30 Eylül 2016 Cuma

Çapemeniya ji çapemeniya ji çapemenîyê


Lo dilo lo Înanolo,

Bi keserekê dest bi nameya xwe dikim. Bi kesera ku îro li Sumerparkê li min peyda bûye û ne li derekê lê hatiye di destpêka nameyê de ji hundirê min derketiye. Hêrs bûme dîsa, lê ez ê seba xatirê wê bextewariya ku te di nameya xwe de behs kiriye xwe biguvşînim û hêrsê ji ser xwe re biavêjim gelî û newalên dûrî min li vî bajarî, pir dûrî min.

Sê ro ne rojeva çapemeniya me girtina kanalan e. Gelek kanal ji aliyê dewleta tirk ve hatine girtin lê di bîra herkesî de Zarok TV heye. Duh min bi derhênera giştî ya wê kanalê re xeber dabû seba nûçeyê. Îro jî gotin li Sumerparkê dê nûner û xebatkarên wan kanalên hatine girtin tev daxuyaniyekê bidin. Ne seba nûçeyê lê seba piştgiriya ku kêrî tiştekî nayê ez jî çûmê. Çapemeniyê wêne û videoyên çapemeniyê digirt. Hevşaredar û parlementer û rêvebirên derdora HDP-BDPê jî hatibû daxuyaniyê. Min jî derxist makîneya xwe çend wêne girtin bêmane.

 
Îlon 2016, Sumerpark
Çapemenî di nûçeyan de ji axafitinên dirêj î dirêj hez nake Înano. Ku kî pir diaxiveje jî tîne di montajê de dibire kin dike axaftina wî yan wê. Ê law vana axivîn, axivîn, axivîn, axivîn.. Daxuyaniyeke ku heqê wê herî zêde nîv saetek e bi qasî saet nîvekê ajot wek konferansekê. Nûner û xebatkarên televîzyon û radyoyên hatine girtin dîtin wer wisa li ser nigan bisekin bisekin nabe hêdîka ji pişt maseyê veqetiyan çûn li derve bêhn vedan, cixare kişandin. Min jî lêxist ez derketim. Min di dilê xwe de got ji siyasetmedarên me re em tiştekî nû bînin, ''öz-axaftin.'' Êdî haya herkesî ji her tiştî heye, di daxuyaniyan de axaftinên ewqas dirêj tew îcab nake.. Nivîs û nameyên dirêj lê? Îcab dike, û kesereke din.

Te di nameya xwe de çend tişt pirsîne. Lê xulqê min teng bû û mecbûr di vê paragrafê de bisekinim, nikarim dewam bikim. Eger ez ji bîr nekim, di nameyên pêş me de ez ê pirsên te bibersivînim.

Silav û gulavên fişkefişk bi poz ketine.

Omeros

Bextewarî çi tiştekî xweş e

Omeros, 'ezîzê min,

Sibehan bi nameyên te çavê xwe vedikim. Bi meraq blogê vedikim û lê dinerim ka te çi nivîsiye, Birûsko çi belav kiriye. Kêfa min jî gelek ji vî îşê wêneyan û nameyan re hat. Heta dawiya 'umrê xwe, em ji hev re binivîsin ji kerema xwe. Birûsk wêneyên xweş belav dike, çend hevokan jî lê zêde bike, hew dibe. 

Payîza vira wek zivistanê ye ji min re Omer. Zû dicemidim, zû nexweş dikevim. Bayê wê pir zêde ye. Lazim e li vir ji xwe re li şorbefiroşekî bigerim da ku sibehan biçim zikê xwe têr û germ bikim li cem. Şorbe xweş e ji bo sermayê, tu zanî. Ê tu wek cara din ne misaît bî, ez zivistanê nayêm Diyarbekirê. Beriya wê bi çend rojan divê xebera min jê çêkî ku tu misaît î û ez bi vî awayî werim ku em herin şorbeyê vexwin. Em Birûsk jî bibin, dê ji şorbeya wir hez bike. Muzîka Diyarbekirê bêtir bi tirkî ye, ji ber ku her mekan muzîka xwe tayîn dike. Li Mêrdînê muzîka kurdî û tirkî bi hev re heye, tevî ku ereb jî li vira gelek in, hêj li mekanekî rastî muzîka erebî nehatime. Belkî jî ez rastî mekanekî wiha nehatime, nizanim, çêdibe. Her çi jî be, bi her zimanî muzîkên pir xweş hene, bi qasî ku ji însanên baş zêdetir. Ji te re wêneyek dişînim. Di wêne di Zeki Müren - Veda Busesi heye. Tu zanî, rojekê ji Zeki Müren dipirsin ka çima milet ji te re dibêje "Paşa". Zeki Müren li wan vedigerîne û dibêje, ji ber ku milet nikare ji wan kesên li Enqereyê re bibêje qûnde, loma ji min re dibêjin paşa. Dengê vî şeytanokî gelek xweş û huznî ye.

Îlon 2016, Mêrdîn.

Kêfxweş im ku te stranên min ji te re şandî ecibandine pismam. Tu ji min dipirsî ka ez bi çend dil û gurçikan dixebitim. Dosto, hed û hesabê dil û gurçikan li cem min nîne. Ji bilî karê xwe, bi deh karên din dadikevim, û ev yek min gelek diwestîne. Ne ji blogê bûya, min ê hemû hesabên xwe yên din bigirta, lê ji ber ku hevpeyvînan dikim, hez dikim reklama wê jî bikim li ser wan hesaban. Gelek caran bi şev, piştî westaneke mezin gava serê xwe datînim ser balîfê dibêjim qey ez ê bimirim û êdî ji xew ranabim. Ev tenê kêliyeke min a bextewariyê ye, mirin li ber dilê min gelekî şêrîn dibe. Ez hê jî wek zarokekî biçûçik, bi tiştekî gelek biçûk re bextewar dibim û heyecanî dibim û ji ber vê heyecan û bextewariyê xew bi çavê min nakeve. Duh gava min li emaila xwe nerî û min dît ku wa ye Berken Bereh pirsên pirsînanê bersivandine, ji heyecan û bextewariya ku ez ê wê hevpeyvînê belav bikim, zû bi zû xew bi çavê min neket û min bi sedan tişt xeyal kirin. Di pirsa dawî ya pirsînanê de ji beşdaran dixwazim ku resimekî derbarê xwe de çêbikin. Pismam tu bibînî bê Mam Berken çi resimekî xweş çêkiriye. Ez baş dizanim, piştî 30-40 salên din dê ev hevpeyvîn gelekî bi qîmet bin û baş dizanim dê heyranên wan van resimên ku ji bo hevpeyvînê xêz kirine, li dîwarê mala xwe daleqînin. Ma bextewariyeke ji vê mezintir heye pismam? Min ev pirs nekira, dê ev resim jî çênebûna û belkî xêzek jî li dû wan nemaya. 

Bextewarî peyveke pir xweş e Omer, û bextewarî bi xwe çalakiyeke pir xweş e. Pêşniyazî te dikim. Tevî ku ez pir zû xemgîn dibim û yekî dilşewat im jî, tevî ku gelek caran li mirinê difikirim jî, kêliyên min ên bextewawiyê jî zêde ne û ji ber tiştên pir biçûk jî bextewar dibim. Wek hevdîtinekê, wek rojekê, wek berhemekê, wek hezkirinekê. Xwe wek qehremanên çîrokên Oscar Wilde hîs dikim gelek caran. Wer bextewar, wer henûn, wer saf û dilpak. Baş e ku min ev hestên zarokatiyê hêj wenda nekirine û ji dest nedane. Însan divê bextewariyê ji nêz ve nas bikin. Ez rastiyê bibêjim, însanên ku heta niha qet bextewar nebûne ji bilî ehmeqan ne tiştekî din in. Însan çawa qet ji ber tiştekî bextewar nabe? Omer tu qala bextewariya xwe bike ji kerema xwe. Nebêje min ez ne bextewar im, ez ê gelekî pê biêşim. Di heyatê de her tim bide pey bextewariyê. Bextewarî nebe, maneya heyatê jî nîne. Ew hêza herî mezin a heyatê ye. Enerjiya min a zêde min diwestîne, laşê min diwestîne, mejiyê min diwestîne, çavê min diwestîne, dilê min diwestîne. Pir xirab e heger tu xwe wek yekî di ser heftêyî re bibînî û min bişibînî gêncîniya xwe. Wer xuya ye tu pir westiyayî û hewesa te li tiştekî nemaye. Hewes divê her hebe, hêvî divê her hebe. Tiştekî ku te bi gêncîniya te ve girê bide divê her hebe. Bêyî wan heyat pûç û vala ye. 

Min Snapchat nebihîstiye. Tiştekî çawa ye? Lê te baş kiriye, hewce nake em xwe berbayî wir bikin. Jixwe hesabên me yên medyaya sosyal zêde ne. Pismamo, xulqtengî taybetiyeke bi însanî ye. Kengî dilê te xwest bila xulqê te teng bibe, xwe rihet berde. Tu xwe çiqas rihet berdî, tu yê bibînî ku bi demê re tu diguherî. Belaheq negotine, piştî tengiyê firehî tê. Ê nexwe piştî xulqtengiyê dê xulqfirehî bê. Xulqê min jî zû teng dibe, lê zû jî fireh dibe. Ê min her tişt pir zû diqewimin. Zû aciz dibim, zû bextewar didim. 

Li cem me, li Bismilê jî dîn zêde bûn. Tenê jineke dîn pir tesîr li min kiribû. Ev ttesîra wê tev li çîrokeke min bûbû û di wir de min hinekî qala wê kiribû. Ji zû ve ye nexuya ye, ditirsim ku miribe. Omer, ez tenê li wêneyan dinerim. Hûn wêneyan digirin û ez jî lê dinerim. Ew hesta etîkbûnê bi min re çênebûye. Loma qet nefikirîme ka etîk e an na gava wêneyan digirî. Tu çawa hest pê dikî? Bi ya te etîk e an na? Te makîneya fotografan çi lê kir? Herî dawî te digot ez ê makîneyeke nû bikirim. 

Tu zû ji rojnamegeriyê aciz bûyî. Wextekê te gelek jê hez dikir ne şaş bim. Karekî dûrî însanan te dît, ji min re jî bêje, ez ê bifikirim. Ê min ez ji mektebê jî gelek aciz bûme. Tevî ku texmîn dikim dê umrê min li mekteban jî derbas bibe, kêfa min jê re nayê. Xwezî derfet hebûya min tu kar nekira an jî karekî derveyî mektebê hebûya ku min ji xwe re bikira. Lê çawa? Îsal, sala min a dawî ye, û karê min deh bar girantir e. Jehrtêketiyên Kpss, Ales, Yds, formasyon, tez, ders û îmtihan. Difikirim gelo nikarim ji van tiştan xelas bibim? Xulqê min jî ji van tiştan re nîne pismam. Te dî me carekê qal kiribû, xwezî miaşekî bidine me û bibêjin tenê bixwînin, yanî xwendevaniya profesyonel e. Lê mixabin xweş heyal e. 

Ê min tu dosye li ber destê min nîne Omer. Niha xwe hazir nabînim ji vî tiştî re. Min terza xwe ya nivîsandinê jî guherand. Loma dilê min niha li tiştekî rûnanê. Demeke pir dirêj ji min re lazim e. Eceleya wê tune ye, kengî bi ser ketim, ew dê jî çêbibe. Beriya ku nameya xwe biqedînim, dixwazim qala tiştekî din bikim ku ev çend roj in tê bîra min. Di nameyên xwe de qet hesta otosansûriyê li cem te çêdibe pismam? Ê min niha li cem min çênebûye, lê heke hestek wiha çêbibe, ji kerema xwe em blogê ji kesên derve re bigirin da ku bi rihetî em ji hev re binivîsin. Çimkî ne tiştekî xweş e, ez pê aciz dibim.

Te maç dikim. 

Înan

29 Eylül 2016 Perşembe

Bînvedanek li êvara înê.

Bînvedanek.

Gurçikên zaroyên xelkê..

Merheba Înano,

Gava ez îro ji nûçeyê vedigeriyam mal, min nameya te di otobêsê de dît û xwend. Stresa nûçeyê, kul û keder hinekî bi xêra nameya te û wêneyên Brusko belav bûn çûn. Berê min li nameyê nihêrî, paşê kûr kûr li herdu wêneyên Brusko. Min ji vî îşî nameyan û wêneyan hez kir, em dewam bikin.

Eyn vê sibê ez dîsa çûm li ba Zahid Usta min şorbenîskek xwar-vexwar. Dîsa tije bibûn hemû mase. Bi ''afiyet be ji we re''yekê ez li maseyeke ji çaran sê par tije rûniştim û min mase tije kir. Payîz e û germahiya şorbeyê delal û ezîz e. Tu ne niha, lê were em zivistanekê herin şorbeyekê li wir vexwin. Ne tenê êkla şorbeyê, atmosferê wê derê asas pir xweş e. Nizanim ji çi ye, gava ez li wir rûdinim jî gava ji wir radibim jî xwe wek di romanekê de hîs dikim. Ha min ji zû de ve ye roman nexwendine, naxwazim bixwînim. Em her roj romaneke dibînin law van royan, ne hewceyî xwendina roman momanan e!

Va sala çaran e ez li Diyarbekirê me Înano. Li vir atmosfera muzikê ya serê sibê halk müziği ya bi tirkî ye her tim. Li kafeyan, li xwarinxaneyan, li dikanan, li dolmişan min muzikeke kurdî ya li atmosfera serê sibê tê nedîtiye heta niha, ne zivistanan ne jî havînan. Berê, çaxa ez nû hatibûm Diyarbekirê, ez bi gazinc bûm ji ber van muzikên bi tirkî. Lê niha qet şikayet nakim û berovajî tew, hez dikim ji van muzikên bi tirkî. Çinku ne muzikên bi kurdî lê muzikên bi tirkî li atmosfera niha ya Diyarbekirê tê. Heza min qulibî ser vê encamê yan jî, nizanim. Ber bi esir ez li ser donerciyekî ku duh çûbûmê ketim û min dîsa donerek xwar û dewekî vekirî jî di ber re. Îcar jî stranên Kazım Koyuncu û Karmate lêdiketin. 


Spas ji bo muzikên ku te di ser SoundCloudê re ji min re şandine, xweş in û huznî ne. Hela dev ji huznê berde, ê te ma tu bi çend dil û gurçikan dixebitî law? Hêleke te Facebook, hêlek Twitter, hêlek Instagram, hêlek blog, hêlek Soundcloud. Bi Xwedê heyranê vê enerjiya te me. Mîna ku min bi ser heftêyî xistiye di ber xwe de dibêjim, ''Eynî nola gênciya min..''

Ji ber nîqaşên boş î beredayî min dev ji Twitterê berdaye, Facebook jî herwiha. Instagram xweş bû hinekî, li wir jî nîqaşên ecibandin û neecibandinê hene, sebra min li wir jî nehat; min ew tew ji kokê ji telefonê rakir. 
Wê roya hanê ji min re behsa SnapChatê kirin. Nizanim çi ye tiştekî çitonî ye, min go ez tew xwe di wê ranekim, îcab nake. Bes ji ber karê rojnamegeriyê tevî ku tiştekî nanivsînim, li ser Twitterê nûçeyan ji neçariyê aktîv dişopînim. Xulqê min zû teng dibe Înano, çi bikim, ez jî wanî me..

Sonê, Îlon 2016, Diyarbekir

Li ber mala me Sonê heye, her cixarê dikişîne, dide çêran û li dor Sûrê çerx dibe. Dibêjin dîn e, çi wext û ji ber çi dîn bûye, nizanim. Vê êvarê min dît dîsa dimeşe, dide çêran û cixarekê dikşîne. Min ji dûr ve wêneyeke wê girt. Hay ji vê wêneyê tine, ew niha li vir e û em behsa wê dikin. Tiştê em dikin li gor etîka wênegirtinê tiştekî çitonî ye Înano? A rast, ez pir nêwêrim bêyî destûr wêneyan bigirim. Çend caran qeherîn ji min re, li ser wê tirsê, ez wer tirsok elimîm makîneya xwe.

Te pirsiye ku ka ez ê di rojnamegeriyê de dewam bikim yan na. Ji siyasetê nefret dikim, ji ber ku ajansa ez pê re dixebitim zêdetir tiştên polîtik diweşîne û ez jî ji neçarî rojeva siyasî dişopînim hinekî westiyame ji niha ve. Yek jî di karê rojnamegeriyê de divê tu însanan nas bikî û tehmûla te hebe û tim biaxivî bi însanan re. Yanî divê tu sosyal bî. Ew sosyalbûn jî bi min giran tê. Eger ku ez karekî dûrî însanan û pê ez kanibim debara xwe bikim bibînim ez ê tavilê dev ji rojnamegeriyê berdim. Ew jî dûrî min û xeyalan e niha.

Em werin ser meseleya dosyeya min a nebixêr. Ez dîsa rûniştim min name û rojnivîsk û çîrok dan ser hevdu ji nû ve. Eyba min, min xwend ve-xwend, min go nebûye, ne ti tişt e û min jê bir. Duh ne pêr ez bi poşmaniyekê lêgeriyam, min nedît. Dev jê berde. Dosye hebe çi ye nebe çi ye. Qey wêje ji min re dibêje divê tu bikemilî, bi min wer tê. Te çito kir a xwe? Bi Xwedê ku niha derkeve taqeta min a ku ez bixwînim tine, bihêle çend salên din Înano. Henek henek lo, tu û kêfa xwe.

Silav û gulavên dixwazin wer rakevin..

Omeros 

Li dûranê...


Zikê birçî û paytexta xweşiyê

Siba te bi xêr Omeros, 

Vê nameyê bi zikekî birçî ji te re dinivîsim. Min nameya te duh bi şev xwend, lê min xwest bi destê sibê re, bi zêhneke zelal û bêhneke fireh bersiva te bidim. Çer ku şiyar bûm, rûniştim ser maseyê. Kek Salih hinekî qala min ji İsmail Beşikçi re kiriye. Li benda min e, divê rojekê biçime serdana wî. Te qalaa duzimaniyê kiriye dîsa, wek te di nameya xwe de qal kiribû, bi rastî tu vê meseleya duzimaniyê jî pir dubare dikî. Helbet heqê te ye, lê em jî aciz bûn êdî, qala tiştên din bike. 

Meseleya xwarinê muhîm e. Gelek caran bi şev di xwe re nabînim xwarinê çêbikim. Tu jî wiha yî, yeqîn dikim. Çimkî gava ku ez hatibûm mala te, me wextê şîvê zikê xwe bi taştê, penêr, zeytûn, meywe, marol hwd. têr kir. Tu hêj sibehan diçî cem Zahid Usta yê şorbefiroş? Şorbeya wî hêj di bîra min de ye. Rojekê ku ez hatim, min dîsa bibe wir ji kerema xwe. Binêr min çi gotiye di rojnivîska xwe de 29ê Tîrmeha 2016an: "Sibe di 8.30an de em ji mala Omer Faruk derketin û hatin Ofîsê cem şorbefiroşê meşhûr Zahid Usta, me şorbe vexwar. Piştî şorbeyê em hatin cihê ofîsa Omer. Em di rê de peyivîn ku piştî 40 salan nifşê bê dê qala van rojên me bike û dê bibêje va ye İnan û Omer wiha kirin, hatin şorbeyê vexwarin. Ji kerema xwe bila qala van rojên me bikin. Niha li mitbexa Ofîsa Omer im. Omer çay daniye ser.Teyibê xwe vekiriye, muzîkeke enstrumental lêdixe ku nêzî hewaya dînî ye."  Hey ku mesele hat muzîkê, dixwazim bibêjim. Çima hemû mekanên ku tu lê dimînî, muzîkên xwe bêtir yên Halk Müziği ne? Çima bêtir huznî ne? Çend muzîkên kurdî yên Xorasanê ji te re dişînim. Par piştî lêkolîneke berfireh min ew peyda kirin. Kêm kes hay ji van stranan heye. Lê guhdar bike, belkî dîsa huznî dibî. (https://soundcloud.com/inan-ero-lu/tracks)

Min dizanibû te kitêbên xwe ji Kobaniyê re şandine, lê bi Xwedê min nizanibû tu kitêbên xwe difiroşî. Carên werê min hay jê çêbike, belkî çendekan ji te bikirim. Mesela tu bixwazî koleksiyona Milliyet Sanatê bifiroşî, dizanî tu yê li deriyê kê bixî. 

Çima navên nivîskarên kurd ewqasî tên guherandin fam nakim. Gelekên wan, çar pênc caran navên wan guherandine. Mesela ê min heta niha bi vî awayî hatiye guherandin: Înan Eroglu, Înan Eroglû, Înan Eroğlu, Inan Eroglu, Inan Eroglu, Înan Eroxlu, İnan Eroğlu. Ez di nivîsan de tenê İnan Eroğlu bi kar tînim. Lê di name û rewşên taybet de wek Înan û Înanolo dinivîsim. Ê min hem nav û hem jî paşnav meseleyeke mezin e. Mesela ê te jî, tu Ömer Faruk Baran dinivîsî, Omer Faruk Baran dinivîsî an O.F.Baran dinivîsî? Çimkî rastî her sê şêweyan jî hatim. Hingê tirk jî bi gelekî normalî dibêjin Ciğerhun, Ahmedi Hani hwd. Hez nakim kes navê min biguherîne. Navek min heye, ne deh nav, ji wê re jî hinekî rêz û hurmet divê. 

Wer xuya ye Birûsk amadekariyeke baş bo blogê dike. Li gor agahdariyeke min bidestxistî, roja yekşemê surprîzeke pir mezin dike. Axir, em li bendê ne, bi xêr bê, tevî  wêneyên xwe.

Pismam, te bi deriyan re mînakeke pir û pir xweş daye, te ji dil û can pîroz dikim. Lê ê min ne cesareta min heye deriyekî bişikînim, ne jî di xwe re dibînim herim li deriyekî binerim. Ez tim dizanim, hin derî hene li derekê, lê ew her li cihê xwe ne û wek deriyekî dimînin. Ez tim di ber wan re dibihurim, lê ji min nayê li wan deriyan bixim an zirzeya wê vekim. Ez ê tim wanî bim, wer giran, wer dixwernedî, wer bi halmîn. 

Ez zêde ji mal dernakevim Omero, loma zêde nizanim Mêrdîn çawa ye. Gava derdikevim, piştî demeke kurt aciz dibim. Li vir, her kes bi halê xwe dadikeve. Zêde neelimîme civatan jî, piştî demekê aciz dibim û xewa min tê. Pir pir kêm kes hene ku bi wan rabim û rûnim û bidim û bistînim. Li Kurdistanê hez nakim zêde bigerim. Gava çûm Stenbolê her li derve bûm, reş bûbûm wek qîrê li ber tavê. Piştî ku hatim Bismilê pir kêm ji mal derketim, spî bûm wek berfê. Îjarê hesab li cem te. Duh bi şev çûm salona konferansê ya Rektoriyê, li wir hevdîtina çîrokbêjan hebû, çend dengbêj hatibûn. Gava axêver diaxivîn xewa min dihat. Lê dengbêj mûhteşem bûn. Dengbêj Evdirehman (paşnavê wî nizanim lê divê hîn bibim) kilama avakirina Birca Belek got, wek destana Dimdimê ji min re hat. Dengekî xweş, bi hêl û di hedê xwe de pê re hebû. Du dengbêjên jin jî hatibûn, denngê wan jî xweş bû, yek xwarziya Dengbêj Salihê Şirnexî bû. Kilamek li ser evînê, yek li ser bêwefayiya birayan bû. Dengbêjekî domanî jî hebû, bi ribaba xwe kilama Sêva Haciyan got. Mîr Mehmûd gava çav bi Sêva Haciya dikeve, bi derbekê re 24 kîlo dide, zeîf dibe ji eşqan. Li wir dîsa bala min kêşa ku keçikên xweşik zahf zêde ne. Her carê min li keçikeke xweşik nihêrî. Tu dibêjî wê ji awirên min aciz bûbin? 

Duh bi şev ba û firtoneyeke pir xurt hebû pismam. Gava ketim nav nivînan, min got qey dê çatiya me li ber vî bayî biçe. Ji ber ku mala me li qatê herî jor e, deng zêdetir tê. Zalimê xwediyê xanî kirêya malê zêde kir. Divê êdî em mehê 600 tlyî bidinê. Berê 550 bû. Tu hatibûyî mala me, cihê wê xweş e, lê şekl û bîçima wê pir xirab e. Zivistanê mal sar e, em dicemidin. Em dixwazin malê bar bikin, lê ji ber teşqeleya barkirinê, em di xwe re nabînin. Qet ne xweş e barkirina malan. Jehr tê de be. Mala te çawa ye, kirêya wê çiqas e? Dikarî ji heqê wê derkevî? Bi Xwedê nizanim bê ka Mêrdîn ji cem te çawa xuya dibe, lê li cem me her wek xwe ye. Li Kurdistanê navendek edebiyatê jî çêbibe, dê di demeke kurt de ji ber zikreşiyê hilweşe. Bi qasî fêdeya wê, zirara civat û navendên edebiyatê jî heye. Divê her tim mesafeyeke me hebe ji bo civatan, da ku car hebe têkevî navê û car hebe jê dûr bikevî. Ê min heta ji min tê, mesafeya min ji bo her kesî wek hev e. Lê rast e ku li vir, kesên bi edebiyatê re eleqedar têra xwe hene. Tu neheqiyê li xwe dikî Omer, Tam tersê Cemal Süreya, tu biçî ku jî, paytexta edebiyatê jî, paytexta xweşî û geşiyê jî ew der e. Em bar bikin bên Diyarbekirê niza'?

Wekî din hal û wezîeta te çawa ye pismam? Bloga te di çi rewşê de ye? Çima tiştekî nanivîsî tê de? Tu yê mûhabirî û rojnamevaniyê dewam bikî an? Te dosyeya xwe ya dawî çi lê kir? Em ê kengî hev bibînin? Qal bike, qala her tiştî bike. 

Kêf û xweşî bo te divêm. 

Înan
Mêrdîn

28 Eylül 2016 Çarşamba

Deriyên dilan û dilên deriyan..


Merhaba Înano,

Min nameya te bi kêfxweşiyeke ez pê dibişirîm xwend gava berê. Xweziya min bi zimanê te û xewna te.. Ê te tu di xewnê de bi İsmail Beşikçi Xoce re bi kurmancî xeber didî, ê min ku van royan Ehmedê Xanî jî were xewnên min jî ez ê pê re bi tirkî xeber bidim. Tesîra tirkî li ser min pir zêde ye. Ji nîqaşên duzimaniyê aciz bûme; ez vê meselê hema li vir bigirim lê tu dikarî paşê meselê dîsa vekî.

Îro jî heta êvarî ji mal derneketim. Naxwazim bi derekê de herim, naxwazim kesî bibînim û naxwazim tiştekî bikim. Lê soxe bi nexwestinê nabe. Serê sibê min bi mêst zikî xwe têr kiribû. Ber bi êvarî jî çûm li nêzî mala me, ketim donerciyekî: Bi 5 lîrayan doner û dewekî vekirî.. Li ba donerci stranên Aşık Mahsuni Şerif û Aşik Veysel lêdiketin Înano. Huznî bûn hemû stran, ketim ber pêla huzna bi tirkî li wir jî. Tu li kû, li Diyarbekirê li donerciyekî dengê Eyaz Yusif li kû!

Te behsa kitêba Albert Camus kiriye. Wergera bi kurmancî li cem min hebû, wer tê bîra min. Di Biyanîyê de kurmancî tam çito bûn hevokên yekem û duyem, nayên bîra min. Kitêb ne li cem min e. Ma kitêb li cem min dihewin? Sê çar salên berê min hemû kovar û kitêb, tevî yên bi îmze firotin. Paşê demeke dirêj min kitêb nedan ser hevdu. Wê dema hanê min dît hinekî zêde bûne. Min rakir giş ji kitêbxaneyeke li Kobaniyê re şandin. Yên bi tirkî man li cem min, min ew jî belaş belav kirin. Car caran ku pere namînin dîsa dest bi firotanê dikim. Mesela ji nameyan herî dawî min nameyên ku Ferit Edgü û Tezer Özlüyê ji hevdu re şandibûn xwendibû; min ew kitêba bi 10 lîrayan firot keçkeke ji Wanê wê dema hanê.

Li ser meseleya Birûsk û Brusk û Birûsko.. Navên me trajediyên me ne em bi xwe re digerînin. Duh ne pêr min li ser desteserkirina Fexriya Adsayê nûçeyek hazir dikir. Ê law ez fikirîm min got, paşnav Adsay e, ew temam, lê nav çito tê nivîsîn, Fahriye, Fexrîya, Fexrîye, Fexriye.. Axir, ez çûm min hejmareke Zaremayê vekir. Li vir çito bû, min di nûçeyê de jî wisa nivîsî: Fexriya..

Ha tiştekî din, madem Brusk rûniştiye Borges dixwîne bila ew wêneyan car caran biavêje ser blogê, ne nameyan. Wê xweştir bibe, bêmane. 

Îlon 2016, Diyarbekir

Di dawiya nameya xwe de te ji min şîret xwestine li ser hezê. Ez pirsa te fikirîm, meriv çawa dikare keçikekê bike hezkiriya xwe, û min li dor xwe nihêrî: Sê derî hene, vekirî, tu xwe li kîjan deriyî biqelibînî, edeta hezê ye, ew derî xwe li te digire û derfeta tam vekirina herdu deriyên din ji te re nahêle. Eger tu xwe zeft bikî û ji deriyê ku te xwe lê girtiye û li te hatiye girtin tam hez bikî, jixwe tu wî deriyî naşkînî û hûn bi hezeke sax silamet heta yek ji we dimire diçin. Lê eger tu meraq bikî li pişt herdu deriyên din çi hene, gerek tu deriyê ku te xwe lê girtiye û xwe li te girtiye bişkînî, ancax dikarî bi wî şiklî derkevî çinku. Ê ku te deri şikand û te çû dît li pişt herdu  deriyên din jî tiştek tine û te xwest vegerî deriyê yekem, lê derî şikestiye, çi bikî jî nola berê nabe.. Ha, dibe ku tu li pişt ji wan herdu deriyan yekê tiştekî xweş bibînî, lê ew xweşî be jî nexweşî be jî wê tim deriyê yekem were bîra te û wê tim ji te re meraq be: ''Min deriyê yekem şikand, min xerab kir yan rind..'' Min pir dirêj kir, şîreta min li te.. Deriyê yekem rind bifikire, ku dilê te lê rûnişt, xeman mexwe, hezkirina wî deriyî ne zehmet e. Wê ji te hez bike yanî, tu jî derîyek î.

Li Mêrdinê çi heye çi tune ye? Min fehm nekir Înano, wexta ez li Stenbolê bûm, ji wir navenda edebiyata me Diyarbekir xuya dikir. Ez hatim Diyarbekir îcar jî ji vir navend Mêrdîn xuya dike. Ê min ji çi ye bextreşiya min a wêjeyî?

Silav û gulavên li mal tenê ne.

Omeros

Xewnek, nizanim û çend tiştên dera hanê

Çapik û çelengo, Emerê pismam,

Vê siba xêr min xewneke mûhteşem dît. Belkî tu bawer nekî, lê İsmail Beşikçi hat xewna min. A bi vî Xwedayê jor, rast dibêjim. Em pev re dimeşiyan û bi kurmancî dipeyivîn. Min jê pirsî: "Çima edebiyata zarokan wernagerînin Zazakî?" Li min vegerand û got: "Min ji hevalan re got. Divê wergerînin." De were û kêf neke. Ez di xewnan de jî dev ji ziman û kurdperestiya xwe bernadim. Subhanelah. 

Pismam, te qal kiriye ku her tişt ji te re wek dubareyê tê. Heger heyata me seranser di nav dubareyan de be, gelekî normal e ku hevokên me jî her xwe dubare bikin. Ji van dubareyan aciz nebe û nefretê jî jê neke. Ev hevok jî parçenin ji heyata te ne. Heta ku şêweya te ya heyatê neguhere, zehmet e ku hevokên te biguherin. Meriv hin tiştan nizanibe, baş e. Meriv zanibe ku peyva "nizanim"ê peyveke pir xweş e jî, pir baş e. Tu heyranekî mezin ê Albert Camus î, lazim e ku herî pir tu jê hez bikî di nav me de. (Min got Camus hat bîra min. Berê telafûza min xirab bû, loma çawa dihat nivîsandin, min wer dixwend. Ji dêvla ku bibêjim Kamû, cardî min digot Camûs.) Te kitêba wî ya Biyanî xwendiye, tu baştir zanî. Di her du hevokên xwe yên ewil de wer dibêje: "Îro diya min mir. Nizanim, belkî jî duh bû." Ev wergera min a ji Tirkî ye. Fawaz Husên jî ji Fransî wergerandiye, lê min wergera wî nexwendiye. Heke li ber destê te hebe, dikarî her du hevokên ji wergera wî binivîsî, pir meraq dikim?. Tu hevokên kitêban bi qasî van hevokan tesîr li min nekiribû. Heta niha min çend caran gotibe nizanim, tev ji belaya wî ye. Min di Lîse 2yê de, di dersa edebiyatê de jî li ser vê kitêbê analîzek kiribû. Dixwazim rojekê nîşanî te bidim. Ji peyva nizanimê jî netirse, jê hez bike. 

Emero, te ji min re wêneyek şandiye. Ez ê jî ji te re bişînim. Lê ji ber ku telefona min a nû wêneyan nagire, ez ê dîmena kompîterê print screen bikim û ji te re bişînim. Telefona min ji wan Nokiayên berê ne, gelekî sivik e. Carinan lîstika maran û ya erebeyan tê de dilîzim, lîstika topê jî heye, ew jî gelekî xweş e. Niha li Eyaz Yusiv - Bes Xwe Giran Ke guhdar dikim. Deng tune pismam, tenê wêne heye, lê bes bibihîse çi dibêje zalim: "Tu xwe d'xemlînî bi lewendî şala Mêrdînê / Cotkeziyan berd'dî reşmarên ser milê zînê."


Îlon 2016, Mêrdîn.


Herî dawî gava ez bi Birûsk (Birûsko an jî Brûsko, ev çend sedsal e em dostê hev ên kevnare ne, lê hê jî nizanim ka ji te re bêjim Birûsko an Brûsko, vê meseleyê ji hev safî bike) re peyamlemîş bûm (Şakiro di kilameke xwe de dibêje hemamlemîş bûn) gote min ku ez Yaratana Borges dixwînim, tiştekî zahf manyaq e. Ev kurik zahf ji tiştên manyaq hez dike Xwedêwekîl. Min got Borges tu nabêjî çi hat bîra min. Min bala xwe dayê, keçikên xweşik î baş ji kurikên xweşik î baş zêdetir in. Ji ber vê  îhtimala rastiya wê gotina "jina çê dibe para mêrê kotî" pir pir zêde ye. Te dî Borges gotiye "ez dibêjim qey xwendevanên baş ji nivîskarên baş kêmtir in." Orhan Pamuk jî îqtibasek ji vê gotinê kiriye û gotiye: "Wer ji min re tê ku edebiyata baş ji entelektuelên baş kêmtir e." Ez jî îqtibasekê ji her duyan dikim û dixwazim bibêjim ku ez dibêjim qey kurikên xweşik î baş ji keçikên xweşik î baş kêmtir in. Li gor vê mantiqê, kurikên xweşik î baş dibin xwendevan û edebiyat, keçikên xweşik î baş jî dibin nivîskar û entelektuelên baş. We go çi?

Pirseke dawî bo te pismam. Meriv çawa dikare keçikekê bike hezkiriya xwe? Tecrûbeyên te di vî warî de zahf zêde ne. Çend şîret û pêşniyazên te bo me nîne, hii? 

Înanolo

P.S.: Piştî vê xewnê bi lez û bez min ji Kek Salîh Suleymanî re nivîsî ku ji kerema xwe vê xewna min ji İsmail Beşikçi re bibêje. Mala wî hezar ava be daxwaza min venegerand û ji İsmail Beşikçi re got. İsmail Beşikçi li ser xewna min gotiye, "Ez ferman dikim, bila Înan hemû berhemên zarokan ên Tirkî bike Kurdî."
Ez ê îro xwe bikujim. Bextewariyeke jê mezintir tune ku İsmail Beşikçi qala min kiribe. Fermana wî ji bo min bextewariya herî mezin e. Mala wî deh hezar caran ava be.
Gelek spas bo Kek Salih, ku vî wêneyî girtiye û ji min re şandiye. Ez ê vî wêneyî çap bikim û li dîwarê mala xwe bizeliqînim.

Salih Suleymanî û İsmail Beşikçi. Îlon 2016. Soran / Herêma Kurdistanê.

27 Eylül 2016 Salı

Payiz hatiye û min sar e êdî..

Merhaba Înanolo, 

Vê nameya yekem li mala xwe ya li ber devî Sûrê ye ji te re dinivsînim. Eyn nola gelek destpêkên min ên din, hevoka yekem kontrol dikim û ji dilê min tê ku hema jê bibim lê xwe didim zorê û xwe diavêjim hevoka duyem, sêyem: Înano, her tişt bi min wek dubareyê tê. Tiştekî nû tine. Ji van dubareyan nefret dikim lê xelasiya min jî ji dest tine. Lê dinêrim, bi van peyvên min niha nivîsandine, min berê jî eynî nola van hevokan tişt nivîsandine. Ji çi re wanî bûm, yan çima bi min wer tê, nizanim. Ji vê ''nizanim''ê jî hez nakim. Wek peyvekî xweşik î xelaskar xuya dike lê ne wisa ye, her tiştî xerabtir û tevlihevtir dike! 

Îlon 2016, Diyarbekir


Xulqê min teng bû, nikarim dewam dikim. Bi vê nameya xwe re, wêneyekê jî dişînim ji te re. Gava berê min li hundir kişand. Min dît, li pêş min dengekî dil dihelîne, jinek, stranek.. Figen Genç - Bülbülün Kanadı Sarı. Min girt û wêne girt. Deng di wêneyê de tine Înano, tenê jinik heye.

Te hay ji Brusko heye ma? Ew çi dike? Me li ser mailê xeber daye lê em rû bi rû neaxivîne hîn. Dizanim, ku em hevdu bibînin jî ez ê bi qasî ku jê re di mailan de diaxivim neaxivim. Hez nakim ji axaftinê Înano, hez dikim ji nivîsandinê, ew jî heta ciyekî.

Silav û gulavên payîz bi xwe re anîne, min sar e.

O. F. Baran