16 Aralık 2016 Cuma

Temenbihêrk

Omer, 

Vê sibê çawa hişyar bûm, min bala xwe dayê ku di hişê min de strana Souad Massiyê ya bi nav "Le bien et le mal" lê dikeve. Souadê bi wî dengê xwe yê şîrîn, ahengeke nazenîn li dar dixist di guhê min de. Niha di Youtubeê de jî ev stran lê dikeve gava ku ji te re dinivîsim. Li derve mij û moran e, berf nabare. Min got berf lê çi xweş bû berfa wê şevê, ne wisa? Ne îşê xweş bû ku tu hatî û şev nîvê şevê em derketin li nav wê pûk û berfê û me kêfa li ser kêfê kir. Ev car nebû, careke  din em ê hilkişin bajarê kevn jî. 

Saleke din jî li temenê min zêde bû, saleke din jî ji temenê min bar kir û çû. Temen 23, dike sêyekê rê. Qey em ê du 23yê din jî bijîn an jî nejîn. Ev temen çend zû dibihurin, ez ê ji vê yekê re bibêjim temenbihêrk. Temenbihêrko, ne temenê te temen e ne jî bihêrka te bihêrk e. Nizanim çima pismam, lê di wan rojan de ku saleke din li vî temenê jehrtêketî siwar dibe, her xemgîn im. Carna maneya vê yekê fam nakim, li wan hekîman difikirim ku di heyata xwe de tim dane pey çareya nemiriyê. Lê em, emên nemirnejî, ne bi temamî dimirin û ne jî bi temamî dijîn. Dizanim, ez ê rojekê bimirim bêyî ku min di heyata xwe de hema carek diya xwe bi dilê xwe hembêz kiribe û maç kiribe û ev fikar gelekî min ditirsîne, gelek pê diêşim, gelek li ber dikevim. Dizanim, ev di çîrokan de jî wisa ye, tirsa ku em jê ditirsin her tê pêşiya me, deriyên ku divê neyên vekirin her tim tên vekirin. Axxx... Ev meraq bi rastî jî me dikuje. Naaa... Di van rojan de ne Heleb ne jî Orwell tê bîra min. Çima bê bîra min?

Duh min seriyek li bloga hindik û rindik a Apê Zinarê Xamo xist. Ez pir bi vê blogê kêfxweş bûm. Bila kes ji me nebêje ez jî blogger im heta ku Apê Zinar li van deran be. Tevî ku weke her tiştî em di blogê de jî dereng mane, ev bloga Apê Zinar ji bo me serbilindiyeke mezin e. Ev blog ji 2007an û vir de misêwa aktîf e. 10 sal û nêzî 4000 nivîs ne kêm e. Ma bextewariyeke ji vê mezintir heye ji zarok û neviyên Apê Zinar re? Xwezî hema blogeke bavê min jî hebûya û tê de rojnivîsk û bîranînên xwe binivîsiya. Rojekê dê bavê min jî û diya min jî bimirin, lê li dû wan dê ne tek hevokek û ne jî tek peyvek bimîne. Ez ji vê yekê jî gelek ditirsim û gelek xemgîn dibim. Çawa çêdibe ku meriv were vê dinyayê, xwe pîr û kal bike û destevala biçe. Tehemula min ji vê re nîne, ez nikarim qebûl bikim. Nexwe em ji bo çi dijîn? Çi dibêje Apê Zinar di nivîsa xwe ya ewil a blogê de, tarîx 30ê Îlona 2007an: 

"Roja din dema min posta xwe ya elektronîk vekir, min hew dît ku bloga min bi risim, bi edres, bi nav û nîşan hazir di qutiya min da ye.
Tiştê kêm tenê nivîssîn e.
Ew jî bi van rêzan, bi lez û bez ez dest pê dikim.
Ez nuha pir dilşad û pir jî bi heyecan im.
Ez ji hemû malperên bi nav û deng ra dibêjim, xwe bidin alî ez hatim.
Wek tê zanîn di mala xelkê da meriv tu carî xwe rehet û azad his nake. Mazûban çuqasî dost û mîvanperwer be jî meriv wek li mala xwe ne serbest e.
Ez van rêzên jorîn wek numûne dinivîsim û dixwazim bi çavên serê xwe bibînim ku rast e. Ji nuha û pê va her cara ku wexta min çê bibe ezê tim hewl bidim ku di vî quncîkî da hestên xwe, bîr û baweriyên xwe bi we xwendevan ra par bikim.
Bi hêviya ku xwendevan hebin."

Bi hêviya ku temenê bloga me jî herî kêm bi qasî ya Zinarê Xamo dirêj be. 

Înanolo