24 Aralık 2016 Cumartesi

Mikemeliya bin ewran

Omer, 

Bi ya min tu hin tiştan şaş difikirî. Her çiqas name di navbera du kesan de jî be, a soxî her kes û nameya xwe ye, her kes bi qasî nameya xwe heye. Carinan nameya kesê hember ne bi dilê me ye, meriv dikare aciziya xwe ji tiştekî bike, lê heqê kesê hember jî heye ku di wî tiştî de berdewam bike ji ber ku dilê wî wer dixwaze. Min ji te re gotibû behsa nexweşiyên xwe neke û te nekir, lê bereksê wê, heqê te hebû ku di behskirina nexweşiyên xwe de berdewam bikî çu cara ku dilê te xwest. Belkî bê bîra te, min carekê jî xwe aciz kir û ji te xwest ku êdî li dawiya nameyên xwe behsa silav û gulavan nekî lê te xwesteka min qebûl nekir û li dû her nameyekê silav û gulavek pê ve kir. Helbet ev biryara te ye, heqê min tune ye careke din daxwazeke wisa bikim, tevî ku hê jî ji vê aciz im ku tu dibêjî silav û gulavên nizam çi û çi. Silav û gulav wek gotineke ji dil ji min re nayê. Lê baş dizanim ku piştî çendîn salan, dê nifşek rabe ku vê silav û gulava te bi kar bîne her wekî "lütfen"a te. Bêguman ev serkeftina te ya uslûbê ye û binkeftina wî nifşî ya uslûbê ye. Lê ez naxwazim li ser vê mijarê zêde biaxivim. 

Îro îmtihana Malmîsanij hebû. Heştê ji sedî wergera ji kirmancî bo kurmancî bû û bîst ji sedî guherîna dengan bû. Malmîsanij çawa hat sinifê behsa kopya mopyayê kir, li ser maseyan mêze kir, got ez kopya qebûl nakim. Ji bo wergera metnê got, binêrin min cihê peyv û hevokan guherandine, li gor ezbera metnê neçin, hevokan fam bikin. Rêzeke min a mezin bo Malmîsanij heye û gelek jî jê hez dikim, lê lazim e bêjim ku di dersê de zêde tîtîz e û carinan cira wî ne xweş dibe. Ez bawer dikim hinekî jî belkî ji ber tesîra salmeziniya wî be. Gelek caran navê me ji bîr dike, di navbera du deqeyan de dikare navê te çend caran bipirse an jî şaş bêje. Helbet ev tiştên gelek normal û însanî ne. Malmîsanij çi jî bêje em ê jê hez bikin. 

Di beşa me de sala dawî teza qedandinê jî heye. Îcar hêj par havînê min diyar kiribû ku ez ê li ser minyaturên Şerefnameyê bixebitim. Pir ji zû de bû bala min li ser minyatûrên Şerefnameyê bû û hêj beriya tezê bi demeke dirêj min dixwest li ser minyaturên tiştekî fîktîf binivîsim. Lê ji ber ku wek gelek tiştên din, ji ber ku ez tenê dixwazim lê pêk naynim, ew xwestek jî wer li cihê xwe ma. Meriv carnan pir mikemel difikire, di hişê xwe de her tiştî bi rêk û pêk dike, lê gava dor tê pratîkê, asê dibe, dialiqe, dixitime. A min jî gelek caran ew mesele ye. Gava difikirim her tişt mikemel e, bi rastî jî dê mikemel bibe heke pêk bê tişta ku meriv lê difikire. Lê gelek caran wext û derfet, a dilê te nayîne milê te. Li ser minyaturan jî gelek xebitîm û min gelek li ser xwend, lê bi serdema zanîngehê re, ez jê sar bûm bayê xwendinên cuda li min rabû û ji xeyn mijara xwe ya tezê min li ser her tiştî xwend. Lê dû re min nihêrî ku wer çênabe û min fam kir ku di vê girûgêjî, teşqele û kar û barên zirecêb de ez ê nikaribim ji heq vê mijara zor û heftbela bêm der û ez ê nikaribim serê xwe bi şirovekirinê re biêşînim, mecbûren min teza xwe betal kir. Îro roja dawî ya diyarkirina tezê bû. Li der û dergehan geriyam. Li pey mijareke hêsan û besît geriyam ku tê de ne analîz û ne jî şirove hebe. Axir bi zor min karî mijarek peyda bikim. Ez ê beşeke 40 an 50 rûpelî ya Çêştî Micêwira otobiyografiya Hejar Mukriyanî wergerînim û destpêkê jî danasînek bikim li ser jiyan û berhemên Hejar. Heta ji min hat, min got bila mijareke hêsan be, bi rastî jî bêhna min teng dibe gava deh kar dikevin ser hev. Hema ez dibêjim Rebbî bila îsal biqede, tu daxwazeke min a din tune. Saleke herî berbad e ji bo xwendekarekî wekî min. Heger tu bibêjî ma tezek wiha jî dibe... Na, weleh tezek wisa nabe û ne hêja ye ku meriv navê tezê jî pê ve bizeliqîne. Di esasê xwe de tiştek wisa divê meriv neke û qebûl neke, lê her tişt sûcê îsal e. Û ji ber ku em ne xwendekarê masterê ne û wext bi sînor e, zehmet e ku tiştek baş ji van tezan derkeve. Loma lazim e meriv zêde nede ser madê xwendekarên lîsansê. Bila bidin ser madê xwendekarên masterê. Lê dê fêdeya wergerê gelek li min hebe, ji ber ku ez ê soraniya xwe ya heyî bi xêra wê pêş bixim. Jixwe ferhenga Hejar jî heye ku di soranî de ferhenga herî herî baş û serkeftî ye. Hêdî hêdî, hindik hindik ez ê wergerînim, heta ku çû.

Em bibêjin, a bi xêr.

Înanolo