7 Ağustos 2018 Salı

Anê Anê

Înanolo,

Piştî demeke dirêj îro min xwest ji te re nameyekê binivîsim. Ne ku min bêrîya te kiriye, herhal min bêrîya namenivîsînê kir, lê ew bêrîkirin jî ne arekî gur e ewqas, pirîskek e, wê vemire û here çîşkî din.

Ez nizanim tu niha li kû yî, çi dikî, rewşa te çi ye..

Ger hinekî qala xwe bikim, ê min ew demek e ez li Enqerê me jiber nexweşîya dîya xwe. Jiber ku Tirkî nizane, bo tercumanîyê ez bi wê re ketim emelîytxanê wê roya hanê. Ecêb bû, pîra heftê salî jî gava derzi di piştê re diçûn, jiber êşê digo ''anê anê anê..''

Ji esir, silav û hurmet bo te.

Farîn