31 Ocak 2017 Salı

Xet

Înanolo,

Rûniştim li ber komputerê ku ji te re nameyê binivsînim, telefon hat, gotin: ''Imerî Xellê miriye..'' Ji zaroktîya min ve çi navekî orîjinal di bîra min de, çi kalekî ruhxortêçardehsalî.. Him ji xalanên min tê hesêb, him ji apan. Cinêze dikin siba defin bikin, ez jî li Rihayê me, dikim herim Sirûcê siba seba wî. Belkî dibêm, mirin tekane tişt e ku herku tê serî yekî ku meriv nas dike meriv ya xwe difikire.

Ez im, ez jî Imerî Mistefê me, ji Mistefay Elî, Elî Bêrkel, Berkelî Dabê, Dabî Mêhmûd, Mehmûdî Afê, Afî Afê me, û eynî nola wan, mirinek e li ser vê xetê wer li pê me.

Go go Baqî Xido digo, dinya ji te re jî namîne dilo..

Li xwedîyê zemanê zencîrê digerim, tine me îşev.

Omeros

30 Ocak 2017 Pazartesi

Wek hawê xewnekê.


Wek hawê xewnekê bû.

îro, Gulvedana Berê bû.



27 Ocak 2017 Cuma

Ecêbmayîn

Omer, 

Çend rojan ji vê blogê blogê bi dûr ketim. Min xwe bi kar û barên din re êgle kir. Her kes weke te nikare bi bloga xwe re êgle bibe pismam. Tew ku du blogên meriv hebin, de were û pê re êgle bibe. Êgleya ser êgleyê, blog bi dilê bloggerî. 

Min got blog, dikim ez jî ya xwe ya wextekê aktîf bikim. Demeke dirêj min ew nedît, min got qey ji dest min derketiye, di hesabê min de xuya nedikir, lê wê rojê bi tesadufî min ew li bin navê vê blogê dît, ma çi kêfa min hat, tu nizanî. 

Ez dixwazim aktîf bikim lê tê de çi belav bikim nizanim. Bloga min bi hevpeyvînan deng veda û wê civat li bin guhê hev xist. Lê heta ku mezûn nebim, di xwe re nabînim hevpeyvînan bikim, heger bikim jî dê ne rûbirû be lê li ser mailan be. Lê wextê min pir kêm e pismam, heta ku paragrafeke soranî ya Hejar werdigerînim kurmancî mala min li heft mîratan digere, pir wextê min di ber re diçe û dibetilim. Ji xeynî wê hezar kar û kerratî, ji mecbûrî piço piço bi ser wan de jî daqûl dibim. 

Min îro nameyek ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re nivîsî. Min arşîva xwe li hev xist, pênc sal berê jî min nameyek ji wan re nivîsiye ji bo ku serî li bûrsa wan a xwendinê bidim û biçim li zanînegeheke Ewropayê bixwînim. Tê bîra min, wê çaxê jî pir pê re lebikîbûm û ketibûm taswasê. Dosyeya serlêdanê ya wê çaxê hê jî li cem min e û tew wergera noterê ya tasdîqkirî ya dîplomaya min jî tê de ye. 

Min got enstîtu lê tu bizane ku yek ji xebera herî ecêb a vê dawiyê min bihîstî jî ew bû ku ez ji Birûsk hîn bûm Reşo Zîlan birayê Orhan Kotan e. Ev bi qasî wê xeberê ecêb ku dîsa, gelek sal berê Birûsk ji min re gotibû Rojen Barnas birayê Kendal Nezan e. Û tişta jê ecêbtir jî, Birûsk bi Reşo Zîlan re hevpeyvîn kiriye û kesê din ê ku wextekê wî ji min re gotibû pir pir dixwaze pê re hevpeyvînê bike Rojen Barnas e. Heger ti hevnasîneke min û te nebûya û Birûsk di rojeke wekî îro de ji min re bigota ku Omer Faruk birayê Îbram Xelîl e, her wekî van ecêbmayînan dê ecêbmayîneke din jî li vî dilî zêde bûbûya. Dizanim, çi jî bêjim ew ê negihîje dilê we, lê pir baş e ku te jî bi birayê xwe re hevpeyvîn kiriye. 

Xwene sibeha me jî dê hilê, herhal. 

Înanolo

23 Ocak 2017 Pazartesi

Lêxe Êgle

Înanolo,

Îro dû nîvro, Îbram Xelîl bi tohmeta wî ''propagandaya rexistina terorî'' kiriye û li serokomarê Tirkîyê jî heqaret kiriye hat girtin. Min zanibû wê bigirin û dibêm zû bi zû bernadin. Nizanim. Îro wesandîye me, kitêbên xwe yên li ser masê dixwaze.

Min bêrîya girtina wêneyan kiriye.

Sebra min bi bloga min tê van royan, pê êgle dibim.

Ez niha li Rihayê me û wer xuya ye ez dikim demeke dirêj ji vir ji te re binivsînim.

Înanolo, ê min ez newêrim, eger tu kanî tu lêxe here ji van deran.. Rakî deynî gî heyatek e, hele lê binêr me çend pîne lêxistine.

A li dera han şewqa saleke din e, şewq.

Omeros

19 Ocak 2017 Perşembe

Barhilgir

Omer, 

Îro, min telefonî mamosteyên xwe yên îxracbûyî kir. Min fedî dikir
 ji ber ku bi derengî li wan digerim. Min lêborîna xwe xwest û axir wan ez fam kirim. 

Dibêjin van rojan dê lîsteyeke din a îxrackirinê bê belavkirin. Hejmara kesên îxracbûyî nakeve kitêb û ansîklopediyan. Tu dikarî bi vê hejmarê dewletekê ava bikî. 

SERAYÊ dibêje min tu di xewna xwe de dîtî û em bi kurmancî dipeyivîn. Xewnên xwe bi tirkî dibîne, lê bi min re bi kurdî. Ez ê di xewnan de jî zimanê xwe bidim hînkirin. 

Vî şapatî ew ê mala me bê barkirin. Lê dixwazim biçim cihekî din. Li malan digerim lê maleke misaîd nabînim. Ew ê dîsa pergala min hilweşe. Bêmalîtî zor e pismam. 

Ev demeke dirêj e înterneta min a malê tune ye. Ji ber ku wextê wê xilas bûye. Loma kompîtira xwe bi înterneta telefonê girêdidim û wisa dinivîsim. Tu nizanî çi tiştekî ne xweş û zehmet e. 

Me got sar û serma, lê me îsal jî zivistanek bi dilê xwe nedît. Li Roma Reş qiyametek berf bariya, li cem me ne qamyonek jî. 

Çavê li maseyan, xwelî li serê min. 

Înanolo

18 Ocak 2017 Çarşamba

Kurdpon

Înanolo,

Vê nameyê ji te re ji otogara Riha'yê dinivsînim. Du alayên mezin ên dewleta Tirk li hember min li ba dibin, di televîzyonê de kanala Ahaber vekirî ye. Dengê Recep Tayyip Erdogan e, helbestîk helbestîk behsa ewlehîya neteweyî dike. Li jêr televîzyonê, di bin dengî wî re dengê Ereban, Kurdan û Tirkan e ketine nav hevdu. Du jinên Japon jî li quncik rûniştine, herhal li benda otobusê ne.

Min Japon nivîsand, şênîyê Kobanîyê hat bîra min. Wexta ji ber wî şerî mezin reviyan hatin Sirûcê ew ji me, em ji wan pir tiştan elimîn. Di serî de wan nizanibû ''Japon'' çi ye, me jî nizanibû ''Yaban'' Paşê em elimîn ku em behsa eynî miletî dikin. Lê a xweş meri ji wî miletî re bêje ''Capon'' 


Ê wisa ye Înanolo.. Ji ber ku li vê dine çend bihar û payîz min ji te zêdetir dîtine, gava hinek nameyên te dixwînim û dibînim jiber xulqtengîya min tu xwe ji min diqeherînî dibêm ''Mêro tu bise, ez ê te çend salên din bibînim.'' Wext tê, kar û karîyer û hez û hemêz û hewes li hev nakin.

Min dikira paragrafa jortir dirêjtir binivîsanda lê polîsan hat nasnameya min ji min xwest niha. ''Ne iş yapıyorsun?'', ''Öğrenciyim'', ''Ne okuyorsun?'', ''Hukuk okuyorum.'', ''İyi, Allah kolaylık versin.'', ''Sağolun.''.. Ev ''sağolun''a min gotineke însanî ye bes a xerab, di hindurê wê de dirêjkirina dema dagirkerîyê zîl dide.

Înanolo.. Em çi însanên gune ne la, pir gune.

Dixwazim helbesteke bixwînim û bigirîm bi ser xwe de or or, wer wisa, loma.

Omeros

Sansûra Yekem

Omer, 

Duhê encama îmtihana staj hareketliligê diyar bû. 15 kes hatibûn girtin. ez 14. asîl. Beriya wê niqutîbû dilê min ku ez ê bibim ê 15emîn ê li ser sînor. Qey ez piçekî jêhatîtir bûme. Îjarê divê heta 31ê Adarê ji sazî û dezgeheke çi fermî çi taybet a welatekî Ewropayê ji min re vexwendinnameyek bê ku ez biçim li wir staja xwe bikim. Ev sazî û dezgeh dibe ku pirtûkxaneyek be, dibe ku muzexaneyek be, dibe ku weşanxaneyek be, dibe ku enstîtuyek be, dibe ku şirketek, rojnameyek, ajansek be, dibe ku li ser her tiştî be. Duh me reşbelekek nameyê amade kir û ji gelek cihan re nivîsî ku ji min re vexwendinnameyê bşînin. Ka heta niha tu bersivek ji wan derneket, lê a bi xêr. Ka tu nas û dostên di sazî û komeleyan de tune ye lo li wan deran ku min qebûl bikin? Heger ev sazî bi kurd-kurdî re eleqedar bin ji bo min baştir e. Heqê min heye ku di navbera 3-12 mehan de stajê bikim, ji vê havîna bê û pê de. 

Dîsa kar û bar giran bûye û serê min tev li hev e û tew bi ser de SERAYÊ jî xwe dixeyidîne û aciz dike ku em zêde hev nabînin û wext bi hev re derbas nakin. Helbet heqê wê jî heye, lê ka ez çi bikim. Duh Birûsk hatibû. Ji min re kitêba Tim Parks a bi navê "Ben Buradan Okuyorum" anîbû. Gote min, dê ev kitêb fikr û têgihiştina te ya li ser xwendin û nivîskaran biguherîne. Bila biguherîne, guherîn baş e. 

Tu ji min re dibêjî behsa bîranîneke xwe ya lîseyê bike. Ez bikim pismam. Dawiya Lîse 1ê bû. Sal 2009. Dawiya serdema mektebê şahiyek hat amadekirin. Di wê şahiyê de bernameya xwendina helbestan jî hebû. Mamosteyê me yê edebiyatê vê bernameya xwendina helbestan bi rê ve dibir. Beriya şahiyê bi çend mehan dest bi amadekariyên vê bernameyê hatin kirin û mamoste xwest ku ez jî helbestekê bixwînim. Min jî got ser seran û ser çavan, ji ber ku wê çaxê kêfa min ji xwendina helbestan re dihat û carinan min li sinifê jî, di dersan de dixwend. Mamoste helbesta Yılmaz Erdoğan a Yaşayabilme İhtimali da min. Belkî bê bîra te, wê çaxê jî ev helbest pir popûler bû. Kêfa min jî ji helbestê re hatibû. Êdî me dest pê kir û carê em diciviyan û provaya wê dikir. Lê herî dawî gava ku em çûn cem midûrê mektebê A. Çiftçi, got tu nikarî peyva "kontrgerilla" a helbestê bibêjî, wê peyvê jê derxin. Me jî got ser çavan, ne mesele ye, herhal ji peyvê tirsiyabû. Ez dibêjim qey yekem sansûra min xwarî li wir dest pê bû. Û wê rojê bi heyecaneke mezin û jixwebawer, min derket helbest xwend. 

Lîseya Bismil Ataturkê, 2009.

Ev jî bîranîneke wisa ye pismam. Bîranîn jî kêm dibin û dawiya bîranînan jî nayê.

Înanolo 

16 Ocak 2017 Pazartesi

Xwetopîserhevdike

Înanolo,

Qaşo ez dikira li Tetwanê bimama çendekî, qismet, hatim di Rihayê re derketim. Tu zanî biçûkê malê me ez jî nola te, mazûban im. Mîvan tên darin jibo herdu birayên min. Seba karekî, suxrekî mecbûr li vir im çend ro ne û hîn tiştekî bêli tine.

Li ser girtin û desteserkirin û kuştinan bû mesele, jinekê şoreke ecêb kir îro, go: ''Sûc ku bazinê zêrî be jî ma wê kî destî xwe ke?'' Dibên Dostoyevski roman nivîsandiye, ka hele hevokekê bêje ji wê romana dostî xwe?

Eger tu ji niha ve ji panel manelan sar bûyî, Înanoloyê 27 salî teqez wê bêje ji min re behsa wêjeyê mekin, bila xeynî min binivsînin jibo wêjeyê filan. Dikenim. Gava dikenim yekî ji min ji min re dibêje ''dikenim''ekê veweşînê.

Ez ji nivîsê sar bûme lê ji blogan sar nebûme Înano. Me carê xwe daye nêv e, hema wisa zû dev jê berdim bêhna xwe bidim berdim tine. Dikim hinekî serê xwe bi bloga xwe re jî biêşînim. Min blog careke din vekir û ji xwendevanên blogê jî lêborîn xwest. Lê nola te gotî sosyal medya zihêr ziqum e. Hele a Kurdan ji a herkesî xerabtir e û herku dare ji berê xerabtir dibe. Nizanim, şukir me bêhtir xweşî dî sankî.

Înanolo, ka ji min re serpêhatiyeke xwe ya lîseyê binivsîne lo. Çi di bîra te de maye? Ez her tiştî ji bîr dikim hêdî hêdî, tu jî wer dibî?

Wextekê blogerekî silav û gulav dinivîsandin, loma.

Omeros

Omeros

Hedûrî

Omer, 

Vê êvarê hatim Mêrdînê. Hedûriya min li Bismilê jî nehat. Mêze, SERAYÊ nabêje "sebr", dibêje "hedûrî". Pêlek e min digot ka ez ê kengî bêjim hedûriya min nayê. Qey çarenûsa wê di vê nameyê de kişf dibû. Siûda te heye, bi Xwedê. 

Min got, hedûriya min li Bismilê jî nehat, lê tu bizane hedûriya min li Mêrdînê jî nayê. Ez dibêjim qey hedûriya min dê li ti derekê bi demdirêjî neyê. Hedûriya min tenê bi odeya min tê û heger rojekê çêbibe, bi mala min. Em ê ti carî nikaribin li seranserê vê dinyayê bigerin û em ê ti carî hemû zewq û çêja der û deryayên dûr bi dest nexin. Lê di destê me de ye ku em van hemû xwestekên xwe berrî odeya xwe bidin û di nav wan de dest bi rêwîtiyeke bê ser û binî bikin. Çi xweş e ew kitêba Gaston Bachelard a bi navê Mekanın Poetikası. Çi hezkirineke mezin bexşî "mal"ê kiriye tenanet di beşa "Mal û Gerdûn"ê de. Vê kitêbê bixwîne pismam, bawer bike tu yê jî pir jê hez bikî, te hez nekir jî, cansaxî. 

Min got Bismil, îro gotûbêja Selîm Temo hebû li Pirtûkxaneya el-Cezerî ya Bismilê. Ez neçûm gotûbêjê. Li Mêrdînê jî beriya çend hefteyan gotûbêja wî hebû, ez neçûm wê jî. Êdî weke berê kêfa min ji gotûbêj û panelan re nayê Omer. Ka ew Înanê berê ku ji gotûbêj, panel û konferansekê baz dida gotûbêj, panel û konferanseke din. Ew çalakbûna min a berê nemaye. Heger rojekê tu li van deran gotûbêj û panelekê bidî, belkî ez neyêm a te jî. Hingê tu dilê xwe ji min nehêlî, de va ye ez dibêjim. 

Min got gotûbêj, ka bizane li çi fikirîm pismam. Ez fikirîm ku ev sosyal medya carinan cihekî pir xirab e, tevî ku gelek caran em jî bêyî wê naqedînin. Sosyal medya ne dostanî hişt û ne jî dilsozî. Gelek caran heval û nasekî te yê nêzîk jî piştî demekê dikare li pişt te heqaret û çêran bike ji te re li wê derê. Dikare bi hesabên cuda êrîşî te bike. Sosyal medya nayîne bîra me û nabêje me, "ezbenî ev der cihekî demkî ye, sibero hûn ê rastî hev werin, hûn ê li rûyê hev binêrin û di civatekê de bi hev re rûnin" û filan û bêvan. Sosyal medyayê gelek caran em ji cîhan û civata rasteqîn dûr xistin. Êdî ji dêvla ku du dost û heval şaşî û rexneyan rû bi rû li hev bikin, li ser sosyal medyayê hev rezîl dikin û perîşan dikin. Ka bêje, ma çi hewcehî bi vê heye? Gelek şaşiyên min jî hene ku min li ser sosyal medyayê kirine, ez bawer im niha dilê hin hevalan jî ji min maye ji ber şaşiyên min. Esas sedemeke din a girtina hesabên xwe yên sosyal medyayê jî ew bû ku ez bêyî hemdê xwe şaşiyên mezin nekim. Em ciwan in, te dî xwîna me dikele û carinan meriv bi şaşiyên xwe nahise heta ku demeke dirêj di ser re derbas nebe. 

Omer, heger tu ji nivîsandinê sar bûbî nexwe tu ji nivîsandina nameyan jî sar bûyî. Tu têyî van gotinan ji min re dibêjî û dibêjî xwe neqehirîne. Em çawa bikin ji bo vê sarbûna te, em dev ji nivîsandina nameyan berdin? Vêca du kesên dij-fikir hatine cem hev û ji hev re nameyan dinivîsin. Tu naxwazî binivîsî û ez jî dixwazim binivîsim. Ka em ê çawa li hev bikin, ez jî nizanim. Lê heger tu ji nivîsandina nameyan jî sar bî, ji kerema xwe bêje, em navberekê bidin nivîsandina nameyan û bi vê sarbûnê ji hev re nenivîsin. 

Bimîne di xweşiyê de. 

Înanolo

15 Ocak 2017 Pazar

Xav

Înanolo,

Eyn çito ku min peyvên axaftinê kêm kirin min peyvên xwe yên nivîsandinê jî kêm kirin. Ji axaftinê sar bûbûm, niha ji nivîsandinê sar bûme. Di vê dewra ne xweş de ên ku dibên hukmê gotinê nema rast dibêjin, ez nivîsandinê jî li vê rastiyê zêde dikim. Loma hevokên min ên Kurmancî jî Tirkî jî, te nedîye lê yên Îngilizî jî, ji hedê xwe zêdetir xav û kin bûne.

Belkî das li kû, ji te re meseleyekê bêjim: Pêr bû betir pêr bû di nûçeyekê de wanî gotibûn: ''... berxwedana xurt a DAIŞê..'' Ew peyva ''berxwedan''ê û xurtbûna wê, her çiqas maneya wê dirêj û pahn û fire be, di aqlê me, ku ne di a kesî de be jî di a min de, çi li ciyekî teng rûniştîye. Peyveke sloganîk e qey, û ji emên ku li ber nûçeyên MED TV û ROJ TVyê mezin bûne, tenê jibo PKKê meriv dikare ''berxwedana xurt'' bibêje. Kesî nav li tengkirina qada peyvekê kirîye? Tu jê re navekî bibîne.

Nên, herim şeş nanan bikirim.

Omeros

Girînok

Omer, 

Ka ji te re çi binivîsim, ez jî nizanim. Tiştek nayê bîra min, nizanim behsa çi bikim. Behsa rojevê, behsa aş û bajar, behsa edebiyatê behsa tiştên tewşomewşo, qet nayên bîra min.

Min got rojev lê hat bîra min. îro min nûçeyek xwend. Du nivîskarên Kirmaşanê çendek berê li Mêrdînê hatine revandin û tu xeber ji wan tune ye. Ev nivîskar ji bo mastera kurdî ya Mêrdînê hatine. Min çima ev nivîsî ez wê jî nizanim. Lê heyat e te dî, te dibe Kirmanşanê jî, tîne Mêrdînê jî. 

Duhê bi şev ez li civata Mistefa Dogan bûm. Ji xwe re blog vekiriye. Helal be bi Xwedê, ji niha de sê nivîs bar kirine û gelek xweş jî dinivîse. Neheqiyê li xwe dike, li vê Bismila şewitî bi rastî jî şewitî. Bi ya min divê di kanalekê de bernameyeke gerê pêşkêş bike. 

Pismam, ez pir dikevim xulqê te dizanim, lê ez ji berê de ji van hevokên te yên jihevketî hez nakim. Xwezî hema bi nîviyê dostanî û dilsoziya te min ji nivîskariya te jî hez bikira. Ji nivîskariya te bi qasî dostanî û dilsoziya te hez nakim. Ez ji nivîskariya te ya tirkî bêtir hez dikim, tabî ew jî meseleyeke din e. Jixwe Küçük Dayım Nazif hew dibû. Lê min bala xwe dayê, nivîskariya te ya tirkî jî êdî hêdî hêdî ber bi ya kurdî tê. Ji bo xwedê bi hevok û peyvan nelîze, qafiye mafiyeyan çêneke, hokkabaziya uslûbê neke. Tabî tu dikî jî tu bi kêfa xwe yî, lê dîsa jî tu bi a xwe bike, bi ya dilê xwe bike, kêfa te ji çi re hat wisa bike, dev ji me berde, jixwe tu jî pêşniyazên wisa li min bikî belkî ez jî aciz bibim, xulqê min teng bibe, a baş bila her kes wek xwe bike, jixwe heger me hez kir em ê hez bikin, me hez nekir jî dev jê berde. 

Em guh bidin mamoste Hejar, ka hela dîsa çi dibêje di otobiyografiya xwe de:

"Li gor ku dibêjin ez zarokekî pir girînok û bergirû bûm; kêm wextan ez aşt bûme. Lê dê û bav –nemaze dê- ewqasî bi wî kurê xwe şa û şanaz bûne ku qet nebêje. Xwedêgiravî dêyê piştî hemû nimêjan di’a kiriye: “Xwedêyo min hîç kurekî dî navê da ku di malê de nebe şirîkê ‘Ebdurrehman”!"

Heger tu bêjî bergirû çi ye, bi Xwedê ez jî nizanim. Min kurmanciya wê peyda nekir loma min wek soranî hişt. Dibe ku bergirî filan tiştek be. Girînok jî her weke xwe ma, ne werger e, min di kurmancî de nebihîstibû lê kêfa min gelekî ji vê peyvê re hat. Bi xatirê te pismamcan. 

Înanolo

13 Ocak 2017 Cuma

Kinik

Înanolo,

Bîranîna ruhê werger û wêjeya te wê rêya me ronî bike; spas! Tiştên rind î tim î rind in. 


Ez nizam çira wa ji hev ketin hevokên min nikarim topî ser hev bikim.

Gumanbarekî êrîşên li Parîsê ji jinekê re nameyek nivîsandiye. Di nameya xwe de gotîye..

Jibo Sûrîyê dê li Astanaya ku paytaxta Kazaxistanê ye civînekê li dar xînin.

Bakur çû, em man li dû.

Mejîyekî min hebû, zîval.

Omeros

Hesinok

Omer, 

Min desteserkirina  birayê te di nûçeyan de xwend. Hêvîdar im ku demeke zûtir azad bibe. Demeke wisa ye ku kes nizane li ku, bi çi awayî, dê çi were serê wî. 

Ji roja sêşemê de li Bismilê me. Beriya ku werim Bismilê min porê xwe kurt kir û riha xwe li sifirê da ji ber ku diya min ji rih û porê min pir aciz e û min xwest ku hinekî kêfa wan jî xweş bibe. Her kes ecêbmayî dima, ji ber ku bê rih pênc şeş salan ciwantir dibim. Li malê dê û bavê min li ber guhê min xistin ku li ser telefon û înternetan tişt miştan nebêjim û nenivîsim, ji ber ku her çawa be jî polîs dibînin, dixwînin û guhdar dikin. Ji min re behsa buyer û çîrokên dema nêzîk kirin wek her carê, wek ji min re bibe şîret û ez jî tiştekî xirab nekim û nebêjim. Li mala me tê bêjî qey ti tişt naguhere. 

Min ji te re behsa bûta xwe ya modernê kiribû. Îmtihana bûtê pir hêsan hat ji min re, axir min xweş nivîsî. Pirsek li ser Ferhad Pîrbal û yek jî li ser Şêrko Bêkes bû. Ez dibêjim qey min texmîn kiribû dê wan bipirse.

Min dest bi wergerandina Çêştî Micêwir a Hejar kir, te dî min gotibû ji bo teza qedandinê werdigerînim. Tevî ku zimanê Hejar li gor serdema xwe sadetir û zelaltir e jî, gelek peyv û hevok çêdibin ku nikarim ji nav hev derxim. Wextê min pir bi mijûlbûna ferhengên soranî derbas dibe. Helbet ez pê kêfxweş dibim û soraniya xwe ya heyî pêşvetir dibim. Di ber re bi îngilîzî li soranî dixebitim û rêbera soranî ya weşanxaneya Vateyê dixwînim. Ez paragrafa 'ewil a otobiyografiya Hejar ji te re dişînim. Şaşî di wergerê de hebin, ew aîdî min in. 

"Min bi xwe nayê bîra min ka kengê bo yekem car hatime dinyayê. Lê weku wan ji min re gotiye û bavê min di bîranînên xwe de nivîsiye, roja şeşê Şabanê, sala 1339ê hicrî yê mehê, ber destê sibehê –ku rojeke pir sar û bi baran bûye- ji dêya xwe bûme û xwezî ti carî nebûbûma… "

Erebeyeke min jî hebû wextekê, hesin û du tekel.

Înanolo

12 Ocak 2017 Perşembe

Tilm

Înanolo,

Cara siftih e nizanim çi binivsînim di nameyekê de, herhal cara siftih e viqas dereng li te vedigerim. Lêborîn.

Birayekî min firarî ye, yek jî li gorî vê saetê duh serê sibê hat desteser kirin.

Li cem diya xwe me, diya min çi bigir li qereqolê. 


''Tilm'' di bîra min de ye, germ û genim. Dinêrim li rûyê diya xwe û dibêm wûnin wî kurkî ji min ra bira nizanibe ''bîne'' çi ye. Wî kurkî çûçik î gemaroşkî. Mezin bû, nişmî bû lê herrimîbû.

Xebera xêrê, ez ê xwe ji devoka xwe bikujim.

Omeros

7 Ocak 2017 Cumartesi

Şûn

Omer, 

Ji duh bi şev ve pir xemgîn im. Duh lîsteyên kesên bi KHKyê hatin îxrackirin belav bû. Di nav wan mamosteyên lîsteyê de pênc ji wan yên beşa me bûn. Mamosteyên ku diketin dersa me, êdî nînin. Wan ewqas ked di ber vê beşê de dabûn, ewqas ji bo me xebitîbûn. Xêra van mamosteyên me di pêşketin û belavbûna qada kurdî de pir bû. Bêguman ew jî wek bi hezaran kesên din bi neheqî û bêdadî hatin îxrackirin, lê ji ber ku mamosteyên me bûn û ji ber ku mamosteyên kurdî bûn, îxrackirina wan ji ya herkesî bêtir ez êşandim. Carna meriv bi êşê nizane heta ku neyê nêzî me. Ew jî çûn û kes ji me nikare hesabê vê yekê bixwaze. Herî pir jî li ber dikevim ku meriv nikare tiştekî bike û destgirêdayî dimîne. Tirs ewqasî mezin bûye ku kes ji me nikare li tiştekî deng bike. Hewldanên me jî bêfêde ne, em çi jî bikin em ê nikaribin bi vê dewletê re serederî bikin. Dewlet e, zalim e, çi jî bike li gor xwe mafdar e. Artuklu ji berê de muxalif e, dizanî. Lê dewlet vê yekê naxwaze êdî. Beşeke kurdî ya li gor dilê xwe dixwaze, ne ya ku ji bo kurdî dixebite û jê re muxalif e. Beşeke terbiyekirî dixwaze. Dixwaze her kes jê re bêdeng be, ji xwe re efendî be. Beşa me heta roja îro jî, tevî gelek êrîş û heqaret û mudaxeleyan jî, karî ku xweserî û muxalifiya xwe biparêze, karî ku bibe navendeke xebat û lêkolînên kurdî. Lê ji niha û pê ve dê pê re mamosteyên din jî bên tasfiyekirin û îxrackirin. Bêguman şaşiyek mezin jî li mamosteyên mayî tê kirin. Ew gotina ku piranî ji bo her qadê tê gotin,  a ku "ên baş çûn, ên mayî jî nizanim çawa ne" gotineke têra xwe şaş e. Gelek mamosteyên me jî destgirêdayî mane, hem ji bo dahatûya beşê ku vala nemîne û hem jî bo dahatûya xwe, nikarin tiştekî bikin. Divê meriv rewşa hev baş fam bike. Ji niha û pê ve dê rewşa beşa me çawa be nizanim, lê wer xuya ye dê ew serdemên zêrîn ên beşa me cardin venegerin. Bêguman hêvî jî û çare jî bi dawî nabin. Dawiya qedexekirin û girtinan nayê. Heger îro Mêrdîn navend e, sibê wê Diyarbekir be, Wan be, Bîngol be. Hêviya min ew e ku mamosteyên me vegerin karê xwe. Û baş dizanim ku dê mamosteyên me yên din, heta ku ji dest wan bê, beşê ji xêrnexwazên kurdî re nehêlin. Lê te dî dewlet e, ku bixwaze, dikare ava jî bike, dikare wêran jî bike. 

Ez bersivek ji hevpeyvîna Mamoste Mikail dişînim. Şûna hemû mamosteyan pir û pir xuya ye. 

M. Bilbil


Înanolo


Berfname.


























6 Ocak 2017 Cuma

Tas-20

Înanolo,

Ku ê Srî Lankayê çay e, ê Tetwanê jî berf û bûz e heyran. Çend ro ne çi wext li vir derdikevim derva bi tirsa ''şemitî û şewitî'' dimeşim. Ez ê li ciyekî rep û li ser piştê bikevim, kesî were hawara min jî tine. Mi go, li vir ji sed metroyî wêde bêlî ye ez ne ê sar û sermê me, ji Deyşta Sirûcê hatime ê germê me. Wa rind hîs dikim wele, meşa min meşa xerîbekî ye. Kenê min bi min tê, lê nakenim.

Ka te çi hişt Înanolo? Bi vê psîkolojîyê menivsîne, tenê wêneyan meşîne, tek wêneyek û hevokek ne li gorî min e û nizam hîn çi û çi? Va qaşo î me yî ku digo divê xwedîyê nameyê gerek serbest be ji dilî wî çito hat wer bike tu bûy. Dikenim welle. Him mudaxelayan qebûl nakî him mudaxale dikî. Çira ku min go dûr û dirêj behsa naveroka kitêban meke te ji dev û pozê min re anî law.. Dikenim, dibêm va biwêja bi Tirkî bû yan bi Kurdî bû law. Êdî ne xem e, bila mantiqa min sadiq, lêkeeeeeeeeee.

Min digo Tetwan. Ê xelkê xelk bihar û havînan tê van deran, ê min ez î baqil im ez di çile'y zivistanê de hatim vir. Navçeyeke ecêb e lê min hîn ti ecêbîya wê nedîtine. Hin hevalên min ên min ew ji Stenbolê û Diyarbekirê nas dikirin li vir bûne parêzer, lê di xwe re nabînim herim silavekê li wan bidim. Pir ji hindur dernakevim jixwe. Tenê me, na ne tenê me, hemû Tetwan ligel min berf dibare bêmane.

Em werin ser meseleya blogê. Ez nizam min berê behs kiribû yan na, di wêjeya tirkan de favorîyekî min î din jî Yusuf Atilgan e. Ne berhemên wî ha, karekterê wî. Çîroka karekterê wî. Atilganê me rokê ji nişka ve dev ji civata wêjeyî berdide û 20 salan, erê tam 20 salan ne dinivsîne ne jî bi kesî re dide distîne. Vedigere gundê xwe herhal, ji xwe re cotkarîyê dike. Piştî 20 salan dîsa ji wêjeyê re merheba û xweş bêş. Nizanim, ruhê min ne dûrî vê yekê ye. Van nameyana jî di nav de, pir caran piştî dinivsînim û diweşînim poşman dibim. Blog jî poşmanîyek bû, min ar berdayê çû. Çi wext hatim ser hişên xwe ez ê vegerînim. Xweliyên herfan, peyvan filan.

Min vê êvarê ji xwe re du kîlo mandelîn kirrî, dixwim û wer dixwim. Ez nizzam. Înano, em ji çi re dinivsînin? Ka hele di nameyê xwe de bersiva vê pirsê bide, rast yanî, bi rastî, em ji çi re dinivsînin? Serê min, min got nivîs jî araqê vedixwe. Ne sergêjî ye, ne serxweşî ye. Çira em vê nameyê nikarin biçirrînin? Ji te re bêjim, wê dinê were wê royê jî bibîne, biçirînin e-nameyan, xerîteyên kevn dê bên çirrandin. Înano, dil biçirîne, mejî biçirîne, pantor bişkivî, pîne bîne.

Ew behra nakeve tasekê, bes a di wê tasê de ava behrê ye. Loma.

Omeros

Şûnpê

Omer, 

Tu dev ji kurmanciya gotina Descartes berde, piştî ku mesele hat fêmkirin, hewce nnake meriv pê bilebike. Em werin ser meseleya esas. Ez îro ketim îmtihana staj hareketliliği. Îmtihan wek a erasmûsê bi îngilîzî bû. Sed pirs hebûn. Îmtihan ne zehmet bû. Ji pirsên gramerê bêtir pirsên famkirinê bûn. Lazim bû ku tûrikê te yê peyvan hinekî tije bûya. Hin peyv hebûn ku min nizanibû an jî ji bîr kiribû. Kêfa min ji pirsên li gor metnan re hat. Xwezî îmtihan tenê li ser metnan bûya, ne îşê xweş dibû. Du metnên yek û nîv rûpelî hebûn. Yek li ser Leonardo da Vinci, yek jî li ser Sri Lankayê. Te dizanibû mamosteyê ressam ê da Vinci piştî wî dev ji ressamtiya xwe berdaye? Hê di destpêka perwerdehiya da Vinci de. Ka bêje, çiyê Sri Lankayê pir meşhûr e? Ez bêjim. Çaya wê pismam, çay wê. Dibêjin sirf ji bo çaya wê turîst diçin Sri Lankayê. Çayeke xweş û ji bo siheta însanan baş. Ka bê kengî derfeteke me çêbû em jî biçin çayeke Sri Lankayê vexwin. Hêviya min ji vê îmtihanê heye. Lê reqîbên min jî zor in, bi her du maneyan. Lê dîsa jî bila ji min bitirsin. Ka bila ez bi ser kevim, ez ê mehên havînê çi bikim û nekim li dewletan. 

Vêca em werin ser meseleya te. Ka bêje ezbenî, te xêr e? Ji bo Xwedê, qedrê Xwedê kî te xêr e? Wê rojê ez hatim bloga te ya perxudresê lê derî girtî bû. Ka te gotibû ez ê êdî bloga xwe aktîf bikim û te bi kurdî û tirkî nivîs diweşandin? Herî dawî min nivîsên te yên tirkî xwendin, pir xweş bûn. Te qala rêwîtiya xwe dikir. Ka te rexne li me dikir û digotî me çima hûn pêşî zêde aktîf in û dû re pasîf dibin, radiwestin. Zû bloga xwe veke û me ji dîn û îmanê neke. Temam, te hesabên xwe yên sosyal medyayê girtine lê çi sûcê van blogên me hene? Ez ditirsim tu rojekê bêjî va ez berbend blogê jî digirim. Hadê dev ji blogan berde, lê tu çawa xwe digirî? Ev çi psîkolojike berbad e gidî. Ji kerema xwe bi vê psîkolojiyê ji min re nameyan nenivîse. Tehemula min ji vê re nîne. 

Tu çûyî Tetwana Rengîn lê tu ji me re qala wir nakî. Ka derkeve  li nav bazar û çarşiyên wê bigere, ji me re çavdêriyên xwe binivîse û em jî pê kêfxweş bibin û heger em rojekê li wan deran geriyan, em ê bêjin vayy be, Omero jî rojekê li van deran geriyabû, behsa vê çarşiyê, behsa vê dikanê, behsa vê avahiyê, behsa vê kuçeyê vê mizgeftê dikir û em ê li ber wan wêneyan bigirin û di rojnivîskên xwe de behsa wê yekê bikin. Ji min re behsa wan deran bike pismam, ên ku şûna pêyê te lê ne. 

Seriyekî kefa du destan, ne ji kêfan, ne ji hêrsan.

Înanolo

5 Ocak 2017 Perşembe

Dinê

Înanolo,

Ew nameya tu behs dikî min jî sê çar royên berê xwend. Eynî ew hevokên te ji min re nivîsandine bala min kişand û min ev dera du sê caran li ser hevdu xwend. H.G. Wells ne neheq e, Joyce kî ye yanî, çi daye me, ji me çi dixwaze? Em ji çi re serê xwe ewqas pê re biêşînin? Li ser wêjeyê jî eynî tiştî difikirim. Xwe ewqas biwestîne û biêşîne, li ber çi li ser çi? Çend saetên te mane li vê dinê, îcab dike seba meriv mayînde be - ku ew jî tam ne bêli ye - meriv ji xwe ewqas dayînde be? Bi min em wêjehezên klasîk in û sibero dê bi me bikene. Li ser vê meseleyê serêşandin jî ji serê me zêde ye lê ne lazim. Ez ê her tiştî nêv hev xînim, naxwazim. Descartes gotîye  ''Karmaşık şeylerin güzel olduğunu düşünmek insanların ortak yanlışıdır.'' Tu wergerîne.

Sê çar ro ne zêde zêde Mercan Dede guhdar dikim, herdu albumên wî yên DÜNYAyê. Van albuman tesîreke muhtemelen wê demdirêj be li ser min çêkirin Înano. Heta kirin ku ez hin qirarên nû bidim/bistînim.

Min Facebook, Twitter, Instagram girtibû, min bloga xwe ya perxudres jî girt. Fersend bi dest min keve ez ê xwe jî bigirim. Nizanim.

Ew enîya di kefan de a min e, bêwêne.

Omeros



Nawêne

Omer, 

Te ji min re wêneyek şandiye lê tu qala post-cardan dikî. Bêyî ku tu sebebekê bêjî çi zanim te bi çi mebestê wêne û nivîs şandiye. Te nameyeke min a berê şandiye, mala te ava ku te ew anî bîra min. Min di vê nameya 22.10.2016an de sebebek ji te re nivîsiye. Min gotiye "ew qasî serxweş im û serxweş bûm ku". Lê ê te tu sebeb tune ye, ez nizanim te çima wêneyek şandiye û nizanim ji ber çi te wisa kiriye. Te dikaribû bi tek hevokekê bigota, min nameya te xwend ez ê dû re li te vegerim filan. An jî niha betilîme. Çi zanim, hevokek be jî, sebebek divê hebe. 

Pismam, dibe ku bi qasî te bi wêneyan re ne eleqedar im lê ez jî gelekî qîmetê didim wêneyan û neheqiyê li wan nakim. Lê ez ê wek te vê neheqiyê li nivîsê nekim û ro were di nameyên xwe de li şûna nivîsê tenê wêneyan neşînim. Heger ro were dilê te hebe di nameyan de ji dêvla nivîsê tenê wêneyan bişînî, ji kerema xwe ji min re neşîne. Tu ji kê re nameyên wêneyî dişînî bişîne lê ji min re neşîne. 

Îro min nameyeke mûhteşem xwend dîsa. Nameya H.G. Wells a bo James Joyce. Kurmanciya wê di hejmara vê hefteyê ya Rojnameya Basê de hatibû belavkirin. Di nameya xwe de pesnê zîrekî û dehaya wî lê tevlihevî û nefambariya berhemên wî dike. Kêfa min gelekî ji vê pirsa wî re hat: "Ev kurrederê Joyce kî ye ku ewqas saetên min ên ji demên hişyariyê dixwaze ji bo ku ez meselên wî yên zirrecêb, xeyal û şewqên wî ên derbirînê baş fahm bikim, tevî ku tenê çend hezar saetên min ji wan demên ne di xew de mane?" Bi rastî jî, heyfa saetan. 

Li kêleka vê nameyê nivîseke Ciwanmerd heye. Ciwanmerd di rojnameyê de dest bi qunciknivîsî û nûçenivîsiyê kiriye. Di vê nivîsa xwe ya ewil de li ser sedemên lez û beziya nivîsandina xwe nivîsiye. Gotinên gelekî rast û di cî de kirine, lê ez li ber dikevim ku di dema xwe de tiştekî tam tersê nivîsa xwe ji min re gotibû li ser dosyeyeke ku min xwestibû çap bikim. Ji min re gotibû, lez neke. Rast gotibû. Wê çaxê jî min bi dilekî hewesşikiyayî heq dabûyê, niha jî heq didim nivîsa wî ya rojnameyê. Lê ez bala xwe didimê, ji wê rojê ve ye min tek çîrokek jî nenivîsiye. Û ez ditirsim ku heta demeke dirêj nikaribim tiştekî bihûnim, binivîsim. Bêguman, di mijara sebebê nenivîsandina min de, para mezin aîdî tenbeliya min a nivîsandinê û aîdî xwendina min a zêde ye.

Ka ez çib'kim, qewî cangiran e Înanolo.

Înanolo 

4 Ocak 2017 Çarşamba

Postpirs

Înanolo,

Ez berê pirsên te yên nameyek berê bibersivînim, paşê a xwe bibêjim. Yek, min xêr e? Ruhê min ewqas lihevketî bû ku barkirina wêneyekê bi min pir giran hat. Xwezila teknîka fotografê bigihîşta asta girtina wêneyên ruhan. Min ê teqez yeke ruhê xwe bigirta û wek belge bi vê nameyê ve bizeliqanda.

Dudu, îmtihanên min çawa derbas bûn? Ketibûm 15 îmtihanan, heta niha 10 bêli bûne, 2 ne têde, ên din gî rind in. Min hemû derbas kirin an? Meri niha nikane tiştekî bêje, hîn fînal hene di Gulanê de, hele bi xêr ez di wan kevim jî.. Wê çaxê wê bêli bibe ez derbas dikim yan.

Heger rojekê doz li nameyeke te bê vekirin dê kî parêzeriya te bike, ez qet fikirîm? Na, nizanim yanî çi bigir tiştekî wanî di saxîya me de ne mimkun e. Te hay jê heye? Di ser dadgehan re tu bi dizî behsa damezirandina dewletekê dikî, ka kê yek hilweşandîye em yekê lêbikin, hêç.

De ez werim ser a xwe. Çelengolo, çira xwe ewqas diqeherînî? Xêr e yanî, bi tek wêneyekê û bi tek hevokekê çi ji min û te û nameyê kêm bû? Hez nakim ji îzahata ku dibe şîret û nesîhet lê tu nahewî: Duhinî berî azana mixurbe ez li Tetwanê peya bûm. Tevî min cilên xwe yên qalind li xwe kiribûn jî ez qefilîm; berfê xweş diçerpandê. Şîv û çay, ez derbasî cîyê ku ez lê dimînim bûm. Min dît te nivîsîye, ev nameya te ya li gor yên berê mişt-mirin û mîzah bi sê çar kêfan min xwend. Tu zanî, bi qasî ji dest min tê ez zû li name û maîlan vedigerim. Ez hema li ber komputerê rûniştim û min ew wêne û hevoka ku tu jê aciz bûyî nivîsand, şand. Him jiber ku pirsên te ne yên li benda bersivên bilezûbez bûn, him para westa min, him jî nîyeta min a post-cardê kir ku ez wisa bikim.

Sal: 1908

Însanên berê, ku diçûn dereke dûr ji wir bi hevokek du hevokan post-card dişandin ji nas û dostên xwe re. Maneya wê yanî ez sax û silamet gêhiştim cîyê xwe, min meraq mekin. Post-card pro-name bû yanî: ''Ez ê dûre dûr û dirêj binivsînim.'' Li hêlekê post-cardê nivîs hebû, li hêla din jî wêneyê bajarê ku post-card jê dihat şandin. Ez jî gêhiştim post-cardan, birayê min ji Pakîstanê ji me re dişand. Wê salê wexta ez li Stenbolê bûm, hinek hevalên min ji Londonê hatibûn. Min dît bi dehan post-card kirîn û ji hevalên xwe re şandin. De, min bi cahîliya xwe ya wê çaxê go: ''Çi îcab dike, mail bişînin yan jî telefon bikin..'' Têr bi min kenîyan, gotin ''Edeta salan e ev..''

De, min jî wêne li Bedlîsê girtibû û hevok jî li Tetwanê nivîsîbû. Te kêfa min a e-post-card li min herrimand. Tew dev ji post-cardê berde, te şevekê bi serxweşîya xwe tek wêneyek û tek hevokek neşand law? Ma min got ''Va çito name ye!''? Berî wê serxweşîya te jî min gotiye, ''Ne bi nameyê dirêj kêfa min zêde xweş dibe ne jî bi nameyên ''kîp''kurt aciz dibim. Te çito xwestîye, ji dilî te çi çito hatîye wer bike, wer binivsîne.''

Yekê jî tu neheqîyan li wêneyan dikî. Ez mesela, nola berê ji nivîsan hez nakim, bala min pirtir li ser wêneyan e. Li gor min ê ku nivîskar bi sedan hevok nikare bibêje, wêne bi rihetî dibêje. Ro were, tew te dî di nameyeke min de tek herfek jî tine lê wêne heye. Qey bi wêneyan name nayên nivîsandin? Tu negêhiştî wê dewra yaran ji hevdu re fotografên xwe yên wesîqalik dişandin? Ne herf, ne gotin, ne peyv ne tiştek. Tenê wêne. Te bi serxweşîyê wêneyek û hevokek şandîye, min bi ruhxweşîyê. Çi ferq dike? Axir, tu hinekî bi heqberîyê li meseleyê binêrî tuyê heqekî bi min dî dibêjim. Na eger na, bila nav nakokî be dîsa. Koka însên li ser nakokîyê ye. Xwe ji te naqeherînim û ji nakokîyê jî ne aciz im.

Nûçeya mirina John Berger ez veciniqandim. Bi şev min çavek li Görme Biçimleriyê xistibû û min di dilê xwe de gotibû, siba bi xwe re bibim Tetwanê. Bu sibe, ez di otobusê de bûm, min di BBCyê de mirina wî xwend. Mirina nivîskarên bi nav û deng min diêşîne. Bi dinyaya boş û betal dihesim careke din. Tim dibêjim, aqil diçe sewda dimîne dibêjin, sewda jî diçe nivîs dimîne. Bes wêne, hinekî din wêne..

Keleba, dîk û keleşêr eynî ne, ez eynî.

Omeros


Stop!

Merheba pismam, 

Tê bêjî qey min nameya xwe ne ji te re lê ji dîwarekî re, ji qurmekî re nivîsandiye. Te dev û diranê min bişkanda, çêr û nifiran li min bikira lê te (pirsên) nameya min bêbersiv nehişta. Ma qey tesîrek nameyên me jî li hev çênabe? Heger karê te hebe, bêje karê min heye, heger ji dilê te nayê bêje ji dilê min nayê, lê ji min re nameyên rût î tenê bi xêr û xweşî û wêneyekî neşîne, dû re ji dilê min nayê tiştekî binivîsim, dibêjime xwe, ê ma ez ji kê re dinivîsim, jixwe ne li ser bala wî ye. Min ewqas pirs ji te kirine, li te pirsiye. 

Bi xatirê te.

Înanolo

3 Ocak 2017 Salı

Geh Bloggeh

Înanolo, 

Bedlîs, Çile 2017
Xêr û xweşîyên li xwe digerin, Tetwan.

Omeros

Şêweyên Mirinê

Omer, 

Te xêr e heyra? Te ne navê xwe li bin nameyê nivîsiye û ne jî wêneyek lê bar kiriye. Ev ne nameya te ya ewil a bênav e lê nameya ta ya ewil a bêwene ye. Gelo heye ku te gotibe xwe, piştî John Berger ne wêne li nameyê tê zeliqandin û ne jî nav. Lê nizanim ka beriya nameya te ya duh mir an piştî wê. Meriv 90 salan bijî li vê dinyayê. 90 sal ne temenekî hindik e. Berger resmen kutaye temen. Min du kitêbên wî xwendibûn. Görme Biçimleri û Bir Fotoğrafı Anlamak. Ji ber ku te îmana xwe li ser wêneyan çikandiye, tu baştir vî camêrî nas dikî. 

Dinyaya ku çendek bû li Mêrdînê tav û germ bû, îro ji nav me koça xwe bar kir. Bi kû de çû, nizanim. Dinya cardî bû sayî û ba û baran. Li her derê teqîn çêdibin. Li her derê tirs û xofek. Bê hemdê xwe carna lê difikirim ku ez jî di teqîneke DAIŞê de parçe parçe dibim, dimirim. Ecêb e Omero, ev çend car e ku em di nameyên xwe de behsa şêweyên mirina xwe dikin. Hewce ye ku em kitêbekê li ser van mirinan binivîsin bi navê Ölme Biçimleri/Şêweyên Mirinê. Rehmetî Berger zû ji nav me bar kir an na me yê bi qirika wî bigirta ji bo ku pêşgotinekê ji bo kitêbê binivîsiya. Te jî çû dev ji rojnamevaniyê berda, êdî ka dê kî rabe nûçeyekê li ser mirina min a di teqînekê de çêke û wek nûçeya flash derbasî ajansan bike. Mesela te dikaribû nûçeyek wisa binivîsiya: "Namedarê ciwan Înanolo di teqînê de mir. Înanolo di nameya xwe de behs kiribû ku ditirse di teqîneke DAIŞê de bimire. Înanolo dê filan rojê Li Gornistaneke Amedê bê veşartin." Silav li Apê Osman Sebrî. Ger sax bûya, dê vê çîroka xwe super û mûhteşem bi awayekî din binivîsiya. 

Îro îmtihana Şerha Metnan hebû. Gelek hêsan û rihet bû. Sibe îmtihana Edebiyata Zarokan heye.  Hêj lê nexebitîme. Herhal ew ê jî hêsan be. Berra îmtihanên te çawa bûn? Te hemû derbas kirin an? Te jî zanîngeha xwe xilas bikira û bûbûya parêzer çi xweş çê dibû. Parêzerek ji vê blogê re lazim e. Heger rojekê doz li nameyeke min bê vekirin dê kî parêzeriya min bike, tu qet fikirîy? Bê parêzer ez dernakevim mehkemeyê Omer. Zû bibe parêzer. Hahaha, çi xweş li hev hat, qafiyeli, Parêzer Omer.

Mirinek diniqute dilê min, dilopek diniqute eniya min.

Înanolo

2 Ocak 2017 Pazartesi

Aqilyoz

Înanolo,

Mîna alîgirên Beşîktaşê pir bin li Heskîfê, mîna yekî serxweş kêrêkê bidize ji mala min bibe bide ser qirika mamosteyekê, hez dikî ji min?, hez dikim ji te, mîna meriv bi xew ve here li ber fîlimên bi nav û deng, xuliqand şik xwedîyê erd û ezmên, binêrim bi şubhe li ereb, faris, kurd û tirkan, Urfa Sıra Geceleri, qey gune ye bêjim Rêzeşevên Rihayê, gune ye, dil rakî lêxî herî ji van deran aqil li vir e, êqil rakî herî dil î nehs e diheside, kew heyibîne dibêjin, teqlecîyên xwekuştinê hene, xwîna wan xwîna bekaretê, kirasê keçkanîyê ji şeveke din re ma mat hişt marê melisî, digotin mîtokondrî, li gor rêzim-ê-n tuyê bêjî retîkuluma endoplazmîk jî niha, balyoz, tîne bîra kê qasidan, balyozê mirinê murîd top kirine celeb celeb, li Surê jî du ro ji 2017an, azana mixurbe ye.

Xêr û xweşîyên vereşê, lihevketî. 

Piyangoya vî temenî

Omer, 

Serê min ji duh êvarê ve diêşe û laşê min sinciriye lê ez dicemidim. Yeqîn sarogermî bûme. Ji duh êvarê ye xew bi çavê min neketiye. Tevî ku gelekî bêhal û westiyayî û bêxew im, dikim nakim xew bi çavê min nakeve û nikarim razim. Laşê min jî pir diêşe Omer, lê ji ber ku min ji te re gotibû behsa nexweşiyên xwe neke, ditirsim ji te re behsa nexweşiyên xwe bikim. Min fam kir ku ez ne kesekî tutarlı me, tişta ku ji te dixwazim tu nekî ez bi xwe dikim. Gelo ez jî dikarim ji poşmaniya dawî îstifade bikim? 

Duh (31ê mehê) êvara sersalê bû. SERAYÊ ez li kuçe û kolanên Mêrdînê têr gerandim. Ji zû ve ye ewqasî negeriyabûm. Lê çenteyê min ê giran ez ji gerê westandim. Ji ber ku wê rojê kes li malê tune bû û min di xwe re nedît xwarinekê çêbikim, bi niyeta ku li derve bixwim derketim. SERAYÊ daxwaza Milli Piyangoyê kir. Min got tu zehmet neke, ma ez ji çi re me. Di rê gelek li dikana piyangoyê geriyam. Min xerîteyê jî vekir lê min nedît. Axir min ji dikandarekî hember avahiya Ak Partiyê pirsî, got berjêr bibe li kêleka A-101ê ye. Ez çûm dikanê, zilamekî xilikmezin li wir bû. Min gotê, bir çeyrek bilet almak istiyorum, gote min, çeyrek bilet kalmadı. Du yarim bilêt hebûn. Mecbûren min yarim bilêt kirî. Şansê me nîne pismam, şansê me hebûya em di vî halî de bûn. Vê sibehê (yaw em derbasî rojeke din bûne, lê ji min nayê bibêjim duh sibehê, yanî sibeha 1ê mehê) me nimreya xwe ya piyangoyê nivîsand, lê ji telebextê me re derneket. Hema amorti derketa, ew jî na. 

Werhasil pismam, ez di kuçeya Mardin Parkê re daketim, hatim çav bi loqenteyeke bi navê Ali Baba ketim. Ne şaş bim Ali Baba'nın Yeri bû. Li Bismilê jî li ser Cada Batmanê beqalek bi navê Ali Baba heye. Xwediyên vê dikanê nas in. Berê mala me tam li hember goristana Cada Batmanê bû. Her êvara înê xanima Ali Baba, Xaltîka Hesretê dihat ser mezel û her tim şekir û çuqlat û filan bêvan dida me. Baweriya te jê hebe, gelek ji mez hez dikir. Bi taybet gelek ji xwişka min hez dikir. Niha jî wêneyekî wê yê bi xwişka min re heye ku xwişka min yek du salî filan e û li ser milê Xaltîka Hesretê ye. Rehma Xwedê lê be, diya min hê jî qala wê û qenciya wê dike. Min got Ali Baba, îja min kebabek xwest. Li hember min wênêyê Marilyn Monroe, de were û bila zikê te têr nebe. 

Dû re em çûn İldoyê. Kêfa min gelek ji İldoyê re tê, erê mesrefê wê hinek heye lê paste û kekên wan gelekî baş û xweş in. Karê xwe baş dikin. Jixwe İldo dibêjin pastaxaneya herî kevn a Mêrdînê ye. Dibêjin ji ber ku xwediyê wê yekî muhafezekar e, rojên sersalan wek cafeyên din tu bernameyan çênake. Bi ya min gelek baş dike. İldo gelek sakin e û hêja ye ku meriv hevpeyvînan li wir çêbike. Piştî İldoyê em çûn fûara kêleka Parka Şaredariyê. Ew der jî qelebalix bû. Xortek li ribabê dixist, zarokê kêlekê li defê dixist. Piştre em meşiyan, maxazeyek nû vebûye li hember Kahve Durağı, her tiştî pênc milyonan difiroşin. Bêtir tiştên nav malê ne. Min ji xwe re cizdanek û ji bo SERAYÊ jî sûsek stend, nigekî wê şikestibû, me bi nêvî stend, du milyon û nîv. Piştî wir jî pismam, gava em ber bi malê dimeşiyan, li hember lojmanên polîsan, hinek li dawî cihekî nû vebûye bi navê Beyoğlu Kitap Cafe. Cihekî sakin û xweş bû. Piştre bi zorê fêkî îkramî me kirin. Mala wan ava be. 

Min pir nivîsiye Omer. Halbikî min digot ez ê paragrafekê binivîsim û biçim razim. Lê gotin û kirin wa nebûye yek. Nizanim bala te kişand. Min hemû nivîs û wêneyên blogê yên 2016an berhev kirin wek cildê yekem. Mala Brûsko ava, belav kir û cihekî xweşik jê re veqetand di blogê de. Yaw te dît Birûsk çawa nivîseke mûhteşem nivîsandiye cardin, reqandiye peyvan. Yaw ji bo Xwedê meriv ew qas xweşik dinivîse û peyvan li hev tîne. Ew wek me ne bê ser û ber e. Kêm dinivîse lê bi rêk û pêk dinivîse. Lê ê me, hema Xwedê çi da. Lê tişt nabe lo, ev jî em in. 

Îro ji işqa cildê yekem ê Berbend Blogê min facea xwe ji bo rojek du rojan vekir da ku nivîseke ji dilê dil li ser vê dosyeyê binivîsim. Beriya nameyê min nivîsî. Ez dixwazim wê nivîsê li vir jî belav bikim ji bo ku wenda nebe û ji ber ku bi blogê û me re eleqedar e: 

"Gotinek heye, ez jî gelek caran dibêjim: Sal û zeman çi zû dibihurin. Dibihurin, rast e, lê tê bêjî qey me tu carî nezanî ka ji ber çi ew qasî zû bihurîn sal û zemanên me yên berê. Ji ber poşmanî, bextewarî, acizî, kar û bar, karbetalî, serkeftin, têkçûn an tiştekî din ê ku me hîç bîr nebiribûyê?... Ne sal bi temamî, lê ji min xweş eyan e ka ji bo çi ev sê çar mehên dawî yên 2016an wer bi lez û bezekê hatin û çûn. Tevî ku ne demeke dirêj e em ji hev re dinivîsin, nameyên min û Omer ên ji 27ê Îlona 2016an û heta roja îro kirin ku ez bi roj û saeta xwe nehisim. Di vî wextî de 105 nameyên me ketin ser hev, tevî gelek wêne û nivîsên wêneyî yên Brûsk ku bêyî wî ev şixul nediçû serî. Nameyên me xwedî her texlît mijar û xeberdanê bûn. Gelek tiştên ku me nedikarî li der û civatekê bêje, bi rihetî ji hev re dinivîsî çimkî kesên sêyem tunebûn. Carê em pev diçinîn, carê em kêfxweş-nexweş-serxweş dibûn, carê em li ser mijareke sosret bi rojan gîro dibûn, carê me henekê xwe bi hev dikir, carê me bîrhatiyên xwe li bêjingê dixistin, lê di giştûkan de şexs û tesîra jiyana rojane ya li ser şexsê me hebû. Me qet qala wê ji hev re nekiribû, lê yeqîn dilsozî bû ya ku carê tanî bîra me ku em ê heta hetayê ji bo hev binivîsin, heta ku yek ji me mir, xatir ji vê dinyaya gewrik xwest û çû. Her 'eynî hîs bû dizanim, misêwa li derekê, di kêliyekê de digote min, "Ji bîr neke Înano, di vê saet û vê kêliyê de nameya xwe binivîse." Di vî wext û zemanî de, ku nivîs pê re pê re tê bêqîmetkirin, ji dê û bavê me ne nameyek û bîranînek lê ev navê me û ger hebe, xanî û eraseyên bê tarîx û bîranîn dimînin. Meriv nizane ka gelo miyada nivîsê bi dawî bû an, ji ber ku her kes fedî dike bibêje "ez jî dinivîsim" an jî fedî dike binivîse. Li derekê, li civatekê meriv dikare ji hev re bibêje, "Îja tu jî li serê me bûyî nivîskar". Li biniya mala me firneciyek heye. Gelek caran meraq dikim ka bi çi awayî wan nanan çêdike, heyata wî bi çi awayî bûye, li firnê çi difikire. Lê bi xwe nikarim û li ber dikevim ku nikare bîranînên xwe binivîse û em jî meraq û heyacanekê bixwînin. Belkî tiştine eletewş dixwazim. Nameyên Dostoyevski tên bîra min. Di hivdehsaliya xwe de nameyekê ji bavê xwe re dinivîse, qala bêperetiya xwe dike û hinek pere jê dixwaze. Belkî jî kula min ew be ku nikarim nameyekê ji bavê xwe re binivîsim û bibêjimê, "Yabo, qedrê Xwedê bikî hinek pereyan ji min re bişîne, heta qirikê ketime bin deynan." Ji ku hatim û ber ku ve çûm nizanim, lê bextewariyeke mezin e ku meriv bizane li derinin dinyayê hezkiriyên meriv hene û ji hev re her tim nameyan dinivîse."

Înanolo