27 Temmuz 2020 Pazartesi

Zarokên xelkê: tek wêneyek.


Li qatê ewil, yê 0ê, pêrgî wan hatim û ji wir û pê de bûm çavek bi wan re meşîyam, hilkişîyam heta bi jora barûyê, Barûya Belfryê ya bajarê Ghentê. Dido dido bûn, him zarok û him jî dê û bav. Her yek bi destê zarokên xwe girtibû, biborin, na na, kesî bi destê zarokan negirtibû, zarok bi tena serê xwe dimeşîyan. Dayikekê, kitêbokekê û qelemekê di dest xwe de girtibû, tiştinan jê dixwend û pirsan ji zarokan dikir. Zarok bi qîjewîj û pêkeve lê vedigerandin, geh zendegirtî lê temaşe dikirin, geh bi darikên di destê xwe de li zengilan didan, keviran dipîvan. Piştî ku li her qatî li dora her tiştî diçûn û dihatin û guftûgoya xwe pêk dianîn hildikişîyan qatekî din. Li dora wan peykeran, zir zengilan, û saetan yekeyek diçûn û dihatin. Piştî ku her tiştê hêjayî dîtinê li hundir diqedîya, êdî te bajar dida bin lingên xwe û ji jora barûyê, çemberek dibest, çerx dibû li dorê. Hatin wir jî û peyvên xwe, awirên xwe yên miraqdar ji wir dardakirin - di ser bajêr re. Piştî ku ez bi asansorê daketim xwarê û êdî min xatirê xwe ji wir xwast, hîn nuh lê hayil bûm, tek wêneyekî jî negirtibûn. Danûstandinê dikirin bi keviran re û her awirekî wan dibû wêneyek di valahîyê de her bi vî terhî. 

Birûsk Aryan 
Sibat, 2020 - Ghent