30 Mayıs 2020 Cumartesi

Lêlê serêşê

Farîn,

Ev du sê roj in wer serê min diêşe, qet nebêje. Duh dikir dîn bûbûma ji ber serêşê, te digot qey yek di nav serê min de tefşoyan lê dide. Du şev in ji ber vê serêşê kabûsên ecêb dibînim. Gotineke Virginia Woolfê tê bîra min ku digot çiqas ecêb e nexweşiyên însanan di nav têmayên serekî yên edebiyatê de cihekî ji xwe re peyda nekirine. Ma ne çêtir e ku ez kitêba xwe ya duyem îthafî serêşa xwe bikim: Ji bo wê serêşa min a delal, ji ber ku bû sebeb vê kitêbê binivîsim. 

Te di nameya xwe ya 24ê mehê de pirseke muhîm kiribû, paşê min ferq kir. Tu dipirsî ka dê hevaltiya me kengî biqede. Nizanim, lê tişta meraq dikim, gelo hevaltiya me biqede ev name jî dê biqedin? Yan jî em dê wek du kesên ji hex xeyidî û mîna xerîban bi van nameyan dewam bikin? 

Ya ji me re dimîne xwendin û nivîsandin e  lê wer xuya dike tu vî karê xwe jî baş pêk nayînî. Halbûkî niha diviya kitêbeke te ya nû hazir bûya. Belkî jî hazir e, Xwedê zane. Ya rast ji ber ku ez wisa bê kar im loma wisa dipeyivim, ka ez dest bi karekî bikim belkî ez jî dûrî xwendin û nivîsandinê bikevim. Halê hazir karim hemû roja xwe jî bidim xwendin û nivîsandinê. Ma tiştê ku nivîskarek dixwaze jî ne ev e? Xwezî ew şert û merc hebin û her tim meriv bi vî awayî be.

Vê carê jî puntoyên nivîsa te zêde gir in, te orte bikira baştir bû. Bi qasî girsiya pûntoyên xwe bextewar bî.

Înan

27 Mayıs 2020 Çarşamba

Kontorên MSNê

Înanolo, 

Ez ew demek e ti xwendineke sermîyan nakim. Tim di ser re di ser re xwendinên çûk î hûrik î ti kûrahîyê çênakin û wekî din ne tiştek. Bes ez ferq dikim ku mejîyê min jiber nexwendinê heçku teng û tarî dibe, nikarim bi berfirehî li mijaran binêrim û şiroveyên maqûl bikim. Loma, di van rojên pêş me de ezê xwe bidim ber zora xwe ku kitêbne edebî bixwînim. Dîsa dibînim ku em çi karî bikin jî çi wext bi kê derê de herin jî ya ji me re bimîne xwendin û nivîsîn e. 

Te behsa MSNê kiriye. Çito ku MSN werga çû ber pûş û kevn bû eceb wê Whatsapp û çi zanim Twitter û Facebook û Instagram jî kevn bibin? Wê çaxê kê înan dikir ku em dikin qerfên xwe bi salên MSNyî bikin? Tê bîra min, ez ji telefonê ketibûm MSNê û ew bi min wer xweş hatibû ku ji min wetrê min di teknolojîyê de qonaxeke din teqle kiribû. Ha, bi MSNê standina kontoran jî sextekarîya wê demê bû. Hinek hevalên min ên lîseyê bi MSNyên sexte yên bi navên keçikan ji mêrên navsere numareyên kontoran dixwestin û kontor bi erzanî difirotin me. Paşê operasyonek çêbû, ew xwendekarên lîseyê hatin desteserkirin û dewra kontorên erzan jî bi dawî bû. 

Silavên ro li nîvro. 

Farîn

26 Mayıs 2020 Salı

Dizên neqebekê

Farîn,

Duh derengê şevê baraneke nedîtî li vir bariya. Te rastî bivê hinekî ji ber wan şîrqeşîrqa birûskan tirsiyam jî, her wekî ku niha, li ber vê maseya ber pencereyê bûm û min çîroka xwe dinivîsî. Bi tirs û ihtimala ku birûsk li min bide çîroka min jî dê nîvco bimîne, ji ser maseyê rabûm çûm ser paldanka dûrî pencereyê û defter li ser çoka min, wisa min dewam kir bi nivîsandinê. Ev tirsa ji birûskan jî ji hin tecribeyên derdorê bû her hal, hevalekî min carekêe birûskê lê dabû, rebeno ji mirinê filitî.

Serpêhatiya te ya îdê ya bi dizî, serpêhatiyeke min jî anî bîra min. Erê ya min jî bi dizî bû, lê ne di îdê de bû. Sal 2013 bû herhal, min navê bi hevalekî re dabû nivîsandin ji bo bi dolmîşê biçim, ne şaş bim Serêkaniya Rihayê, niha nayê bîra min ka hingê çi qewimîbû lê ev çûna me ji bo protestoya êrîşên li ser bin xetê bû. Cara pêşî tev li çalakiyeke wisa dibûm. Tu nabêjî bavê min jî wê bi heman mebestê were. Tabî negotibû ew ê biçe wir, min jî negotibû, lê min dizanî ew ê biçe ku. Ez wekî te ne bi şans bûm, bavê min ez ji nedîtî ve nehatim. Gava çav bi min ket dîn bû, her li ber min da ez vegerim malê lê min qebûl nekir. Xuya ye wê çaxê pir li ber ketibûm, li qozîkekê giriyabûm. Tabî polîsan çend caran pêşiya xelkê girtin û bi tu awayî nehiştin em bigihijin wir. Wê şevê li derve me bihurand, serê sibê em cardin vegeriyan. Li dû wê rojê jî bîranîneke wisa maye. Di ser wan heft salan re jî ez têra xwe guherîme. 

Ew odeyên chatê tên bîra min jî. Heqeten gelek kes ji wir jî zewicîn. Nav nayê bîra min lê yek hebû bixaltiyê min her tim ji bo lîstika wê bi kar dianî. Ê min ez nifşê msnyê me, ez li vir navê navnîşana emaila ewil nenivîsim, tê henekê xwe bikî. Yaw listeyeke diyar a emailan hebû û her kesî ji hev kopî dikir û her kesî ji bo heman kesan dinivîsî. Em bi hesret bûn kesek bersiva me bide bêje "slm". Dem û dewranên ecêb, axir zû bihurî. 

Te di nameya din de pirsa xwendinên min kiribû, min ji bîr kir bibêjim. Ew antolojiya dengbêjan ya te ji bo min şandî tê bîra te? Di qûrayê de ji bo min derketibû. Niha cildê wê yê duyem dixwînim. Wekî din bala min çûye ser mitolojiyê demekê dixwazim li ser wê baş bixwînim. Niha kitêbeke bi navê Mitolojiya Dinyayê û her weha ferhengeke mîtolojiyê dixwînim. Tu çi dixwînî? Yan tu naxwînî lê dilîzî?

Haa, ez ji bîr nekim, nivîsa te li ser komputerê zêde hûrik xuya dike, puntoyan mezin bike hinekî.

Şeveke xweş ji bo te.

Înan

24 Mayıs 2020 Pazar

Îdên Înternet-Kafeyan

Înanolo, 

Hinekî sûcê min, hinekî sûcê wan, ez ji hevalên xwe yên bi rastî min jê ji dil hez dikirin ro bi ro bi dûr ketim, dilsarî ket mabêna me û ew mesajên min ên îdê jî neman. Ka dikim ji dil telefonê kê bikim vê îdê, ji dil bo kê binivîsim ji wan mesajên berê? Bi tenê di sê komên Whatsappê de, kurtepeyamên pîrozkirinê û yek du peyamên din û hew. Wekî din jî ne lazim. 

Wexta ez li ber komputerê rûniştim ku ji te re binivîsim îdên berê hatin hatin bîra min: Qey yek ji ferzên îdê jî bêrîkirina îdên berê ye. Ez bêrîya wan royan nakim belkî, lê bi bîra min dikevin: Di îdekê de, ez û sê hevalên xwe bi hev ketibûn û em ji Sirûcê çûbûn Riha bi dizî. Çito bi dizî? Me xeber nedabû malê em çûbûn, û loma ew serhildaneke bi stres bû. Di dolmişê de, li kekê xwe yî Îbram Xelîl rast hatibûm, tirsîyabûm, lê wî ez li cem hevalên min mehcûb nekiribûm û bi bişîrenekê, nola ku ji min re bêje ''Min tu nedîy, ji xwe ra darî kê derê herê'' nihêrîbû. Min û hevalên xwe me li Riha tur avêtibûn û berî ro here ava em dîsa dolmişê siwar bûbûn û vegerîyabûn Sirûcê. Nizanim li cem te jî ew tirsa çêbûye yan na? Li mala me, azana mixurbe dema vegera mal bû. Hîn niha jî ez li kê derê bim ferq nake, ku azana mixurbe dixwîne, ezekî di hindurê min de nigên min dide zorê ku ez vegerim malê. 

Niha înternet li mala me di destê me de ye û em bo înternetê naçin înternet kafeyan. Bes di zaroktîya min de yek ji kêfên îdê înternet kafe bûn. Pere bi dest me diket û me diçû ew li kafeyan xerc dikirin. Hevalên min ekserî futbol û ew lîstikên din yên herbê dilîstin, lê ê min bala min piranî li ser ''çet''a bi Îngilizî bû li ser Paltalkê. Paltalk hîn heye tune ye nizanim? Ji Sirûcê, xortên nifşekî çeleng î bejndirêjî î xweşik, tev çûn bûn mêrên jinebîyên zengîn yên Ewrupa, di ser sohbetên li Paltalkê re. Tu dikî bêjî wan çawa Îngîlîzî zanibûn, çawa sohbet dikirin? Komîk e. Hinekan ferheng bi xwe re digerandin, hinekan kitêbên pratîkên yên Îngîlîzî û yên zana jî xwendekarekî ji Anadolu Lisesiyê li ber xwe disekinandin û bi wan didan nivîsandin û wisa bere bere hevok ezber dikirin. 

Tu zanî? Min jî bingeha xwe ya Îngîlîzî li Suruç Anadolu Lisesiyê danî. Jixwe li wê lîseyê em xêncî Matematîkeke rind û Îngîlîziyeke herikbar tiştekî neelimîn. Ez li wê lîsteyê ew xwendevanê ku berê dersên wî pir rind lê di dawîyê re li dû hevalan dima bûm. Ji min tiştên mezin hêvî dikirin û di bin wî barî giran de dilikumîm. Min ne ji mamosteyan hez dikir ne ji mektebê. Niha ji wan hevalên lîseyê jî ne li yekî rast têm, ne bi yekî re danûstandina min heye. Heyranê ew kesên di hevalîyê de şên in û zanin kî niha li kê derê ye çi karî dike. 

Ka ez nizanim wê hevalîya min û te wê kînga biqede? Wê çi be suprîza min û te ji me re? 

Silavên westîyane li darê dinê. 

Farîn

Nîvcoîd

Farîn,

Îro îd e û niha min da aqlê xwe ku ne min telefonî kesî kir ne jî kesî telefonî min kir, ji bilî telefoneke ku ne ji bo min bû. Ecêb, Sms jî nehatin, li ser whatsappê jî çend peyam û wêneyên giştî yên pîrozkirinê. Smsên te yên berê yên îdê hatin bîra min, xuya ye te jî dev ji wan hawên xwe berdane, yan na qey yek ji wan bo min jî dihat. 

Ne ku gazinan dikim, na, tenê wisa difikirim ku piştî çend salan herhal wê peyam ji whatsappê jî bo min neyên. Jixwe ez bêkêrê pîrozbahiyan im. Halbûkî berê min çi bi kêf îda nas û dostan pîroz dikir, îro ro di xwe re nabînim û ji dilê min nayê ya dê û bavê xwe jî pîroz bikim. Hindik maye li quncikekî birizim, ji bîr bibim biçim. Nasîna zêde jî rê li ber vê nagire.

Gava korona hat heta van deran û min xwe di malê de hesarge kir, wisa min bîr bir ez dê karibim çar pênc çîrokên xwe binivîsim. Du meh wisa bihurîn lê ji dilê min nedihat binivîsim, ji xwendinê jî dûr ketibûm, konsantrasyon kêm bûbû. Dema ji xwendinê hinekî dûr dikevim, berê xwe didim temaşekirina fîlman. Vê carê jî min wisa kir. Belkî sînemahez vê qebûl nekin, lê ji bo min temaşekirina fîlman çalakiyeke sivik e, garis lo, wek xwarina garisan, gava ji xwendinê diwestim, bêhnvedaneke xweş e ji bo min. Lê karê derhêneran jî pir pir zehmet e, hurmeteke mezin heq dikin. 

Axir ji birakê xwe re bêjim, vê meha dawî li nivîsandina çîrokan sor bûm, min çîrokek nivîsi û çîrokek bi nîvî kir. Min dest bi nivîsandineke din kir ku ji bo min jî bû surprîz û ji bo ku ji bo te jî bibe surprîz, heta ku neqede ez dê nebêjim. Bellî nake lo, ha te dî ev jî wek nivîsandina gelek tiştên min ên din nîvco ma. Carna dibêjim van nivîsan kom bikim û di kitêbeke bi navê "Nîvco" de belav bikim. Çavê te ronî, nîvcomayîn jî li derengmayîna me zêde bû. 

Kêf û şayî ji bo te.

Înan

23 Mayıs 2020 Cumartesi

Silaveke Koronayî

Înanolo, 

Nameya te ya nû ya tu hema bêje piştî salekê hat ez pir kêfxweş kirim. Ez rind im, sax im, silamet im. Mala te ava, hêvî dikim ku royên te yên bi korona ku ne tam be jî hinekî bi dilê te derbaz dibin. 

Tu zanî ez berî koronayê jixwe pir ji malê dernediketim, lê ez ya rast bêjim ku di vê heyamê de min bêrîya rûniştina li parkan kir. Bi taybetî ew şevên min yên li Anıtparkê dibihurîn tu dibêjî qey qirnekê dûr in ji min. 

Eger fersend bi dest min keve ez dikim teqez li gund bimînim û bijîm. Ji berê de di qafê min de hebû ew tişt û vê pêlê ew fikir zêde xurt bûye li ba min. Di YouTubeê de kesên ku terka karûbarên xwe bajarên xwe kirine û çûne li gundan bi cîh û war bûne temaşe dikim çend royan carê. Ax ew ceger, wêrekî li ser min jî hebûya. Gundekî me heye lê taqeta min bi danûstandina bi nasan re tune û ez bi kesên xerîb re jî zû bi zû nikarim samîmîyetê çêkim. Ez nizanim di vî îşî de ezê çito ji heq derkevim û bi kê derê de herim. Min ji meraqlîyên pirs kir û ez elimîm ku meri kane 80 - 90 mîlyar mesref bike û ji xwe re li gund maleka şebab çêke. Ji însanên mîna min û te re ew pir pere ye niha. Nizanim. 

Tu çi dixwînî van royan? Nola berê dinivîsî dîsa? Herî dawî min li bîranînên Pablo Neruda nihêrî - berê min bi çi eşqeke mezin xwendibû law - 

Ha berî ez ji bîr bikim, hafizeya min a ku xerab dibû jî ji min re bûye derdekî mezin. Pir li ber dikevim, mesele û şorên min ên heftek, mehek berê nêne bîra min. 

Silav û hurmet bo te lo. 

Farîn


22 Mayıs 2020 Cuma

Germa blogspotê

Merheba Farîn, 

Çav bi sêwirandina mobilê ya blogspotê ketim. Têra xwe xweşik bûye, ecêb mam. Tavilê min aplîkasyona wê jî daxist, ev hê xweşiktir e, hê rehettir. Çavan jî naêşîne. Meriv dixwaze hema bi mobila xwe tiştinan binivîse. Sebebekî mezin ê nivîsandina min jî ev e. 

Çawa yî, baş î? 

Xwezî gundekî min jî her wekî yê te hebûya. Gerçî heye gundek lê ev çendîn sal in neçûmê. Min dixwest li gundekî xerîban bimînim, ne li yê nasan. Vê koronayê meyla min ber bi tebîetê ve zivirand.
 
Demek e bi tenê rojê saetekê têm li Parka ber devê çem dimeşim. Dar û ber îsal zêde har bûne, kelmêş mişe ne. Ji barana bi bereket bû her hal, ma ne îşê bariya. Lê germê jî bi carekê re hikmê xwe danî, zêde nikarim xwe bidim ber. Halbûkî berê min dixwest li ber tavê bimeşim, ji bo rastî zêdetir însanan neyêm. 

Ka bê ji ber qedexeyan bû ji ber ci bû, êdî li şûna însanan zêdetir pez û dewar li vê parkê piyase dikin. Werdekên me jî hene, kûçik helahelaya wan e. Şewqeya min li serê min, ji vî serî diçim wî serî, ji wî serî têm vî serî. 

Eyda te bimbarekî be. 

Înan