13 Mayıs 2017 Cumartesi

Kopyanûs

Înanolo,

Mehek di ser mektûba te ra derbas bûye. Min zanibû wext çûye lê min nizanibû viqas pir. Qûsirê menêre, teşxele wer ji serê min kêm nebûn yek, yekê jî te jî cewabeke dereng yazi kiribû, herhal rihetîya wê jî bi min ra çêbû, min tim ji xwe re go ''De ez e dûra yazi kim lo, ma dike kû da here..''

Ez hema bi ê talîyê destpê bikim: Vî emrî de bela kopyê jî hat serî min ku nizam dikim çito yaxê xwe jê xelas kim. Roya Pêncşemê dikim herim sawûnmê xwe bidim. Heval dibên ''Înkar bike bêje min nekişandîye'', lê him ji ber delîlan him jî rind zanim ku ez ê bi derewan ê heyî jî nêv hev xim û hîn xerab bikim, ez dibêm ez ê rast bêjim.

Westîyame lo Înano.. Ji her tiştî westîyame.. Binêr di qafî min de çend paragraf hebûn ez ancax heta vir hatim. De tu bêje, tu çi dikî çi nakî? Mezûn bûyî, ser xêrê be. Wê xêr min jî rokê bibîne la? 9 sal in dersên sala yekê di stûyê min de ne.. Off, dikin min 6 mehan ji mektebê dûr xînin. Law, ku dîya û bavê min pê bihisin wê pir li ber kevin. Zati mektebê jî êdî tek seba wan dixwazim biqedînim, yoxsam kûçik di hiqûqê..

Înano, bêje lo. Tiştekî bêje.

Silav hebûn, li ber muzîka Erebî bûn îcar jî.