikûmeta wî digire û bi awayekî ser girtî qerf û henekan jî pê dike. Helbet ev tam ne ew tişt e ku ez dixwazim. Min bihîst ku navbera Malmîsanij û Mehmed Uzun pir xirab bûye, di dema xwe de dilê hev gelekî hiştine û heta mirina Mehmed Uzun jî ev xeyda wan berdewam kiriye. Ez nizanim çima, lê gelekî meraq dikim. Hêvî ew e ku Malmîsanij bîranînên xwe binivîse û qala vê meseleyê jî bike. 

Tişta ku tu ji bo edebiyatê dibêjî, her wiha ji bo hemû qadên din ên huner û zanistê jî wisa ye. Ev bi du awayî çêdibe: Berzkirin an jî bêqîmetkirin. Ez bi xwe jî demekê ketim vê dafikê. Ser meselê, berhemeke ku me wextekê gelekî jê hez dikir, piştî demekê ji ber ku ji aliyê her kesî ve hat hezkirin û her kes behsa wê kir, ji aliyê gelek kesan ve hat gotin û xwendin, ji me re berhemeke ji rêzê hat ew berhem, me rûyê xwe jê bada, dilê me jê sar bû, êdî wer çêbû ku piştî demekê me henekê xwe pê kir, li civatan qeşmerî pê hat kirin. Lê di esasê xwe de ew berhem ne ku xirab bû me dev jê berda, lê ji ber ku ji aliyê gelek kesan hatibû hezkirin û ji aliyê civata bilind a xwende jî piştî demekê hatibû biçûkkirin û rexne lê hatibû kirin, me dev ji hezkirina wan berheman berda. Yanî ew gotina ku dibêjin, xwendevan (guhdar an jî temaşevan hwd.) qatilê metnê (muzîkê, filîmî hwd.) ye, kêm zêde rast e. Xwendevanê (guhdar, temaşevan hwd.) dilsoz divê tu carî ji bîr neke ku xweseriya berhemê heye. Gava berhemek hat nirxandin, divê ew berhem ji hemû nirxandinên din ên xwendevan û civatê bêrî, cuda û xweser bê nirxandin. Ne ku meriv berhemekê li gor nirxandinên civatê binirxîne. Ev ji bo hemû berheman derbasdar e, divê xwendevan nekeve wê xetayê -ku ez jî wextekê ketibûmê- ku li dû her berhemeke populerbûyî ji wê berhemê sar bibe û dev biavêjiyê. Ser meselê wextekê me gelekî ji strana Şemlê hez dikir, lê gelekê me piştî demekê gelek ji vê stranê aciz bûn, jê nefret kirin û dev avêtinê. Gelekên me, me xwe bi zanebûn an jî bê zanebûn xwe xapand ku ev straneke xirab e. Ji bo hin kesan dibe ku sedemek hebe ku ev straneke xirab be. Lê ji bo me tu sedem nîne. Ez ji bo xwe dibêjim û ji bo gelek hevalan jî di wê baweriyê de me, ji ber ku ev stran pir hat hezkirin û bi taybet ji ber ku ji aliyê keçik û kurikên me yên şoreşger ve hat hezkirin, me xwe ji stranê jî xeyidan û me xwe jê sar jî kir. Yek jî, me li xwe danenî ku em bi "komeke civatê" re ji heman stranê hez bikin. Yanî, me ji xwe re got, ew çi ne çi însan in ku ez jî weke wan ji heman stranê hez bikim. Çimkî li gor binehişê me, em kesên bijarte bûn û çênedibû ku zewqa me û yên din bibe yek. Ser meselê Janya ya Rênas Jiyan. Wextekê me gelek jê hez dikir. Lê piştî ku pir belav bû, gotineke ne xweş e lê ez bibêjim, piştî ku bû benîştê devê her kesî û kesê kurdîxwende nexwende tev de, hêdî hêdî em ji vê helbestê jî sar bûn. Di esasê xwe de em ne ji helbestê lê ji wan kesan sar bûn ku ji helbestê gelek hez dikirin. Li gor hizra binehişê me, ew kesên boş û beredayî bûn, ergen bûn, filan û bêvan bûn, loma çênedibû em bi wan re ji heman helbestê hez bikin. Ji ber vê yekê bêyî hemdê xwe em ji helbestê aciz bûn û tew me henekê xwe pê kir. Lê ev ne rêyeke rast e ji bo nirxandina helbestê an jî stranê. Heger îro ro em rûnin ser maseyê û vê helbestê bixwînin an jî li vê stranê guhdar bikin, lazim e em ji van hizrên xwe yên berê pak bibin û nirxandinên derveyî berhemê biqewirînin û bi dilekî paqij tenê li ser berhemê hûr bibin. Ev ji bo her berhemê wisa ye, ji bo helbestên Occo Mahabad jî ku bi ya min, me berhemên wî ne li gor hizra xwe lê li gor hizreke diyar a civatê nirxand. Tevî ku min tu kitêbên Occo Mahabad jî nexwendine, min jî henekê xwe pê kir wextekê û bi vê yekê re jî nemam, wekî gelek kesan, min bi çavekî biçûkdîtinê li wan kesan nihêrî, yên ku helbestên wî parve dikirin û diecibandin. Kesî jî nedigot, kero, çi ji te re ku kî ji çi hez dike, her kes dikare ji her tiştî jî hez bike. Êdî min ji xwe re gotiye, ez ê berhemekê tenê li gor hizra xwe binirxînim. Heger ji berhemekê hez bikim ez ê tenê li gor hizra xwe jê hez bikim, heger ji berhemekê jî hez nekim jî, ez ê tenê li gor hizra xwe jê hez nekim. Ne ku Omer jê hez dike an, Birûsk jê hez dike an, civat jê hez dike an. Ez ê tenê guh bidim hezkirin û nirxandina xwe. Ez te pîroz dikim Omer, niha hat bîra min, min tu carî ne bi devkî ne jî bi nivîskî dîtiye ku ketiyî vê dafikê. Gava te qala berhem û nivîskaran kiriye, her tim bi awayê normal nêzîkî wan bûyî û te guh neda nirxandinên derveyî. 

Omer, tu kengî bixwazî kerem bike were em bi hev re taştê, firavîn an jî şîveke xweş bixwin. Henek menek naxwazim. Min jî Kek Mêhdî bi xêra te li yazîxaneya te nas kir. Însanekî xweşbêj e, meriv ji gotin û qiseyên wî têr nabe. Cara din behsa çîroka Tîrkewên kiribû di nav sohbetê re. Carê min li bernameya wî ya gerê temaşe dikir. Welehîn helal be jê re, tu cih nema ku neçûyê. 

Çi tesadûfeke mezin. Min jî Diyarbekir Merwanileri ya Thomas Ripper dixwend. Li ber qedandinê ye. Ev berhem li dinyayê xebata herî berfireh e li ser Merwaniyan. Ez jî wisa difikirim. Avakarê xanedana Merwaniyan Bad İbn Dostikî ye. Bad 'ewil eşqiya û serokê çeteyekê ye li çiyê. Dû re bajaran bi dest dixe. Navê xanedaniyê ne bi navê wî lê bi navê zavayê wî Merwan hat naskirin ku bi xwişka wî re zewicî. Merwan ji malbateke giregir tê lê tesîra wî zêde nîne. Bavê Nasr ud-Dewle ye. Rast e ku kurd çûne heta Musûlê, lê ev jî rast e ku serê Bad İbn Dostikî di şerê Musûlê de hat jêkirin. Bad dixwaze ji şerê îqtidarê yê Musûlê îstifade bike û Musûlê bi dest bixe, qismekî Musûliyan daxwaz ji Bad dikin ku bajarê wan bigire. Bad bi şeş hezar eskerên kurd re êrîşî Musûlê dike. Lê dawiyê têk diçe. Gava ku hespan diguherîne û xwe ji ser hespekî diavêje ser hespekî din, lê nikare û dikeve erdê. Gava dikeve kemera milê xwe (köprücük kemiği) dişkîne û birîndar dibe. Ji ber ku nikarin wî bibin, xwarziyê wî ew li wir dihêle. Bad li meydana şer, ji aliyê Ukeyliyekî ku dixwaze wî bişêlîne tê kuştin. Ev Ukeyli piştî ku fam dike Bad kuştiye, vedigere tê serê wî jê dike û bi buhayekî mezin difiroşe Hemdaniyan. Dû re dest û piyê wî yê rastê jê dikin û dişînin Bexdayê, laşê wî yê mayî li deriyê qesra hukumdarê Musûlê bizmar dikin. Xelkê Musûlê gelekî hêrs dibin û daxwaz dikin ku bi awayekî heq, kefenkirî û bi duayan wî veşêrin. Li gor gelek dîroknivîsên wê dewrê, xelkê Musûlê gelek gelek ji Bad hez dikirin û li dû wî jî şînê girêdane. Rast e, serdema herî super serdema Nasr ud-Dewleyê xwarziyê Bad e. Mîrekî pir zîrek û jêhatî ye. Lê min navê İbn Bextişo nebihîstiye. Ecêb. 

Min pir dirêj kir pismam. Gava rûdinim ser kompîtirê pê re pê re fam dikim ku çiqas tişt hene ku em binivîsin. Lê şîv ji zû ve ye li benda min e. Ez biçim, bila sar nebe. 

Înanolo