24 Kasım 2018 Cumartesi

Montajneçêker

Merheba Farîn, 

Li Diyarbekirê, li heman cafeya duh lê ne li heman maseyê rûniştime. Min xwest li heman maseya duh rûnim, ji ber ku prîz li ber hebû, lê ew mase ne vala bû, loma li bendê me ku ew rabin û ez biçim ji xwe re li wir rûnim. Gava meriv hînî cihekî dibe, veqetîna wî cihî gelekî zehmet e. Meseleya guherîna maseyeke li cafeyekê jî kêm zêde bi qasî wê zehmetiyê ye. 

Hêvî dikim min di nameyan de qet behs nekiribe ku di dibistanê de ji ber şibandina nav, hevalan ji min re digot înek jî, îno jî hebû. Nasekî me hebû, çi cara min bidîta digot înankî ka nankî, her tim ecêbmayî dimam li ber vê gotinê, hezar salan bifikiriyama leqebekî ewqasî komîk û zîrekane nedihat bîra min. Li lîseyê wekî wergerandina hemû navên tirkî, hevalan navê min yê tirkî jî wergerandibûn kurdî û digotin "bawer". Hevalekî di dema zanîngehê de navê min kiribû Înanakî. Difikirim, herhal tenê navê Înanolo ye min li xwe kirî. 

Min îro vîdeoya xwe ya ewil kişand, gelekî kêfxweş bûm. Axir ma montaj, lê ez jî ji montajê fam nakim. Ne ji mamostayê atolyayê bûya, min dê montaj bida kesekî din û navê wî li bin montajê binivîsiya lê mecbûr lazim e ez çêkim. Ka min ji hevalek alîkarî xwest, ger qebûl bike di dema çêkirinê de dê alîkariya min bike. Mamosta gotibû vîdeoyeke yekdeqeyî lê wer xuya ye dê ji deqeyekî zêdetir be. Ka ez binêrim, çi jê derdikeve. 

Silavên şarj li ber kêm bûye. 

Înanolo

23 Kasım 2018 Cuma

Hikûmranîya Hotelan

Înanolo,

Wexta ez î çûçik bûm xwişk û birayên min, heta dîya min û pismamên min, herkesî ji xwe re li gorî dilê xwe navek li min kiribû. Farîn ji wan navan yek e, Farûnna jî digotin, Farişan jî. Pismamekî min jî, hîn jî gava çav li min dikeve, dibê Faruk Eş Şara. Mêrik, wezîrê derve yê Sûrîyê bûye demeke dirêj, ji wir di bîra wî de maye û bûye leqeba min axir.

Ez jî hez nakim ji însanan adresan pirs bikim û çaxa yek ji min derekê dipirse jî tim ditirsim ku şaş tarîf bikim, loma xwe tim xerîbîyê vedinim. Çê ye ku Google Maps heye, pir bi kêrî min tê welle. Teknolojî tevî zirar û ziyanên xwe, nûr û nîmet e jî ma.

Tu li ser meseleya edebîyatê rast dibêjî. Ez jî her çiqas dibêjim jê dûr ketime jî, lê ne ewqas. Ma ne name jî pareke vê edebîyata? Û di ser de min di otofotografya xwe de gotiye ku ''
A ez zanim, kitêbên ku ez dixwînim bi awayekî ecêb tesîrê li ser tilîya min a li ser deklanşorê çêdikin.'' Hîn çi?

Em werin meseleya otelan. Çito ku dengê defê ji dûr ve xweş e, rengê hotelan jî werga ye. Li otelên genî û gemarî û yên qaşo erzan dimînim, û tawsîye jî nakim. Psîkolojîyeke ecêb ya çavdêrîyê heye li van odeyan. Tu dibêjî qey yekî tu qet nas dikî bi dizî te temaşe dike. Hikûmranî ye û tiştekî ji dest te tê jî tune. Nizanim, belkî tu zanî, jiber vîdeoyên li ser malperên pornografîk belav dibin, hinek jin û mêr, xususî li otelan namînin.

Eger maleke pak î şebab dîsa li hêla Ofîs û Sûrê filan derkeve ezê bigirim. Ez dikira biçûma Rihayê, lê mam; bi taybetî îşev xulqê min pir teng bû li otelê, serê sibê ezê lêxim herim. Tew ku di îlanên înternetê de jî îşev malekê bibînim ezê îşev herimê law..

Silavên pir westîyane.

Farîn

Amatoryonel

Merheba Farîn, 

Li Diyarbekirê, li cafeyeke te gotî rûniştime û vê nameyê ji te re dinivîsim. Çendîn sal e têm Diyarbekirê lê hîn baş nizanim ka kîjan mekan li kû ye, ez li kîjan mekanî rûnim, li kîjan mekanî hevalên xwe bibînim. Adresan jî nizanim loma, baş ji hev dernaxim, her hêvî dikim ku kes adresan ji min nepirse û ez jî mehcûb nebim. Ji bo ku ez jî adresan ji kesî nepirsim, her çavê min li ser xerîteya di telefonê de ye. Ji ber wê min ji te navê cafeyan xwest û heta ku hatim vê cafeyê, bîskê carekê min li xerîteyê nihêrî. 

Qet li otelan nemame, lê carekê gava li Wanê bûm, şevekê li malekê bi kirê mam. Kurdekî ji Kurrdistana Îranê min nas kir, kêfxweş bûm. Herhal mayîna li otelan jî xweş e, pereyên meriv hebin, meriv her tim dikare li otelan bimîne bê ku kesî aciz bike. 

Spas ji bo hêvî û daxwazên te yên li ser vîdeoyan. Bes lazim e tu bizanî ez wekî karekî eslî li vîdeoyan nanihêrim û tu niyeta min tê de tune ye profesyonel bibim. Ez dibêjim û dê li her derê bibêjim, ez her karê derveyî edebiyatê sirf ji bo edebiyata xwe dikim, ne tiştekî din. Eleqeya min ya niha ya li ser vîdeoyan jî ji bo edebiyata min e, ya sînemayê jî ji bo edebiyatê, siberoj li ser mîmariyê jî bixebitim, li ser matematîkê jî bixebitim, li ser fîzîkê jî, li ser kîmyayê jî, her tişt, hemû tişt ji bo edebiyata min e. Dixwazim edebiyat her tim karê min yê eslî û profesyonel be û di hemû qadên din de jî zanîn û eleqeyeke min ya amatorî hebe. Lê bala min lê ye, ji bo te jî, ji bo gelek kesên din jî heçku edebiyat hinekî bêqîmet bûye. Ez ne bi we re me. Piştî vê atolyeyê bi îhtimaleke mezin, ez dê karê vîdeoyan berdewam nekim û berê xwe bidim qadeke din ya pêyê min pê nebûyî. Piştre ez dê wê jî nîvco bihêlim, piştre yeke din, yeke din, din. 

Em her tiştî dixwazin kolektîf bikin. Çima? Çi hewce dike? Li gor min kurd hînî xebatên kolektîf nebûne û tiştekî normal e jî esas. Hingê hewce nake meriv serê xwe bi hevalên xwe re biêşîne. Ne zehmet e, tu dikarî fanzînekê derxî, tenê tu dê binivîsî, heger bixwazî bi gelek navên mustear binivîsî. Heta niha fanzîneke yekkesî ya kurdî hebûye? Min nebihîstiye. Kerem bike tu bibe yê yekem û rê li ber gêncên wekî me veke. Karekî bêminet e, tu dê çi derdê hevalên xwe bikêşî û dilê wan bihêlî? 

Bi rastî jî sansûrşikên li bejna te hat. Farînê Sansûrşikên. Niza' cara yekem te got sansûrşikên? Min got Farîn, heqeten ev Farîn ji kû derket? Ma ji te re dibêjin Farîn? 

Silavên ku çayek li ber qediyaye. 

Înanolo

Vîdeoyênafrînerçêker

Merhaba Înanolo,

Vê nameyê ji odeyeke oteleke erzan ji te re dinivîsim. Heta gava din î min serê xwe şûşt jî min nizanibû bîneke ne xweş ji hindurê otelê tê. Min bêrîya mala xwe ya bêhnxweş î her tişt lê bela wela kir law, lê de dinya ye, ji baqî Ellah pê ve her tişt derew e û ro tê diqede.

Bi eleqeya te ya ser vîdeoyê re kêfxweş bûm. Hêvî dikim ku ne tiştên Kurmancî, lê yên cîhanî çêkî. Edebîyateke me ya tesîr li ya cîhanê kiriye tune, fotografeke me ya ku dinê alem gî nas dike jî tune, de omdî tu û videoyên te ne ku, dinê pê Kurmancekî karîzmatîk yên vîdeoyên rê li ber vîdeoyên cîhanê vedikin, nas bike.

Dilê min hîn li ser nebûna fanzîneke fotografan dişewite. Jiber ku di karên kolektîf de ne jêhatî me û dilê hevalan zû ji xwe dihêlim naxwazim bi kesî re dest bi vî îşî bikim. Zanim ku dest pê bikim jî ezê nîvtememam biterikînim. Nizanim, belkî fanzîneke bi xwe tenê derxim, - qe nebe hejmara pêşî - tew navê wê jî Farîn deynim çi bikim? Farîn.. fanzîneke fotografên sansurşikên..

Min ji vê peyva sansurşikên jî hez kir ha.. Wek çend salên berê ez hîn jî dibêjim di pêşneketina hunera me de para sansurê zêde zêde pir e. Em bibin Nifşê Sansurşikên? Her tişt serbest were nivîsîn.. Ka ew ceger û cesareta? Me kesî heyata xwe li erdê nedîye û îcab nake ku bi tek qurşînekê heder bibe here.

Te gotîye redaksîyon. Ez jî redaksîyonê dikim, lê careke din ku ez ewqas ne mecbûr bim ez redaksîyonê nakim, çav di min de neman law. Îcar ê me tema her tiştî me tevlihev e, em di ber redaksîyonê re edîtorîyê jî dikin, bar du qat sê qat zêde dibe. Nizanim.

Xwarzîyeke min bûye bûka Dîyarbekirê. Min ew û zave dawet kirin, em dikin siba tev taşteyekê bixwin. Ji hêlekê de hesteke xweş e ew, ji hêlekê de jî xerab.  Derbazbûna zemên zora min dare yek caran. Çi zû law! Hîn duhinî ne pêr bû, em zarokên çavbizîç bûn.

Dibêjim qey yek ji me dikê ji nişkê ve bimire û em dê ji taqetê bikevin.

Dixwazim dest bi cixareyê bikim.

Hez û hurmetên di çenteya xwe de êmîşên bajaran digerînin.

Farîn

22 Kasım 2018 Perşembe

Bêmal

Merheba Farîn, 

Sê meh çêbûye herhal min ji te re nenivîsiye. Bawer bike min jî bêriya te nekiriye, min bêriya namenivîsînê kir û dixwazim wekî rojên berê ji te re binivîsim (heger cardî sersarî nekim). Belkî jî ev name bi qasî ku ji te re tê nivîsîn, ji min re jî tê nivîsîn. Qedera van nameyan jî ne dûrî ya rojnivîskê ye. 

Sê meh berê min çi dikir, nizanim, lê niha li malê me, name ji te re dinivîsim û di rewşeke normal de me. Diçim atolyeya hunera vîdeoyê, li fîlmên Kurosawa temaşe dikim û çawalêhato derheqê fîlmên wî de çend paragrafan lê dikim, redaksiyona kitêbekê dikim, ferhengekê ji bo ferhengeke din dixwînim û peyvên çend varyantî yên tê de tuneyî berhev dikim, Barthes dixwînim, radizim, radibim, cardî radizim, cardî radibim. 

Tu çi dikî, li ku yî, rewşa te çawa ye? Tu hînî bêmaliyê bûyî? Xwezî maleke te hebûya, carina ez dê bihatima lê razama. Gava dibêjin bêmal, Parîs tê bîra min. Min tu carî ewqas bêmal nedîtibûn. Marketek hebû hinekî li jora enstîtuyê, carina gava ez ji wê marketê derdiketim, çend bêmalên li hember marketê dirêj kirî destê xwe vedikirin û gazî min dikirin. Bin wan germ bû, li ser devên kanalan radizan û hewaya germ li wan dida. Carina dixwazim ji bo demekê ez jî weke wan li derve razim, lê hîn min ew cesaret nedîtiye ku vê bi malbata xwe bidim qebûlkirin û ji wan veqetim. Belkî piştî çendîn salan, kî dizane?

Înanolo