30 Mart 2017 Perşembe

Hedimî.


êvara înê ye û ji roja roj de ye ku vî danê xwedê çi hizna li dora alemê gerîyayî hebe topî hev dike û bi nava min de didewisîne, ser dilikê min bi wê axa sor tirş dike. mûsim mûsima kîvroşkan e, bayê cemedî hîn jî nebilîyaye. hîv, zîv çawa be eyn wilo ye. û kevanekek e. miqamê qendîlekê ne kêmî yê tofanekê ye. ez li nava xwedîyan ji dêr û mizgeftê tevdekê bûme, qûmatika min qurifîye û masîkek bi xwîna xwe yî di dil de gewimî li ser zimanê min seqîyaye, maye.
B.A., Adar, 2017.

23 Mart 2017 Perşembe

Biteqî

Înanolo,

Di van royên tirş û tarî da, mektûba te eynî ew tehma şekirên kaxetî yên zarlixîya min anî ji devê min firand çavên min. Min ji xwe ra go hella hella, min bêrîya Înanolo nekirîye lê min bêriya mektûbên wî kiriye. Çinku Înan bi xwe şor e, deng e, bes mektûba wî nivîs e, ne-deng e. Pir dûr û dereng mexe wanî lo, dibê nizam yekê ye yekî ye, gotîye min bê nan bêle bê dan bêle lê min ji hangî bêrîya mêle. Hangî bêrîya tu zanî çi ye? Ê min û mektûbê jî bûye ew mesela.

Wêneyên min ên Whatsappê.. Law îşte ez pê çişkî ji ber xwe bela dikim. Instagram tine, Facebook tine, Twitter tine, ê gî tinebin nabe.. Elimîmê, van royan wer ji xwe re çi dibînim dikşînim û çend hevokan jî li binê rêz dikim û dikim çîrokeke Whatsappê. Çîroka Whatsappê çend hefteyên berê ku nû derket, gîyan gotin tiştekî pir saçme ye ne xweş e, lê min jê hez kiriye axirî. Di Facebook, Twitter, Instagramê de, meri nizane kî kî ye çi ye, çira merîya dişopîne, çi dibîne çi nabîne. Her tişt li wan deran bîrdene ji çizxîyê derketîye, bes di çîroka Whatsappê de tenê telefona merîya li cem kê hebe ew dibîne; hinekî din ozel e yanî. Ê ji yekî nola min ku ji şêniyê pir û qerebalixê hez nake jî nûr û nîmet e Whatsapp û çîrokên wê.

Yanî stres û siqintiyên ku tu çê xerab zanî ne têde wekî din li vê derê royên min xweş derbas dibin Înano. Hin heval ji min re dibên, binivsîne li wir binivsîne.. A rast, li vir tiştên meri ku bibîne, bibihîse û binivsîne pir in, lê ez dibêjim ez bijîm ji gî çêtir e. Çito ku yek wexta kamerê ferq dike, çi dike nikane nola ku kamera tine hereket bike, bi min wer tê ku gava meriv bi derdê nivîsînê di nêv teng û rengan keve nikane tehmekê jê bistîne.

Haaa, ne di çîrokan de lê ez e di mektûban de yazi kim: Tema her sibe darim nên distînim ji firnê. Wê roya hanî dîsa rabûme darime firnê ye, zariyekî ban dikir digo ''Heqî-Heqî tu biteqî!'' Şagirtekî firnê nav Heqî ye, seba ew biqehere ban dikir kurik. Yek, didi, di cara sisîyan de şêgirt go, ''Ez werim te bigirim, ez e te va radim Îsmo'' Min go, elbet ku min va dîyaloga dî min go, xwezîya min ferqa devok û standartê nizanibûya û ti car jî ji Sirûcê derneketama.

Xwedîyê firnê hevalê min î zarlixîyê ye. Yanî ti hevalekîye me ya wer werga hevalî tinebû lê em di imrî hev da ne îşte. Ku ez darim nên distînim, dil heye ser rojeva Kurdan bi min re şorê bike, lê min ew qapîya li rûyê wî girtiye. Carê du cara go, va meselê me'y Kurmancî kê çito bibe, min go; heta 10-15 salan nola berê nabe, Kurmanca xeyb kir. Wer bi dengekî bi şewat go na laaaaaa û birrî.

Ez dixwazim wêneyên îsotên ku darine firnê û tên jî bikşînim lê ez fedî dikim Înano. Wê bi min bikenin bêjin ''Ma te carna îsot nedîne dikşînî?'' Çi zanim, naxwazim ''li vir'' bim lê dixwazim ''ji vir'' bim. Eger ''li vir'' bim ez e wêneyê bikşînim, lê ''ji vir'' bim, gereke kişandina fotografê nake. Mora ''xerîb''ê berê li min ketîye hinekî li vir û bi min pir çetin tê. Ez çi dikim jî nikanim biguherînim, nikarim lekê wê morê ji ser xwe bişom. Mesela forma halpirsînê li Sirûcê ''Çitonî yî, çi dikî rihet î'' ye lê ku min dibînin dibên ''Çawa yî baş î'' zalimana.

Sirûc û Sirûc û Sirûc, min serê te êşand ne? Qûsirê menêre, ma ez ji te ra dikim wekî din behsa çi bikim? Tu bêje hele, van royan di edebîyatê de çi hey çi tiney? Kî çi dinivsîne, çi derdixîne, çi ser dixîne? Hêleke te Mêrdîn, hêleke te Diyarbekir, bêje hele, ji wir magazîna edebîyatê ragihîne heyran..

Ku ez ê xwe bêjim, tuyê bêjî bextê vî'y edebî reş e. Tema çendekî berê min çîrok werdigerandin, min wer ji te re nego çîrokên kê ne çi ne.. Îcaba veşartinê jî nake niha ku çîrokên Mihemed Şarman bûn. Ê law min wer serî xwe pê re dêşand ku heta bê bes e. Çi bû talîyê ra? Ew jî jiber afata bi ser min de hatî min nîvtemam terikandin û dewra Şêxo Fîlîk kirin. Bira zorê Xwedê nere, lê ku duzena meri bela bû afat e lê çi ye.. Bi ser de Jan Dost, romana xwe ya ser Kobanî ji min re şand, jiber devoka Sirûcê, xwest ez çavekî lêxim. Ê law min dî di nêv vê qircirê de ne romanek, fersend bi dest min nakeve ez nikam helbestekê bixwînim hema, min anî lê vegerand. Ez pir mehcûb bûm. Dosyeyên Ferhadê Mihemed û Mihemed Ronahî jî dîsa werga.. Çi'zzam, fehm dikim lo, rind fehm dikim, qedera min a edebî ne ti qeder e, qey nav li ser qeder e û ebedî ye jî.

Dikim siba bi berbangê ra ji Sirûcê rêkevim herim Eyntab. Birayê min î mezin dike ji qêlp emelîyat bibe. Çend royan em e li xestexanê bin herhal. Hêlek me xestexane û helek jî hepisxane, lê dîsa jî bêjim Xwedê ji vê xerabtir neke, ku tê gî ser hev tê.

Sankî min pir dirêj nivîsand Înano. Nizzam, eceb gî ketîye ser hev loma min dirêj nivîsand yoxsam, min pê hindirî xwe honik kir? Ê her du jî nolê hevdu ne. De bes e bes bêjim, bira dengî tûşan diya min û bavê min ên di xew de ne rihetsiz nekin hîn.. Erê lo, qey ez effare me, li cem wan radikevim.

Hez û hurmetên ku dibêjin kê çi fehm kir vê heyatê ku tu jî li dû şopa ''jîyankirin''a ''heyat''ê ketîyî.

Omeros

22 Mart 2017 Çarşamba

Malzarok

Omer, 

Kêfa min gelekî bi vê nameya te re hat. Te çawa digot, kêfî min gelek xaş bû. Ez ewqasî bi vê nameya te kêfxweş bûm ku berê ez ewqasî pê kêfxweş nebûbûm. Min ferq kir ku Sirûc li bejn û zimanê te hatiye. Ez dibêjim qey tu ne yê bajarên mezin î pismam, tu yê taşra û gundan î. 

Bi qasî ku ji wêneyên te yên Whatsappê têderdixim, tu li Sirûcê bextewartir î. Ez dibêjim tu bextewartir î lê nizanim ka tu li Diyarbekirê jî bextewar bûyî an na. Lê hat bîra min ku, tu ne bextewar bûy. Tu rojê sê caran îsota Rihayê nexwî natebitî pismam. Îmajeke te ya wiha di serê min de çêbûye ku tu heta dawiya temenê xwe jiyana xwe li gund dibî serî û bi kar û barên gundewariyê dadikevî. Lê ji ber ku tu her tiştî nîvco dihêlî, îhtimaleke din jî tê hişê min ku tu beriya mirina xwe bi çend salan dev ji jiyana gund berdidî û lêdixî bi otostopê li seranserê dinyayê digerî. Ez çawa van xeyalan saz dikim ez jî nizanim, lê şêl û timtêla te ji min re vann tiştan dibêje. 

Tu ji min re behsa meqamê Sirûcê dikî. Ma ev tiştên ku tu dinivîsî ne ji meqamê Sirûcê ye? Heger ev nivîsên te ne ji wê meqamê bin, ez êdî nikarim li meqamê Sirûcê bifikirim. Ka wî meqamî baş hîn bibe pismam û bi wî meqamî ji min re binivîsîne, bawer bike ez ê gelekî kêfxweş bibim. Min tu carî meqamekî herêma xwe hîs nekiriye. Ez li Bismilê çêbûm û mezin bûm, malbata min ji Mêrdînê bû û xeberdanên me bi ser wir ve bûn. Bismil ji aliyê meqam û devokan ve wek karnavalê bû, ji ber ku bi koçan mezin bûbû. Ji ber ku zû bi nivîsa kurdî nas bûm, min zêde zehmetî nekişand di nivîsandin û xwendina kurdiya nivîskî (mebest jê kurmanciya ku bêtir ji aliyê nivîskarên vê herêmê hatiye nivîsandin) de, xeyn ji tewang û ergatîviyê, ji ber ku pirraniya nivîskaran ji herêma me bûn û wek me dinivîsîn û min her wisa bawer dikir ku kurmanciya min ji zikmakî ve ya standard e, loma qet ew hesta devok û meqaman li cem min peyda nebû, tevî ku baş hay ji devok û meqama herêma xwe jî hebûm. 

Ser xêrê be pismam, tu a soxî vegeriyayî malzaroka xwe (VOA). Dibêjin meriv biçe ku jî herî dawî vedigere malzaroka xwe, warê xwe, mala xwe, xwe. Te bi VOAyê dest pê kir, herî dawî jî bi VOAyê didomînî. Sirûc jî her ew mesele ye. Omer, tu dev ji edebiyat û wêneyan jî berdî lê dev ji name û yek jî rojnivîskan bernede. Lê ez bawer nakim ku tu karibî dev ji edebiyatê berdî. Tu yê rojekê vegerî malzaroka edebiyatê jî. Û ma tu nizanî ku ev nameyên te edebiyateke edebiyat e? 

Duh jî Newroz bû. Li vir dinya hê jî sar e. Bi Newrozekê bihar nayê mixabin. Min ji te re qal kiribû ku ez diçim staja formasyonê, hefteyê rojekê diçim dikevim dersên kurdî yên dibistanên seretayî? Bila ew jî bimîne nameyeke din, ez betilîm û di xwe re nabînim bêtir ji te re binivîsim. 

Bi xêr û xweşî.

Înanolo 

15 Mart 2017 Çarşamba

Lîbîralîzm

Înanolo,

Min ji niha va bîr kiriye min di mektûbên berê da çi yazî kiriye. Loma ku ez bi şaşî ketime tekrarê xwe ji min meqiherîne. Tu îna dikî, wê roya hanê min navê bloga xwe jî bîr kir tew. Dikira Google ketema, dişînmîş be dişînmîş be nav nat bîra min. Min ji xwe ra go Imero, erdê keto, imrî te gî çend sal in ku ew çi halê bîra te ye wanî.. Bira te ez bidîma, hindik mabû, bi ser xwe da or or bigirîyama ku, perxudres, hat bîra min. Ez wanî dirêj dirêj yazi dikime lê gî ne deqak bû, bes di sanîyan da êşeke giran î pir giran ez guvaştim mor kirim ji ber bîrê. Qey namîne çend salan ez e bîr bikim navê xwe jî ji hevalan pirs kim herhal.

Îro di dest me sê qutî meyvesuyu, ez û diya xwe, em çûn ser nixaşekî ku merîyê diya min e. Mêrikî li erdê ser ciya bû, lê qurbanê wê bîrê min, bîr e li ser piya bû. Bîra 88 salî, ji min ra behsa mektûbeke ku wexta ewî li eskerîyê bûye jê ra hatîye kir. Di wê mektûbê da, hinekan ji vir jê ra gotine Xwedê, Zelo û 5 qîzkên din dane. Xêncî dîya min, qîzkên din jî bi navê wan û navê dê û bavê wan got.

Meqamekî devoka Sîrûcê heye Înano. Wextê ku li vir kal û pîr şorê dikin bi min nolê sazekî tê. Dil û devê min pir diqaqije wî meqamî lê çi fayde ku ez nizanim û nikanim şorê bikim.

Nizanim min ji te ra behs kiribû, ez îcar jî ketime VOA, bi wan re dişixulim. Min dikira ji te ra behsa tiştekî din bikira a rast, ku min gupek li qediha çayê xist min ew bîr kir, va hat bîra min.

Li vir wekî din tiştekî ez dikim tine. Edebîyat û fotograf filan gî çûn ber pûş, ne meyla min ser e ne jî wexta min heye ku ez xwe pê ra biwestînim. Darim def û dawetan, îşte ser nixweşan, tazîyan û filan bêvanan. Dikim îcar jî xwe bi zorê bikim peyayî cimaatan Înano, lê nola tiştên din ez e vî tiştî nîvtemam biterikînim herhal.

Çendakî din fînalên min destpê dikin. Ji dihinî va li xwe zor dikim ku çend sayfe hiqûq bixwînim lê qafî min tew raneke. Nizanim, 15 îmtihan in û wext jî hindik maye.. Kîjanê bişixulim kîjanê neşixulim.

Te dost û hevalên li Parîsê pirsîne. Îna bike kesî ku ez tawsîye bikim tine. Belkî tu jî nola herkesî dibêjî qey derdora min a şên e, fire ye lê wer zanibe ku herku dare ez ji berê tenêtir dibim û dimînim. De, pasaporta û Parîsa te li ser xêrê be Înano. Bi xêr herî û bi xêrxêr werî.

Hîro sêçima Hollandê hebû. Eceb çi bû çi jê derket, meraq dikim. Goreyî sonicên vê sêçimê kê rewşa Ewrupa bêli bibe tema. Dû vê, îcar dora sêçima Almanya û Fransê ye. Li her derê koprîya lîberalîzmê hildiweşe, em hîn nûpêketîyên lîberalîzmê ne, ne? Ez xwe nelivînim, dîsa derd û kulên Kurmancan ji te re yazi nekim hele.. Li ciyê ku bindest Kurmanc bin û serdest jî Tirk.. Tu baqil bî, tu ji wan deran venagerî. Îmkanên min hene, lê ez newêrim, ew cîgera bi min ra tine ku ez ji van deran dûr kevim.

Herku çû min qesnax teng kir.. Berê Stenbol, paşê Diyarbekir, paşê Sirûc.. Sala pêş me, tew Sirûc wê ciyekî mezin li ber çavên mi.. Herim gund, çend donim erdî xwe biçînim û rakim, ji gî çêtir.. Dinya mirin têda lo.. Eger dengê Baqî Xido be, wê bêje dinya nema ji Nûhê Bozê ra, dinya namîne ji te ra jî dilo..

Çi bû, min wextekê digo silav û gulav, de bêje min çito digo law, law law lawo çeqilmast.

Omeros 

13 Mart 2017 Pazartesi

Bîroke

Omer, 

Ev mehek çêbûye ku em ji hev re nanivîsin. Ez li qusûra te nanerim, tu jî li ya min nenere. Çar pênc roj berê çav bi nameya te ketim, lê min di xwe re nedît ku ji te re binivîsim. Min gote xwe, nenivîsandin çi karekî rihet û xweş e. Lê her tim, li derekê, hin kes hene ku em xwe mecbûr hîs dikin ji wan re binivîsin. Me divê em binivîsin jixwe, lazim e em binivîsin. Lê gava demeke dirêj tu nanivîsî, dibî tenbelê nivîsandinê, ji bîr dikî nivîsandinê, naxwazî bidî nivîsandinê, loma wer dubare dikî nivîsandinê. 

Te qala depremê kiriye lê li vir ez bi depremê nehisiyam. Hin kes pê hisiyane lê belê. Deprema ku herî dawî pê hisiyam a Wanê bû. Li dersxaneyê bûm. Li ber pencereyê. Û hîseke wiha jî bi min re çêdibe gelek caran: Ew ê vê kêliyê depremek çêbibe û mala ku tê de me hilweşe. Hîsek wiha bi te re jî çêdibe Omer? Dixwazim Kitêba Sed Şêweyên Mirinê binivîsim. 

Ev Adara Mêrdînê hîn şilope ye. Tesîra sermayê hêj tam neşikiyaye. Min ji te re gotibû ku me mala xwe bar kir? Em hatin maleke xweş û germtir. Îsal kuçeyên Mêrdînê bêhtir min diwestînin. Hilkişîn û daketina qiyameyan zehmettir bûye ji min re. Çend şev berê birûsk li Mêrdînê ket, me heta niha dengekî wisa nebihîstibû. Pencereyên malê ji ber vî dengî dihejiyan. Bi birûskê re ceyran jî çû, şantêl jî avêtin. Piştî demekê ceyran hat, lê ji ber ku haya me ji şantêlê tunebû, demeke dirêj jî ji ber şantêlê em di tariyê de man. 

Ez havînî diçim Parîsê pismam. Îro ji bo pasaportê çûm emniyetê. Polîsê wir ku hîn bû ez di beşa kurdî de dixwînim, pirs kir ka zimanekî wekî kurdî heye an na, kurd ji hev fam nakin, filan û bêvan. Lê min karê xwe yê li emniyetê hel nekiriye, divê sibe biçim ewraqên xwe teslîm bikim ji bo pasaportê. Piştî paseportê jî ez ê serî li vîzeyê bidim. Axir piştî ku dawetnameya enstîtuyê hat, niha jî meseleya me ya herî muhîm cihê mayînê ye. Em ê li ku bimînin? Hevaleke din jî ji zanîngeha me dê wek min li enstîtuyê staja xwe bike. Ka ti dost û hevalên te li Parîsa xopan tune pismam ku me bihewînin an jî cihekî xweş û erzan bo me peyda bikin? Binêre çi hat bîra min: Kêliyekê min xwe wek Cahit Sıtkı hîs kir ku wî jî demekê li Parîsê ji bo Ziya Osman nameyan dinivîsî. 

Ê tu niha çer dikî? Bi çi re mijûl î? Heyata te ya taşrayê çawa ye? Sebr û tebata te li Sirûcê tê an? Ji kerema xwe nalîna min bigihîne deşta Sirûc û Diyarbekirê û beriya mêrxasên Berazan.

Înanolo

2 Mart 2017 Perşembe

Weylo

Înanolo,

Di sêrî de bêjim ku jiber vê nameya dereng tuyê qisûrê nenêrî. Îcab nake ez ji te re yek bi yek sebaba nenivîsînê binivsînim, jixwe tu çê xerab meselê zanî.

Min dev ji wêne û wejeyê bi temamî berdaye. Gava dinî min go qene ez nameyan neterikînim lo, bi ser de deprema îro jî hat bîra min, min go gerek e ez îllem binivsînim, qeyd bikim, dilî xwe honik bikim.

Berî esir bû, ez bi xew ve çûbûm yan xilmaş bûbûm nizanim, min bihîst diya min e dibê ''Metirse metirse'' Xewa min a sivik e tenakî, min hema hêza xwe kir rabûm ser xwe û min tavilê fehm kir ku deprem e, em dihizine.

Ez, diya min û birazîya min a bavgirtî Zelo bûn li mal. Çûm ketim oda Zelo ku rakim birivim lê bû xwê helîya, li ber çavên min wenda bû qîzik. Diya min ez kaş kirim, go ''Li vir e raketiye.'' Min rakir, fûtek hebû li ber wê, min hema avête ser wê, diya xwe jî girt û derbasî bin kolonekê bûn em. De qatî 10'an e, em pir zêde hiziyan. Min go wext e hilweşe mal. Diya min eşhed û etahyat, çi dihat ber dêv dixwend û ji min re jî digo ''Eşhedê xwe hilîne kure min'', Xwedêo ji te re dibêm, min tiştek nego!

Paşê ku deprem sekinî, min Zelo kir hemêzê xwe, destê diya xwe jî girt û 10 qat mêrdiwan daketim jêr. Xêncî min peya kes tinebû hema bêje, ên dadiketin gî jin û zari bûn. Bêje ma asansor nedişixulî, dişixûlî lê di depremê de safi talûke ye, gerek meri xwe dûrê bide. Neyse, me xwe bi zorê avête derva, lê me tirseke pîs jî xwar.

Cerku ez hatime Riha ye ez tim dibêm ez hatime, loma namîne çend royan wê li van deran cîyekî bombeyeke mezin biteqe. Berî bombê deprem hat.

Li Mêrdînê jî deprem e mezin bû? Nizanim, dengî min û wa hêlan pir nê hevdu.. Ji min re bêje hele.. Û wekî din çi dikî çi nakî? Yek jî dikî çi wext herî Parîsê?

Por sipî dikim, dijmêrim, çiqas pir in. Por.

Omeros