30 Haziran 2017 Cuma

Rêwing

Merheba Omer, 

Ez hêj neçûme Parîsê lê dikim ku sibê herime Stenbolê. Dîsa wek rêwingekî ketim ser van rêyan. Berî her rêwingiyê xem û hizn miheqqeq heye. Her tim em dibêjin bi rê kevin û biçin ji van deran, lê dilê rezîl wek nanê sêlê ye, geh halo ye, geh wilo ye. Hefteya din jî ez ê lêxim û biçim Parîsê. Heger min tiştên xweş dîtin ji xwe ez ê binivîsim, ger min nedîtin jî tu binivîse.

Wê rojê bi ber guhê min ket ku germiya Rihayê gihaştiye 60 derecî, min bi xwe bawer nekir, lê tu nabêjî rast bûye. Ma tu ne li Diyarbekirê bûyî lo? Te çi zû lêxist bo Rihayê? Tu jî di cihê xwe de nasekinî, roj û şeva te hev nagire. Heta cejnê jî ev der hênik bûn, êvarê em dicemidîn, lê piştî cejnê her çi bû dinya wer germ bû. Li gor gelek kesan û li gor diya min, ew hênikahiya Remezanê ji ber xêr û bereketa rojiyê bû. Ma ji bo çi Xweda di nava havînê de hewayeke hênik bi ser me de bîne? Mala te ava Remezan, her çiqas em rojiya te negirin jî. Niza' min ji te re gotibû heta niha tenê min nîv dan rojî girtiye? Bi rastî dibêjim. Deh diwanzdeh çêbûye herhal. Min got ez bigirim, lê piştî nîvro min rojiya xwe xwar. Te dî ji bo zarokan jî dibêjin, nîv dan rojî bigirin, du heb nîv dan wek rojeke sax be. Tevî vê jî min gelek ji remezanê hez dikir û min digot min rakin sihoran, hem sihoran min dixwar hem jî bi roj. De ka ev şeytanî li ku heye? 

Piştî vê paragrafa jor min navber dayê û bi Birûsk re axivîm li ser telefonê, bi qasî nîv saetê. Gelek meh ketin navberê ku em bi deng qet neaxivîbûn. Me got belkî li Stenbolê em hev bibînin, lê ew ji wir vegeriyaye. Qey ku ew jî rojekê hat Parîsê, belkî em li wan deran hev bibînin. Birûsk dibêje ger tu çûyî Parîsê li ser Youtubeê kanalekê ji xwe re veke û ger û geştên xwe bi vîdyoyan nîşan bide, hem ji nivîsandinê rihettir e û hem jî bêtir balê dikêşe. Tu çi difikirî pismam? Ma rewaca nivîsê wekî berê nema? 

Min digot belkî çend tiştên din jî ji te re binivîsim, lê min ji bîr kir Omer. Qey ne tiştên ewende muhîm bûn herhal.

Çiravêlk.

Înanolo

29 Haziran 2017 Perşembe

Derece

Înanolo,

Bajar disincire ji duhinî ve, me li Riha 60 derece jî dî yanî. Meraqa Rihalîyan ew e ku derece bibe 63 û ew bêjin plakaya me û germa me nola hevdu ne. Xwedê merîya ji aqilî şêrîn mehrûm neke.

Duhinî ne pêr xalekî min rehmetî bû. Meri tim bi mirinê re dibê dinyake boş û betal e. Lê ê min ez êdî qulibîme ser fikreke din: Ne dinya, lê însanên va erdên me esas însên zinaqî dikin. Xelasî çûyîn e, gerek meri rabe bi rê keve. Hêza xwe dikim, lê dibînim ku ew ne ez im. Ketime çinku. Li gor salên berê ez îsal pir ketim. Çê xerab zanî meseleyên min. Li vir dupat sêpat nekim.

Va nebû tu herî Parîsê û ji wir mektûban binivîsî? Ji wir behsa tiştên xweş bike lo. Na na, ne keçik, bira Serayê me reş û hêşin neke paşê. Ha pardon, bi tîpên mezin bû ne nav? Tu mezin binivîse lo.

Vegerim ez xwe nebînim pismam, vegerim.

Farîn 

25 Haziran 2017 Pazar

Ez ê xwe ji nava salan vedizim.


ji roja ku min xwe dîtiye û ez bîr dibim, camêr li wir, li ser kursîya xwe ya sor a plastîk daniştîye. li ber tableya xwe ye, ya ku dezgeyek bi ser ve ye. bi sala ye ew dezge wek xwe ye, mûyekî jî naguhere: dendikê berberoyan, ê zebeşan,  qidamên mêrdînê, nokê bişekir, festiqên entabê, çaqmaq û çendek kelûpelên din ên bi dezgeyê re li hev tên. lokisa ku bi qiraxekê ve hilawistî dike ku zivistanî çaxa ku ceryan ji ser birîn şewqeke biçûçik a sor bînahîya wî ronî bike û peyayên ku bi şev ji ber acizîya dinyê ditengijin û destê wan di bêrîkên qapûtê wan de, xwe li çirav û baranê diqelibînin, dagerin nik wî û qet nebe kovikek qidamên germ bikirin, pê ber dilê xwe bigirin. tebatî çawa têyê? ji ciyê xwe naleqe, berê sibeyî li wir e, şev nîvê şevê dîsa li şûna xwe ye. rûdinê. mala wî li kaşî ye, sibeyî ji kaşî tê xwarê û şevê bi berejorî ve hildikişe kaşî, tebleya xwe ya bi dezge dide ber xwe. sibê eyd e, ez ê xwe ji nava salan vedizim, ji toz û ecacê bişom û nîvrokî di wê kelagerma bênhçikîn de biçim ji tebla wî ya ku bi sîwaneke algîdayê taldeyek jê re çêkiriye kovikeke tijî dendikên zebeşan bistînim û ji wan deveran derekê jî qolayek a reş, ligino qurban li ber wan darên her baxil dimînin mexel werim, vê fesadîya ku min li ser wî nivîsî vêca jê bibim, sîl bikim.  

Birûsk Aryan 
Hezîran, 2017 - Dinêser

24 Haziran 2017 Cumartesi

Şîretneker

Merheba Omer, 

Ez bawer im tu qala wan xarên camîn dikî, ên cîncoqî. Li gor Wîkîferhengê xar û cîncoq (dîndoq) ji hev cuda ne û mezin bi xaran û zarok bi cîncoqan dileyizin. Wer xuya ye xar yên mezintir in û ji kevir in, cîncoq biçûktir in û ji cam in. Ez baş bi wan cîncoqan dizanim. 

Di wexta me de zarokan û gencan pir pê dileyistin. Lê me ji wan re jî digot xar. Ma jixwe ziman her ku diçe wan sînor û nûansên peyvan jî ji dest dide û xwe li rihetiyê datîne. Mesela gava ku em dibêjin ev masî ye, ji bo me ne ewqasî girîng e ka kîjan masî ye, navê wî yê taybet çi ye. Bi ya min ev ne meseleya asîmîlasyonê ye jî, di her zimanî de bi vî awayî ye, her ku diçe em xwe bi xwe tûrikê xwe yê peyvan kêm dikin, nifşê nû bi xwe vê dike. Li gor lêkolînan jî peyvên ku însanek di rojekê de bi kar tîne 200-300 heb in. Loma gelekî normal e ku însanek sî-çil zimanan bizane, çimkî ji bo hînbûna zimanekî hewce nake meriv ferhenga wî zimanî ezber bike, ji her zimanî meriv du hezar peyv zanibe, aha ji te re hînbûna ziman. Teoriya herî popûler a li ser zimanan ew e ku hemû ziman ji zimanekî çêbûne û berbelav bûne, ev dibe teorî an na nizanim, lê wer hest pê dikim ku dê ev hemû ziman rojekê dîsa ber bi hev werin û dê hemû kes ji hev fam bikin bêyî wergerê. Ev qelsbûna ziman nîşan nade, a herî girîng peywendî ye, piştî ku me ji hev fam kir, ha te bi 2000 peyvan derdê xwe got, ha te bi 200 peyvan derdê xwe got. Mesele ji kû hat û ji ku derket nizanim, lê bi ya min bi 200 peyvan jî edebiyateke mezin tê avakirin. Nivîskarê ciwan gelek caran dikeve nav kompleksa ziman (wextekê ez jî tê de) û dixwaze hemû ferhenga kurdî di berhemên xwe de bi cih bike loma qîma xwe bi 200 gotinên rojane nayîne. Lê halbikî hemû mesele çîrok e, ger çîrokeke te hebe ji me re qal bike, hewce nake kes li kesî artîstiya ziman bike. Û ma edebiyatek tenê bi biwêj û gotinên pêşiyan pêş dikeve? (Lê divê ez bêjim ku ji xwendina ferhengan jî pir hez dikim.)

Vêca pismam, di wê çaxa zarokatiyê de gelek navên lîstikên van xaran hebûn lê niha nayên bîra min. Wê çaxê xarên kê pir bûya forsa wan jî pir bû. Ê min xarên min ne zêde bûn. Ê min ji ber ku min her xwe kêm didît, di hemû lîstikan de jî min xwe kêm didît û bi rastî jî ne şareza bûm. Ev hemû xwekêmdîtin û bêcesaretî wer xuya ye ji dema zarokatiyê maye ku hê jî tesîra wê li ser min heye. Ê me li cem me kes nedigot lîstika xaran qumar e, bavê te neheqî li te kiriye, divê ji ber vê neheqiya xwe lêborînê ji te bixwaze. 

Duh min porê xwe qusand Omer. Temenê min bîst û sê sal e, û bîst û sê sal e ku malbata min qarişî porê min dibe. Ji sê gotinên wan yek, por e, û vê dawiyê rî jî derket. Wer xuya ye ez çi jî bikim dê ev por ne bi dilê wan be. Ez aciz bûm êdî, rayekê li min bike.

Tu ji min şîretan dixwazî lê nabêjî pêşî şîretan li xwe bike. Her çi jî be, em hîn bûne ku xwe biwestînin û her derê xwe biêşînin. Mesela çendak berê diranê min ê bîstsaliyê derket û ma ne îşê goştê ser diêşiya. Wer dixuya ku îltihab girtibû. Ez çûm dixtor, got divê tu bi emeliyatê rakî. Du îlac ji min re nivîsîn, got bi qasî demekê dê êşa te bikuje lê paşê dê dîsa dest pê bike. Ez pir aciz bûm, min got ev ji serê me kêm bû. Ê min jî stûyê min û pişta min ne saxlem e pismam, tev ji ber vê mîrata xebatê. Mesela li masûlkeyên xwe yên lawaz dinihêrim û li ber dikevim ku ez çima hinekî din ne xurttir in. Ji min şîretan nexwaze pismam, em besî xwe ne. 

Înanolo

22 Haziran 2017 Perşembe

Girgamêş-Cerablus

Înanolo,

Min li risma te şandî nihêrî û go ''Himmm, dêmek vana ne..'' Niha hat bîra min, bavî min behsa peyayên berê û lîstina wan a xaran dikir. Na vana lê biçûkên van yên cîncîqî, gurle, te qe bi wan lîstîye Înano? Zarîyan gî dilîstin li mehela me, min jî rokê du sêkên xwe kirrîn ku oynekê bilîzim, lê bavî min bi ser min de hat. Gurlê min avêtin hêlekê û du sîleyên tîng bi min vedan. Çira ku qûmar e.. Loma, sal û zeman derbas bûn di ser re, ez hîn jî îskembîlan, kaxetan, tawle mawleyan nizanim bilîzim. 


Te bi behsa eskerîyê ez tirsandim Înano. Li benda eskerîya bedelli me. Pistepist e, dibên hikûmet îsal wê wîne, lê seba ku pişta me qewîn be bi vê îdiayê, lazim e ji pistepistê derkeve bibe pitepit. E nizam ez niha qaçax im yan na. Li hêlekê jî seba eskerîyê qeyda xwe ya hiqûqê tim nû dikim.

Du salên berê bû. Ez û rojnamevanên Amerîkî, seba raporteke li ser DAIŞ'ê li Eyntabê bûn. Em li ser sînorê Girgamêş û Cerablusê çerx dibûn. Me xwe dabû ber, ala DAIŞ'ê ya ku bi rastî jî xofê davêje hindirî însên ji pir nêz ve kişandibû û tirsa me ew bû ku DAIŞ jiber hevala me ya jin ya porzer bi ser me de qurşînan bibarîne. Tiştek nebû axir, lê şor ne ew e. Bi şev em vegerîyan otêlê. Di zotka sibê de telefona oda min lêket, min vekir, xêr e.. Ji resepsîyonê telefon kiribûn, dengekî xort î kubar go, polîs li jêr li lobîyê li benda te ne û birrî. Ez pir tirsîyam law Înano.. Min go, de herre gî temam bû, sûcê min î DAIŞ'î ji min kêm bû. Polîsan go, tu niha qaçax î eskerîya te derbas bûye, min go ez xwendevan im. Ji min re gotin lazim e ez herim B5 bû C5 mû nizam nav çi bû, ji zanîngehê bistînim û bibim şûbeya eskerîyê. Axir min çû hal kir belge. Ez nizam heta çi wextê tecîl bûye, bes belake pîs e herku emrî merîya derbaz dibe tirsa çûyîna eskerîyê jî du qat zêde dibe. Ku bedelli derkeve çiyê min hebe nebe eze bifroşim û pê xwe jê xelas kim.. Çi dirêj bû la va paragrafa..

Stûyê min diêşe. Histî mi dêşê. Înanolo, ka çend şîretan li min bike û bêje bes xwe bi meseleyên Kurdî-Tirkî û standart-devok bikuje. Mirim law, xwe bi xwe li canî xwe ezabê dikim bêmane.. Offf. 


Farîn

Tecîl

Merheba Omer, 

Piştî ku min îro wêneyê xaran di rewşa xwe ya Whatsappê de belav kir, gelek hevalan razîlixa xwe ji bo van xaran pêşkêş kirin û gelekî kêfa wan jê re hat. Mala wan ava be, çend dostan jî xwest xebatekê li ser van xaran bikin û vê hunera jibîrbûyî ji nû ve bidin naskirin. Her ku diçe gencîneya kurdî bi ser rûyê avê dikeve û nifşê nû ji vê gencîneyê bêpar namîne. Arşîv ezbenî, arşîv. Pêşî, perwerdehiya arşîvkirinê lazim e. Aha va ye wêneyekî van xaran ji te re dişînim.




Duhî ez çûm Şûbeya Eskeriyê ji bo ku eskeriya xwe du salan tecîl bikim. Gava ku ez zarok bûm min digot ez nagihîjim ser eskeriyê dê dewleteke kurdan ava bibe û ez ê ji vê eskeriyê rizgar bibim. Lê wer çênebû vêga û wer xuya ye ez ê dawiya dawî eskeriya Tirkiyê bikim. 

Min digot qey piştî mezûniyetê jixwebere eskeriya meriv du salan tecîl dibe, lê ne wisa bûye. Ji min dîplomaya eslî û du fotokopiyên wê xwestin. Memûrê li şûbeyê, ku diyar bû kurd bû, wekî her saziyên fermî tiştên li ser beşa min û kurdî ji min pirsîn, ka atamaya beşa me çawa ye, peyvên kurdî yên xirabûyî hene, filan û bêvan. Ji min kîlo û qama min pirsî, min got 1.75 heye, kîlo jî 68 filan. Di kîloyê de rast derketim, 68 kîlo bûm. Lê gava ewlekarê ber derî qama min pîva, min dît ku 1.72 me. Ez li ber ketim ku qama min kintir derket. Xwezî qama min 1.80 bûya û kîloyên min jî nêzî 80 filan. 

Li şûbeyê gotin here Sağlık Ocağı, cem hekîmê malbata xwe, vê formê bidiyê bila te muayene bike, formê hilde weyne. Sağlık Ocağı nêzî mala me bû, bi qasî 5-6 mehan vebûye, lê qeyda min ne li ser wir bû, min qeyda xwe anî wir û muayene bûm. Doktor go tu çawa yî baş î û tavilê li formê nivîsî ku ez baş im, ti nexweşiya min a ku ji eskeriyê re bibe asteng tine ye filan û bêvan. Ez şaş mam. Lê axir zû nivîsî û ez jê xilas bûm. Piştî nîvro hatim şûbeyê ku formê teslîm bikim, lê ji telebextê min re sîstem tinebû û ez vegeriyam. Îro sibehê cardî çûm, çend deqeyê ewil sîstem cardî tinebû. Piştî ku hat form ji dest min girtin, ez tirsiyam ku pirsgirêkek derkeve û eskeriya min tecîl nekin ji ber ku min di pirseke wan de cihabeke şaş dabû wan û min gotibû rojê orteleme sê lib cixare dikêşim, halbikî car hebû min çend mehan cixare nedikişand û bila di mehekê de du sê cixare min kişandibe an nekişandibe.

Tirs û xeyaleke min a din jî ew bû ku li şûbeyê min desteser dikin û bi zorê dişînin eskeriyê. Ayhoo, mirin xweştir ji wî halî. Min xeyal dikir ku min desteser dikin, bi makîneyê por û riha min jê dikin û dibêjin yellah eskero. Lê ew tirs û xayala min nîvco ma, wan belgeyek da dest min û got tu heta çiriya 2019an tecîlkirî yî, lê divê di îlona 2019an de werî herî şûbeya eskeriyê an tu yê wek qaçax bêyî hesêb kirin. Min got ser çavan. Gava ku ez ê derketima, memûrê li wir bi henekî got bi derengî nexe ha, an ew ê têra te li te bidin. Yaw heta du salan Xwedê mezin e. 

Pismam ma te eskeriya xwe çi lê kir? Tu qet qal nakî. 

Înanolo

21 Haziran 2017 Çarşamba

Şêxo

Înanolo,

Ji xar û xarmeneşan qesta te gurle ne? Di mektûba nû de rismeke xarmenaşan bişîne hele. Ez nizam ''gurle'' di ferhangê de heye tine ye? Ez li mektebê pir dereng ho bûm ku ''gurle'', ''mîsket'' in, min çend salan bi kubarî digo ''gürle''. Çito me, supper im ne?

Duh bû pêr bû nizam, Şêxo Fîlîk bar kir çû mala xwe ya nû. Hevalekî me ye xweş hebû. Fîlîk pir î kubar e, li hişkîya çîrokên wî menêre. Bêjî bi ''hişkîya çîrokan'' dixwazî çi bêjî, ez ê bêjim ''Qet, hema min xwe da nêv.'' Çîroknûsê bêbav, berî here gêrmîya meyxanê çêkir ji me re. Ez ku neh sal in feraqşo me Înano, min wer ji hevalan re şîvek çênekir çû. Ha mizgîniya min li te, Fîlîk jî blogek vekir. Nêt dike ku tiştên orîjînal di wir de biweşîne, mîna her blogerekî ku nû blogê vedike û di sêrî de pir xwe dide ber û paşê diweste disekine. Nola min û te, ne?

Azam Alî û Mercan Dede guhdar dikim. Serî min î lihevketî ye hinekî. Dibêm qey ava di şûşê de şerab e û herku qurtekê lêdixim dibêm ez jî qey Nesîmî me.

Wê xweş bibe heyat, îmkana xwe tine, rev jî.

Farîn

19 Haziran 2017 Pazartesi

Xarmenaş

Merheba Omer, 

Li ber ketim ku tu mehekê ji mekteba xwe hatiyî dûrxistin. Qey a li eniya te nivîsandî ne qeder e lê bêşansî bi xwe ye. Neke xem, qey ev jî dibihure, axir û oxir dinyaligê ye.

Min roja şemiyê lêxist hatim Bismilê. Ne wek salên berê ji bo demekê, lê bi temamî. Min kinc û kitêbên xwe dan hev, tiştên mayî min li malê, ji hevalan re hişt, û hin eşyayên din jî bo hevalên xwendekar. Roja ku ez ê bihatima, li serê rê min belgeya xwe ya mezûniyetê ya wergerandî ji bûroya tercûmeyê wergirt lê min nizanibû noter ew qas pere dixwaza ji bo van tiştan. Jixwe tev ji ber van tiştan wer bêpere mam. Mala wî ava, camêrê bûroyê ez bi erebeyê anîm heta Zîraat Bankê, min li wir hinek pere girt û da wî. Rawestgeha dolmîşên Diyarbekirê nêzî wir bû axir, di wê keleqiça germê de û di bin wî barê giran de ez ê bûbûma şirrik. 

Rawestgeha dolmîşên Diyarbekirê berê hinekî li jora Ziraatê bû, lê ji ber ku bê rûhsat bûye, qeyyûm cihê wan xira kir. Niha cihê wan kuçeya li pişt avahiya Kimlik û A-101ê ye. Cihê berê xweştir bû, lê êdî ji bo min ne xem e.  Tişta min fam nekir, heqê rê bûye 14 lîre. Evana ji Xwedê natirsin, Diyarbekir û Mêrdîn du gav in. Berê heqrêya dolmîşên Bismil-Diyarbekirê 6 lîre bû, niha kirine 5 lîre. Her wiha rêya Erxenî-Diyarbekirê ji ya Bismil-Diyarbekirê dirêjtir e, lê heqrêya wan 3 lîre ye. Helal be ji şoforên Erxeniyê re, keda wan helal e. 

Min got Bismil, lê min fam kir ku ez ji Bismilê hez nakim. Çend sal e, her cara ku têm Bismilê li vir aciz dibim. Aliyê wê yê herî baş ew e ku ji xwe re li malê rûnim heta êvarê. Tevî ku ew jî diltengî  ye. Ev şapatek e bavê min xarên keviran çêdike. Duh mn vîdeoyeke wî ya dirêj girt gava ku xar çêdikir û qala serbihuriya van xaran dikir. Kevirên van xaran tenê li gundê me hene, loma jê re dibêjin Xarên Dêrîş jî. Li gor ku bavê min qal dikir, berê ji dervê gund xelk bi dizî dihatin ku van keviran bidizin û xaran çêbikin, lê gundiyan bera wan kesan dida û nedihiştin kevirên wan bibin. Dîroka lîstika xaran (wan jê re gotiye xarmenaş) û kevirê wê li gundê me pir kevn e, bavê min ji roja ku dîtiye ev xar hebûne. Bi salên heftêyî re êdî gundî hêdî hêdî terka van xaran dikin û kes êdî nalîze. Dibe ku ji ber rewşa siyasî ya wê çaxê jî be. 

Li gor ku bavê min qal dikir, ji her rengî kevir hebûne tê de, heta hinekên bi resim jî hebûne. Pêşî parçeyek ji van keviran bi qasî kulmekê tînin û bi qasî rojek di rojan wî girover dikin. Karekî pir zehmet e. Kevirê ku pê girover dikin jê re dibêjin hestem. Bi carekê re kevir girover nabe. Hêdî hêdî kevir li hestem dixin û dizîvirinîn wek tekerî û hêdî hêdî ew perçeyên zêde dibin xwelî û diçin. Piştî ku tam girover bû, ji bo ku xar şayîk bibe, bi rûyê hestem didin û hey didin, dû re dixin nav rûnê nivîşk, ji nav rûn derdixin, pîvazên sorkirî li dora xarê didin û potekî lê dipêçin bi şertê ku qet hewa nestîne. Xar rojekê di nav potik de dimîne, herî dawî wî xarî ji nav potik derdixin û bi cihekî zivir didin. Niha li gund kes wan xaran çênake. Tê bîra min bavê min berê pir qala xarên Dêrîş dikir, lê cara pêşîn e ku dibînim bavê min xaran çêdike. Xuya ye ev sî çil sal e çênekiriye. Ji bo çêkirina xaran sebr û qaweta milan divê. Niha hin kes hene ku van xaran bi buhayekî zêde dikirin. Ez fikirîm ku belgefîlmeke baş li ser van xarên Dêrîş çêdibe, lê ka dê kî çêbike, ew ne diyar e. 

Înanolo

16 Haziran 2017 Cuma

Jan-ê Kobanî

Selam Înanolo,

Nameya te ya ji dil û dirêj ez kêfxweş kirim. Tu dikî bêjî ma nameyên min yên berî vê ne ji dil bûn, na ne werga, ya herî jidil va dibû dibêm. Loma min John Berger danî hêlekê û min got ez li pismamê xwe vegerim hele.

Min berê tu tebrîk kiribûyî ser mezûnbûna te, careke din xêrli be. Aqûbet li min be dibêjim lê nanî min kete teyarê. Duhinî telefona min kirin ji mektebê, min mehekê ''uzaklaştırma'' xwar. Loma nikarim di îmtihanên bütan kevim. Va sala jî wanî ji kîsî min çû yanî. De ma royên Xwedê pir in, sal jî lo.

Gerek teqez tu van meseleyên vîza mîza û erasmus merasmusê li ser bloga xwe binivîsî Înano. Min berê jî gotîye, blog cîyê weşandina tecirbeyan e. Agahîyeke biçûk î meriv dibê qey kêrî tiştekî nayê û pir dil nake binivîse jibo yekî mina min î nezan re dibe find û fener. Yanî ez çira dibêm find û fener? Ew çi artîstî ye, dibe rêber û ronahî? Offff, em pir pêda darin lo, ez.

Eyba reş, fedîya giran min hîn Kobanî'ya Jan Dost nexwendîye lê wê du sê şorên min jî hebin ser vê meselê 


Min belkî berê nivîsandibû, min Jan Dost di sala 2008'an de, li Stenbolê bi Mîrname'ya wî nas kir û ez bûm heyranekî wî yê ku qet terka wî nake. Piştî Mîrname'yê dostanîyeke me ya wer xweş li ser mailê çêbû. Pir paşê ez pê hisîyam ku ji hêla me ye û ustadekî devoka me ya Sirûcê ye jî. 

Elbet herkes li gorî tarza xwe û dilê xwe yekî diecibîne, li ba min çi bigir heta ez bimirim kê pîrê edebîyata me Jan Dost be. Tesîra dilketina di salên ciwanîyê de heye bêguman di vê yekê de, lê ne tenê ew e: Mêrik rûdine li ser romanên xwe dişixule. Tehmûla xwe belkî bi kesî û tiştekî tine lê wexta meriv wî dixwîne, meriv dibîne ku bi sebr û sebat nivîsîye, bi detayên çûçik î tewrî çûçik re î serî xwe pir êşandîye.

Ji derdora me ya wêjeyî hin kesan heyranîya min ya bo Jan Dost zanibûn û çend caran di ser siyaseta wî re li wêjeya wî xistin. Ne heftûheşt, ne şeşûpênc, min li cem kesî berevanîya Jan Dost nekir, lê ez ji wê derdora wêjeyî tam sar bûm, min xwe dûrê da da da û nola te gotî, min go jehr têde be û vekişîyam ketim hindurê sarûnca xwe ya sar.

Jan Dost, çi wext dest bi nivîsîna romana Kobanî kir nizanim lê jiber ku ji Kobanîyê ye ji destpêka herbê ve şer şopand û demeke dirêj jî dokument top kirin. Wexta ez li ser hidûda Sirûc û Kobanîyê bûm car caran me di ser Viber'ê re ji hevdu re dinivîsand û min yek yek foto jê re dişandin. 

Ez ne şaş bim behsa defterên xwe yên li Mehla Seyda mayî kiribû carê. Çinku tê bîra min, wexta ez çûmî Kobanîyê hîn şer giran bû û min xwestibû ez herim mala wan bibînim û defterên wî jî xelas bikim. Şervanên YPG'ê wê çaxê gotibûn ku li wan hêlan bombe û mayînên neteqîyayî hene hîn û ez bernedabûm. De, tu were li hezkirinê binêre, deftereke min jî di wê çûyîna min de li Kobanîyê wenda bûbû.

Dîsa carê ez û jineke ku jibo Washington Postê dixebitî li gundên Sirûcê çerx dibûn. Navî gund niha nê bîra min, li şerqî Sirûcê bû, tazîya şervanekî YPG'ê hebû li wir. Seba jinik fotografan bigire em çûnê. Qîzkeke çûçik î ku awirên wê tew ji pêş çavên min narin, xwe bi dawa dîya ve zeliqandibû li me dinêrî. Min bi dizî wêneyeke wê girt û ji Jan Dost re şand. Tazîya kê ye ne kê ye, derket ku şervanê hatîye kuştin hevalê wî yê zarlixî ye û cîranê wî ye. Gotibû ''Annnêêêê, ez nemînim'' Jan Dost, ma, roman nivîsî.

Xêncî wan fotograf û xeberdanên me yên li ser Viber'ê, jibo tarîx marîxên dîyar û bûyerên li hêla Sirûcê, min rojnivîskên xwe yên wan rojan jî jê re şandin. Nizanim, ku di wê romanê de bi qasî serî derzîyê jî faydeke min hebe, ezê pir kêfxweş bibim. Bes çû filîtî, redaksîyona wê romanê min nekir.. Careke din, min di şansê xwe yî wêjeyî de.. 



Rast, meseleya me ya ser Bavê Moro jî hebû. Wexta va şênîyê Kobanîyê gî hîn rabûn xwe li Sirûcê qelibandin ez û rojnamevaneke ji Şîlîyê li nêv Sirûcê digerîyan. Bi şev em pêş Camîya Ehmed Bîcanê re derbas bûn. Hewşa camîyê tije însan bûbû. Me bi çendekan re xeber da. Yekî go ''Şairek jî li vir e, wûn çira wî ra jî şorê nakin?'' Min jê rica kir û hema li wir ser Kobanî şi'rek li hev anî. Min video ji Jan Dost re şandibû, go ''Va wergî li Camîya Seyda bû..'' Hinek tiştên din jî li ser Bavê Moro gotibûn lê nêne bîra min. Rind e min video avêtîye ser YouTube, hinek wêne û videoyên min yên min wexta Herba Kobanîyê girtine ji nebalixiya min wenda bûne, dikim nakim nabînim.

Rind e em van agahîyan û nameyan jî diavêjin ser vir ne Înano? Bira nexweşîyek be nivîs me zû di tirbê ke, bira dermanek be nivîs me nû di dirbê ke. Wer nivîs.

Dem hebû, roman ji rastîyan wêdetir bû.

Farîn

Robot

Merheba Omer, 

Îro min hemû pêwendiyên xwe bi zanîngehê re birrîn û bi awayekî fermî mezûn bûm. Zanîngehê ji duh ve formek da dest min ku bibim bi çend kesan bidim îmzekirin û bi vî awayî dawiyê li pêwendiya wan bînim. Werhasil, belgeya mezûniyetê dan min ku heta demekê li şûna dîplomayê digire. Çawa ku min rahişt belgeya mezûniyetê, min lêxist bir bûroyeke tercûmeyê da ku wergerînim îngilîzî. Tu nabêjî hevalê ku li bûroyê dixebitî jî xwendekarê beşa me bû û ji Amûdê bû. Camêr gote min tu jî dikarî biçî noterê û bibî tercûmanê sondxarî yê kurdî-tirkî, ji ber ku min beşa kurdî xilas kiriye. Yanî kesê ku ji beşeke kurdî mezûn nebûbe, nikare bibe tercûmanê kurdî-tirkî birrê min! Ka ku rê ketê, ez ê biçim noterê. 

Roja çarşemê jî vîzeya min a Fransayê hat, axirkê, mala Xwedê ava... Karê vîzeyê ewqasî wext girt, qet nebêje. Ez niha fam dikim ka çima ewqas kes nikarin vîzeyê bigirin û hewl didin bi qaçaxî derbasî  welatên din bibin. Zehmet e bira, ne zehmet be jî, stresa wê pir e. Ewqas tişt ez ji ber derdê erasmûs û vîzeyê jiyam, ewqas tişt hatin serê me, ewqas pereyê me çû, lê ji bo ku ewqas tişt neyên serê hevalan difikirim ku li ser tecrûbeyên xwe yên erasmûsê binivîsim di bloga xwe de. Bi taybet ji bo xwendekarên beşa kurdî. Ka divê ji roja ewil de çawa tevbigerin, serî li kîjan saziyan bidin, çawa serî li vîzeyê bidin filan û bêvan. Ez ewqasî bi nezanî tevgeriyam, gelek pereyê min çû, lê min fam kir êdî ez ê careke din çi bikim û çawa tevbigerim. Ev hemû nezaniyên min jî ji min re bûn tecrûbe. Îja ji bo pênc mehan min sîgorteya xwe ya li Ewropayê çêkir, ger ez li wan welatan mirim, bizane sîgortaya min li pişt min e, ew ê min têxe darbestekê û bîne warê bav û kalan. Mala te ava be sîgorta! 

Pismam te qala şêraniyê kiriye, ez mekanekî şêraniyê (datlî) ji te re bêjim, ger tu hatî Mêrdînê teqez biçe datlîyekî wî bixwe, tu poşman nabî. Cihê ku ez dibêjim, li hember parka Edliyê, ji Mîgrosê bi destê çepê, min qet bala xwe nedaye navê mekan, loma nizanim. Ev datlîcî jî nû vebûye. Di rojiyê de wek firneyekê dixebite, bi qasî firneyekê însan dikevine rêzê ji bo ku datlî bigirin. Beriya rojiyê carê dihatim, li gor datliyên din meriv pê naêşe, tama wê xweştir e. 

Çend roj berê min romana Kobanî ya Jan Dost qedand. Ez hinekî şaş mam, min ji xwe re digot çawa çêdibe Jan Dost dikare ewqas romaneke serkeftî binivîse li ser Kobanî û şerê vî bajarî yê li hember DAEŞê (di romanê de wisa derbas dibe, ma ne weşanên me her tim dibêjin DAIŞ, kîjan rast e?) tevî ku ew bi salan e dûrî Kobaniyê ye û di dema şer de jî ne li Kobaniyê bû. Nexwe meriv dikare berhemeke baş li ser bajarê xwe an jî bajarekî din binivîse bêyî ku li wî bajarî be û bi salan dûrî wî be. Çîroksazî û karakterîzasyona romanê baş hatibû hûnandin, çend fokûsên cuda û guhêrbar meraqa xwendinê her bilindtir dikirin û her meraqek li min peyda dikir ji ber ku fokûsekê di nîvî de dihişt û derbasî fokûsek û sehneyeke din dibû, ew fokûs jî di nîvî de dima û derbasî yeke din, yeke din... Karakterên romanê zindî bûn, xeberdanên wan, taybetiyên wan ji hev cuda û xweser bûn, temsîla ji her çînê hebû di van karakteran de. Roman diyalojîk (pirdeng) bû, ji ber ku diyalogên kesên ji Kobaniyê û derdora Sirûcê bi devoka Beraziyan û wê herêmê bû. Ev diyalog romanê rengîntir dikirin. Wekî din ji aliyê fikran ve roman diyalojîk bû, xeberdan û hizirîna karakteran ji hev cuda bû û li gor taybetiyên wan ên şexsî hatibûn gotin. Ez bi xwe rastî mudaxeleyeke fikrî ya nivîskar nehatim. Mesela di gelek cihan de karakterên wî dev diavêtin pêşmergeyan çima ku li Şengalê wan bi tenê hiştine û "reviyane" (ez dibêjim reviyane, çimkî di romanê de jî dibêje pêşmerge reviyane), ji ber wan ji aliyê DAEŞiyan ve hatine kuştin û dest dirêjî wan bûye û mesela qala YPGê jî dikir û dihat gotin asayişa wan kesan direvîne, hin kesan dikuje û filan û bêvan. Yanî Jan Dost aliyekî biçûk nedikir û aliyê din mezin nedikir. Her wiha roman ji aliyê mekan ve jî serkeftî ye, tê de qala gelek mekanên Kobanî hatiye kirin ku di serê meriv de zindî dibe. 

Ez ecêb dimînim, beriya ku Kobanî biweşe tofan rakirin, hezar tişt li ser gotin, tiştên bêeleqe. Yaw niza ji şervan û YPGê re daye xeberan, niza dev avêtiye kî, çi kiriye, wî kiriye, virde wirde. Ê heyra ma kes ne mecbûr e ji kesî hez bike, kes ne mecbûr e ji miletê xwe hez bike. Yanî îro ro nivîskarekî me yê kurd rabe, bibêje "ez di miletê xwe nim, ez di kurdan nim, kurd nakin pênc pere, bila kurd berhemên min nexwînin tenê ez ê bixwînim" hwd, em rabin wî ji edebiyata xwe afaroz bikin û berhemên wî bêqîmet bikin? Ecêba giran, tu bawer bike, piştî çend salên din kes serê xwe bi van nîqaşan re naêşîne û wê ne di xema kesî de be ka nivîskarê wan dev avêtiye kîjan serokî, kîjan tevgerê, kîjan partiyê, kîjan şervanan. Çi ye? Tu nikarî dev biavêjî nirxên min. Çima heyran, tiştekî ji min re bi nirx e belkî ji kesekî re ne bi nirx e, ma ji bo ku dev avêtiye nirxê min, hey ev nirx namire û pûç nabe. Divê em tu tiştî fetîşîze nekin, ti tiştî dernexin asteke pîroz, divê em xwe sînordar nekin bi aliyekî. Ev nîqaşên beredayî tenê ji ber van nirx û pîroziyan diqewime. Tu tiştek ne pîroz e ji şexs wêdetir. 

Bi baweriya min xwendevanên dilsoz û baş ne kêm, pir pir kêmtir in. Îro ro xwendevanên Jan Dost çend heb ji wan ji xwe re dibêje ez dilsoz im? Gelo fikirîne ku ger rojekê Jan Dost fikrê wî biguhere û îja xeberan û heqaretan ji peşmergeyan û PDKê an jî partiyeke Başûr re bide, ji serokên wan re bide, ev xwendevanên ku îro jê hez dikin û her pesnê wî didin, ew ê dîsa ji wî berhemên wî hez bikin? Ez bawer nakim, çawa ku îro gelek xwendevanên alîgirên PYD û PKKê ji ber van tevgerên wî xeberên nemayî li ser şexsê wî dikin û wî û berhemên wî reş û bêqîmet dikin, her wiha dê wê çaxê gelek xwendevanên alîgirên PDK û partiyên Başûr jî dev ji hezkirina wî û berhemên wî berdana, dê xeberên nemayî li ser şexsê wî bikirana, dê wî û berhemên wî reş û bêqîmet bikirana, dê bigotanan ji PDKê û pêşmergeyan re daye xeberan, nirxên me pêpes kiriye, ne ji hedê wî ye dev biavêje pîroziyên me filan û bêvan. Çima ez vêya dibêjim? Çimkî, beriya ku şerê Kobaniyê dest pê bike gelek xwendevanên ku ji wî û berhemên wî hez dikirin, piştî şerê Kobaniyê êdî dev avêtin wî. Xwendevanên ku îro ji berhemên Jan Dost hez dikin û yên ku hez nakin bila ji xwe re careke din bifikirin. Xwendevanên ku îro ji berhemên Jan Dost hez dikin bila ji xwe pirs bikin, her çi jî be dê ji berhemên wî hez bikin an piştî ku fikrê wî guherî û rexne li aliyekî din kir, ew ê dev ji hezkirina wî berdin? 

Lazim e her xwendevan ji xwe bipirse, gelo bi rastî jî dilsoz e an piştî hin tiştên fikrî û siyasî yên wisa ji nivîskarê xwe sar dibe û pişta xwe didiyê? Lazim e her xwendevan vekirî be ji nivîskarê xwe re, lazim e ku bizane nivîskarê wî ne robot e û dikare rojekê bi awayekî, rojeke din bi awayekî din be. Lazim e ku bizane, nivîskarê wî yê herî hezkirî jî dikare rojekê ew şaşwaz bike û dev biavêje nirxên wî yên pîroz. Lazim e ku xwendevan ji her tiştî re amade be, lazim e ku dilsozê metnê be. Lê di civateke me ya wisa de, kî ku tiştekî seyr dibêje, lingê wî dişemitînin. Loma civateke wisa li nivîskar û hunermendê xwe ferz dike her bêdeng be, çimkî civata me ji bêdengan hez dike, ji robotan hez dike. Ez jî tê de, gelekên me her ku diçe serî li ber vê civatê datîne û dişibe robotan. Nifşek ava kirin ji robotan. Jehr tê de be.

Înanolo

13 Haziran 2017 Salı

Rokê

Înanolo,

Tu ji niha va ketîyî tirsa xwe tekrarkirinê, lê ku tu werî imrî min tîye çi'bkî? Her carê bi tecirbeyên xwe yên xerab têm ser pîyên te belkî, lê dibînim ku ji têkîlîyan bigire heta partîzanîyan, ji nivîskarîyê bigire heta rojnamevanîyan her tişt, herkes dişibe hevdu li cîyekî. Zanebûn ne lazim e seba ku meriv vî tiştî bibîne: Ku te tiştek firande jor, mecbûr e bikeve rokê. Însan e, wê bimire.

Te ji min tam pirsîne, tehm ez bêjim. Tehma devî însên tine di vê dewrê de Înanolo, acizîyê reseptorên ser zimên pûç kirine. Pir caran nên seba ku zikî min tije bibe dixwim, tehmekê jê nastînim, nola seromekê yanî. Êêê ku bifikirim bêjim, xêncî îsotê, girêz tenê bo şêranîyê bi devî min dikeve. Ji revanîyê bigire heta sitlîyê, ji tiyan re nabêm na.

Ofekufa min e dîsa, nikarim dewam bikim. Hesinne hene di qafî min de, reş dikin xerabreş dikin xeyalên min. Ezê hêsin bi sarî jî bicûm ne? Carê ketîye me!

Ka were behsa xwe bike ku tu yekî ji wêjeyê dûr î, te dixwest çi bikira?

Herim serî xwe bişom, şolom molom.

Farîn

9 Haziran 2017 Cuma

Sertêxt

Merheba Omer, 

Piştî Parîsê nizanim dikim çi bikim, lê ger derfet hebûya min jî dixwest hema kozikeke min hebûya û kes îşê xwe ji min neaniya. Ez ji betaliyê hez dikim pismam. Ne ku karekî min hebe û heta dawiya umrê xwe pê re bilî bibim. Lê ew cesareta min jî tineye ku dev ji her tiştî berdim û bidim dû dilê xwe, xerîkî heyateke bê mebest û armanc bibim. 

Rêya herî baş li ber min akademî xuya ye Omero. Di civateke wisa de belkî nebim akademîsyenekî baş, lê qe nebe ez ê karibim bi rihetî debara xwe bikim û di wextê xwe yê vala de bi xwendinên xwe yên amator (ji bo ku mebesta min baştir bê famkirin li têgeha "amatorîzm"ê ya Edward Said binêre di "Entelektuel"a berhema wî de) î dimîne keştiyeke bêrota heyata xwe bibim serî. Xulqê min ji karên bi dîsîplîn û rêkûpêk re teng e. Akademî jî wisa ye, heta ku sax bim naxwazim di xetekê de bimeşim. Mesela di akademiyê de naxwazim tenê di qadekê de bixebitim û her û her pabendî wê qadê bim. Ewqas qadên ciyawaz î xweş hene ku çênabe meriv xwe ji tam û heyecana wan bike. Ji bo ku meriv her tim di xetekê de bimeşe, qey lazim e makîne û robot be. Erê, ez ê di qadekê de nebim pispor, lê ez ê wê zewq û heyecana xwe ya hînbûnê jî ti carî ji dest nedim. 

Omer havîn e û min bêriya wan şevên berê yên havînê kiriye, wan şevên ku piştî mixurbê diçûm ser têxt li ser xênî, li ber nermebayekî min bêxem xwe vedizeland û bixwebere noqî nav çîrok û xeyalan dibûm. Lê ji ber ku nayê bîra min ka min di nameyeke xwe de qet behsa vê bêrîkirina xwe kiriye an, loma tirsa min ji wê tirsê ye ku têkevim nav dubarebûnê. Ger min bîranîneke xwe dubare kir, ji kerema xwe bîne bîra min. Îja di wan şevan de me bi lîstika sobeyê dilîst pismam. Me bi lîstika çavgirtinkê jî dilîst. Di zarokatiya xwe de ditirsiyam ku bi şev tenê ji malê dûr bikevim û biçim cihekî din. Ji ber ku mala me tam li hember goristanê bû û pirraniya diz û serseriyan li wî aliyî bûn. Erê, gelekên wan me hev nas dikir û bela xwe di me nedidan, û belkî jî ji ber vê naskirinê bû ku ti carî diz neketin mala me, lê dîsa jî tirseke min hebû û wek stargehekê bû mala me ya ber goristanê, wek malzarokekê. Ji xwe li wê malê Xwedê ez dam. 

Min nedizanî nimêj bikim pismam, tevî ku min wextekê pir dixwest, ez ti carî hîn nebûm. Min Quran jî nexwend pismam. Ger tu bêjî elîbêtik, ew jî du sê rûpel min jê xwendiye û di nîvî de hiştiye. Nasîna min a bi herfên erebî re tinebû, li zanîngehê hîn bûm. Lê tu ji min bipirsî, xwezî di zaroktiyê de hînî nimêjê bûbûma, xwezî min Quran xitim bikira, xwezî min rojî bigirta. Niha ji dilê min nayê, yekê ji vana jî bikim. Li dibistana seretayî min çend sûret ji ber kiribûn, lê ji ber ku min pêdivî qet pê nedît, xeyn ji Fatîheyê ti sûretên din tam î temam nizanim. Tew ji ber ku ji zû de neçûme te'ziyan, carinan dikevim gumanê gelo min Fatîhe jî ji bîr kiriye. Carinan bêriya wan rojan dikim. Carinan dixwazim bibim kesekî dîndar, carinan pir dixwazim baweriya min bi baweriyekê pir saxlem be. Carinan pêdiviya min pir bi wê baweriyê jî çêdibe. Lê çênabe, ew bawerî ji min diçe, bar dike. Wê rojê hevalê min ê malê got, ka em biçin terawîhê, min got tu biçe, ez naçim tiştên wisa. Ez dibêjim qey heta niha yek du caran çûme terawîhan, ew jî di zaroktiyê de.

Duh cara pêşîn min "Hindistan Cevizi" xwar, bi SERAYÊ re. Fêkiyekî wer ecêb û zor zehmet min nedîtiye pismam. Pêşî tu bi kêrê serê wê dikeritînî, dû re bi tornawîdayê di wî cihê keritandî re radikî, qamîşekî (pîpet) di wî cihî re dixiyê û şîrê wê vedixwî. Piştî ku şîr vedixwî, bi tevşo li nava fêkî dixî heta ku xêzek tê de çê bibe û biderize. Piştî ku derizî tu qalikê wê yê ser derdixî û qalikê binî jî bi kêrê jê dikî û wisa dixwî. Eyn tama Cocostarê dide, tameke cuda ye, lazim e meriv qe nebe carekê bixwe. 

Pismam ka tu ji kîjan taman hez dikî? Hêvî dikim derba ewil nebêjî tama îsotê. Gayrı resmi İsot tarihi: Haziran 2017. Pêşniyaz e, bila bibe navê nivîseke te ya din. 

Xêr û xweşî para te be. 

Înanolo

8 Haziran 2017 Perşembe

Bîna Pêncşemê

Selam Înanolo,

Ez siyaseta başûr naşopînim, ji berê de ara min û wê hêlê pir tinebû. Loma jî ez çi bêjim dike bibe texmîneke xav. Ka em binêrin Apoci û Barzanîci, heta referandumê îcar bi çi argumanên pûç û beredayî bi hev dikevin. Nefret dikim ji sempatîzanên çavsor, zimantûj û aqilnemaqûl yên her du hêlan. Nizanim, bê min ji te referandum pirs kir û tu hatî di kêrê û kêrê re derketî! Tema qafî me bûye şorbenîsk e, bibore.

Hilbijartin û referandum ne tenê yên roja Yekşemê ne Înano. Va îro Pêncşemê li Brîtanya hilbijartin e. Ê Xwedê hebînî, tu bî tuyê Misilmanan gîyan ji Brîtanya neqewitînî la Înano? DAIŞ'ê ew dera jî reş û hêşin kir.. Bêje xwîn sor e lo, reş û hêşin çi ye.

Sirf seba ku ez nerim bi belge melgeyan burokratîk re newestim, kanim mehekê tî û birçî bimînim. Li mantiqa hevokê menerê tu, ser westa wan odeyan, buroyan û belgeyan dibêjim. Ebooowwww, wer bi min giran tê ku ne îşê îşan. Ne vîze jî tew.. Dema hanê, min go ez dikim îro tiştekî nekim û tenê xwe ber belgeyên ehlîyetê dim. Teva hev gî sê çar belge ne û min dikira li Sirûcê teslîm bikira zati. Ê heta min hal kir qedand çi zorê.. Haaa, min di îmtihana ehlîyetê de 74 puan girtin û derbas kir ha. Dû îdê dikim di îmtihana dîreksîyonê kevim. Xwedê bê yella, ezê wê jî derbas kim lê hinekî tirs heye li ser min. Bi qasî 10 salên berê, wexta ez hîn nû erebê dielimîm min qeza kir Înano. Ser wê, wer tirsek ma di hindurê min de. 


Tu dikî piştî Parîsê çi bikî, te tevdîrek gerandîye? Yanî akademî makademî difikirî herhal ne? Ê min, piştî viqas sal ez niha çi difikirim zanî Înano? Xanîyekî min î ji herkesî dûr hebûya û belkî yareke ku xwarinên xweş çêdike û nabêje ''Te xêr e, çima dengî xwe nakî..'' Li bêdengîyê digerim, akademîya min mastira min wê ew be û ku bi kul û derd be jî ez ê bibînim. Nema tiştek, lê qene ez ber bi vê xeyalê bimeşim.

Min bêrîya zivistanên bi terawîh kiriye, ew bîna ku dema serê min diçû ser secdê ji xalîyên kesk û sor yên Camîya Ehmed Bîcan dihat. Te bêriya çi kiriye, tu jî bêje hele.

Hez, hezê ku ji axaftinê hez nake.

Farîn




Vîze

Merheba Omer, 

Wer xuya ye dilê te heye min bidî kuştin. Tew dûrî welatê xwe, li welatekî xerîb î xerîbistan. Em vê mirinê jî li "Şêweyên Mirinê" zêde bikin xwene, ew berhema ku hêj nehatiye nivîsandin. Îcar ezbenî, min digot qey rewşa awarte tenê li Tirkiyeye heye, vêca Fransa ji kû derket? Xem nake lo, ti derê dinyayê ne hêmin û ewle ye. 

Ez li benda vîzeya Fransayê me. Mîratê min serî lê da, heta ku were. Di navbera 16-19ê Gulanê de li Enqereyê bûm, ji bo serlêdana vîzeyê. Yaw tu bawer bikî bi qasî serlêdana vîzeyê û stendina wê ti tiştek nîne ku ew qasî zehmet û tevlihev be. Jixwe a Fransayê hêj zehmettir e. Mesela heqê vîzeyê bi qasî dizanim tenê Fransa dixwaze. Îja ew du caran dixwazin. Yek ji bo Campus Franceê, yek jî wextê serlêdanê. Ê me hin ewraq kêm derketin, bawer bike saeta dawî bi zor me gihand. 

Nizanim min ji te re gotibû an, ez ê 5 mehan stajê bikim li Parîsê. Berê ji bo salekê min vexwendinname wergirtibû, lê Erasmûsa zanîngehê dû re ji min re got ku em tenê ji bo sê mehan hîbe didin, an staja xwe bike sê meh an jî mehên din ji kîsê te diçin. Ê min jî beriya wê ji bo pênc mehan jî vexwendinname hatibû û min got bila ya pênc mehan be. Ofîsa erasmûsê ya zanîngehê ti tiştî nizane û ne di xema wan de ye ka em çi dikin û çawa bikin. Tenê pereyekî kêm didin û dibêjin tu çi dikî bike. Heqê vîzeyê, çûn û hatin, cihê mayînê gişî divê em hel bikin. Ka em ê çawa gişî hel bikin, ew jî meseleyeke din e. 

Tu dibêjî dê ev ar hê gur bibe. Wellehî nizanim pismam, tu baştir dizanî. Lê va ye Başûr referandûma serxwebûnê li dar dixe 25ê Îlonê. 25ê İlonê tê roja duşemê. Ez ecêb mam, min digot qey hilbijartin û referandûm filan tenê dawiya heftê çêdibin, wa ye roja duşemê jî çêdibin. Wek rojnamevanekî ka tu ji bo vê referandûmê nabêjî çi? Ew ê serxwebûnek jê derkeve an na? 

Înanolo

7 Haziran 2017 Çarşamba

Serdem

Înanolo,

Dinê bûye ar e la. Wê rokê baqilek navê vê çaxê bike Serdema Teqîn-Peqîn û bêje hella hella, însanên wê dewrê çito dîsa jî bê tirs li her derê kêfa xwe nihêrîne..

Vê sibê DAIŞ'ê êrîş birîye ser parlementoya Îranê û tirba Xumeynî. Tema hinek baqil di ser kodên Îslamî re dibêjin qey Îran û DAIŞ dostên hevdu ne. Di dest keve, wê DAIŞ êr bera seranserê Îranê de halbûkî, îlle wa quncikekî koşekî dîsa nêlîne. Nizanim, dike tiştek bibe û paşê vetanxire her tişt lê pir înan nakim ku wan royan em bibînin. Te hew nihêrî li van deran jî xwîn her ro dipijiqe û em bûne sefîlên herba giran. 

Çapemenîya Amerîkî pir dare ser pîyên Trump, mêrik jî ji xwe re xwe daye ber e ro û şev twîtan dinivîse. Rind dike mêrik, li ser wir ne kes kane wî sansur bike ne jî kane qesta wî biqulibîne ser tiştekî bêmane. Karîzmaya wî ya ku tu jê hez dikî belkî hinekî ji rihetbûn û hêrsa wî be. Ji zengînîyê ye herhal, mêrik li preskonferansan, li hevdîtin mevdîtinan tew çilkek av li xwe naxîne. Ê ez zanim cerku ew bûye serok, îşê Kurdan bûye trên e. Berê jî Amerîka li Sûrîyê alîkarîya Kurdan dikir, lê hîn nû ew û Kurd bûne hevalbendên hev yên fermî. Tema Trumpê te, ferman da ku çekên giran bidin YPG'ê. Di dewra Obama de behsa tiştekî wisa dikirin, lê wer li ba dixistin.

Ez ji te re bêjim, fersenda ku niha li Sûrîyê bi dest Kurdan ketîye o bîçîm e ku carna tiştekî wanî nebûye. Tema ez him bi Rûsan re xebitîm him bi Amerîkîyan re, çê xerab zanim li wan deran çi fîlim çerx dibin. 

Tu jî wer di wexteke ne xweş de darî Parîsê ku.. Bira manşetên medya Tirkîyê bêjin, xwendekarekî Tirk jî li Parîsê di êrîşa DAIŞ'ê hat kuştin? Te hacê heye nizam, rewşa awarte 3 mehên din li wir dirêj kirin. Bêjim xwe diqet ke bêfayde ye, law çi zanim îşte, tiştên ne xweş tim diniqutin dilê merîya vê dewrê de. 

Milet hîn jî DAIŞ'ê biçûk dibîne tema.. Dibên qey çend çeqel çuqul bi hev ketine, seba lekakê navê Îslamê xînin wisa dikin, lê ne werga ye. Mêrkana pir profesyonel in Înano, wer profesyonel in ku meri ku dibîne pê re qafî merîya disekine.. Kadroya rêvebir gî ê giregir in û alim in, zane ne nizam çi ne. Emê hîn çend salên din pê bihisin ku em di dewreke çiqas xedar re derbas bûne, û texmîn nakim ku Xwedê zû bi zû avekî li vî arî ke, wê hîn gur bibe ar hîn. <

Farîn

Hişyarîxwaro

Merheba Omer, 

Em bibêjin bila ji bo te a bi xêr be û înşellah tu ji ber vê kopyayê tek rojekê jî ji mekteba xwe dûr nekevî. Tevî ku dizanim ji bo te ewqasî ne xem e. 

Ê min ez ji mektebê nehatim dûrxistin. Lê ez jî li zanîngehê çûm dîsîplînê û bi "hişyarî" an "şermezarî"yekê min xwe ji vê belayê xilas kiribû. Çimkî gelek hevalên zanîngehê şeş mehan hatibûn dûrxistin û du heval jî ji sinifa me bûn. Tu yê bêjî hele qal ke em bizanin. 

Ez wiha bibêjime pismamê xwe: Sala min a ewil û dawî bû li zanîngeha Mûşê, newroza 2014an, saziyeke xwendekaran ew ê bi awayekî serbixwe bernameyeke Newrozê saz bikira li zanîngehê û em ê jî beşdar bûbûna. Tabî zanîngeh e, ma dihêle, destûr neda ku ev bername bê kirin, çimkî bernameya zanîngehê bi xwe hebû. Lê xwîna me germ e, serê me hişk e, divê li dijî bernameya zanîngeha faşîst, bernameya ciwanan hebe. Werhasil roja Newrozê, heval kom bûne, erbane di dest çend hevalan de, û govend û hey govend tevî stran û bangeşiyên bêeleqe. Rektor hat, wek qirdikan ket nav hevalan, got bisekinîn, vir de çû wir de çû, lê kesî guh lê nekir, tew di ser re me henekê xwe pê kir û ew hetikand. Rektor e, ma heyfa xwe ji me re dihêle, piştî çendakî gelek xwendekar dan dîsîplînê. Lê axir, wekî min got, tenê bi hişyariyê min xwe xilas kir. Û gava ku derbasî zanîngeha Mêrdînê bûm, tew min dît ew cezayê min ê li Mûşê li Mêrdînê jê çûye. 

Ev rektorê ku qal dikim, qet kêfa min jê re nedihat. Tam qeşmerekî dera han bû. Ji Birûkiyên Wanê bû. Ji bo ku bibe parlamenterê AKPê ji rektoriyê îstîfa kir, lê rebeno neket nav namzetên AKPê jî. Çê û xweş bû. Carekê gava ku li kitêbxaneya zanîngehê bûm, hat serdana kitêbxaneyê, hinekî li cem min jî rûnişt û boş beleheq axivî. Gava ku dît kitêbek li ser kurdan di dest min de ye (kitêb nehat bîra min), got: Ka bêje dewleta pêşî ya kurdan kîjan e, dibêjin dewleta Medan e, hûn ji xwe re bêjin, hahaha hîhîhî, jehr û qurreder. Lê camêr kêm zêde ji bo zanîngehê xebitîbû, meriv heqê wî nexwe, qe nebe li gor zanîngeha Mêrdînê pir pir xebitîbû. 

Ê pismam ka tu ji bo vê meseleya Qeterê dibêjî çi lo? Apê Trump biçe ku tofanan radike. Dinya ji vî camêrî hez nake lê welleh gelekî sempatîk e. Jixwe du sempatîk li vê dinyayê hene. Yek ew, ê din jî ne hewce ye bêjim, serokê Koreya Bakur, pismamê delal Kim Jong-un e. 

Bimîne di xweşiyê de. 

Înanolo

6 Haziran 2017 Salı

Çetin

Merheba Înanolo,

Ser rexneya te, xwe nola Ciwan Haco yê ku albumên wî yên nû nêne ecibandin hîs dikim. Piştî demeke dirêj gelek kes ser nivîseke min li min vegerîyan ku nola te hinekan tew neecibandîye hinekan jî zêde ecibandîye. Normal e dibêm û derdixim pêş xwe li îstatîstikê dinêrim: Piranîya ecibandin-êran yên ku hîn nû nivîsên min dixwînin in û yên ku neecibandine jî berê nivîsên min yên din xwendine. Nizanim, ji herduyan jî aciz im û naxwazim vê meselê dirêj bikim. 


Bo derengnivîsîna te min xwe ji te neqiherand û çito ku tu di vê rihet bûy di yên din jî serî xwe û pêçîyên xwe mêşîne: Ne mecbûrî lê dilî te çito, çi wext xwest wê çaxê rûne binivsîne. Şîretan li te dikim? Haşa, ne heddê min e, te universîte qedandîye heyran, ê me em hîn bi rica minnetan şopa girtina lêpirsîna kopyayê ketine. Berê gotin 6 meh, ser rica û minnettên nas û dostan gotin mehek, lê nizam tali çi bû. Ez şopê neketim û hîlla min tine, ez herim ber devî mielman bigerim lo. Kûçik di mektebê de, zanîngehan de û di hiqûqê de.

Min ji vê sala pergala min şihetand tew hez nekir Înano. Bifikire ku cilên min yên ez li xwe dikim, li 5 malan in. Çente li pişt min her carê li derekê me ku ji koçerîyê nefret dikim. Ê min bira ez di hindur xanîyekî de bim jê dernekevim, çi dibe bira wer bibe. Bajar ferq nake ha, tek ku ez ji hindur dernekevim. De îsal min rûyê hindur nedî. Wer li nexweşxane û li rêya hepsan bûm. Çetin e, heta nê serî merîya meri heta radekê fehm dike lê meri tam serwext nabe. 


Kitêban dixwînim, li rojnivîskan dinêrim, li nameyan, car caran li fotografan, û li qeydan, qeydên dengî. Nizanim em çi dikin Înanolo? Ser xwe bêjim hele, nizanim ez çi dikim. Qeydkirin, arşîvkirin.. Fransîyekê ji sala 1660'an heta 1669'an her roj nivîsandîye, yek dibê rojnivîsk merîya bêkêr dike û afrînerîyê dikuje. Nizanim lo, heta talîya emrê xwe em dikin tim li ê rast bigerin, lê heyf ku emê di ber bayî wî re dîsa derbas nebin. 

Ez ê ji vir û wa ji xwe re li bêdengîyê bigerim. Fehm dikim ku deng çiqas kêm be wiqas rind e.

Mekteba te ser xêrê be, nizanim edet çi ye? Tu şêranîyê xwarin didî em bi te xwarin didin. Çi ferz e em bikin. Pîroz û bimbarek.

Farînê Wextekê

Dernegmayo

Merheba Omer, 

Ez dîsa dereng hatim, yeqîn. Ma jixwe ez her tim dereng dimînim, adetê min wisa ye. Wêneyî, wêjeyî û derengmayî. Te go çi? Û tiştekî dî: Tu nabînî lê carê derengê bi şaşî wek derneg dinivîsim û cardî rast dikim wekî dereng. (Dîsa bû derneg.)

Ez ji niha ve soza mêran bidim, ji yên berê: Ez ê hewl bidim ku piştî nameya te bi 24 saetan re bersivê bidim. Mehên ewil ên namenivîsiya me wisa bû, eynî wisa. 

Ji ber ku hema hema ez mezûn bûm, hewceyî mahneyên din jî nema ku serê min ji ber wan ketibû xax û bendên giran. Hinekî jî min ji xwe re gotibû, ka bila bi xêr ev mekteba jî biqede, bi dilê rihet em ji hev re binivîsin. 

Fînalên min ev hefteyek in qediyane, lê min di xwe re nedît binivîsim. Eyn wekî te min jî got, ez ê dûre yazî kim ma bi kû de dere. Lê name ye, sergerdan û seraza ye, guh li vî dilî nake, serê xwe digire û dide kaş û hevraza ye (şîreta yekem: Di pexşanê de, bila du hevokên cuda bi hev re wekî vê hevokê qafiyeyê  pêk neyînin, meriv ji xwendinê sar dibe.) Ji ber vê hindê, hew min dît ku demeke dipdirêj di ser re bihuriye. 

Min zanîngeh qedand pismam, ez ê sibe jî sparteka xwe ya qedandinê teslîm bikim. Weku te yê jî fam kiribe, li Mêrdînê me. Ji ber ku te ti zanîngeh neqedandiye pismam, tu yê wê hesta qedandinê jî fam nekî. Wekî hemû qediyanan, ev qediyan jî neyxweş e. Ez her tim dixwazim neqede, mesela naxwwazim rêwîtî biqede, mesela naxwazim ji derekê biçim dereke din, mesela naxwazim porê min dirêj bibe, mesela naxwazim sal biqedin. Lê hemû diqedin û diçin û em jî dimînin li ortê tik bi tenê. 

Hesteke ecêb e qedandin Omer. Meriv bi carekê re diniqume nav valahiyekê. Meriv nizane ber bi kû ve diçe. Lewma meriv ji ber vê valahiyê her xwe bi tiştên eleqe-bêeleqe re mijûl dike. Herhal ev ê jî derbas bibe û ez ê rojekê li vê nameyê binerim û bibêjime xwe, wayy be, min çi jiyaye gidî. 

Min nivîsa te ya Basnewsê xwend pismam. Bila hewesa te kêm nebe, lê min ew tehma nivîsên te yên tirkî di van nivîsan de nedît pismam. Berê di nivîsên te yên wilo de dikeniyam, lê ez di vêya de nekeniyam. Yeqîn te cardî xwestiye tiştine mîzahî biceribîne. Paragrafên te zêde bûn û zêde kurt bûn. Di her paragrafê de te qala tiştekî loma zêde tevlihev xuya dike. Lê tu guh nede min, heger tu guh bidî min tu yê ji nivîsandinê sar bibî. 

Ê lo pismam. Tu çawa yî, çer dikî? Meseleya te ya kopyayê çi lê hat? Tu hatî dûrxistin an na? Welleh gelek meraq dikim. Min ji xeberên xwe yên teze bê par nehêle. 

Bimîne di xweşiyê de. 

Înanolo