9 Aralık 2016 Cuma

Mihemedolo

Omer, 


Te xêr e qurban? Heta çenda berê Sewdaserê Berbangê bûyî, îja Xudadarê Berbangê çi hal e? Ez nameya te ya 20ê Çiriya Paşînê ya li jêr navê "Sewdaserên Berbangan" tînim bîra te ku te ji min xwestibû bînim bîra te her gava ku aciziyê xwe li te da der. Te gotibû çi, eynen li vir dinivîsim: "Ez ê ji vir û wa, bi qasî ji dest min tê ji vê heyatê hez bikim û ji xwe re wer wisa kêf li ser kêfê rûreşo parîxweşo bim. Ku min dîsa dest bi ofekufan kir, bi aciziyên xwe serê te êşand tu vê nameya bîne bîra min ji kerema xwe! Dinyake boş û betal e, madem me ji zû de ve fehm kiriye û ditiye taliya talî jî mirin e, em ji çi re xwe ewqas kut û li erdê dixin law.. Em bifirin ezmanan û bêjin ''Anêêêê, ezmanî çî î xweş e lawwww, çitonî xweş e!''" Gavê, zû pehînekê li qûna acizî û xemê bixe û vegere ser kêf li ser kêfa xwe ya delalîka ber dilê xwe. 

Heger dixwazî ji Diyarbekirê bar bikî, bar bike. Heger dixwazî ji karê xwe îstifa bikî, îstifa bike. Ma kî ji barkirin û îstifakirinê miriye ku tu bimirî? Herî zêde bê kar û bê mal bimînî û nanoziko debara xwe bikî. Jê wêdetir tune ye jixwe. Ji bo bextewariyê her kirin mubah e. Di oxira bextewariyê de ji tu tiştî texsîr  û feraxad neke. Xwe wek kalekî heftê salî yê dinyadîtî hîs dikim ku şîretan li xortekî hivdehsalî dike derbarê heyatê de. Helbet ev ne şîret in, ne jî pêşniyaz in. 

Duh min cara pêşîn devê ALESê vekir. Min pirsên Matematîk û Tirkî çêkirin. Matematîka wê ne zehmet bû. Tevî ku gelek wext di ser re bihuriye jî, min bîst pirs filan rast çêkirin. Tabî ez qala Matematîk 1ê dikim, ji ber ku em tenê ji vê berpirsiyar in. Pirsên Tirkî ne ji wan pirsên YGS û LYSê ne, hinek zehmettir in. Baldarî dixwazin ev pirs. Dibêjin 18ê vê mehê îmtihana ALESê heye. Ka em têkevinê, bê çi quzulqurtan pirsîne. 

Duh di dersa edebiyata zarokan de me Nezerê Mêrxas a H. Tûmanyan analîz kir. Casimê Celîl wergerandiye. Ev werger cara pêşîn di 1937an de tê çapkirin. Dû re malbata Celîlan ew li Wiyanayê di 2012an de çap dike. Piştî wê jî Weşanxaneya Evrenselê çap dike. Lê gava ku meriv çapa Wiyanayê û ya Evrenselê dide ber hev, meriv dibîne ku Evrenselê (redaksiyona wê Îsmaîl Dîndar kiriye) gelek texrîfat û mudaxele di zimanê berhemê de kirine.  Gelek peyv, hevok, biwêj, daçek guherandine. Ser meselê "nealtbûyî" kirine "têkneçûyî", "temiz" kirine "paqij", "Xwedê te xwey ke" kirine "Xwedê ji te razî be" û hwd. We xêr e heyran? Hûn vî heqî çawa di xwe de dibînin ku radibin peyvên ku wergêr tercîh kirine diguherînin? Ev werger ne bi dilê wê be nexwe biçin ji nû ve wergerînin an na gava we çap kir lazim e hûn dest nedin metnê. Bi Xwedê ez gelek aciz bûm. Yek ji van texrîfatan jî Weşanxaneya Periyê di Şer li Çiya ya Eliyê Evdilrehman de kiribû. Amadekaran bê fedî di pêşgotinê de jî diyar kiribûn ku wan hevokên dirêj kurt, qut û sade kirine, li şûna peyvên tirkî kurdiya wan nivîsandine û nizanim çi jehr û qurreder kirine. Ê te destûr ji Apê Elî xwest? Na, ma dê çawa bixwazin? Diznin ku Eliyê Evdilrehman ji gorê rabe dê malikê li wan mîrat bike. 

Duh dersa edebiyata klasîk jî hebû. Em li ser Kerbelayî yê mexlesa Şêx Mihemed e sekinîn. Şêx Mihemed kurê Şêx Evdirehmanê Axtepî ye. Gava ku apê Şêx Mihemed dimire, ew rêveberiya medreseyê digire destê xwe heta Serhildana Şêx Seîd. Piştî serhildanê wek gelek malbatên din ew jî tên sirgûnkirin, belawela dibin. Şêx Mihemed jî bar dike gundê Çulûyê ku nêzî Diyarbekirê ye. Li vir heta dawiya umrê xwe, 1937an dijî. Şêx Mihemed 11-12 salan di odeyeke bêpencere de dijî, dev ji zewqa dinyayê berdaye, dernakeve nava gund. Tenê çêlekeke wî heye ku ew jî gundiyan dayê, du sê mehê carekê birayê wî yê Şêx Eskerî tê mala wî paqij dike û diçe. Şêx Mihemed di van salan de, di nav huzn, melankolî û psîkolojiyeke xirab de dijî. Di vê odeya bêpencere her tim dixebite, dixwîne û dinivîse. Û tişta ku ez ê niha bibêjim gelek tesîr li min kir, tevî ev heyata wî ya bi êş û elem. Şêx Mihemed her çi binivîse, wan tiştan diqetîne û diavêje. Ji van salan tu berhem negihaştiye roja me. Mamosteyê me digot, em nizanin çi nivîsiye, lê wer xuya ye derveyî helbestê jî nivîsîbe. Hin heval gotin Şêx Mihemed Kafkaesk e, hin heval jî gotin na, Kafka Mihemedesk e. Bila Kafka li cihê xwe be, Mihemedê me jî li cihê xwe. Lê gelek li ber dikevim ku ji wê serdemê tu berhemên Şêx Mihemed negihaştine roja me. Du berhemên wî yên berî vê serdemê hene. Dîwana wî û Mirsadul Etfala wî ya ferhenga menzûm a zarokan ku bi kurmancî-farisî nivîsiye. 

Bimîne di xweşiyê de. 


Înanolo