31 Ekim 2016 Pazartesi

Mirin û Mast


Înanolo,

Duhinî dû nîvro, min cilên xwe yî reş î xweş li xwe kirin, solê xwe yî reş pê kir, çenteyê xwe yî reş li ber piyê xwe xist û derketim çûm ser gora Şêrgele. Min fularek jî li stûyê xwe gerandibû lê fular bi qasî li Mem Jan tên li min nayên, loma min di nivî rê de fular danî xist çenteyê xwe. Min carna ji bo keçikên nazik û nazenîn jî xwe ewqas nexemilandiye, lê sirf ji ber ku şairê dilbidaxçûyî pir qeşeng bû û ji bedewiyê hez dikir, min got ez wisa çeleng herim ser gora wî. Li taliya mêrzel e tirba wî, wexta ez gêhiştimê ro li esir bû, min dît xwîşka wî Necla Akay jî tenê ye rûniştiye li ber serê wî. Min merheba lê da û ez rûniştim min fathek xwend. Paşê min û Necla Xanimê sohbet kir. Min nexwest ez pir li wir bisekinim, nizanim, kelogirî nebûm lê dîsa tirsiyam belkî. Ew kî bû digo, fikra dojehê ne, bes piştî mirinê nebûn min ditirsîne. Nebûn.. Nebûn ku ez îşev di malperekê de li wêneyekî wê bi-nebûn-bûnê rast hatim..

30ê Cotmehê 2012
Roland Barthes dibê ''Ew miriye û dê bimire..'' Ya ez dikim berî te bimrim ya tu dikî berî min bimirî Înano; yan jî em herdu tev di qezayekê de yan di teqînekê de. Karîneya hiqûqê, heta ku îspat nebe kî berî kê miriye, kesên di qezayekê de mirine bi hev re mirine dihesibîne. Ez nizanim ji çi ye, mirina min a di teqînekê de her li ber çavê min e. Ku tiştekî wisa qewimî û ez berî te çûm yek caran were helbest melbestan li ser gora min bixwîne. Tenê were bes, kesî bi xwe re meyne.

Bes behsa mirinê bikim lê jiyan jî ji mirinê ne çêtir e niha Înano: Ne ji ber nebûna înternetê em dikin ji ber gemarê bimirin. Bîna genî bi ser Diyarbekirê ketiye, heta ne mecbûr be meriv naxwaze derkeve bimeşe. Şaredariya partiya kurdan dibê ''Walitî nahêle em çopan top kin..'', walitiya dewleta tirk jî dibê ''Şaredarî naşixule..'' De were vê meselê ji hev derxe safî bike. Meriv ji heyatê sar dikin.

Naxwazim zêdetir binivsînim, ne li nivîsan lê herim li wêneyên Brusk Aryan girtine binêrim çêtir e. Brusk bila ji kerema xwe di wêneyan de navê xwe jî binivsîne, wek Înanolo û Omeros. 



Silav û gulavên dê niha rabin sihenek mast bixwin.

Omeros

Ka ew wexta ku me ji hev re nameyên elektronîk dinivîsî?

Omer, 

Gava me bi van nameyên elektronîk dest pê kir, hinekî kêfweş bûm, çimkî bi xêra wê me yê bikaribûya zûtirîn demê ji hev re binivîsin, çi roj bi roj, çi saet bi saet û çi jî bi deqe û saniye û salîsê. Min tu carî bîra wê yekê nedibir ku dê dewlet wer hema bi rojan înterneta me qut bike û ji ber vê jî em nikaribin ji hev re nameyan rêz bikin. Vê yekê hinekî em terskoşe kirin. Xuya ye ku wiha berdewam bike, em ê mecbûr bimînin ku bi nameyên destî ji hev re binivîsin û her roj li ber postexaneyan bisekinin ka bê nameyek ji me hatiye an na. Em ji niha ve haziriya bêînternetiyê bikin û çend pakêt kaxez û zerfan stok bikin ji bo nameyên zivistanî. Rojên sar li pêşiya me ne. Êdî nameyên elektronîk pir bi derengî dikevin. Wer bawer dikim, heger min nameyekê bidaya posteyê, dê piştî rojekê li ber destê te bûya. Em êdî bala xwe bidine rewşê û li gor wê tivdarekên xwe bikin. Ev aliyê xerab e Omer, lê aliyekî baş ê bêînternetbûnê jî ew e ku dihêle em bêtir kitêban bixwînin. Ji bo yên weke min hinekî xirab e, jixwe ez têra xwe dixwînim, lê ku înternet tune be, têra têra xwe dixwînim. Wele hezkî bêje desthildan, hezkî bêje serhildan, dawiya dawî hildanek bi qûna wê ve ye û ez ji peyva ku hildanek li pey ditirsim. 

Çav hebe çi ye pismam, piştî ku me çav kor kir. Te xweziya xwe bi min aniye, ez jî xweziya xwe bi xwe tînim, ji vî nifşî çend kes xwendineke wek a min dike Omer? Ji vî aliyî ve heqê min e ku ez xwe qure bikim. Ji me hemûyan re qurebûnek lazim e, lê qurebûnek di hed û hesabê xwe de. Heke tu yê werî Mêrdînê, de zû were, sebra min nîne ku tu heta dev ji karê xwe berdî. Sê roj e ji mal derneketime, hem ji ber ku dinya ne xweş e û hem jî ji ber ku ji dilê min nayê. Tu li vir bûya, belkî car caran derketama seba ku bême cem te. Û meseleya sansûrê, madem tu wer dixwazî, nexwe em bi awayekî vekirî berdewam bikin. 

Arjen Arî di rojeke wek duh de miribû ne wisa? Di wê sala mirina xwe de me hev dîtibû te dî, li merasîma Abdullah Duran. Piştî ku min xelata xwe girtibû, bi destê min girtibû, xistibû nav her du mistên xwe û gotibû, "te pîroz dikim." Cara ewil û dawî min li wir ew dît. Roja ku mir, min ev rêzik ji bo wî nivîsîbûn: 

"siwarçako ho, bînahiya çavan
îşev derabeyên dilê min bo te li ser piştê ne"

Wê roja mirina wî derabeyên bajêr hatibûn girtin, lê ne ji bo wî. Tenê ev her du rêzik derketibûn ji devê min. 

Min gava din Qesra Balindeyên Xemgîn xilas kir Omer. Wer min dixwest xilas nebe, lê xilas bû. Ez jî pê re xemgîn bûm. Xemgîn bûm ku min zûtir nexwendiye. Vê dawiyê min romanek bi dilê xwe nexwendibû. Dizanim, ê te çend sal e tu bi dilê xwe naxwînî. Lê vê romanê bixwîne pismam, heger min ji vê kitêbê hez kiribe, pir baş dizanim ku tu yê jî jê hez bikî. Wekî din tu çareya wê nîne. Bi vê romana wî re, min baştir fam kir ku Bextiyar Elî şansekî mezin ê kurdan e. Bi meraq li benda romanên wî yên din im. Min di nameya borî de gotibû ew her sê xort derdikevin seferê. Piştî heşt salan ew her sê xort wezîfeya xwe pêk tînin, li dinyayê digerin, tevî karwanekî balindeyan tên bajêr. Yek ji wan ji ber ku ew qas hînî gerê bûye, nikare li cihê xwe bisekine, tevî ku xwe wek aşiqê ebedî jî bi nav dike, balindeyan teslîmî wê xanimê dike û wenda dibe. Yekî dî ji ber ku ne bêhna dinyayê û mirinê jê tê, ew qebûl nake. Bi yê dî re dizewice. Ew jî berê kêrbazek bûye. Di dema şerê birakujiyê de, ew eşîra ew telebkarê din ku girêdayî partiyekê ye, bajêr ji partiya din digirin û ji ber vê meseleya kevn vî telebkarê din dikujin. Ez naverokê gişî nebêjim, bila ji tehmê dernekeve. Lê Bextiyar Elî wê serdema birakujiyê xweş nîşan daye. Em hîn dibin ka bira çawa bi tankên Sedam Hisên digire ser birayên xwe. Ka çawa meseleyên şexsî û eşîrî dibin meseleyên partiyê heta ku hev bikujin. Di cihekî de îroniyek giran kiribû Bextiyar Elî. Alîgirên Pdkê bi wesayitên xwe di ber malên Ynkyiyan re bi sloganên wek "Kake, kake" (mebest jê Kak Mesûd e) û alîgirên Ynkê jî di ber malên Pdkê re bi sloganên wek "Mame, mame" (mebest jê Mam Celal e) derbas dibin. Li wir karakterek bi navê Fîkret Guldançî heye ku bavê wê xanimê ye, di esasê xwe de tam rewşenbîrekî serbixwe ye, xwedankitêbxaneyeke herî dewlmend a bajêr e. Di vê serdema ku her tev li partiyekê dibe (an jî kesên tev lê nabin piranî koç dikin, Bextiyar Elî jî di wê serdemê de ji welat koç dike), Fîkret gotinên pir di cih de dike. Fîkret tev li partiyekê nabe û dibêje nemana rewşenbîrên serbixwe li bajarekî, têkçûn û dawiya wî bajarî tîne û dibêje, di her dem û wextê de tekane kesên ku siyaseta rast dikin, ev kesên serbixwe ne. Werhasil hin tiştên din jî dibêje, niha baş nayê bîra min. Ez kêfxweş im ku Fîkret jî wek min difikire, an jî ez jî wekî wî difikirim. Di esasê xwe de Bextiyar Elî bi vê romana xwe ya mezin rexneyeke tûj li van her du partiyan dike ku bi birakujiyê re ji însaniyetiyê derketine û tu heyatek ji bajêr re nehiştine, ji bilî mirinê. Bêguman, kî li ku û çi rastiyan jî bike, xirabiya wan dê her tim di dîroka wan de bimîne. Em çi jî bikin, dê birakujî wek lekeyeke reş di dîroka van her du partiyan de jî bimîne, her çi jî bê kirin, dê ev leke bimîne. Hemû partiyên kurdan jî, çiqas bi kiryar û xirabiyên xwe rû bi rû jî bibin, dê nikaribin xwe jê pak bikin. Çimkî siyaset û partî tiştekî ew qas xirab e ku, heçî tişta ku tu bikî peywendîdarî heyata însanan e, û heyata însanan di ser her tiştî re ye, di ser her doz û armancê re. Ji ber vê ye, tu partî ne pak û paqij e û a baş, wek Fîkret Guldançî got, meriv her tim serbixwe be û bêminet bijî. 

Îro du roj e gernameya Marquez dixwînim a bi navê Doğu Avrupa'da Yolculuk. Di salên 50yî der wek rojnamevan li hin welatên wek Çekoslowakya, Polonya, Macarîstan û Sowyetan geriyaye, qala çavdêriyên xwe dike. Balkêş e, zimanê Marquez di vir de ji min re bêtir mîzahî û îronîk hat, qey meriv her ku bi temen dibe, bêtir cidî dibe? Kitêb nû hat wergerandin, tu jî bixwîne, ma tu ne rojnamevan î? Çîrokên ku qal dike, belkî nêzî te bên. 

Omer can, çavê te maç dikim, li xwe miqate be, belaya xwe bi kesî nede. Dinya biçûk e, rojekê em ê hemû bimirin. 

Înanolo

29 Ekim 2016 Cumartesi

Şair dilbidax bû, serhildan binax..


Înanolo,

Serhildan.. Nivîseke Mazlûm Doxan hebû, li ser tirkîfîkasyona zimanê medyaya kurdî.. Di wê nivîsê de Doxan digot ''serhildan şaş e, a rast divê desthildan be.'' Pênc şeş salên berê, piştî ku min ew nivîsa xwend ez jî ji vê peyva ''serhildan''ê sar bûm. Lê ev peyv êdî xelet-î meşhûr e, ji kê re bêjî ''serhildan ne lê desthildan'' wê bi te bikene. Piştî ewqas êş û azar, ewqas bedelên giran, ewqas talan û kuştin û wêranî rabî seba ''îrade''ya qoltixekê du qoltixan bixwazî milet derxînî derve jî wê milet te bikene, ne? Siyaseta me ya sereke çû xwe di erdê da, siyaseta din jî ji tiştekî re nabe. Çi ma di dest milet de, dewleta tirk? Milet ji wê re jî dibê na. Wekî din, dereke milet pê de here, kesekî xwe lê bigire nema. Loma milet ji hundir dernakeve. Bi qasî dişopînim û dibînim, kêf niha kêfa dewleta tirk e. Çi bigir dibê ''Temam, tu pişta min nagirî ne xem e, lê piştî terorîstan jî megre, ew jixwe besî min e!''

Xweziya min bi çavên te û xwendina te Înano. Wexta te heye, çi xweş ji xwe re tiştên wêjeyî mêjeyî dixwînî. Mîratê, min qirar da ku hiqûqê biqedînim. Her kitêbeke dersekê 600-700 rûpel in û îsal divê ez 15 dersan derbas bikim. Bi min pir giran tê, qafî min raneke yek ciyan, lê çi bikim, mecbûr..

De bira Mêrdin bişewite bikizire ku yekî mina te xwenda bê cîh û war maye li wan deran, çito îş e, çito reng e! Nagêhînimê nabim derman ji derdê te re lê nêteke min a Mêrdînê heye li hêlekê sekiniye. Bes tu jî zanî ku navenda nûçeyan Diyarbekir e. Ji sê paran du par ez niha ji ber karê xwe li vir im, ne kar bûya belkî min lêxista ez bihatama li Mêrdînê min xanî bigirtana. Di hiqûqê de dewam ne mecbûrî ye, ez ê tenê ji bo îmtihanan bihatama Diyarbekirê. Dibe ku dev ji karê xwe jî berdidim tew, sirf seba ku mektebê biqedînim. Nizanim, a wê çaxê ji min û te re Mêrdîn!

Meseleya sansur û otansurê.. Ku name girtî bin jî vekirî bin jî ez dikim eynî tiştî ji te re binivsînim. Ji min re ferq nake, çinku bi her awayî yek caran ez ji %100 nikarim xwe ji dest otansansurê xelas bikim, gava tenê ji xwe re dinivsînim jî. Herhal tu jî wisa yî. Herkes wisa ye, gelek tişt hene ku ne ji yekî din re, em hîn nikarin ji şexsî xwe re bêjin. Di rojnivîskan de min ew tişt baş ditiye. Yek jî hema bêje hemû tiştên nivîskî, bi îhtimala dê rojkê hin kes bixwînin tên nivîsandin. Albert Camus dibê ''Hemû nivîskar ji bo ku werin xwendin dinivsînin, yên ku dibêjin 'ji bo em werin xwendin em nanivsînin' pîroz bikin lê bawer nekin.'' Nizanim, min ji tirkî wergerand û te fehm kir.



Siba salvegera dilbidaxçûyina Şêrgele ye. Wek par îsal jî ez ê tenê herim silavekê lê bidim û çend deqîqeyan bimane-bêmane rûnim li ber serê cenabê wî. Tu zanî min pir jê hez dikir Înano; bi qasî helbestên wî ji şexsê wî, ji qeşengiya wî û ji kenê wî. Ecêb e ku niha tek kitêbeke wî li mala min tine. Yên ku wî îmzekiribûn jî, min hinek diyarî dan hinek firotin. Eger tu bêjî çi di bîra te de maye ji helbestên wî, ji ewqas kitêbên wî çi ye favoriya te; ez ê teqez bêjim helbesta ku Mehmet Atlı kiriye stran: Heyranooooo... Ev helbest-stran li gorî min çîrokeke pir û pir serkeftî ye, her carê mîna ku nû dibînim dixwînim. 

Arjen Arî, 2011 - Diyarbekir


Va fotografa min di taliya sala 2011an re li Kûçeya Hûnerê girtibû Înano. Min heta niha li derekê neweşandiye, ji te re diyarî dişînim.

Silav û gulavên mirin û ne ti tişt.

Omeros

Înternet jî hat lê ez hêj bê cih û war im

Omer,

Ev mîrata înternetê çend roj e tune ye, loma bi derengî li te vedigerim. Ez pir aciz im, tu carî min ew qas bi derengî nexistibû nameya te. Ez nizanim çima wer dikin, lê xuya ye tiştên xirabtir dê biqewimin. Lê hêj dê çi tiştên xirabtir biqewimin? Ma me tiştên herî xirab jî nedîtin? Te gotiye sed meriv jî kom nebûne ji bo protestokirinê. Ma dê çawa kom bibin Omer? Tiştê ku vî miletî dît, gurê serê çiyê jî nedît. Niha jî rayedarên me bangewaziya serhildanê dikin. Lê bi çi rûyî? Meriv hinekî fedî dike. Min di heyata xwe de hingî peyva "serhildan"ê bihîst, wer xwe pîr û yextiyar hîs dikim, wer baweriya min bi vê peyvê nayê. Her cara ku ev peyv dikeve dewrê, mala kurdan diçe ber devê mîratê, wer boş û belaheq dimirin, wer boş û beredayî ji dest diçin. Tevî ku dizanim ev tiştên ku dewlet jî dike zilm e, lê ji dilê min nayê li ser bangewaziya siyaseta me dakevim meydanê. Siyaseta me ya ku nekarî helwestekê li hemberî zirara xendekan nîşan bide, ji kerema xwe qe nebe bila huş be û gazinan ji vî miletî neke. 

Te behsa Orhan Veli kiriye. Çend roj e min nameyên wî ji Nahid Xanim re dixwend. Rast e, gelek pere di ber lîstika hespan de daye. Ew jî wekî te bêşans bû, çimkî ew jî wekî te hema pê digirt. Te di nameyeke xwe de gelekî pesnê van nameyan dabû û ne şaş bim herî pir ji van nameyan hez dikî. Li ser vê min nameyan xwend. Lê bi qasî ku te got, min jê hez nekir. Yanî bi qasî helbestên wî min hez nekir. Erê, ne xirab bûn, lê zêde ne baş jî bûn. Agahiyek balkêş bû. Ji bo kovara xwe derxe, çakêtê xwe difiroşe. Bi feqîrî mir Orhan Veli. Di koncalê de wer dibe, dû re çend rojan dimire. Ecêb e Omer, hezkirin tiştekî wiha ye qey, tevî ku Nahid Xanim bi mêr e jî, dîsa aşiqî hev in, ji hev hez dikin. Orhan Veli seba xatirê wê nezewiciye. Gelo te dizanibû Fêrîkê Ûsiv helbestên Orhan Veli wergerandine kurdî? Heke tu nizanibî, bizane êdî. 

Beriya çend rojan te dî nûçeyek derket, digot dê li Mêrdînê û çend cihên din barana asîdê bibare. Ka bê niza Daiş agir bi niza çi xistiye, dûmana wê jî xirab e. Duh û pêr baran bariya. Dûmanek ecêb jî hebû. Lê milet dîsa derdiket derve, qey ne tiştekî ewqasî xirab e. Îro dinya xweş e. Tav derketiye. Meriv xwe bide ber berojkê û hestiyê xwe germ bike. Oxx çi xweş e. 

Ez bê cih û war im Omer. Li malekê digerim ku bi cih bibim, lê hêj min peyda nekiriye. Me yê mala xwe bar kira, lê pêk nehat û ji ber meseleyeke bi xwediyê xênî re û ji ber sermaya malê, ez ê derkevim. A niha mala te li Mêrdînê bûya pismam, min ê xwe li serê te bikira bela, min ê bigota îlleh gerek tu min bigirî malê. Her yek ji me li odeya xwe, me yê her roj name ji hev re binivîsanda. Lê kaaa? Tu li Diyarbekirê yî û dûrî min î. Ka tu malê nayînî Mêrdînê Omer? An jî tu heval û hogirên te tune ne min bigirin mala xwe? Min bala xwe dayê heval û hogirên te yên Mêrdînê ji heval û hogirên min zêdetir in. Li vir her kes te nas dike. Zahf zêde populer î. Li nav beşê bipirsî, kes nîne ku te nas neke. Tu ji xwendekarekî bêtir têyî naskirin li vir. Çend roj e pir aciz û bi hêrs im. Nizanim çi bi halê min bê.

Îro du roj e Qesra Balindeyên Xemgîn dixwînim. Bextiyar Elî wek di her romana xwe de, di vê romanê de jî ez terskoşe kirim. Hema wer destê min jê nabe. Çîroka wê jî gelekî enteresan e. Sê xort dil dikevin keçekê, lê keç dibêje hûn ê heşt salan li dinyayê bigerin û sed balindeyên herî nuwaze yên dinyayê berhev bikin û bînin û piştre ez ê yekî ji nav we hilbijêrim. Ez ber bi nêvî de hatime. Hêj nû bi rê ketine li dinyayê bigerin. Heyecan dorukta. Ka binerim bê çi dibe. Beriya vê min Uykuların Doğusu ya Hasan Ali Toptaş xwendibû. Ji xeynî vê kitêba wî, min Bin Hüzünlü Haz xwendibû. Heta niha min nivîskarekî tirk nexwendiye ku wer bi zimanekî tekûz binivîse. Çi ziman li serê ye bêbavo, tirkî hema daqurtandiye. Hasan Ali ji wek min ji mal dernakeve, ji sporê hez nake. Di hevpeyvîna xwe de digot salek e neçûme Kızılayê. Bi nameyan re min çîrokên Maupassand dixwend. Le Horla, ji Ayrıntıyê. Li ser qehbikan, li ser evînê, li ser dînbûnê, li ser qatiliyê bûn çîrokên wî. Rebeno herî dawî dîn dibe û dimire. Bi nexweşiya frengiyê dikeve. Yekî zahf zêde doxînsist e. Wek bavê xwe ji Flaubert hez dike, hin kes gotine jixwe Flaubert bavê wî ye, çimkî navê bavê wî jî Gustave e. Piştî ku Le Horla dinivîse, di nameyekê de ji hevalê xwe re dinivîse ku dê piştî vê wî wek dîn û beredayî îlan bikin. Û bi rastî jî piştî vê ew nîqaş dest pê dikin ka Maupassant dîn e an na. Hêj ne diyar e ka Horla çi ye, maneya wê çi ye, jî kîjan peyvan hatiye dariştin. 

Mesele kêm zêde ev e pismam. Lê ji kerema xwe bersiveke zelal li ser têbîniya min a derbar sansûrê de bide. Çi bi van nameyan, çi bi nameyeke taybet î veşartî. 

Înanolo


26 Ekim 2016 Çarşamba

Dewra Helbestên Epîk

Înanolo,

Vê êvarê xeber hat ku hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatine desteserkirin. Çûm pêş şaredariyê sekinîm û min li milet û çapemenî û parlementer û serok û rêvebiran nihêrî. Me giyan di ser hev kî, em ne 100 meri bûn jî. Bila seba xatirê te û vê blogê 200 kes be tew.. Yên ku li ser Facebook û Twitteran, dibêjin gel li şaredariyên xwe xwedî derdikeve, Amed bi şev jî li ser piyan e li kolanan e û nizanim çi, bi kîjan aqlî bi wijdanên bi çi şiklî dinivsînin wan tiştan gelo? Pir meraq dikim Înano. Xwezila dîsa dewra helbestên epîk bûya û ne tiştek lê min baweriyek hebûya..


Behsa nexweşiyê dikî, dibêm Xweda şifaya xêrê bide lê wiqasî jî li ber xwe mezin meke, nexweşiya fîzîkî ne derd e çinku. Hefteyek e du hefte ne, here bira zikê te li ser nexweşiyên ruhê te biêşe û bişewite. Dermanê wê nexweşiyê derewîn in. Ruhê min qareqar e! 


Bisee, min ê çi bigota? Ez îro çûm hîpodroma Diyarbekirê. Berê carekê jî li Stenbolê çûbûm hîpodromê. Naxwazim behsa vê meseleyê bikim, digirim niha. Bes bira di bîra te de be Orhan Velî di pir pere di qûmara hespan de heder kiriye. Dibên wî û dergîsta wî Nahit Xanimê tev pir qupon çêkirine. Min wê roya hanê çend qupon çêkirin, bi qasî 25-30 maç min lîstin. Tek quponekê jî negirt, yanî wê royê resmen min pê girt.

Meseleya sansur û otosansurê.. Nizanim Înano, di vê nameyê de nikarim bersiva vê pirsê bidim. Jixwe min ji vê nameyê jî hez nekir. Tamsariyek ketiye nav hevok û paragrafan, dibêm hema çito biqedînim! 

Bêguman Dagirkeriya Bêduman

Kêf kêfa dewletlîyan e Înano. Ez û tu û Brusko li dû çi şopa ketine niha? Û ew Murat Bayramê ku te dûr û dirêj behsê kiriye.. Eger ez behsa wî bikim ez ê ji te dirêjtir jî binivsînim lê bila îcar bisekine. Himmm, ev çi nameyeke ne xweş bû..

Silav û gulavên neferqizîne bêmane.

Omeros

25 Ekim 2016 Salı

Biratiya derbeyê ji biratiya axretê sed car çêtir e

Omer,

Ez îro hinekî baştir im. Qe nebe pozê min naherike. Lê qirika min hêj dişewite û hinekî dikuxim. Îro min bi aveke kelandî serê xwe şûşt, hinekî hatim ser hişê xwe, lê hinekî girantir û sisttir bûm. Dengê min hinekî ketiye, pozê min hinekî xitimî. Ez rewşa te fam dikim, temam tu naxwazî biaxivî, qe nebe li nexweşiya min bipirse zalim, ne bi devkî, bi nivîskî. Hema bêje, Xwedê şîfê bide te, ma qey pir zor e? Her kes dibêje tu çawa yî, kes nabêje nexweşiya te çawa ye? Wele nexweşiya min xirab e, Xwedê neyîne serê tu kesî. Te gotiye bi saetan bi salan dikarim binivîsim, min jî piştî vê hevokê got qey herhal te pişt li nivîsê şikandiye. Lê canê te sax be. 

Te qala Mirad kiriye. Xwedê "Mirad"ê her kesî bide wan, baş e ku heye. Te dizanibû Mirad hevalê min ê şeva derbeyê ye? Hevalê derbeyê ji hevalê axretê jî çêtir e. Şeva 15ê Tîrmehê bû. Li Stenbolê em bi hev re digeriyan. Dû re me biryar da ku em biçin mala me. Di rê de hat gotin ku derbe çêbûye lê me qet bawer nekir. Piştî ku em gihaştin mal û me li nûçeyan filan mêze kir, encax me bawer kir. Şeveke pir ecêb bû. Heta sibê em ranezan. Dengê teqînan, balafir hingî di nizm re difiriyan, mal dihejiya. Piştî ku ew spikera Trtê jî xeber da, êdî me bi temamî baweriyê lê anî ku derbe ye û em ê nikaribin derkevin derve. Em tirsiyan, me got em ê çi bikin di mal de bi rojan, bê xwarin. Îja ku av jî bê birîn? Min teştek tije av kir. Lê deng dihat, milet derdiket derve, digotin dikan û banqeyan vala kiribûn. Min got qey ez jî pîr û yextiyar bûme, çimkî êdî em jî ji nifşê derbeyê bûn. Axir bi serê sibê re her tişt diyar bû, em derketin derve. 

Berê min Mirad ji ber Kurdîgehê nas dikir, lê em qet neaxivîbûn. Sal 2010-11 bû herhal, ez ciwan bûm, nezan bûm, xwîna min dikeliya, bi wê zanebûniya (nezaniya) xwe ya wê çaxê (16 salî bûm) min rabûbû bêedebiyek kiribû ji ber zimanê kurdîgehê (tevî ku ne serwextê ziman jî bûm, tew niha jî ne serwextê wê me û ne hedê min e nirxandinek li ser ziman bikim) û min bi bêedebiyeke mezin gotibû "malpera we bi kêrî tu gûyî nayê" û bi ehmeqiya xwe ya wê çaxê min di vê gotina xwe de israr kiribû. Dû re Mirad mala wî ava ez muxatab girtim (ez bûma min yekî wekî xwe yê wê çaxê muxatab nedigirt û careke din pê re nediaxivîm) û bersiveke nameyî ya bi navê "Ji cenabê Înan Eroglu re" ji min re nivîsî, bi zimanekî henûn, nerm û jidil. Tew camêr gotibû min cenab, tu ji xwe re li min û qama min. Lê min ji vê bersivê jî fam nekiribû û bi cesareteke ehmeqane û bêedeb min jî nameyek bersivî bi navê "Ji cenabê Mirad Gundikî re" jê re nivîsîbû û xwedêgiravî min şaşiyên gramatîk ên nivîsên wan destnîşan kiribû û di gotinên xwe yên berê de bi israr bûm. Ew nivîs min li cem xwe qeyd kiribûn, lazim e li cem min bin. Ser meselê, tevî ku min ê piştre gelek caran di çîrokên xwe de "fekirin" binivîsiya, lê bi serhişkiyeke mezin min gotibû "îja "feke" çi ye, tiştek wiha tune ye filan". Ji ber ku haya min ji devokên din tunebû, ji ber ku min digot qey dinya li dor zimanê min û dê û bavê min digere. Piştre min gelek fedî kiribû ji van gotinên xwe û nivîsa xwe. Ez pir li ber vê bêedebiya xwe ketibûm. Ez wê çaxê ergen bûm Omer, belkî ji ber vê be, tu niyeteke min a xerab nîne, di wan çaxan de meriv bêtir serhişk dibe û dibêje qey her tişt wekî me ye. Ma qey tu jî ne serhişk bûyî wan çaxan pismam? Ez wer difikirim ku sernermtir û henûntir dibim her ku bi sal û temen dibim, bîra tiştinan dibim. 


Mirad, Birûsk û ez. 2013, Diyarbekir.

Ev jî wêneyekî min, Birûsk û Mirad e. Sibat e 2013an e ne şaş bim. Hingê min û Birûsk cara ewil hev didît, ew ji Qiziltepê hatibû, ez jî ji Bismilê. Birûsk û Mirad jixwe ji zû ve hev bas dikirin, hê ji wexta çêkirina malpera Kurdîgehê, bi hev re xebitîbûn. Ji bo ku Birûsk bibînim hatim Diyarbekirê. Mirad jî ji bo ku Birûsk bibîne hatibû. Ev cara duduyan bû ku min û Mirad hev dîtibû. Êdî min ew bêêdebiya xwe ji bîr kiribû, lê xuya ye Mirad ji roja ewil de bi camêriyeke mezin ji bîr kiribû. Cara ewil, dê bê bîra te, li merasîma pêşbaziya Abdullah Duran. Ez û birayê xwe bûn. Tu, Mirad û hevalekî din ji derve hatin. Tam wexta ku em ê bi asansorê hilkişiyana jor, hûn hatin. Ez hinekî şaş mam û min fedî kir. Ji ber ku wê çaxê yekî şermok bûm (niha jî ew şermokî hinekî heye) û me yê nû hev bidîta û ji ber wê bêedebiya min a li Mirad. Loma tevî ku min hûn nas kirin jî, min nekarî silavê li we bikim û xwe bidim naskirin. Wê çaxê te xwe keçel kiribû Omer. Em bi hev re ketin asansorê. Hê jî min nizanibû ka ez çi bikim, biaxivim an na, di xwe de diqirqilîm. Soxî wek ku min hûn nû nas kiribe, min got "Oo Omer tu yî?" û wiha em axivîn. Piştî merasîmê tevî ku Mirad got tu jî bi me re were em herin li ciyekî rûnin, lê diviya ez biçûma. Bi rastî jî Mirad yekî bi xeberdan bû û bi ya min ev tiştekî pir xweş e, xeberdana wî cesaretê dida meriv ku em jî xeber bidin. Yekî xweşbêj, henûn, henekçî û xwediyê hemû kenên dinyayê. Ez bi xwe çaryekê wî jî nikarim bikenim. Piştre her ku çû dostaniya me geşe stend, em bûn dostên ji dil û can. Gava çûm Stenbolê piraniya wextê me bi hev re derbas bû. Gava li Diyarbekirê jî piranniya cara ku dihatim, dihatim cem wî. Tu neaxivî jî, bila ew her biaxive Omer.

Înanolo

(Têbînî: Omer, min di nameyeke xwe ya ewil de jî gotibû, heke me hest pê kir ku em xwe sansur dikin, em vê blogê ji kesên derve re bigirin. Jixwe em ê her tim ji hev re binivîsin, gumana me ji vê yekê nîne. Lê daxwaz û ricaya min ji te û Birûsk ew e ku em vê blogê ji kesên derve re bigirin, ez wer yeqîn dikim ku bi vî awayî ez ê her tiştî bi rihetî karibim binivîsim. Ji kerema xwe vê daxwaza min qebûl bikin. Lê hûn çi biryarê jî bidin, ez li gel we me. Spas.)

24 Ekim 2016 Pazartesi

Axaftin jî derd e nivîsandin jî..

Înanolo,

Mesele ne tu yî ne jî hevalên din in, mesele axaftin e. Naxwazim spontane li kesî rast werim û bi pirsên bêmane yên wek ''Êêê, tu çi dikî, te çi kir, li kû yî niha..'' re serê xwe biêşinim. Ku ne spontane, bi saet û deqîqe û randevu be jî naxwazim serê kesî biêşînim. Ser û binê vê êşê axaftin e Înano. Ji axaftinê hez nakim. Dikarim bi te re jî bi wan hevalan re jî bi saetan-salan bi nivîski bidim bistînim lê axaftin na, nikarim. Hevalekî me yî ku ji axaftinê pir hez dike heye, Murat Bayram.. Wî hewaleyî te û Xwedê dikim, bê lome be.


Sê Dest


Berî vê hevokê telefonek hat seba nûçeyekê. Moralê min sifir, sifir, sifir. Rabim herim mîna te serxweş bibim, nikarim rabim dersê bişixulim û herim nûçeyê û wergerê bikim siba. A baş, ez serî xwe li dîwaran xînim, heta kû xwîn jê tê.

Silav û gulavên şeytan dibê lêxe here ji van deran, veke dikaneke bifroşe şîr û mêst dûrî herkesî.

Omeros

Nexweşiya piştî serxweşiyê

Omeros, 

Hingî nexweş im, di xwe re nabînim bi te re bixeyidim, xwe ji te bixeyidînim. Lê heçku hinekî li ber ketim ji ber ku te haya min jê çênekiriye. Difikirim: Ma qey gelo xatirekî biçûk ê pismamtiya me jî nîbû ku tu hatiyî heta Mêrdînê, tew duh bi şev li vir mayî, lê te di xwe re nedîtiye ku bibêjî, hema ez hatim filankes, ne ku îlleh em hev bibînin, an çayekê vexwin, an em hev aciz bikin, filan bêvan. Qe nebe bila haya me jê çêbe, ne bi nameyan. Lê dîsa jî mala te ava. Te ji bo çayekê jî telefonî min bikira, min ê nikaribûya bihata. Ez nexweşê nav nivînan, çawa bêm ban û serbanan. 

Şeva ku serxweş bûm, tiştê nemayî min kirin. Law ev çi cesaret, ev çi wêrekî, di xewa şevan de jî min bidîta min ê bawer nekira. Gava vedixwim, ew Înanê feqîr û belengaz diçe, yekî mêr î mêrxas tê. Tê bêjî qey ez Înanekî mirî xwedî dikim di dilê xwe de, her cara ku vedixwim, radibe ji tirba xwe. Li cem hevalan bûn. Me şûşeyek araq ji bo xwe girt. Min çar qedeh araq vexwar, lê jehr tê de be heta hingê jî tu giraniyek nehat ser min. Heta niha du sê car e min araq vexwariye herhal. Lê hê jî hînî tehma wê nebûm. Ne ji mezeyên ber araqê jî be, ka xwene em ê çi xweliyê li serê xwe bikin. Piştî araqê min nerî tesîr nekir, min Efes Extra Shotek vexwar. Û te bidîta wî seriyê piştî extrayê. Serekî wiha çênabe herhal. Ez ditirsiyam piştî extrayê vereşim, çimkî careke din jî piştî araqê min bîra vexwaribû, wer li min hatibû, lê beriya araqê jî min şerab vexwaribû, yanî zahf zêde tev li hev bûbû. Sersala 2015an bû ne şaş bim. Lê axir ez venereşiyam. Piştî ku me extraya xwe jî vexwar, em rabûn. Min li hevalekî xwe yê sinifê geriya, ji ber ku nexweş ketibû, li nexweşxaneyê bû. Saet 10.30 filan bû herhal. Min got, va ez têm. Piştî ku em ji mal derketin, hevalekî min ê din ê sinifê geriya got neçe nexweşxaneyê, were cem Rektoriyê, em li wir in. Tabî ez dîn bûm, qalpaxa serê min avêt, min xeberê nemayî lê kirin. Min xwe aciz kir ku em ji bo wî tên nexweşxaneyê lê ew ji nexweşxaneyê derdikeve. Dû re ew hevaş dîsa li min geriya û got va em derbasî nexweşxaneyê bûn, were vir. De were dîsa dîn nebe. Min dîsa xeber lê kirin ku em ê bên cemm Rektoriyê lê ew diçin nexweşxaneyê. Neyse em çûn nexweşxaneyê. Min hevalê xwe yê nexweş dît, min got ka ew bênamûsê han ê ku got wer ba Rektoriyê. Go çûye mal, were em jî biçin mala wan. Ez lê geriyam, min got xwe hazir bike, va ez têm, ez ê di qûna te nim, tew dikeniya kero û hemşeriyê min e ji xêra Xwedê re. Ez gelekî aciz bûbûm, mîzê jî zor li min dikir, di derketina nexweşxaneyê de, min li ber Enstîtuyê mîza xwe kir. Wek Ferhad Pîrbal min jî bi enstîtuyê de mîz kir. Ji derdorê milet li min dinerî, qey digotin viya dîn e an. Heta em çûn mala wan, her barebara min bû, min xeber digotin, min radihişt keviran û diavêt, sewsî û gêj dimeşiyam. Diterpilîm, bi teqil dimeşiyam, wek bayê çep û rast dibûm Li nêzî mala wî hevalî, min rahişt du kevirên ji bo rêya kolanê, min bi xwe re bir mal. Min got ez ê biavêjim wî. Li malê nêzî wî bûm, bi kevir girtibû loma min nekarî biavêjim. Li malê min çend qedeh çay vexwarin, min hinek çay bi destê hevalê nexweş rijand, min heyfa xwe ya wê sersalê jê stend, çimkî hingî serxweş bû nedihişt ez biçim tuwaletê û bîra pejiqand ser min. Ez çûm şaneşînê û li wir jî min qedehek çay vexwar, dû re min qedeha çayê ji şaneşînê çeng kir erdê. Got terreq, hûrhêra bû. Dû re wê nîvê şevê min li hevalekî din geriya, min got kondoman hazir bike, gerek em viyê din bikin tost. Dibînî Omero? Gava serxweş im çi yekî bêedeb û pîs im. Çi tiştên pîs tên hişê min. Gelo qey ev rûyê min ê rastîn e? Ev Înan di esasê xwe de, ne Înanê rastîn e? Ez durû me qey? Ev hemû tiştên ku min wê şevê kirin, heger min di neserxweşiya xwe de bikira, yeqîn dikim min ê lêdaneke baş bixwara. Dû re wê nîvê şevê min bi zorê hevalê nexweş rakir, min got gerek ez te bibim nexweşxaneyê, tu emanet î, me tu anî, lazim e em dîsa te bibin. Rebeno mecbûrî rabû. Gava em dimeşiyan heta nexweşxaneyê jî û li nexweşxaneyê jî, min kerb û aciziya dilê xwe gişî got, lê mixabin kes nebû derman ji vî dilî re pismam. Min carek din jî fam kir ku ez çiqas tenê me, min carek din jî fam kir ku însan çi qas bi tenê ye. Em çiqas di nav qelebalixiyekê de bin jî, kêliya dawî her em bi tenê ne. Û a rast jî ev e bi ya min, a normal jî ev e. Li baxçeyê nexweşxaneyê, li nêzî hundir em rûniştibûn, mîzê cardî zor da min, min qayîşa xwe vekir, her çiqas hevalan got nana jî, guvenlikçi dê werin, li nava baxçe min got şirr û mîza xwe kir. Yaw pismam tu nizanî ku çi hesteke xweş e kêliya mîzkirinê, heger mîzê pir zor li te kiribe, gava tu mîza xwe dikî, ji te bextewartir kes tune ye. Xwedê vê hestê bike para her kesî. Însan di bexçe de diçûn û dihatin, ka bê di dilê xwe de çi xeber li min dikirin. Ez bûma min ê jî li xwe bikira. Ma tuwalet ji bo çi ne kero. Lê îşte ne wiha ye Omer, heta tu wê hestê nejî, tu yê wê mîzkirinê jî fam nekî? Te di heyata xwe de bi awayekî serxweş li derve mîz kiriye pismam, hee, te kiriye? Dû re saet yekê şevê filan, min hevalê nexweş şand odeya wî, min got here, a wiha tu bi tenê yî, bi qasî meşa xwe tenê yî. Di rê de me got em biçin seriyekî li Ekominiyê bixin, belkî çend şûşeyên din jî bistînin. Min li hevalekî xwe yê mala wî nêzî Ekominiyê geriya, min got belkî ji wir em biçin mala wî. Ekomini nêzî mala min e jî, lê heta niha min li mal qet venexwariye. Bixaltiyê min li mal e û jê fedî dikim ku vexwim û min qet jê destûr jî nexwestiye. Min li hevalî geriya, go bibore hevalên malê radizin, bila bimîne şevek din. Min got, temam, lê ez gelek li ber ketibûm, pê êşiyabûm. Di esasê xwe de wî jî li min bigeriya, min ê heman bersiv bidayê. Lê nizanim pê êşiyabûm, çimkî kêfa min gelekî ji wî hevalî re dihat. Ez li hevalê nexweş geriyam, min got, ser meselê Înanekî serxweş, durû, beredayî di vê saetê de li te digere, dibêje ez ê werim serdana te, tu yê çi bêjî? Go, ez ê bêjim ser çavan, kerem ke were. Ez gelek xemgîn bûm, ji ber ku min vî hevalî bi qasî yê din hez nedikir. Carinan rastiyan qebûl nakim pismam, dû re wiha pê diêşim. Gava em di ber Türk Telekomê re çûn, em çûn parka kêleka rê, qederekê ez û hevalî li hespê hêlekanî siwar bûn. Hevalî got, çavê xwe bigire. Min got ditirsim bikevim. Kêliyekê min li halê xwe fikirî, xemgîn bûm. Dû re em ji hesp peya bûn, em çûn Ekominiyê, min ji hevalî re got pereyê min îşev pir çû, vê carê du bistîne. Du heb Bomonti stend, Pêşî me go em biçin parka Adliyê li wir vexwin, lê ji ber tirsa min, min got em biçin Parka Karayoluyê, li wir ez dîsa tirsiyam, min li hevalê nexweş geriya, go hûn venexwin baş e, qedexe ye filan. Ez tirsiyam, ev Înanê ku wê şevê tirba tirsê kolabû, ditirsiya. Min got wê polîs me zevt bikin. Hevalê min gelek aciz bû, bi min re xeyidî, got jehr tê de be. Gelekî mafdar bû, ez jî bûma, min ê bigota jehr tê de be. Piştî vê wer min hest kir ku hinekî din têm ser hemdê xwe. Min got li malê em bi dizî vexwin, lê gava em gihaştin mal, min biryar da ku venexwim, çimkî wext derengê şevê bû û min têra xwe vexwaribû. Xewa min jî dihat. Çawa hatim malê min ew name ji te re nivîsî. Saet dudu û nîvê şevê bû herhal. Hevalê min şûşeya xwe vexwar. Serê sibê rabûm, min nihêrî ez nexweş ketime, min serma xwariye. Wêneyekî xwe yê vê nexweşiyê ji te re dişînim. Bila navê wê "Nexweşiya piştî serxweşiyê" be.

Mêrdîn, 2016.

Piştî wê şeva serxweşiyê, serê sibê zû şiyar bûm weke her car. Wê sibê, yanî roja şemiyê, wer daxwazek mezin di dilê min de peyda bû Omer ku heta hingê tu carî peyda nebûbû. Nizanim gelo ji tesîra Katalonya'ya Selam a George Orwell û şerê dawî yê li Mûsilê li dijî Daişê bû çi bû, bi daxwazeke ji dil min xwest di vî şerê dawî de bibim pêşmergeyek. Tenê di vî şerê dawî ê li dijî Daişê de. Ez fam nakim bi rastî, tu carî daxwazek wiha bi min re peyda nebûbû. Tu carî min daxwaz nekiribû ku tevlî şerê gerîlayan an jî pêşmergeyan bibim. Ez ewqasî li dijî şer im ku, heger hevalek li cem min biryar bide ku tevli şerê gerîlayan û pêşmergeyan bibe, ez ê nehêlim ku biçe û ji bo ku ez wî an jî wê ji vê biryarê vegerînim, çi ji destê min bê ez ê bikim. Lê nizanim. Wê sibê wer ev daxwaz di dilê min de çêbû. Çi tesadûfek mezin. Roja şemiyê min ji hevalê xwe re qala vê daxwaza xwe kir û min jê re behsa Hüseyin Kaytan kir. Duh bi şev min nivîsa wî ya Basnewsê xwend. Çavdêriyên xwe yên şerê Mûsilê nivîsiye. Bi tirkî ye. Nav daniye Güney Günlükleri 1. Xuya ye dê bi berdewamî binivîse. Wer xweş dinivîse Hüseyin, hêjayî wê yekê ye ku meriv li pey van nivîsên wî biçe xwe bigihîne wî. Helal be jê re, camêr bêyî ku têkeve nav demagojî, ajîtasyon û propagandayê, bi zimanekî zelal û rastiyê dinivîse. Mesela camêr tevî ku gelekî ji Barzanî jî hez dike, jê re nabêje Serok Barzanî, dibêje Barzanî an jî Serokê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Barzanî. Ev detayên pir biçûk in, lê hêjayî baldariyê û pesindayînê ne. Çimkî Hüseyin bi zimanekî partîzanî nanivîse, dizane ku partîzanî jî wekî gelek tiştên din çavê meriv li hin rastiyan kor dikin. Piştî vê nivîsa Hüseyin, ev daxwaza min hinekî din zêdetir bû. Beriya salan min bûyerek li ser wî xwendibû di kitêba Müslüm Yücel a bi navê Kürtlerde Ölüm ve İntihar de. Ev bûyer ew qas tesîr li min kiribû, bi rojan ji hişê min derneket. Çawa ku xortek ji ber hezkirina helbestên wî tev li gerîlayên Pkkê dibe, ku hingê ew jî gerîla ye, dû re ew xort xwe întixar dike û çawa Hüseyin li pey vê întixarê ji xwe re dibêje, "ev çi wek kewan qebqeba te ye, li şûna ku tu însanan gazî azadiyê bikî, gazî mirinê dikî" û çawa dev ji gerîlatiyê berdide û gerîla çawa ew digirin dixin zindanê û çawa helbestên xwe li ser pelên tûtinê dinivîse di vê zindanê de. Di beşa "Pkk'de Ölüm Kültü" de derbas dibe. Tu carî bi van tiştan nehisiyabûm, carinan rastiyeke herî nêz te pir diêşîne. Ez ewqas êşiyabûm. Te ji min re gotibû ji ber vê beşê Pkk bi pey ketibû ku wî bikuje, çêdibe, her tişt diqewime, carinan kesên herî nêzîkî te dikarin te bikujin. Mesela me dîsa hat mirinê Omer, em biçin ku bi pey me dikeve ev mirin. 

Heke te ji Mêrdîna Jor ve li Mêrdîna Jêr nihêrîbe, divê te çiraya mala me jî dîtibe. Mala me di navbera Mêrdîna Jor û Jêr, ya Kevn û ya Nû de ye Omer, em di navbera bajar û gundîtiyê, di navbera şil û ziwa de, di navbera nal û bizmar de mane. Carinan tu hatî Mêrdîna Jor, destê xwe ji min re bihejîne ez ê te bibînim. Tu gotiye çav bi hevalên te ketime ên ku tu bi wan re didî distînî. Nizanim, tê bêjî qey min sûcek mezin kiriye, wer xwe hîs dikim. Difikirim, lê tu hevalekî min nîne li vî bajarî ku pê re bidime û bistînim. Xuya ye ku wextekê te bi hevalinan re daye û stendiye lê tu êdî naxwazî bidî û bistînî, wer hat ji min re. Nizanim Omer, vêya ji min re nebêje ji kerema xwe, têkiliyên navbera tu kesî min eleqedar nake, ev meseleya te ye. 

Ez ewqas nexweş im Omer, li xwe diheyirim ku min çawa rûniştiye û ewqas dirêj ji te re nivîsiye. Li min hal e, lê li te çi hewal e? 

Înanolo

Çira

Înanolo,

Min serxweşiya te li Sirûcê xwend, li Mêrdînê li te vedigerim. Ji vê hevokê hesab ke du sê ro ne çûme di çend otogaran re derketime, li çend dolmişan siwar bûme. Ne ewqas pir ne hindik jî.

Mêrdîn, Cotmeh 2016
Ji te re çirayên Mêrdîna te dişînim Înano. Bes mîna tirşik û lihevketina mejiyê min. Min ji wê jorê li wê jêrê nihêrî, ku noqî tariyê bûn û di tariyê de fetisîn şewq.. Sireke gerdûnê heye, bes çi ye kî dizane..

Xwe ji min meqeherîne Înano, mebê tu hatî Mêrdînê û te çayeke min venexwar. Fehm bike ji halan, yên ku axaftin û sosyalbûn ji zû de ve ye avêtine newalan. De bi ser de, hin hevalên ku tu pê re didî distînî min dîtin di dolmişekê de, şukir serê xwe kutabûn telefonê, çavên me li hev neketin..

Silav û gulavên dixwazin rateqizin lê ji ber karan dê heta şefeqê bişixulin.

Omeros

22 Ekim 2016 Cumartesi

Serxweşiya dera hanê

Merheba pismam, 

Ew qasî serxweş im û serxweş bûm ku bi qasî vê serxxweşiya xwe wêneyek^xwe serxweşiy^^e ji te re dişînim. 

Mêrdîn, îşev, 2016.

Înanolo

21 Ekim 2016 Cuma

Qafê dibe qêf..

Înanolo,

Ne bi nameyên dirêj kêfa min zêde xweş dibe ne jî bi nameyên ''kîp''kurt aciz dibim. Te çito xwestiye, ji dilî te çi çito hatiye wer bike, wer binivsîne.

George Orwell - Katalanya'ya Selam, bi tesadufekê lê rast hatim û min kirrî. Dixwazim rûnim daqultînim kitêbê di carekê de lê îş û mektebê bi hev re çep li min xistine û rast badane, wext namîne. Tuyê niha bêjî mekteb di kû re derket? Hewesek e, ez dixwazim xwe pê dim rapê dim biqedînim vê zihêr ziqquma hiqûqê, bi rastî bes e êdî. Ku ez neqedînim heta du sê salan, dê min ji zanîngehê biavêjin. Eger ne leşkeriya mecbûrî ya dewleta tirk bûya belkî ewqas ne xema min bûya zanîngeh lê ku ji zanîngehê bêm avêtin şûnde, pir ditirsim rokê min di qaçaxiyê de bigirin bibin leşkeriyê. Ma ez ne George Orwell im ku bi rihetî behsa çekan û leşkeran bikim, ez ê qêf bixwim.


Farqîn, 2015

Orwellê te digo, ''Hîn çend meh di ser wî şerî re derbas bûne lê bi min pir dûr tê'' filan. Her çiqas tesîra wê li ser min pir pir zêde bû jî detayên Herba Kobaniyê jixwe tam nêne bîra min, herba par li bakurê welêt hebû jî êdî mîna xewnekê tê bîra min. Min bîra xwe zêde zêde westand, êdî tiştekî qeyd nake. Çi dibêjim lo Înano? Tiştekî nebêjim û wêneyekî ku min li Farqînê girtibû bişînim.

Silav û gulavên bi hezaran wêneyên xwe ''dane dizandin'' û pir li ber dikevin.

Omeros

Xeyda ser text

Omeros, 

"Meriv vediciniqî gava lê difikirî dê ev zarokên perîşan î xwedan tifingên kevn û xilmet Komarê biparêzin ku wan nedizanî ew bi kar bînin." (George Orwell, Silav li Katalonyayê, beşa 2yê.)

"Di seranserê vê serdemê de çu cara ku min tiştek li rojnivîska xwe kiribe, tu cih çênebûye ku min behsa meseleya êzingên şewitandinê, an jî bi gotineke rasttir behsa nebûna êzingên şewitandinê nekiribe." (George Orwell, Silav li Katalonyayê, beşa 3yê)

Ez gelekî ji te xeyidîme. Ma min ji te re negotibû ku ez ê kitêba Silav li Katalonyayê bixwînim û çawa ku biqedînim jî ez ê ji te re bişînim? Yanî te nikaribû li benda min bisekinî heta min xwend? Te hinekî sebir nekir ne wisa? Ê ka ez vê kitêbê bixwînim, ez ê çi bikim jê? 

Saet tê duduyê şevê û nizanim çi ji te re binivîsim.  Di esasê xwe de gelek tişt hene ku binivîsim lê niha ji dilê min nayê û di xwe re nabînim. Îşev min got ez ê serê xwe bişom lê min di xwe re nedît. Çend roj e min neşûştiye, dixwire, kapek girtiye serê min, ez jî têr dixwirînim. Wek gelek caran di xwe re nabînim serê xwe bişom. Niza' em ê çi bikin ji vê xûya min? Ser dilê min hinek tirş bûye. Îro li mala hevalan 'ecîn çêkiribûn, min xwar, ji ber wê ye. 

Li ba me zêde tiştekî ecêb nîne ji te re behs bikim. Wek her carê aciz im û bêhna min teng dibe. Li min negire ku çend nameyên xwe yên dawî pir kurt digirim. Soz, bi nameyên bê re ez ê hewl bidim ku berfirehtir ji te re binivîsim. Ez ê çend nameyên xwe yên bê jî bi epîgrafên ji kitêba Orwell dest pê bikim, vêga ev xweştir e.

Li xwe miqate be. 

Înanolo


20 Ekim 2016 Perşembe

Bigire çavan veke, veke û bigire

Înanolo,

Şev saet tê duduyan e, bi rihekî ji vê heyatê û ji her tiştî aciz ji te re dinivsînim vê nameyê. Ku destpêk wisa be, aşkere ye tali nêzîk e.

Tam saleke berê, di 20ê Cotmeha 2015an de, rehmetî Tahir Elçi ji aliyê polîsên dewleta tirk ve bi şev hat desteser kirin. Qederê! Di Sputnikê de yekem nebixêr xebera min çêkiribû desteserkirina rehmetî bû. Ez û Murat Bayram tev çûbûn Baroya Diyarbekirê wê şevê. Murat wê çaxê di MiddleEastEyeê de dixebitî. Ew wek temsîlciyê îngilizan, ez jî wek ê rûsan rabûbûm jor. Xwe bi xwe îngilizî elimîbû Tahir Elçi û xweş jî xeber dida, bi îngilizî û kurdî xeber da ji me re.

Farqîn - 2015


Ev wêne dema şer û pevçûnan, qedexeyên derketina derve li Farqînê hatiye girtin Înano. Ez ne şaş bim Murat Bayram girtibû. Çavên rehmetî girtî ne, çavên min jî. Wek ku ew çavên din ên di wêneyê de jî girtî ne. Em ê hemû çavên xwe bigirin û bar kin herin ji vê dinyaya boş û betal, ne?

George Orwellê te jî ku rehmetî bû şûnde.. Ma çi dizanibû, bi deh salan piştî mirina wî, yek li Diyarbekirê yek li Mêrdînê, du kurd dê bi hev re silava wî ya li Katalanyayê bixwînin? Kitêb îro ji min re hat. Destpêka bi Albert Camus re firiyam çûm ezmanan.

Silav û gulavên bi xew ve darin.

Omeros

Rojek tê

Omer, 

George Orwell dibêje: "Ez hatibûm Spanyayê bi fikra ku meqaleyên rojnameyan binivîsim. Lê ji nişkê ve beşdarî milîsê bûm. Çimkî ji min re wer hatibû ku di wê gav û atmosferê de tişta herî maqûl a bikim ev e." (Silav li Katalonyayê, beşa 1ê.)

George Orwell dibêje: "Di wan rojan de li kuçeyê heba wê bi çend qurişan dihat firotin ew stranên şoreşgeriyê yên herî safiyane, yên ku her behsa biratiya şoreşgerî û gunehkariya Mussolini dikirin. Ez gelek caran bûm şahidê wê yekê ku milîsekî nivîs û xwendinnezan yek ji van stranan dikire, bi zehmetî hece bi hece dixwîne  û çer ku wateya peyvan hîn dibe, dest pê dike bi melodiyeke li gor wê dibêje." (Silav li Katalonyayê, beşa 1ê.)

 Wê rojek bê, nifşek bi van nameyên me mezin bibe, bila tirsa te jê çênebe. Ê min ez naxwazim bêm jibîrkirin, ev ji bo min mirina herî çetin e.

Înanolo

19 Ekim 2016 Çarşamba

Orta Orientê

Înanolo,

Em bûn muptelayên nameyan law. Hez dikî wext here û ro'k were di derseke wêjeya kurmancî de ji me re bêjin ''pêşengên nameyên modern''? Kenê min tê, bes xwe digirim. Çinku niha Nizamettin Ariç guhdar dikim. Lê muzika wî çito ku ne ya kenê ye ne ya hêsiran e jî. A xofê ye muzîka wî Înano. Rast dibêjim, gava wî guhdar dikim, hela di enstrumantalên wî de canê min gurzgurzî dibe. Bi şev berî tu rakevî, çirê vemirîne û veke xwe li ber enstrumantalên Wêneyên Xewnan dirêj ke. Bi Xwedê tuyê wê mirina ku tu behs dikî deh qat zêdetir hîs bikî.

Dev ji oryantalîstên wek Martin van Bruinessen berde lo, were ji orta orientê ez ji te re bêjim: Li hêla me terîqet pir in û ez bi xwe jî hîn heta wê salê diçûm zikrê Înano. Cara dawî par bû yan pêrar bû çûm, tam nê bîra min. Her tim dernaxin, di wê cara dawî de, murîdan derxistin kêr û şîş di xwe rakirin. Ne derew e yanî, rast e, min bi çavên serê xwe dîtiye. Wexta ku şîşan ji cîyê ku tê rakirine kaş dikin, şêx tê tifa xwe di ciyê birînê dide, xwîn tavilê disekine. Ku bawerî ye ku teknîk e ku çi ye nizanim, bes xwîn disekine û murîd tê bêjî qey tew ewî gava berê xwe qulqulî kiribû ne ew bû dîsa radibe bi cizbê dikeve.

Li Diyarbekirê, min pirsî ez pir li şopê ketim lê min ciyekî zikrê nedît. Li Sirûcê ez şevên Înê diçûmê. Di tariyê de bi ''Ellah û Ellah''an em bi cizbê diketin. Wekî din meth û pesn ji bo şêx heye, hey roniya çavê min, quweta pişta min filan.. Yek jî reqsa wan a taybet. Fersend bi dest min keve, ez ê şeveke Înê lêxim herim Sirûcê seba zikrê. Min bêriya wê atmosferê kiriye welle. Ku ez bi şev ji zikrê derdiketim diçûm mal, bi hizûreke pir xweş radiketim. Ji çi bû, hizûrek di mejiyê min de çêdibû yanî.

Carê dîsa ez ketibûm depresyonê, min çû xwe li dergeha şêxekî girt. Şeva Înê bû, me çira vemirandin û dest bi zikrê kir. Di wê tariyê de bi ''Ellah û Ellah'' û ''Le îlahe îllellah''an hin kes ji ser hişên xwe diçûn û serê xwe li dîwaran dixistin. Zeftkirina wan murîdan pir zor e Înano, çar pênc kes nikarin bisekinînin. Şêx hat destê xwe yek bi yek da ser wan û murîd di cî de aşt bûn. Di ber re zikr dewam dike, nizam çi bû çavên min û şêx li hev ketin di tariyê de, ber bi min hat û di guhê min de got: ''Xwe serbest berde..'' Min çavên xwe qurç kirin - jixwe di zikrê de çavên meriv tim qurçkirî ne lê min ji meraqan yek caran vedikir li dora xwe dinêrî - Şêx destê xwe da ser paş stûyê min û mîna ku biqurincîne ji paş stûyê min heta newqa min daxist. Destê xwe bir û anî sê çar caran, paşê çû. Min fehm nekir seba çi wer kir. Paşê ku zikr qediya û bo xatirxwestinê ez çûm cem, ji min re eynî wanî go: ''Va çito stres e law li ser te, destê min tevizîn.'' Li gor baweriya wî herhal, stresa li ser min bi teknîkeke taybet ji min derxistibû. Spas şêxê min, strêsa min sê qat zêde bû ji wê royê şûnde.

 

Te niha digot qey pismamê te tenê ê mey û meyxana ye, ne? Li cem min fîlim gî hene Înano. Dikenim dîsa, bi devoka Sirûcê dikenim. Ji te re îlahiyeke ku hîn jî car caran guhdar dikim dişînim. Wexta ez lîselî bûm min îlahiyên vî camêrî hemû ezber dizanibûn.

Silav û gulavên alem zane siltan î.

Omeros

18 Ekim 2016 Salı

Nameyo şîreta min li te, qelemo tu guh bidêre

Omerê çapik û çeleng, 

Ê min, heta niha wek kaxezî min ji sê kesan re name nivîsiye û şandiye. Her sê kes jî di hepsê de bûn. Ewil, 2012-2013 filan bû yeqîn. Min pêşî ji Halil Dağ ê xwedanê Mezrecelîla kitêba helbestan re şand. Kek Xelîl şervanek bû ku cezayê muebbetê xwaribû. Kitêba wî ji weşanxaneya Lîsê derketibû. Gava min kitêba wî xwendibû, ma ne îşê kêfa min ji helbestên wî re hatibûn. Helbestên wî ji berhemên nivîskarên din ên girtî cudatir hatibû ji min re. Hingê min ew tehma helbestê tê de dîtibû. Ji ber ku min ewqas ji helbestên wî hez kiribû, min navnîşana wî ji Kawa wergirtibû û nameyek jê re nivîsîbû û şandibû. Min ew çax lîse dixwend. Wî jî ji min re nameyek nivîsî. Gelek kêfa wî hatibû. Ma dê çawa kêfa meriv neyê Omer, ku meriv nivîskarê kurdî be û xortekî lîseyî ji meriv re nameyê binivîse û tê de qala xweşiya berhemên meriv bike? Du sê caran me ji hev re nivîsî. Digot, dixwazim kitêbeke ceribandinan binivîsim. Pir meraq dikim ka gelo nivîsiye an. Digot, kurdiya min zêde ne baş e, min nû dest pê kiriye. Lê li gor destpêkê gelek baş bû. Lê ez ne dilsoz bûm herhal, çimkî êdî min jê re nenivîsî û min bersiva nameya wî ya dawî neda. Gelekî li ber xwe dikevim û meraq dikim, niha li ku ye û di çi halî de ye. 

Kesê duyem ew kes e ku min navnîşana Kek Xelîl jê wergirtibû, yanî Kawa Nemir e. Ez hinekî bi derengî pê hisiyam ku Kawa ketiye hepsê. Li hepsa Midyadê bû, sê mehan tê de ma. Min jê re nameyek nivîsî. Roja şemiyê bû ne şaş bim, roja wan a îznê, rojekê telefona min lê ket, min got, elo, deng got, İnan Eroğlu, ji min we ye qey ji derek resmî filan li min digerin, loma min got, evet benim, dengê hember got, "lawo çi eveti çi eveti, ez im ez, Kawa". A ha! Ez şoq bûm tabî. Ez ne li benda vê telefonê bûm. Li ser telofonê jî em peyivîn. Gava ji hepsê jî derket, min jê re got, xwezî tu dîsa têkevî hepsê da ku dîsa ji te re nameyan binivîsim. Ev espriya meseleyê ye tabî. Lê ji espriyê jî tê famkirin ku aliyê herî xweş ê hepsê jî tenê nameşandina ji hev re ye. Demek dirêj e kesên li derve ji hev re nameyan nanivîsin û cidî nagirin. Lê ji ber ku bi xêra vê blogê em hema hema her roj ji hev re dinivîsin, belkî kurdînûsên me jî hinek ji xwe re baqil bibin û ji hev re nameyan binivîsin. Kesê sêyem jî Selamî Esen bû. Selamî li hepsa Sêrtê girtî bû û axir demek kurt piştî nameya min ji hepsê derket. Lê Omero, difikirim heke tu têkevî hepsê, wer xuya ye ez ê ji te re nameyan nenivîsim. Tu çi dikî bike, lê nekeve hepsê.

Kitêba Martin van Bruinessen a bi navê Şeyh, Ağa, Devlet li ber qedandinê ye. Li wir bûyereke li ser terîqetan gelek bala min kişand û keniyam. Di dîroka kurdan de heta niha du kes wek mehdî hatine îlankirin. Şêx Evdilselamê Barzanî yê Yekem ku di dema Şêx Ubeydilahê Nehrî de jiyaye û reqîbê wî yê polîtîk e, ji aliyê murîdên xwe ve wek mehdî tê îlankirin û qebûlkirin. Murîd û hevalbendên wî jê daxwaz dikin ku Stenbolê fetih bike, lê şêx vê daxwaza wan paş ve vedigerîne. Li ser vê murîdên wî gelek hêrs dibin û têra dilê wî lê dixin. Murîdên wî xeyal û hêvîşikestî dibin, ji bo ku îspat bikin ka bi rastî mehdî ye an na, dibêjin em ê wî ji pencereyê biavêjin hela difire an na, li gor vê dê diyar bibe ka mehdî ye an na. Tê bêjî çi dibe? Wî ji pencereyê diavêjin û rebenê şêx dimire. Lê kurê wî Şêx Mihemed berevajî bavê xwe, xwe wek mehdî nade îlankirin û jiyaneke mutevazî dijî. Dibe peyrewê Şêx Ubeydilah û jê îcazetê werdigire. Tevî vê murîdên bavê wî wî jî wek mehdî qebûl dikin. 

Bruinessen gelek agahiyên balkêş li ser terîqetan dide. Di cihekî de ez dîsa keniyam. Gelek sal berê tê ku agahiyan li ser terîqeta Qadiriyan berhev bike. Ev terîqet berevajî terîqeta Neqşîbendî, di ayînên xwe de gelekî hişk e. Gava tên vecdê û bi cizbê dikevin, şîşan di xwe radikin, kêran li xwe dixin, camên hûrkirî dixwin û hwd. Li gor çavdêriyên Bruinessen bi rastî jî tiştek bi wan nayê, çawa ku şêxê wan tifa xwe bi ser birîna wan dixe rihet dibin. Îcar Bruinessen dibêje, piştî ayîneke wan, hatin cem min û xwestin tesîra wan li ser min bibînin û xwestin min bikin misilman û heta hewl dan ku min sinet bikin lê bi zor ji vê xilas bûm. Çawa bû? Komîk e ne wisa? Ez bawer im li cem we jî ev terîqet hene. Müslüm Yücel di Kürtlerde Ölüm ve İntihar de qala vê terîqetê dike ne şaş bim.

Îro ji min ew qas pismam. Mistefa Dogan duh di tweeta xwe de gotibû, dê têkçûyiyê herî bi îhtişam ê sedsala me OFB be. Tiştek wisa heye?

Bi xatirik.

Înanolo


17 Ekim 2016 Pazartesi

Xwarina Hiqûqî

Înanolo,

Ku min dest bi vê nameyê kir Zehra Dogan hat bîra min; edîtora JINHAyê. Hevala min bû, wê dema hanê li Nisêbînê hat desteser kirin û li Mêrdînê ket hepsê paşê. Min nameyek jê re nivîsandibû lê bersiv li min venegeriya. De min berî wê qet ji hepsê re name nenivîsandibûn. Parêzera wê ji min re got, xwe ji min qeherandiye Zehrayê, çira qet nameyan jê re nanivsînim. Ê min got, bersiva nameyê ji min re nehat. Got, te gerek pûl jî bi nameya xwe re bişandana, te pûl neşandine, loma wê jî nekariye bersivê binivsîne; filan bêvan. Wanî em çi xweş nameyan ji hev re dişînin. Ne posta ne zerf ne pûl. Ku kê blog aqil kiriye Xwedê jê razî be lo.

Pir westiyame xewa min tê. Li hêlekê nûçe, li hêlekê wêne, li hêlekê deşîfrasyona hevpeyvînan, li hêlekê wergerek, li hêlekê xwendinên li ser wêjeyê, li hêlekê xwendinên li ser dîrokê, li hêlekê herdu blog, min anî hêleke din jî bi hiqûqê zêde kir îro. Çûm Zanîngeha Dîcleyê ketim dersekê. Serê min dike biteqe.

Zanîngeha Dîcleyê, Cotmeh 2016


Ji dersa hiqûqê tiştek di bîra min de nema. Bes tehma xwarina zanîngehê li ser devê min e hîn û erzaniya wê, 2 lîra. Hisretiya zikê min, xwarinên kelandî Înano. Xewa birçîyan nayê, xeyala wan tê.

Silav û gulavên nizanin şîvekê bikelînin.

Omeros

Dinyaya hundirîn

Erê lo Omero,

Min çavek li blogên din gerand, bi rastî jî milet kara xwe ji blogan derdixe. Ma çênabe em jî pere ji vê blogê û blogên xwe yên din derxin? Lê ne bawer im, hepî topî du sê kes vê blogê dixwînin an naxwînin. Lê ne xem e, baweriya min bi nameyan, bi pîroziya wan tê. Sêhreke wan a din heye. 

Êdî em li civateke wiha ne ku li te ferz dike tu nebêjî "ez/min/xwe" û ez ji vê yekê gelekî aciz im. Ev yek ji kîsê quretiyê tê hesêbkirin. Ji ber vê yekê ye ku ez ji name, rojnivîsk, bîranîn, hevpeyvîn, sohbet, deneme, otobiyografiyan pir hez dikim. Çimkî di van hemûyan de şexs heye, tak heye, kesayet heye û beriya her tiştî "ez/min/xwe" heye. Bê dudilî, bê endîşe dikarî di van de bibêjî ez kesekî wiha me, min ji vî tiştî nefret dikir, li xwe danaynim biçim filan derê û her wisa. Însanek divê beriya her tiştî karibe bibêje ez û behsa xwe bike. Lazim e em li xwe vegerin pismam, li bîra xwe, li kûrahiya xwe, li hundirê xwe. Çimkî tiştê herî nêzî me ev in û em herî qenc bi wan dizanin. Meriv rûyê xwe ji xwe bade, îxaneta herî mezin li xwe dike. Ez vêya bi dilekî saf û zelal dibêjim: Kesê nikaribe qala xwe bike û kûrahiya dilê xwe bi nav û nîşan bike, ji min re samîmî nayê û ew kes xwe û me dixapîne. Hestên wî hatine serkutkirin, lê hatiye ferzkirin ku rûyê xwe yê rastîn veşêre û hestên xwe dernixûn neke. Însan xwedan îrade ye û muxtacî xwe û hezkirinê ye. Her însan dixwaze qala xwe bike û divê qal jî bike, lê ji ber ku civat li te ferz dike ku wek murîdan tev bigerî û îradeya xwe bidî dest wê, bivê nevê tu rûyê xwe ji xwe dizivirînî û perdeyekê dikişînî bi ser şexsê xwe de. Di esasê xwe de perdeyek li ser rûyê me gelekan heye, maskeyek heye. 

Akademî jî her wiha ye, dibêje tu yê perdeyekê bikişînî ser pencereya hundirê xwe, loma dê bala te kişandibe hema di hemû tezan de "ez/min" tune û tew "em" jî tune ye, bêyî cînavkan, bi vegêrana şexsê heftem (şexsek wiha tune ye, lê bila hebe) lazim e teza xwe pêşkêş bikî. Ê madem ez ê teza xwe pêşkêş bikim, çima ez ê xwe pêşkêş nekim? Haya te ji akademiyê tune ye pismam, loma serê te rihet e û a qenc ev e. Camêrek heye ku heqê xwe, heqê dilê xwe, heqê kûrahiya xwe, heqê hundirê xwe dide. Ew camêr jî Rilke ye. Di helbestên Rilke de ew "hundirê bê ser û ber" pir beloq û eşkere ye. Ew hundirekî ewqas kûr, ew qas fireh e, her ku meriv daqûl dibe, bêtir tê de diçe. Dibêje çi Rilke? Dibêje, "Tekane tişta ku nêzî însan e dinyaya wî ya hundirîn e, ji bilî vê her tişt dûrî wî ye." Dibêje, "Tekane rê ew e ku hûn berê xwe bidin hundirê xwe." Dibêje, "Qul bikin hundirê xwe, dakevin binî, hewl bidin ku ji kûrahiyan bersivekê bi dest bixin." Dibêje, "Xwe noqî hundirê xwe bikin, li wan kûrahiyan bikolin ku ji nav heyata we dizên." Dibêje, "Xwe li kûrahiyên tiştan bigirin." 

Rilke gelek behsa tenêtî û mirinê jî dike, çimkî ev her du tişt gelek nêzî wî ne. Te gotiye ez du caran nêzîkî mirinê bûme. Lê ev her du jî ji ber şer bûye. Te mirinê bi awayekî bedenî dîtiye Omer. Te mirinê bi awayekî hundirîn, bi awayekî derûnî nedîtiye. Loma gelek zehmet e ku tu fam bikî ez qala kîjan mirinê dikim. Ê min, ew mirina ez qal dikim di wê kûrahiya dilê min de ye. Ez mirinekê mezin dikim di hundirê xwe de ku bi şev, gava serê xwe datînim ser balîfê, beriya razana li min hasil dibe. Lê ez ê zêdetir niha qal nekim. 

Ê min jî tenê carekê duçerxeyeke min çêbû. Wexta xwişka min zewicî, zavayê me ew ji min re kirî. Hingê ez çend caran jê diketim. Min dikir nedikir min nedikarî bêyî her du destan duçerxeyê biajom. Hevalên taxê dikaribûn, gelek hereketên ecêb jî pê re dikirin. Wextekê jî duçerxeyeke birayê min hebû, ew jî Bîsan bû. Gelekî mezin bû û wê çaxê a herî mezin û saxlem ew bû. Rengê wê sor bû. Min Ji ber ku bilind bû nigê min nedigihaş pedalan, min nigê xwe di gewdeyê re dixist ser pedalan û wer diajot. Lê pereyê min çêbe ez ê ji xwe re yekê bikirim, û me hev dît ez ê çend tûran bidime te, tu jî ji xwe re biajo. Heyfa te. 

Vêga bi xatirê te. Xêr û xweşî para te be.

Înanolo




16 Ekim 2016 Pazar

Şor şorê, hevok hevokê vedike

Înanolo, bêpereyê kurmanc

Hema carekê di Googlê de lêgerînekê bike binêr xelkê di ser blog û wêne û vîdeoyan re çiqas pere qezenc kirine; binêr bibîn bi rihetî, li ciyê rûniştî xelk çito debar û kêfa xwe dike. Ê me em xwe rakin li erdê xin, rabin bifirin ezmanan jî tek qederek e û wê qederê jî carê top avêtiye: Google û Adsense hîn vî zimanî ku em li ser ewqas bi hev dikevin wek ziman qebûl nake, nas nake. Loma jî çend quriş di ser blogan re nakevin berîka te û tu jî radibî rûdinî her ji min re rojên bêpere dinivsînî. Binivsîne, binivsîne ku zaro û neviyên te mîna te serê xwe bi ''qedrê zimanê me bête zanîn'' re neêşînin.

Hîn wexta ez î çûk î çûçan bûm û di devê min de ne ''duçerxe'' lê ''pisiqlêt'' hebû, hebû duçerxeyeke min jî. Min li hewşê diajot, yeke çartekerî bû. Paşê ku mezin bûm çûm lîseyê - lîse dûrî mala me bû - min yeke mezin î asortîk kirrî. Ê law, pê forseke min wer fors hebû ku kesî newêribû bigota siya pisiqlêta te xwar e! Yek jî xwîn dikele, dil newestiyaye hîn, ro hebû bi wê duçerxeyê çar caran diçûm dihatim di ber mala wê keçkê re. Tek ku çavên min li çavên wê ketana carê, li balkonê cilên rêdixîne!

Duçerxeyên jiyanê em anîn di wêjeyê mêjeyê re derxistin Înano. Tim dibêm wêje mêje lê tu ji min bipîrsî, li gorî emrê xwe ne te lê min hîn tiştek jî nedaye ser hevdu. Du sê helbestên ku jê rêzikek di bîra meriv de namînin, çend hevpeyvîn û yek du çîrokên di kovar movaran de derketinî. Baweriya min bi van nameyan tê û yek jî bi rojnivîskan.. Ew jî tenê ji ber ku em hin tiştan di wextê de qeyd dikin, hêja ne. Ma wekî din çi?

Romana dawî ya Jan Dost li ser Herba Kobaniyê ye. Wexta wê herba giran, bi qasî ji dest min dihat û wext bi dest min diket min rojnivîsk û name dinivîsandin. Wê dema hanê min rojnivîskên wê demê ji Jan Dost re şandin. Ne pir e jixwe, çend rûpel in lê Jan Dost got ''nûr û nîmet e'', çend hevok kêrî wî hatibûn seba romanê. Nizanim, ne min berê ji te re gotibû, piştî wê herba giran, heza min a wêjeyî têk çû û nola berê ji roman û çîrok û helbestan hez nakim. Hez dikim ji name û rojnivîskan.

Di ser vê hezê re ji terza George Orwell jî hez dikim. Di romanên wî de bile vegotineke dûz î sade heye. Îcar ku wexta behsa serpêhatiyan xwe dike ew vegotina wî dûztir dibe. Jixwe di nivîseke xwe ya ku nav nê bîra min de, tinazên xwe bi şayesandinê dikir. Hela di vê dewra ku li her derê wêne û video hene de, şayesandina zêde di xwendinê de şikestinê çêdike bi min. Nizanim, ez dişkêm.

Min duh li ser Robert Capa û Gerda Taro dixwend ji xwe re. Di nivîseke de behsa Katalanya'ya Selam kiribûn. Robert Capa û Gerda Taro dilketiyên hevdu ne, nola George Orwell ew jî li Şerê Navxweyî ya Îspanyayê bûne. Jixwe Gerda li eniyekê piştî wêneyan digire tê kuştin di 26 saliya xwe de. Robert Capa li ciyekî din, pêlî mayinê dike û dimire. Wêneyên herduyan jî bi nav û deng in, mirina herduyan jî ne xweş!


Kobanî - Sirûc, 2015


Tu ewqas behsa mirinê dikî, heta niha herî zêde li kû, çi wext tu nêzîkê mirinê bûyî Înano? Ê min, min du caran min dît mirin hat û vegeriya. Carê li ser sînorê Kobaniyê û Sirûcê bû: Şerê YPGê û DAIŞê dewam dikir û giran bû şer. Saziyeke navneteweyî dixwest derman û dixtoran bişîne Kobaniyê lê Tirkiyeyê di rê û deriyên fermî re destûr nedida. Jineke Kanadayî û yeke Danîmarkayî jî di nav de, me şeş heft kesan bi şev tev, di wê tariya zûlûmat de bi tirsa ku dê mayinek biteqe, dê leşkerên tirk êrîş bikin, dê DAIŞ me bigire birevîne yan dê YPGê bi şaşî me bikuje xwe gêhand Kobaniyê. Tirsa çûyinê ne tiştek bû, bes veger pir çetin bû Înano. Berf û baran dibariya li hêlekê, li hêlekê em di herqekê re heta navê di avê de, di celb û cinaqê de dimeşiyan. Di ser de wesayiteke leşkerên tirk şixulî û çira da hêla me. Em giş di şûna xwe de sekinîn û di pozîsyonên ne xweş de me serê xwe kuta ber hevdu xwe veşart. Şanso! Wesayit hat li ber me sekinî. Leşkeran em ferq nekiribûn, bes çitinî bi me kê keta me dizanibû dê me ferq bikin û bi ser me de bireşînin. Bi qasî nîv saetekê wanî, em di avê de man. Dengê leşkeran ewqas nêzîkî me bû ku me newêribû em nefesê bidin bistînin. Herku wext çû, çongê me sist bûn di avê de. Omdiya me ya xelasiyê êdî dûrî me diket hêdî hêdî. Çend sivîlên wan çaxana leşkerên tirk li ser sînor kuştibûn hatin ber çavên min. Loma teslîmbûna me ne saxî û silametiya me bû. Qaçaxçiyên gundê me.. Venaşêrim, giriyê min hat.. Min got ''Ê te jî heta vir bû Imero'' Zaroktiya min hat bîra min, diya min, bavê min û çend tiştên din ên ku niha nêne bîra min.. Belkî nola wê strana Ahmet Kaya, keçikeke me dev û lêvên hevdu gez kiribû. Paşê ku Xwedê go ''yellah'' û wesayita leşkerên tirk şixulî çû..

Nikarim û naxwazim dewam bikim.

Silav û gulavên te aciz dikin.

Omeros

Min ê ji te re bigota...


behr, li pişt kaşekî, ji me bi wê de bû, qaqlîbaz didan rê û bi vir de dihatin. ez neşîyam: min ê ba dirêjî te bikira, pê re ji xuşîna nava pelan qametek û elîfek. şev tarî bû, hîva min û te hema hema têrxwarî, ezman bi hîvronê nîvenîv ronkayî. min li ber xwe kom kir: ji her tiştî û her kesî hew hinarek bi para min ket, mêxweşîya wê: bi têra çîrokên min û heft bavan yek li pey a din hûnandî. min rê û rêwanîyek tê de nedît an na min ê ji te re bigota. xirr milkê payîzekê bûn, xirr şûştî, pak.


Birûsk Aryan
Îlon, 2016 - Stenbol

XWESERIYA ÎNSÊN

Omer,

Ez neqehirîm tabî ji ber derengketina nameya te. Bi xêra te min jî hinek tembelî kir. Wek min di nameya xwe ya berê de jî gotibû, lazim e ku ez beriya te bimrim. Wer guman dikim ku ez ê zûtir bimrim. Jixwe te yê ji nameyên min têderxistibe ku du tiştên pir î pir nêzî min hene: Yek jê tenêtî ye, yek jê jî, nav ne lazim lê mirin e. Loma ji kerema xwe dilteng nebe gava ku van herdu mîratan her çendbare bikim. Lê heta ji min bê, dikim behsê nekim. 

Îro Yusiv behsa meseleyeke gundiyên xwe kir, yeka bêedeb. Ez ji kenan kerixîm. Lê ez ê li vir qal nekim, çimkî fedî dikim, bila bimîne careke din. Tu Yusiv dikî jixwe, Yusivê me, te nimreya min dabûyê, ê hatî mala me, ê xwediyê duçerxeyeke reş î mezin. Li odeya xwe jî diajo. Wer jê hez dike. Ez ji kengî ve li duçerxeyan siwar nebûme. Bala min lê ye te tu duçerxeyek nehiştiye ku fotrafê wê û siwarçakên wê negirtibe. Welle helal bît. Dosyeyek xweş jê çêbûbû. Ka niza' em jî ji xwe re duçerxeyekê bikirin û pê bigerin? Zarokên xelkê bi vê mîratê temamê dinyayê tewaf dikin. Gelek tiştên xweş hene ku meriv bike, bixwe, bikire lê pere tune ye ezbenî. Ji bo duçerxeyeke xweş î saxlem lazim e hezar û nîvekî te hebe. Ewqas pereyê te heye? Ecêb e lê ez jî çi dibînim, dibêjim niza' em jî wiha bikin, filan bikin, lê soxî tu tiştî jî nakim û rûdinim cihê xwe. Zêde dilê min dibije tiştan, yekî diltenik im. 

Bi rastî jî min ew camêrên te rêz kirî nebihîstine. Te çawa zanî haya min ji wan tune? Zîreko. Niha li Mukim Tahir, Kapuyu Çalan Kimdir guhdar dikim. Lê tiştek zêde ji gotinan fam nakim. Îro rastî videoyeke protestoyê ya Ferhad Pîrbal hatim. Min di cihekî de xwend ku ev protestoya wî ji bo heft çalakgeran e ku hatine girtin. Lê di axaftina xwe de jî qala kitêbxaneyê filan dikir. Hatibû mehkemeyê ku protesto bike. Polîsên wir nehiştin ku derbasî mehkemeyê bibe. Qederekê di navbera wan de pêvçûnek derket, milê çakêtê Ferhad Pîrbal qetiya. Piştî ku ji mehkemeyê derket, ji bo vê rewşê protesto bike xwe rût û tazî kir, tenê kîlotek li ser ma. Niha li Bekçi Bakır, Buradan Bir Atlı Geçti guhdar dikim. Ferhad Pîrbal kaxezek bi halê xwe yê tazî çêr û xeberên nemayî li mehkemeyê, hikûmetê kir. Kaxeza di dest xwe de xwend ku rexne û gotin li mehkemeyê bûn. Bi rastî ez ecêb mam, heyranî vê cesareta Ferhad Pîrbal mam û li ber ketim ku polîsan nehişt ku ew derbasî mehkemeyê bibe û çakêtê wî biqetîne. Nivîskarek çima xwe tazî dike? Bi ya min ji bo miletekî, ji bo desthilatekê eybeke mezin e ku nivîskarên wê mecbûr mabin xwe tazî bikin ji ber protestoyê. Heke însanek gihaştibe wê radeya xwetazîkirinê, nexwe li vir şaşiyek û xetayek heye ku ev însan xwe tazî dike. Ez bi xwe difikirim, lê ez ê nikaribim xwe tazî bikim ji bo protestokirina tiştekî. Lê rêya herî baş bo protestoyê jî, xwetazîkirin e. Ez bi xwe piştgiriya Ferhad dikim. 

Niha li Tenekeci Mahmut, Ağlama Yar Ağlama guhdar dikim. Tevî ku dilê min bi wê re ye ku kurd li her derê bigihîjin îqtidar û desthilata xwe, lê ji aliyekî ve jî baş dizanim ku her îqtidar û desthilat bi demê re dişibin serdestên xwe, dijminên xwe û dikevin şûna wî tiştê ku wan ew rexne dikir. Abbas Vali di kitêba xwe ya Kürdistan Cumhuriyeti de tespîtek pir xweş kiribû ku kêfa min gelek jê re hatibû. Digot, li cihê ku îqtidarek nebe azadî jî nabe, ji bo azadiya te çêbibe lazim e îqtidara te hebe. Çimkî li gor wî, ev hemû hewldan û mucadeleya azadiyê ji bo îqtidarê ye, ji ber ku îqtidara wan nîne loma azadiya wan jî hêj pêk nehatiye. Bi ya min ev li her derê wisa ye, li her çar parçeyên Kurdistanê jî. Loma ji ber vê lazim e ku meriv herî pêşî karibe ji îqtidar û desthilata xwe re gotinekê bibêje. Li ku fikrek serdest be, lazim e ku meriv karibe ji wê re deng bike, çimkî rexnelêgirtina herî zehmet li ya fikra serdest e. Ji bo kurdan dibêjim, ji bo Ypgê jî, ji bo Pdk û Ynkê jî, ji bo Pkkê û partiyên din jî wisa ye. Li derekê her kes bi rihetî dikare fikreke derveyî xwe rexne bike, lê her kes nikare fikra serdest rexne bike. Hingê tirs dikeve dewreyê. Li cihê ku fikra Pkkê serdest be pir bi rihetî rexne li dewlet û hikûmetê tê kirin, lê rexnegirtina li Pkkê ne ewqas hêsan e. Ji bo Pdkê jî her wisa, ji bo Ypgê jî ev wisa ye. Hemû fikr, hemû îdeolojî di esasê xwe de xwedan desthilat û serdestiyekê ne. Karê entelektuel ew e ku karibe li hemberî her cure desthilatiyan derkeve. Loma bi ya min, divê entelektuelê kurd karibe her tim mesafeyekê bixe navbera xwe û partî û desthilatiyên kurdan. Heke na, dê bi demê re bişibe wan û dê bi demê re çavê xwe li şaşî û kirinên wan bigire. Her ku ket nav wan, dê nikaribe tiştên derveyî partî û herêma xwe fam bike. Mesele ne tiştên hestên neteweyî ne, mesele ne hestên şoreşgerane ne, mesele ne safî kurdî, kurd û Kurdistan e bi ya min. Ev hemû tişt kirineke şaş, gotineke şaş pak nake. Ev humanîzm e an na nizanim, lê însanîbûn di ser her tiştî re ye. Baweriya min temamî bi tu partiyan nayê, baweriya min temamî bi tu îdeolojî û desthilatan nayê, ji ber vê her ji xwe re dibêjim û tînim bîra xwe ku, bila her tim mesafeyek min bi van hemûyan re hebe, ez ê beşdarî tu ji wan jî nebim da ku karibim rastiyan bibînim, da ku karibim gotina xwe ji hemûyan re jî bêjim. Ez bi xwe fam nakim çima însanek bi tena serê xwe nikare bifikire, biryara xwe bide, gotina xwe bêje. Însanek çima her xwe girêdayî tiştekî dike, li dû wî tiştî diçe, xwe jê re dike qurban. Însan çima fam nakin ku tu tişt ji wan ne biqîmettir e, ne ziman, ne dewlet, ne welat, ne partî, ne al, ne dê, ne bav, ne serok. Ez ê li vir terîmeke xwe zêde bikim ku ez wê diparêzim: "XWESERIYA ÎNSÊN". Slogana min ev e. Dev ji însanan berdin, bila her însan xweser be, bila her însan serbixwe be. 

Niha li Kel Hamza, Kışlalar Doldu Bugün guhdar dikim. Tevî ku min ew baş nexwendiye jî, bi ya min kesek heye ku li gor van tiştên min qal kirî ye, yanî însanekî xweser, serbixwe ye. Ew jî George Orwell e. Min kitêba wî ya Katalonya'ya Selam sîparîş kir, dê van rojan were. Noam Chomsky gotiye kitêba wî ya herî girîng e. Ez bawer im li ser van meseleyên me qal kirî hin gotinên wî hene. Car bi car ez ê hin hevokên wê ji te re binivîsim. Ku min xilas kir ez ê ji te re bişînim, tu jî bixwîne. Kitêb jixwe nû ye di tirkî de. Ez dibêjim qey ev cara pêşîn e di nameya xwe de siyasetê dikim. Bila be, lazim e meriv carinan wê jî bike, bila ew jî hebe, herçî serê me biêşîne jî. 

Mala te jî ava be, gelek caran têyî Mêrdînê lê haya min qet jê çênabe. Êdî xeberdanên te jî bûne wek ên Mêrdîniyan, wer, bik, biç, bixw, her. Îro hinekî sartir bû dinya. Bayek cemidî dihat. Îro jî derneketim derve. Ev yek xirab e. Lazim e ez derkevim. Min bala xwe dayê, ez di nameyên xwe de gelek şaşiyên zimanî dikim. Piranî gava aciz dibim, nivîsa min xirab dibe. Lê ez êdî ji xwe re nakim derd, boş berde, ma şaşî ji min çêtir in, bila ew jî wer ji xwe re bigerin. Hin tiştên din jî hene Omer, lê niha bila bimînin. Heta nameyên din, ku ji dilê min hatin ez ê binivîsim. Tu pir zêde bi dîsiplîn û sîstematîk dinivîsî. Ez fam nakim çima her dibêjî silav û gulav di dawiya nameyên xwe de. Tu uslûbê ji xwe re pir dikî derd. Helbet, gava yek lütfen bibîne di dawiya nivîsê de dê bêje Omer, yek silav û gulav di dawiya nameyê de bibîne dê bêje Omer, lê ez aciz im, ji uslûbeke diyar aciz im, ji kerema xwe her tim nebêje silav û gulav, bêhna min teng dibe. 

Şeva te bimîne xweş.

Înan

15 Ekim 2016 Cumartesi

Zeman dibe, bila bîne zeman!


Înanolo,

Dizanim, te niha ji ber bersiva dereng xwe ji min qeherandiye lê ancax.. Keriyek karên min ketibûn ser hevdu, min hîn heta vê saetê jî kar bi seri nekirine, bes min got ''De dinya mirin têde'' û muzik vekir û li ber nameyê rûniştim.

Mukim Tahir guhdar dikim Înano, Bekçi Bakır, Tenekeci Mahmut, Kel Hamza û Kazancı Bedih.. Çend giregirên musiqiya Rihayê.. Ji nêv van giyan ez dibêm heta niha te tenê navê Kazanci Bedih bihistiye û tenê ew guhdar kiriye, ne? Ew navên min berî Kazancı nivîsîne giş hosteyên Kazanci ne, bi dengên xwe yên pir xweş xezelxanên mezin ên dewra xwe ne. Fuzulî, Nebî, Bakî û nizam kî kî bi hemû rêzikên dîwanên xwe li ser zimanên van in di stranan de. Me heye Zubêr Salihek, Sebahul Xeyreke Mela kiriye stran em sed carî guhdar dikin.. Ha, em heqê Reşid Sofî jî nexwin. Bes tu were tehma van xezelên musîqiya Rihayê ji min pirs ke: ''hüsnün senin ey dilber nadide kamer mi / hûri misin ey afet-i can yoksa beşer mi / gördükçe seni tazelenir sanki hayatım / sensiz bana bu can û cihan zerre değer mi'' De vê bixwîne û rûne mîna helbestnedîtiyan helbestekê binivsîne. Ne lazim.

Xuya ye tu ji xwendekariyê pir aciz bûyî Înano. Ka ez bi kû de herim lê? Neh sal in li zanîngehan êsîr û evdalê pola yekem im wer. Min pola duyem bidîta law carê. Qey wê dewam jî bihata. Hevalên min zanîngehek qedandin, yeke din jî bi ser xistin. Ji min re behsa her tiştî bike lê behsa royên bêpere ên xwendekariyê meke lo.. Çiqas rezîlî û feqîrî be jî xwendekarî, wexta ku karek dikeve dest meriya û meri nagêhîje ti tiştî ji tiştekî re wext namîne, meri pir bêriya wan royên xwendekariyê dike wele. Mesref ji berê pir pir zêdetir dibe, berîkê vala dibê ''Xwezi bi wan royên xwendekariyê..''

Min ew porê te yî zer bi dilê xwe yî din ve girêdaye, venabe jê Mîhrîban. Çiqas straneke xweş e lo ew jî, çiqas helbesteke dil diderizîne ye. Ez jî tim behsa muzîk û helbesta tirkî dikim ne? Ê law ne kurmancî ne tirkî ne xema min in lo. Dev jê berde Înano, em dîsa bi heftûheştûneha duzimaniyê nekevin. 


Guhê Zemên
Ez ji te re wêneyekî ku min di dolmişa Mêrdîn - Diyarbekirê de girtiye dişînim. Heyat ne ewqas dirêj e, û bi min niha em li dû tiştên pir boş, pûç û vala dikevin. Em ê bimirin lo, tuyê berî bimirî yan ez?

Silav û gulavên ketinê hîs dikin.

Omeros

13 Ekim 2016 Perşembe

Keştiya min a bayê şikestiye

Omer, çavê min,

Gava din ji facebookê hatim, albûma ku min bo Kek Nûhat Deştî şandî gihaştiye ber destê wî. Pêşî û tenê wî pê derxistibû ku hevpeyvîna bê bi Abdullah Koçal re ye. Hevpeyvîna Evdila pir hat xwendin, di demek kurt de rekor şikand. Xwendevan mesajeke pir eşkere dide: Evdila ji bo Xwedê vegere! Heger van nameyên me dixwîne, em jê re bibêjin vegere, qe nebe blogekê veke û carinan ji me re nameyan binivîse, em jî ji te re. 

Her ku didime xwe zûtir ji te re binivîsim jî, lê dibêjime xwe hela bisekine, bila çend tişt biqewimin filan. Lê tiştek naqewime, her heyata min a tektîp û tekreng. Têm mala xwe, dikevim odeya xwe û xwendin, razan û têketina sosyal medyayê. Îro ji bo kitêbên dersê û kitêbên xwendinê, serî li du malperan da. Yek Pirtûkakurdî bû, a din jî Eganba ye ku min çend roj berê bi pêşniyaza Şerîf lê nihêrî. Bi rastî jî kitêbên wê li gor piraniya malperên din erzantir in. Ev yek baş bû. Bes min nekarî kitêban bikirim, digot qerta te ya krediyê nayê qebûlkirin filan. Min mesajek ji wan re nivîsî, li min vegeriyan, gotin tu tenê dikarî bi rêya kredi karti û hawaleyê bixwazî. A min qerta xwendekariyê ye, herçî malperên din bûn ku min ji wan kitêb dixwestin, hemû jî bi vê qertê dihatin kirîn. Lê mîrata Eganbayê qebûl nekir. Min kir nekir hawale jî çênebû. Welhasil ez ê sibe dîsa biceribînim, ku hawale jî çênebû, ez ê ji malpereke din bixwazim. Pere pir diçe Omer, wek avê, tu nikarî rê li ber bigirî. Meriv xwendekar be, qîmeta pereyan pir e, xwendekar giş feqîr in lo. 

Welle tu pir jêhatî yî, milet li ser te belgefîlman jî çêdike. Ê min ez mame hikmeta Xwedê de, kurmanc di dewleta dinê da. Ka çawa meriv carekê dikeve nav sînemayê pismam? Ma wiha rihet e? Ez têkevim sînemayê jî, edebiyat ji bo min her navend e. Li gelek deran dibêjim, heta niha min çi tiştên derveyî edebiyatê kiribin, di esasê xwe de min hemû ji bo edebiyatê kirine. Xwendinên dîrokî, wêneyî-resimî, muzîk, sînema, spor, mîmarî, sosyolojî hwd., hemû ji bo edebiyatê ne. Her tişt ji bo edebiyatê ye. Edebiyat di ser her tiştî re ye, navend e, tiştên din hemû di xizmeta wê de ne. Heke şiyaneke edebî nîbe, heta êvarê xweş binivîse, xwe biçirîne, boş beredayî ye. Mesele çîrok e, heke çîrokeke te hebe ji me re behs bikî, nexwe binivîse. Îsal sala dawî ya zanîngehê ye û bêhna min pir teng dibe. Nizanim ez ê çi bikim. Hema dixwazim tiştekî xêrê derkeve pêşiya min û ez vê zanîngehê biterikînim. Mesela rêya sînemayê derkeve pêşiya min, ji bo wê dikarim xwendina xwe biterikînim. 

Îro di dersa şerha metnan de em li ser şi'ra Mela ya Newaya Mutrib û Çengê sekinîn. Ev çarîna wî ya ku ez ê binivîsim pir pir xweş e û îro pir li ber ketim ku şiyana min a resimkirinê qet nîne, an min ê tabloyeke muazzam a vê çarînê çêbikira. Çarîn ev e: 

"Şevê zulmat û deryayê ji mewcan qet xeber nayê
şikestî keştiya bayê 'ecacê wê şefeq dayê

Ji herfan mah û salê ma nehat der şiklê falê ma
Kuca danendi halê ma sibikbaranê sahilha"

Yaw pismam tu ji xwe re li van rêzikan ca. Tê bêjî qey fîlmên Yüzüklerin Efendisi û Karayip Korsanları îlhama xwe ji van rêzikan wergirtiye. Lê Moby Dick a Herman Melville? Lê Tîtanîk? Ezbenî bifikire vê çarînê: Şeveke reş û tarî ye, her der xalî ye, tu bi tenê yî, kesî hay ji te nîne, te ji bîr kirine, keştiya te ya heyatê şikestiye, ba ye, bager e. Ev çi şop û aşopeke mezin e ku Mela çêkiriye. Wek kurdekî meriv sed salî jî bifikire, dev ji van rêzikan berde, dîmeneke wiha di xeyala me de cih nagire. Dê neyê xewna me jî. Li vir dîsa tenêtiyek heye, tenêtiya di nav behreke bê ser û binî de. Xwezî ji xêra Xwedê re resamek bûma û min tabloya vê çarînê çêkira. Lê heyf û korayiya çavan, ne zanim xweş resim bikim û ne jî zanim xweşik binivîsim. Tu yê pê derxistibî, Selîm Temo wê helbesta xwe ya mûhteşem ji vir girtiye. A bi navê Keştiya Bayê. Bi rastî navekî pir xweş e. Beriya wî Rojen Barnas jî bi vî navî helbest nivîsiye. Gelo em jî çîrokeke bi vî navî binivîsin çawa bikin? Berra kitêba min a Eski İstanbul Kürtleri a Rohat Alakom bi Kek Selîm re ye û fedî dikim jê bixwazim. Hindek kitêbên min cardî li cem hevalan e, her fedî dikim bixwazim. Kitêb jî wek tizbiyê ne pismam, carekê ji dest te derket, pir zehmet e ku li te vegere. Lê tu vê kitêbê bixwîne, gelek agahdariyên xweş tê de hene, dê kêfa te jê re bê. Ez ji xebatên Rohat hez dikim, ji ber ku bêtir qîmetê dide dîroka şexsiyetan. Ev yek pir baş e. 


Van stranên xweş bo te dişînim. Tam li gor çanda meyxaneyê ne, xwezî me bikaribûya li ber şûşeyên araqê li bin guhê hev bixista. Înşele rojekê. Niha bi xatirê te. 

Înanolo