25 Şubat 2018 Pazar

3310

Heyran Farîn, 

Xwezka meriv karibe ji ber aciziya xwe her binivîse. Lê bawer bike di demên aciziyê de tew meriv naxwaze binivîse. Mesela îro aciziyeke pîs xwe li min girtibû û min ne dikarî û ne jî dixwest tiştekî binivîsim, bikim. Lê axir aciziyên me jî her wekî bextewariyên me demkî ne û em zêde xwe bi wan re nalebikînin. 

Ger ji êşa çavan tiştekî xirabtir hebe, belkî ew jî êşa diranan be. Lê êşa diranan biçe jî êşa nedîtinê qet naçe. Ez bim li çavê xwe miqate be. Ez bi xwe jî qet li çavên xwe ne miqate me û tevî ku stendina min a berçavkê jî her û her wan belasebeb diwestînim. Bi min dijminê herî mezin ê çavan jî ev mîrata telefon û kompîtiran e. Ev demek e difikirim, gelo ji ber vê êşa çavan em ê telefonên smart biterikînin û vegerin wê dema Nokia 3310an. Mesela ez niha dixwazim dev ji bikaranîna telefona xwe ya smart berdim, lê nikarim, destê min jê nabe. Gelek caran jî ji acizî bi saetan wextê min tê de derbas dibe, boş beleheq û di ser de êşa çavan. Ê min gelek caran nikarim xwe kontrol bikim, ger kesek ne li ber serê min be û tiştekî din nebînim ku pê re meşxûl bikim. 

Gelek caran bi tirs difikirim ku rojekê kor dibim. Niha ji bo çîroka nû pêşxwendinan dikim. Tê de korbûn heye. Du roman hene bi navê korbûnê, yek Körlük a José Saramago, a dî jî Körleşme ya Elias Canetti, min her du jî di du demên cuda de xwendin û kêfa min gelekî ji wan re hat. Yek derheqê bêçaretî û hovîtiya însanan a li hember korbûnê de, yek derheqê korbûna însanan a li hember rastiyan de. Cemîl Merîçê di temenekî ciwan de korbûyî jî dibêje yên kor paryayên hemû dewr û welatan e, û dibêje, yên kor ên li derveyî heyatê jî û edebiyatê jî. Ji bo ku em li derveyî heyatê jî û edebiyatê jî nemînin, berî cansaxiyê, çavsaxî...

Duhê ez bi hevalan re çûm Gêlê. Rojeke xweş bi gerê derbas bû. Di têketina bajêr de, polîsan em sekinandin ji bo kontrola nasnameyan. Tevî ku li her derê li wan rast têm lê nizanim li wir ji min re ecêb hatin. Em li nav bajêr negeriyan jixwe cihekî pir  biçûk bû. Em çûn keleha wê û li ser berajê derketin tûreke tekneyê. Di dema xwe de hinan çend kûp zêr li wir dîtine û gelek zengîn bûne, kurikê li ser tekneyê ji me re digot. Bi gazin bûn, wan digo nahêlin em tekneyan bişuxulînin lê digot debara Gêlê bi xêra berajê ye û ger ne ji bajarê bûya kes jî dê nehata vî bajarî. Min çavdêriyeke baş kir li Gêlê û mekanekî rêzeçîrokeke Înanolo dê li vî bajarî derbas bibe, bi xêr. Piştî Gêlê em hatin Dağkapi Cigercisi. Yahû çiqas cihê xwe mezin kiriye bêbavan, berê ewqasî mezin nehatibû cihê wan ji min re. 

Di nameya din de bîne bîra min, ez ê ceribandinekê bikim li ser nûçeya mirina te. Dema te bimîne xweş. 

Înanolo

23 Şubat 2018 Cuma

Çavan Top Avêt

Înanolo,

Nameya te, di vê şeva ku Pêncşemê dibe ber Înê de surprîzeke xweş bû, ket maîla min. Jiber ku ez ji zû de ve ye neketime vî hesabî min mail û şîfre ji bîr kiribû. Şîfre barên giran yên vê serdemê ne, jibîrkirina wan îşê meriv pir çetin dike. Min li ser hev çend ceribandin, dawîya dawî ez ketimê axir.

Tu çûyî bi Parîsan ketî te name mame ji bîr kirin. Piştî şeş mehan hatîyî ji min re ji Bîsmilê dinivîsî ji acizîyê. Ê te kirî ji çendan yek e Înano, kîjan dîn û wîjdan qebûl dike vê yanî?

Çavên min zêde zêde diêşin van royan. Dixtor dermanên dilopî dane min, fayde nekir. Ez î mîyop bûme, go ya berçavk ya jî lazer. Nizanim, bo her duyan jî zû ye bi min. Ez dikim herim dixtorekî din. Ne dixwazim berçavkê bidim ber çavên xwe ne jî dixwazim lazerê li çavên xwe xînim.

Royên min di mabeyna Riha û Dîyarbekirê de derbaz dibin. Van royan jiber rewşa dê û bavê xwe pirtir li Rihayê dimînim. Di nêv re darim Dîyarbekir jî lê pir namînim. Ez çiqas hewil didim jî ez ne ê gerê me lo Înano. Kanim bi salan li cîyekî teng bêxem bijîm. Ne bajarên mezin li gorî min in, ne qelebelix, ne halehop, ne gurmegup.

Çîrokên te xweş in, hele dewam bike, ka çi jê derdikeve. Perxudres dixwaze bo her tiştî sponsorîyê bike, wê sponsorîya çîrokên Înanolo jî bike elbet, lê di talîyê re ku te dît min top avêtîye û blog girtîye û çem û çem çûme jî meke tîqetîq mekene hema. Zalim î, ji te tê.

Belkî jiber ku pîrbûna û kalbûna dê û bavê xwe ji nêz ve dişopînim, van royan zêde zêde li ser mirinê difikirim. Ne kal û pîr, lê wek ku fenomenekî me yî emirciwan dikê ji nişkê ve koç ke here.

Em dikin bêrîya van rojan bikin. Em dikin tune bin. Leqleqa qafî min e, çavên min pir diêşin, ji min heta vir.

Farîn



22 Şubat 2018 Perşembe

Şeş Meh

Heyran Farîn, 

Kêm zêde şeş meh di ser nameya te ya dawî re derbas bûn. Şeş mehên ku herî pir tişt tê de qewimîn. Qey ev jî adetê min e. Gava li ger û geryana me nanivîsîm lê gava li mala xwe rûdinim dinivîsim. Berî şeş mehan li Parîsê bûm, lê niha hatime, li mala xwe, li Bismilê me. Ev qeder e yan tiştekî din e? ya ku meriv nizane ku dê bîne di kû re derxe. 

Fen bilgisiya min ne baş bû loma formûl nehat bîra min. Tu mihendiz bûyî wextekê, normal e bê bîra te. Tu dibêjî te çi fam kir ji keçikên Parîsê. Ma ez ê çi fam bikim wulan, piştî ku min ji zimanê wan fam nekir. Wek dewarekî di nav wan diçûm dihatim. Lê ger bipirsî dewartî xweş bû, ez ê bibêjime te ger derfet hebe her bîçim dewartî xweş e û ger bi dest min bikeve dixwazim cardî dewartiya xwe nû bikim. Mirad jî dê bihata Parîsê lê mixabin li Elmanyayê hesarge ma û nehat. Herçî tu yî, ne bawer im ji Diyarbekir û Rihayê wêdetir du gavan biavêjî. A baş rûne cihê xwe, dengê xwe neke. 

Wê rojê îsot û rîçala îsotan (te digot em jê re dibêjin dimîstî îsot) a te ji min re şandî gihaşt destê min. Maliyan rîçal gelek ecibandin, carna li ber taştê em pariyê xwe tê dadikin, malî ava. Herçî îsot e, hê min hilnedaye devê xwe kirp kirp nehêraye. Riha çawa ye? Bismil ne îşê germ e, zivistanek wiha min nedîtiye. Lê sebra min zêde li Bismilê nayê û ji ber betaliyê gelekî aciz dibim. MEBê sê kontenjan ji bo mamosteyên kurdî veqetandin, dudu ji bo kurmancî. Ê min ji xwe rêza min li notî filan e, ji min re nabe. Esas kêfa min ji mamostetiyê re jî nayê, lê tevî vê jî mamostetî derfet û rihetiyeke baş e. A bi xêr pismam. 

Ev demek e çîrokên rêza Înanolo dinivîsim. Li gor bertekên xwendevanan min fam kir ku gelek hatine ecibandin. Hevalekî ji min re nivîsiye ku ev demek e di nav nivîsên min xwendî de ya herî xweş ev e. Hetta got ez dixwazim di xebata xwe de jî wergirtinan jê bikim. Blogên me gumbur gumbur deng didin. Ez ê di vê terzê de, van çîrokan berdewam bikim. Difikirim ku deh çîrokên rêza Înanolo binivîsim û ger di dawiyê de Weşanên Perxudres bibe sponsor, xwe bide ber vî karî, dixwazim wekî kitêb, bîst sî heban çap bikim û li nas û dostên nêzîk belav bikim. Ma ne fikreke baş e? 

Vê dawiya heftiya borî, min û kek Şêxo Fîlîk hev dît. Demeke dirêj bû min ew nedîtibû loma min gelek bêriya wî û sohbeta wî kiribû. Me qala te jî kir, niza dengê me hat te? Em li bende ku rojekê em her sê civateke xweş bigerînin. Lê meriv nizane li kû, çi dibe, çawa çêdibe. 

Silavên bi qasî şeş mehan li te bin. 

Înanolo