30 Kasım 2016 Çarşamba

Rihletguzîn

Omer,

Ez duhê qet ne baş bûm. Ji ber xwarina nîvro ya zanîngehê, ez emelî bûm. Dû re min bihîst ku piraniya xwendevanan emelî bûne. Dibêjin ji ber goşt em wiha bûne, ji ber ku goşt xav bûye. Îjarê nizanim. Duhê, piştî dersan ez hatim mala hevalekî xwe yê sinifê ji bo ku em slayta pêşkêşiya xwe ya dersê amade bikin. Carê nava min dikir xurexur. Min fam nedikir çima wisa dibe û heval jî digot qey ji birçîna deng ji nava min tê, lê halbikî li derve me bi hev re cardî xwaribû. Piştî ku ji cem wî veqetiyam, saet şeşê êvarê filan, nava min ecêb nepixîbû û ez giran bûbûm. Gava hatim malê êşa nava min dest pê kir û her çendê carekê çûm tuwaletê. Ji zû ve ye qet nayê bîra min ku ez wiha 'emelî bûme. Bi şev pênc şeş caran ji ber êşa nava xwe şiyar bûm û çûm tuwaletê. Serê sibê ez gelekî bêhal bûm. Min digot qey min çend kîlo li tuwaletê kêm kiriye. Axir ber bi nîvro baş bûm û çûm zanîngehê. Qet ji dilê min nayê êdî xwarinê li xwarinxaneya zanîngehê bixwim. A bi xêr. 

Qerebalixa ku tu qal dikî mirina Xelîl Birahîmê hevalê min ê sinifê yê li Bismilê hatî kuştin anî bîra min. Di protestoya vetokirina parlementerên Bdpê (Bdp bû gelo?) de  hatibû kuştin ji aliyê polîsên dewletê ve. Ew qerebalixa tu qal dikî, cara dawîn li Bismilê di roja definkirina wî de jî kom bû. Lê piştî wê rojê ew qelebalix nehat ser hev. Aqûbeta kurdan çiqas dişibe hev. Min çîrokek nivîsîbû bi navê "Simbêl" û min îthafî wî kiribû. Çimkî çîroka wî hatibû gotin. 

Îro baraneke gur ûu geş bi ser me de hat xwarê. Hê jî dibare yeqîn dikim. Û îsal berfa 'ewil jî bi ser me de hat li Mêrdînê, îro. Ev îşareta zivistanê ye an na, nizanim. Lê gava behsa zivistanê tê kirin, îmajeke wisa jî di serê min de çêdibe: Bergê Yabancıya romana Camus. Ew zilamê ku şewqe û sakoyek lê ye. Serê wî di ber de, destê wî di berîka sakoyê wî de. Min digot qey cixareyek jî di devê vî zilamî de heye, lê xuya ye rast di hişê min de nemaye. Dixwazim bibêjim, halê însan. Îro dersa şerha metnan û edebiyata modern hebû. Di şerha metnan em li ser xezeleke Ehmedê Xanî rawestiyan. Di vê xezelê de peyvek gelek xweş hîn bûm û kêfa min gelekî jê re hat. Ew peyv, "rihletguzîn" e. Dibêje: 

"Zahidê xelwetnişîn pabestê kirdarê xwe ye
Tacirê rihletguzîn derbendê dînarê xwe ye
Aşiqê dilberhebîn dildayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bêşubhe xemxwarê xwe ye"

Rihlet tê maneya seyahat û geşt û gerê. Guzîn koka dema niha ya lêkera "guzîden"ê ye. Guzîden jî di farisî de tê maneya "bijartin"ê. Em ji bo kurmancî bifikirin, koka dema niha ya bijartinê, "bijêr" e. Wergera peyv bi peyv dibe, gerbijêr. Rihletguzîn jî tê maneya "seyyah" "gerok". Yanî ew kesê ku ger û seyahatê ji bo xwe dibijêre. Eger hat û rojekê derketim ger û geşteke dinyaye, ji min re bibêje Rihletguzînolo, pismam. Di edebiyata modern de jî em li ser Çolistana Ferhad Pîrbal sekinîn. Di dersên borî jî de her du romanên wî yên din, Hotel Europe û Santiago hatin analîzkirin. Hefteyên bê em ê êdî li ser helbestê rawestin. Nivîskarê hefteya bê, Şêrko Bêkes e. Mamoste dê helbbestên wî yên soranî transkrîbe bike û em ê helbestên wî bi soranî bixwînin. Serdema bê em ê li ser nivîskarên edebiyata hevçax ên bakur rawestin. Mamoste ji bo serdema bê ji xwendekaran xwest ku bi temamî em li ser van nivîskaran pêşkêşiyekê bikin û meqaleyekê binivîsin. Lîsteya hin nivîskaran da. Min "Hêlange"ya Yaqob Tilermenî hilbijart. 

Sibê dersa edebiyata zarokan heye. Heta sibê divê kitêba dersê, Serpêhatiyên Tom Sawyer a Mark Twain bixwînim. Heta nîvî hatim. Sibe jî ez ê nîviyê din xilas bikim. Ergin Öpengin wergerandiye. Ez ji xebatên Ergin gelekî hez dikim. Bi ya min Ergin şansekî mezin e bo me kurdan. Heta niha min tu kesî nedîtiye ku bi qasî wî bi hevoksaziyeke wer rast û durist binivîse. Hevoksaziya wî dibe ku ji min û ji gelek kesên din re jî giran bê, lê ez bi dilekî rihet dibêjim û baş pê dizanim ku hevoksaziya Ergin, hevoksaziya herî rast e. Lûtkeya vê hevoksaziyê di wergera wî ya Neteweyên Kêmîne pir zal û zelal e. Ji xebatên Ergin ên xortaniyê ve diyar in ku dê siberojê xebatên gelekî baştir bike. Hêj bîst salî bû meqaleyên qerase dinivîsin, gava meriv li çavkaniyên xebatên wî dinere, meriv ecêbmayî dimîne. Ez siberoja Ergin texmîn dikim. Dê bibe yek ji otorîteyê zimanê kurdî.

Sibê pêşkêşiya min a dersa Araştırma Yöntem ve Teknikleri heye. Mamoste ji bo vîzeyê slayt ji me xwest. Ji ber ku mamoste ne yê beşa kurdî ye û ji ber ku ev ders seranser bi term û têgehên zanistî tijî ye, em pêşkêşiya xwe bi tirkî dikin. Di nav van çar salên li zanîngehê de, cara ewil e ez ê pêşkêşiyekê bi tirkî bikim. Ji ber ku ji wextê lîseyê ve ye hema bêje di dersê de qet bi tirkî nepeyivîme, hinekî jî fedî dikim. Lê dixwazim vê pêşkêşiya xwe bi tirkî bikim, çimkî her çi qasî bi kurdî diaxivim, bêtir dibim tiralê tirkî û di axaftinê de girantir dibim. Lê ez ê biaxivim, bila hinekî tirkiya min jî pêş bikeve. Mijara pêşkêşiyê, "Araştırmalarda Örnekleme" ye. Me ji ser malperan copy-paste kir. Lê bawer ke, me bi tirkî baş jê fam nekir, ka em ê bi kurdî çawa fam bikin?

Emanet qencî...

Înanolo

29 Kasım 2016 Salı

Surşîn

Înanolo,

Îro salvegera mirina Tahir Elçi bû. Di wê sûka ku lê hatî kuştin de, tam di saet 10:53yan de me ji hoparlorê dengê wî bihîst. Ew axaftina wî ya dawî ya ku berî were kuştin kiribû.. Piştî axaftinên din parêzeran çûn qurnefîl danîn ser brandayekê. Ji ber ku ew ciyê ku Elçi lê hatiye kuştin hîn jî qedexe ye.. Dewleta tirk nahêle ku kes wê brandayê derbas bike.

Şîn-Spî-Sor, Qedexe

Salek derbas bûye di ser mirina wî re. Ro'k bibe wê bêhtir û çêtir xuya bike, a ku pişta siyaseta sereke ya kurdan şikand mirina Tahir Elçi bû ez dibêm. Li Diyarbekirê qerebalix cara dawî di roya definkirina wî de top bû. Jê şûnde di merasîm, çalakî û nizamçîkan de herku çû qerebalix kêm bû kêm bû û niha hema bêje kes nemaye. Ji bo protestoyekê tu nikarî 200 kesî bînî ba hevdu. Nizanim.

Bira, heval û hogirên min ên parêzer ên ji Sirûcê jî hatibûn merasîma bibîranînê. Bes ji ber ku kar li ber destê min zêde bû, me ji dûr ve seri ji hev re hizandin-hejandin lê me dest neda hevdu. Belkî xwe ji min qeherandibin Înano. Xema min e? Erê. Lê ez çito bikim ez negêhiştimêkê. 

Dû merasîmê bi çapemeniya Hollandayê re ez çûm Şaredariya Baxlarê. Me dikira li ser qeyûman û girtina şaredaran nûçeyek hazir bikira. Ên me qîmeta çapemeniya biyanî nizanin, kamerayên çapemaniyan wan ji xwe re nakin fersendek ji bo berzkirina dengê xwe. Me çi kir çito kir, me nikaribû hevşaredarek axaftin bida. Yek birîndar bibû 10 rojên berê, yek nizam çûbû kû. Axir me dî nabe me lêxist em çûn Şaredariya Kayapinarê. Ew jî hîn şaredariya DBPê ye, qeyûm nehatiye ser. Herdu hevşaredaran jî ji bo pirsên li ser desteserkirin, girtin û qeyûman bersivên baş dan. Ji te wetrê bi vê hevpeyvînê re karê min qediya ne? Na, ku di îşê min de çapemeniya biyanî hebe tew na. Xweşehlaqê biyaniyan, di nûçeyan de da ku bersivan bidin ber hevdu û bidin ber temaşevanan, fikrên hêla din jî teqez dixinê. Ji ber wê em ji şaredariya DBPê rabûn çûn bînaya AKPê. Serokê AKPê yê Diyarbekirê pirsên me yên li ser desteserkirina şaredarên DBPê û parlementerên HDPê bersivandin. Siba jî em dikin herin bi qeyûmê Sûrê re hevpeyvînê bikin. Nizanim, ev name dê bibin sebebê serê min herhal. Dikenim.

Gerek rabim serê xwe bişom lê tew taqeta min tine. Şeytan dibê bigire telefona xwe, lêxe rakeve heta şeveke din lê ji wê re jî ceger lazim e. Dewam nakim, dewam nekim çêtir e.

Silav û gulavên ditirsin di teqînekê de bimirin.

Omeros

28 Kasım 2016 Pazartesi

Girrûgêj

Omer, 

Ez cardî bi derengî hatim. Tevî ku min digot ez ê zûtir jî binivîsim, ji min nehat û min xwe bi tişt miştên din mijûl kir. Wer laşgiran bûme, wer destgiran. Ê min, baweriya min hê jî bi axaftinê tê, hê jî bi samîmiyeta wê, zêde neaxivim jî, zêde heft û heştan nekim jî, zêde nereqînim peyvan jî, henûniyeke wê jî heye bi qasî nivîsê. 

Te wêneyekî min girtiye bêyî xebera min, mala te ava be. Ez vê qenciya te ji bîr nakim. De bila meraqliyên edebiyatê jî, yên magazînê jî, îro na sibe, serê xwe pê re biêşînin û tê derxin bê em çi bûn, kî bûn, li ku bûn, bi çi mijûl dibûn û hwd. Orhan Veli xweş gotiye, siheta wî xweş... Axir me li Mêrdînê jî hev dît, lê tê bêjî qey tiştekî me nemabû di tûrik de ku em behsê bikin, wek hawê me behsa hemû tiştî kiribe di nameyên xwe de. Em nizanin biaxivin gava tên cem hev, di esasê xwe de em timî nizanin biaxivin di civat û sohbetan de. 

Îro min hin kitêbên Kpss û Alesê sîparîş kirin li ser înternetê. Baweriya min zêde bi min nayê, lê ez karibim bixebitim pir baş dibe. Jixwe min îmtihana Îngilîzî ji bîr kiriye, çend meh e min devê Îngilîzî jî venekiriye. Divê dest pê bikim Omer, gava min dest pê nekir, tu vê nameyê bîne bîra min ji kerema xwe. Ewqas tişt ketine ser hev, nizanim ez ê ji ku dest pê bikim, bi çi dest pê bikim. Ji bo ji van hemû tişran birevim, her tim xwe diavêjim bextê xwendinê, bextê edebiyatê. Lê tesîra xwendinê jî wekî ya alkolê ye, her tim meriv naxwîne, her tim meriv ne serxweş e, a soxî lazim e em karê xwe pêk bînin. 

Duh û pêr serlêdanên bernameya Kurd Idolê hebûn li vir. Bernameya stranan e, li kesen dengxweş digerin. Em jî duh çûn cihê wê, ji ber ku ji wan re temaşevan lazim bûn, serê her temaşevanî 25 Tl jî didane wan. Him ji bo pere û him jî bi mebesta dîtina juriyan em çûn. Juriyên bernameyê, Nizamettin Ariç, Ednan Kerîm, Bîjen Kamkar û Kanî bûn. Lê ji telebextê me re, em li wir hîn bûn ku jurî nehatine û jurî beşdar nabin di van serlêdanan de. Çend car em birin û anîn ku dîmenên temaşevanan bikêşin. Yanî çi ye, va ye temaşevan zêde ne û eleqeyeke mezin bo bernameya wan heye. Me jî bo xatirê bernameya kurdî, alên bernameyê di dest me de wek şervanan me li ba dikir. Rojeke ne xweş bû, wextê me boş belaheq li wir derbas bû, bi saetan em sekinîn, kesî jî stran negotin. Axir, me 25 Tlyê xwe wergirt, ev baş bû. Lê min ji hevalan re got, heqê me ne 25 e, 100 e, ew qas me ala wan hejand, xwe betiland. 

Ez ê biçim razim pismam, xewa min tê. Fîlmê ku me lê temaşe kir jî, ne xweş bû. Ez navê filîm nabêjim, bila lêkolerên edebiyatê jî qet nizanibin. 

Înanolo

27 Kasım 2016 Pazar

Nêz û Kin

Înanolo,

Ez nizanim ji çi ye samîmiyeta di nivîsê heye de tine di axaftinê de. Axaftin tim tamsarkî tên bi min, axaftin tim kêm, axaftin tim qels. Ro bihata, deng ji dinê derneketa, ne dev û guh, tenê çav bi me lazim bûna. Yan tiştekî din, jiyanê bi nivîsandinê dest pê bikira û însanan pir paşê axaftin bidîta. Hey la ev dev e, û tiştên em dinivsînin jê derdikeve. Nizanim. 

Înanolo, Mêrdîn 2016


Orhan Veli digot ya hez dikim ji yeke din jî lê nabêjim nêv, bila wê jî meraqliyên edebiyatê bibînin. Min li sînamayê wêneyeke te girtiye. Bila çîroka vê fotoyê û çar qoltixên li kêleka hevdu jî, em dimirin em dimînin, 50 salên din hin meraqliyên magazînê bibînin, binivsînin û bixwînin.

Silav û gulavên nêzî te.

Omeros

25 Kasım 2016 Cuma

Hatûçû

Omer, 

Te gotiye nigê min ferqiziye, lê ji ber ku nizanim "ferqizîn" maneyeke xwe ya çawa heye û ji ber ku di xwe re nabînim li ferhengan bigerim ka tê çi maneyê, ez bi cî nizanim ka çi bi nigê te hatiye, wek gelo ji cî derketiye an li hev ba bûye an ketiye ber te an tiştekî dinê. Ez tiştekî dinê nebêjim, Xwedê şîfa xêrê bide te. Min bala xwe dayê, ev serê çend nameyan e ku tu bi bayê bezê dinivîsî ji min re. Berê min zû dinivîsî, lê niha dereng dinivîsim. Axir ev lez û beza te, vê derenketina nameyên min telafî dike. Yek ji me dereng binivîse jî, ê din lazim e zûtir binivîse da ku em hev îdare bikin, heyrana çavan. 

Duh min ê ji te re binivîsiya, lê jehr têkevê, înterneta malê qut kirin ji ber ku min heqê wê yê du mehan nedabû. Axir min îro da, înterneta malê çêbû. Her çend em dibêjin înternet e, rihet e, her tişt bi deqê, bi saniyê ye, lê di esasê xwe de ne wisa ye, her tişt zehmetiyeke xwe heye, çi postexane, çi e-mail, çi jî blog. Nîv saet e jî ceyrana malê nîne, ji ber wê înterneta malê jî nîne. Ez bi kompîtira xwe ji wi-fiya telefonê ketime înternetê û ji te re dinivîsim. 

Îro îmtihana Malmîsanij hebû. Ez êcêb mam, gelekî rihet pirsîbû. Hetta, kenê min bi pirsekê hat. Ez hinekî li ber ketim, çawa çêdibe kesekî wek Malmîsanij ew qasî mezin û xwedan giranî bi pirsên wiha dakeve. Na pismam, divê pirsin wiha bikira ku me qafe bixwara. Malmîsanij her tim gava ji dersê derdikeve, bi xwendekaran re li otobêsê siwar dibe û li cem dolmîşên Diyarbekirê dadikeve, lê dixe tê Diyarbekirê. Îro em di heman otobêsê de bûn. Li paldankekê, ji xwe re wer rûniştibû û li ber xwe mêze dikir. Bi carekê re ez xemgîn bûm û min dilê xwe de derbas kir, gelo ev xort û ciwanên ku pir ji strana Kerem Sevinç a "Poşman " hez dikin, dizanin ku gotinên vê stranê yên Malmîsanij in? 

Duh jî îmtihana edebiyata klasîk a A. Adak hebû. Ez gelekî ji vê îmtihanê aciz bûm. Mamoste gotibû ez ê deh pirsan bikim ku bersivên wê pir kurt in ku tew hevokek jî nakin. Lê deh pirsên wer kiribûn ku lazim bû te tonek bersiv binivîsiya. Min di xwe re nedît binivîsim û min bersivên kurtekurt nivîsîn. 

Li cihê ku ji te re dinivîsim, li hember min alaya Tirkiyeyê xuya dike tam li serê kelehê. Bajar bi tempoya xwe ya berê ye. Wesayit tên, wesayit diçin. Wesayit tên, wesayit diçin. Zilamek dadikeve Mêrdîna Nû, zilamek hildikişe Mêrdîna Kevin. Li parka hember kes tune ye, hêlekan vala ye. Ahmet Türk girtine. Ev zilamê ku umrê wî tê heştêyî girtine. Nizanim çima, lê tevî her tiştî jî kêfa min ji vî zilamî re tê û xwîna min lê germ e. Mêrdîn weke xwe ye û Ahmet Türk girtine. Ez ê biçim ji xwe re li fîmekî temaşe bikim, lê ê Ahmet Türk girtî be. Ez ê biçim kêfa li ser kêfê bikim, lê ew ê jî weke gelek kesên din di wan zindanan de birize. Heqeten, heyat ecêb e, bi qasî ku baş jê fam nekim ecêb e. Ecêb e, lê meraq dikim: Gelo yek ji me jî bê girtin ê çawa be pismam? Em ê dîsa ji hev re nameyan binivîsin ji bo blogê? A baş, em hêvî bikin ku tiştekî wiha neqewime. 

Tu çawa yî Omer, tu bextewar î? Tu hêj bêhnteng î an? Ji xeynî karê çapemenî û hiqûqê bi çi mijûl dibî? Te dest bi şorbaziya xwe ya berê kir an? Çend pirsan jî tu lê zêde bike û bibersivîne. 

Înanolo 

23 Kasım 2016 Çarşamba

Turta

Înanolo,

Nigê min ê rastê ferqiziye, jan dide, halî min ji ber tine lê ji ber ku nefret dikim ji nexweşxaneyan, heta îdareya min pê dibe naxwazim herim dixtor. Duh min dî nabe min telefonî Mem Jan kir, li ser Whatsappê dermanek nivîsand ji min re, min çû ew sitand di nigê xwe de, îro bi ser de hinek hevîr. Nizam tamar ketine ser hevdu çi bûye, axir nikarim pêlê bikim. Ji ber wê nikarim ti karî jî bikim, tenê ji sibê heta êvarî xwendina nûçeyan bêmane..

Qedera wergerên min û qedera wergerên te hinekî dişibin hevdu lê ziman berovajî. Tu ji tirkî têyî ser kurmancî, ez ji kurmancî darim ser tirkî. Ê min jî sal 2012 bû herhal. Li ser teklîfekê, min dikira romaneke Helîm Yusiv wergeranda tirkî. Li Zanîngeha Stenbolê tam wexta îmtihanan e, xwendekaran gişan gijegij e dersê dişixulin, min dest bi wergerandina ''Gava Ku Masî Tî Dibin''ê kir. Xweş diçû, min çend rûpelan carê hevaleke xwe ya ku bi tirkiyeke kubar mezin bibû digirt û jê re dixwend. Hevokên ku gava diketin guhên wê rûyê wê tirş dikirin hebûn, min ew tavilê diguherandin. Wanî wanî, deh ro bîst ro, piştî mehekê bû çi bû, min dev ji zanîngehê, ji Stenbolê, ji wegerê û ji her tiştî berda çûm Sirûcê. Ew royên ne xweş ên tiştekî nola depresyonê.. Li dû min, Mehmet Çakmak bû ew kitêba wergerand.

Wê çaxê di tecirbeya siftih a wê wergerê de min fehm kir ku ez ne ê karên demdirêj im Înano. Lê par bû yan pêrar bû, dîsa li ser teklîfekê min dest bi wergerandina romaneke Ferhad Pîrbal kir. Hinek problem ji wî, hinek ji weşanxaneyê, nizam hinek ji min, ew jî werga nîvtemam ma.

Niha di dest min de hinek çîrok hene, wan werdigerînim tirkî. Heta du sê mehan wê biqede. Di tirkî de ji wergêran favoriyên min Vedat Günyol, Behçet Necatigil, Burhan Arpad, 
Ahmet Cemal û Can Yücel in. Bi tiştên ji hin nivîsên wan ên li ser wergerê elimîme werdigerînim çîrokan. Nizanim, hinekan dilî min lê rûdine, hinekan gerek ez çend carên din li ser bixebitim. Ez ê çavekî li helbestên te wergerandîne xînim, lê ji ber ku tirkî dizanim, teqez tehma ji tirkî digirim ez ê ji yên kurdî negirim. Edeta vî îşî wanî ye, em çito bikin. 

Telîf
Duhinî ji min re bi kargoyê neh-deh turta û qutiyek zehferan hat ji Mêrdînê. Xwendevaneke min a ku çend sal in nivîs-mivîsên min dixwîne suprîzeke wanî kir. Ez ku ji sohbetên li ser xwarinê hez nakim lê ji zikê xwe hez dikim, pir kêfxweş bûm bi vê surprîzê. Te go çi, heye telîfa wergeran û wêjeya kurmancî? Ku hebe jî wê di tala me re bimiçiqe kanî, bextreşî. Pişta xwe bispêrê xwendevanan Înano.. Ha, tu dilê xwe bispêre hele niha dilê xwe. 

Silav û gulavên marşên Hîzbullahê guhdar dikin.

Omeros

Îmtihan (ên zanîngehê) û werger

Omer, 

Îro îmtihana şerha metnan hebû. Mamoste sê beytên Mela dabûn, gotibû şirove bikin. Komek peyv dabûn, gotibû maneya wan binivîsin. Pirsa dawî jî, gotibû du malikên Mela ji ber binivîsin. Sibê îmtihana edebiyata klasîk, dusibe jî ya berawirkirina zaravayan heye. Vê hefteyê serê min ji vî aliyî ve ne rihet e, loma nameyên xwe bi derengî dixim. Lê ji kerema xwe tu yê li min negirî. Heta sibê, divê Mîrzayê Biçûk bixwînim, ji bo dersa edebiyata zarokan e. Her hefte em berhemeke edebiyata zarokan dixwînin û analîza wan dikin. Ji ber hindê, ez ê vê nameya xwe kurt lêxim. 

Kêfa min jî 'eyn wekî te gelek ji pirsên paragrafa tirkî re tên. Tehma ku min ji wan hildida, min pir zor ji nirxandinên kovar û kitêban hildida. Bi xêra wan haya min ji gelek kesan çêbû. Kitêbên Femê gelekî bi qelîte bûn. Te qala zemanê xwe yê dersxaneyê kiriye, ka ez jî qala wan çaxan bikim. Sala dawî a lîseyê, ez diçûm dersxaneyê jî. Wextê îmtihanên zanîngehê bûn. Sal 2012. Li ser teklîfekê, min dest bi wergera hemû helbestên Cemal Süreya kir. Beriya wê min heft heşt helbestên wî wergerandibûn. Di esasê xwe de teklîf hat kirin ku ez hemû helbestên du camêran wergerînim, jixwe min yek got, ê din jî Ece Ayhan bû. Ev teklîf ji ber wê bûn ku min ev camêr berê wergerandibûn. Belkî bê bîra te, min helbesta Ece Ayhan a bi navê "Meçhul Öğrenci Anıtı" wergerandibû û di Pêngavê de hatibû belavkirin. Wext, sibata 2012an. Lê min Ece Ayhan hiştibû piştre, çimkî min bawer nedikir ku karibim ji bin barê wergera wî derkevim. Min wextê îmtihanan, di 2012an de dest bi wergerandina Süreya kir û di sibata 2014an de dawî li wergerê anî. Ji ber vê wergerê min nekarî amadekariyeke baş bikim bo îmtihanên zanîngehê. Ew him ji min re bûbû karek, him jî maneyek. Jixwe kêfa min jî ji îmtihanan re nedihat, ji dilê min jî nedihat ku zêde bişuxulim. Piştî ku werger xilas bû, min gelek kitêb û gotar li ser Süreya xwendin ku karibim pêşgotineke berfireh jê re binivîsim. Lê him ji ber tembeliya min a nivîsandinê û him jî ji ber bêdengiya xwedanteklîfan, min ew pêşgotin jî nenivîsî. Demeke pir dirêj deng ji xwedanteklîfan derneket, tu carî min jî behs nekir. Lê dû re ez ji wergera xwe dilsar bûm, ne ji ber ku min xirab wergerandibû, ji ber tiştekî din. Loma ez ê tu carî wê nedim çapkirin. Ew tişt ev e: Bi ya min hewce nake di vê dewrê de Cemal Süreya bi kurdî bê çapkirin, dê tiştekî li edebiyata me zêde neke. Belkî li me zêde bike, lê li vê edebiyatê na. Kurdiya helbestan gelek tişt li min û zimanê min zêde kirin, lê gumana min ji aliyên wê yên din hene. Ji bo xatirê derengketina vê nameyê, ez ji te re vê wergera hemû helbestên Cemal Süreya dişînim Omer. Ji roja ku min werger xilas kir heta îro, min destê xwe neda wergerê û ji nû ve neguherand. Ez ê tu carî li wê venegerim û ez ê tu carî ji nû ve wergerê sererast nekim. Ji dilê min nayê, naxwazim. Wek gelek tiştên din ên min kirî, piştî ku min tiştek xilas kir, êdî ji dilê min nayê lê vegerim. Ez li vir im, bila ew jî li cihê xwe bimîne. Ez ji niha ve bibêjim: Ji ber van sedeman, deriyê min ji hemû nirxandin û rexneyên li ser wergerê re girtî ye, hezkî erênî, hezkî neyînî. Ez ji şaşiyên wergerê ne mesûl im, tehemula min ji wergerê re tune ye. Ez nabêjim bixwîne Omer, tenê dixwazim di arşîva te û Birûsk de hebe. Min wextekê gelek ji Süreya hez dikir, niha hez dikim an na, nizanim, encax piştî xwendineke din ez karibim biryara xwe bidim. 

Cemal Süreya - Hemû Helbestên Wî

Ez ji wê rojê ve wergerê nakim Omer, werger min pir diwestîne. Roj hebûn, ez bi qasî saetên memûrekî dixebitîm li ser wergera helbestên Süreya. Heft heşt saet ne kêm e. Yek jî, ji dilê min nayê ji tirkî wergerînim, niha qet naxwazim. Werger pişt bi meriv re nahêle. Ez biçim vê pişta xwe li ser xwendina Mîrzayê Biçûk bikim û meyze kim ka di notên vîzeya edebiyata klasîk de çi hene. 

Bi xatirê te. 

Înanolo

22 Kasım 2016 Salı

Ferqizî

Înanolo,

Belkî jî ji ber ku ez elimîme nameyên te, name ku çiqas zû tê jî bi min dereng tê. Xwe aciz meke tu, li kêf û SERAYÊya xwe ve binêre. Bes ji te rica dikim, bi kitêbên te xwendî rindika xwe jî mavêje ber pêlên xeman ên vê behra bêqerax. Behra me tine, loma ye ew behr li bejna kurmanciya te nehat ne? Di helbesteke Yaşar Nezihe Hanim, a ku Kazancı Bedih jî dixezelîne de du tofanrêzikên wiha hene: ''feryad ederek ağlar ise çok mu nezihe / düştü yine bir sahil-i yok bahr-i melale!'' Ahmet Haşim jî dibêje, ''çi'bkim vî nifşê ku nizane 'melal' çi ye. Çiqas helbestên xweş hene Înano, çiqas kitêbên xweş. Ro'k bibe, ecêb wê xwendin bi serê xwe tenê bibe îş û karek? Tu çi karî dikî pismam? Wele ez jî li filan ciyî me, dixwînim. Ê rind e, şallê miaşê te jî rind e? Erê, baş e şikur, sîgorta jî heye û heqê rê jî didin. Li gorî qanûnên dewleta tirk, karmendek di hefteyekê de herî zêde 45 saetan dikare bê şixulandin. Di vê bindestiya ku wisa here wê dawî lê neyê de, ji bo karê xwendinê bêjin 55 saet jî em ê bişixulin ne?

Riha, 2007

De, ez KPSS û ALES û filan bêvanan nizanim Înano. A min, deh salên berê YGS-LYS hebû. Ez hîn li wir mame. Ev kitêba li ber destên min kitêbeke FEMê ye. Ew jî bûn çîrok çûn, ne? Meri nizane kî çi wext tirbê kê dikole. Xwedê heye, pirsên testên dersxaneyên Fetullahçiyan pirsên pir orîjînal bûn. Min ji paragrafên wan ên di testên Türkçeyê de jî pir hez dikirin. Deftereke min hebû, min paragrafên xweş ên testan têde berhev dikirin. Çend salan şûnde, ji wan paragrafan hinek paragraf di kitêbên min xwendî de dîtin. Xwezila ew deftera jî hebûya niha.. Lê ne ti defter, deftera min a ku min li Kobaniyê wenda kirî ji bîra min nare wer. Nizanim. Jixwe di wendakirina qelaman de kes di ser min re tine, em wê meselê qe venekin.

Saet tê sisiyan, sisiyê şevê. Li ber devî Surê, ji teybê dengê Muzeyyen Senar e, vexwarin ferz e lê tiştek tine di dolabê de: ''Niha porê te kî şeh dike nazika min, bêje kî?''

Silav û gulavên nig ferqizandine.

Omeros

21 Kasım 2016 Pazartesi

Kêfxweşname

Omer, 

Bi vê nameya te gelekî kêfxweş bûm. Cara 'ewil e dibînim ku tu di nameyên xwe de wer kêfxweş î û behsa kêf û xweşiya heyat û dinyayê dikî. Ev cihaba xêrê ye li me hazir û guhdaran. Merheba guhdarêd ezîz, bibihên nûçeyên supîsuper ên danê êvarê ji Omerosê pismamê me yê cipciwan î kipkêfxweş î rûreş î parîxweşo. Tu qet meraqan neke, xem û şayîşan mekêşe, ez ê vê nameyê her û her bînime bîra te da tu careke dî nekî ofekuf. 

Te çi navekî xweş li min kiriye: Sewdaserolo. Ez ê vî navî ji bîr nekim. Sewdaser... Gelekî he'j vê peyvê dikim. Tenê seba xatirê vê peyvê, hêja ye ku meriv sewdaser bibe. Karapêt dibêje, aqil diçe sewda dimîne. Ma rast e xwene? Tu çima wisa dibêjî pismam, pûşê çi? Qedr û qîmeta van nameyên te ji roja êwil de li cem min çi be, îro ro jî her ew e. Sibe ro jî dê her ew qedr û qîmet bimîne. Erê, carinan hinek bi derengî dixim. Carinan wext nabînim, derfeta min çênabe zûtir ji te re binivîsim. Carinan wekî her karê xwe di xwe re nabînim dest bi nameya xwe bikim û xwe bi tiştên din gîro dikim. Heta ji min bê ez ê nameyên xwe bi derengî nexim, bila şik û gumana te tê de nîn be. Lê te dî hal û hewala me û dinyayê ye, carê diqewime û heke qewimî ku bi derengî ji te re dinivîsim, ji kerema xwe li min negire û tê bibihure here. Omer, ricayeke min a din ji te, ji kerema xwe navê SERAYÊ bi herfên biçûk nenivîse, navê wê bi herfên mezin tê nivîsandin, ezê ku te baş nas dikim, tu di hûrgiliyan de gelek baldar î û bala te li ser vê hûrgiliya nav jî be, ez ê gelek kêfxweş bibim. 

Duh min bi SERAYÊ re şeveke xweş bihurand. Min nexwest dawî li şevê bê û her em di hembêza hev de bin. Lê roj hilat û dawî lê hat. Dawî li her tiştî tê, divê ez xwe hînî vê rastiyê bikim. Li cem min kompleksa xilasbûnê heye, ez tu carî naxwazim tiştek xilas bibe. Tu dibînî ez ketime çi halî? Nameya xwe ya îşev min ê duh binivîsiya, lê ji ber ku min kompîtir peyda nekir, min nekarî binivîsim. Min û SERAYÊ bi hev re nameya te xwend. Min du kitêbên nameyan diyariyî SERAYÊ kirin: Nameyên Orhan Veli ji Nahid Xanimê re û nameyên Stefan Zweig û Friderike Zweig ên ji hev re. Zweig ecêb in, bi qasî sî salan ji hev re dinivîsin. Tevî ku Stefan ji xanima xwe vediqete jî, bi çend saetan beriya întixara xwe ya bi jina xwe ya dawî re, nameya xwe ya dawî ji Friderike re dinivîse. Ev çi hezkirin, çi rêz û hurmeteke mezin e ji hev re. 

Omer, ev tişta ku beriya îmtihanan li te peyda dibe, 'eyn li min jî peyda dibe. Ê min wextê vîzeyan e, Ales tê, Kppss li nêzan e, heta serê havînê divê teza xwe binivîsim, ji bo îmtihana îngilîzî lazim e li îngilîzî bixebitim, lê dikim nakim nikarim xwe ji xwendinên derî van rizgar bikim û ji xeynî kar û barên lîsansê bi her karî radibim. Eyn wek te aliyek name, aliyek rojnivîsk, aliyek xwendin, axir aliyek nûçe tune ye an min ê çi xweliyê li serê xwe bikira. Ji bo Xwedê, ji xwendina kitêbên hiqûqê xirabtir çi heye? Bi rastî jî, Xwedê alîkarê te be. Vê hefteyê sê îmtihanên min hene, lê hêj min devê wan venekiriye. Bes a min ne hiqûq e û edebiyat e, ji vî aliyî ve serê min hinnekî rihet e û di îmtihanan de qet zehmetiyê nakêşim. Ev du sê roj in dilê min li xwendina çîrokên gelêrî germ bûye. Min çîrokên herêma Serhedê ên bi berhevkariya Nihat Öner xwend ku di nêzîk de ji Avestayê derketibû. Hingî kêfa min ji çîrokan re hat, pir zû xilas bû. Niha jî Folklora Kurdî ya Sadiq Bahaeddîn Amêdî dixwînim, ji Lîsê derketiye. Ev berhevkarî jî bi devoka Amêdîyê/Behdînî hatiye pêşkêşkirin û lezeteke din dide xwendinê. Ez nizanim çima, lê gelekî kêfa min ji devoka Behdînî re tê û deng û ahenga devokê gelekî nazik ji min re tê. Te behsa nameyên Cahit Sitkı yên ji bo Ziya Osman kirine. Ew name li cem min jî hene û dil dikim di nav çend rojan de dest bi xwendina wan jî bikim. 

Baş e ezbenî, zû binivîse û kitêba xwe ya duyem belav bike. Bila ev kitêb jî tam tersê kitêba te ya yekem, bê nav (vala) an jî nîvherf an jî xêzek filan be. Gelo ez ê jî hebim di kitêba te ya duyem de? Heger tune bim, ez ê xwe bixeyidînim, va ye min got. Henek, henek. Ka tu binivîse, nav ne lazim. 

Bimîne di xêr û xweşiyê de. 

Înanolo

20 Kasım 2016 Pazar

Sewdaserên Berbangan

Înanolo,

Min 57 nameyên ku Cahit Zıtkı ji Ziya Osman Sabe re şandine berî vê hevokê qedandin û hatim li vê nameyê rûniştim. Ez ê ji vir û wa, bi qasî ji dest min tê ji vê heyatê hez bikim û ji xwe re wer wisa kêf li ser kêfê rûreşo parîxweşo bim. Ku min dîsa dest bi ofekufan kir, bi aciziyên xwe serê te êşand tu vê nameya bîne bîra min ji kerema xwe! Dinyake boş û betal e, madem me ji zû de ve fehm kiriye û ditiye taliya talî jî mirin e, em ji çi re xwe ewqas kut û li erdê dixin law.. Em bifirin ezmanan û bêjin ''Anêêêê, ezmanî çî î xweş e lawwww, çitonî xweş e!''

Dibêjim ''em'' lê jê qest ''ez'' im,  zanim ku bi dilê sewdaser te niha ji zû de ve ezman li ser ezmên xistiye. Ne ''Înanolo'', heq e ez ji te re bêjim ''Sewdaserolo'' Ê qey.. Nameyên Serayê hatin û nameyên me jî tavilê çûn ber pûş. Min jî digo ''Ê law va kurka, cewabê ewqas dereng naxîne, eceb çi bî vî hat..'' Vê Înê, Paşînê ez li Rihayê bûm û min deqê carê vedikir li blogê dinêrî, ka nameya nû hatiye yan nehatiye. Min mewestîne ewqas Înano, meraq û wesweseyan li mejiyê min zêde meke, bersivan zûtir binivsîne. 


Îmîtasyona Xwendinê


Rojên îmtihanên hiqûqê mîna rojên mirin û mehşerê ber bi min tên Înano. Na, a rast di zemînê zemên de, tim em ber bi ciyekî yan tiştekî diçin. Lê şor ne ev e, ji ber ku îmtihan tên, kela xwendinên edebî li min peyda bûye dîsa. Xwe ji hiqûqê dixefirînim yanî. Dixwazim bixwînim û bixwînim, ne hiqûq lê her tiştên din der-ders.. 5-6 salên berê jî ez dîsa ketim vê rêya şaş. Tam di wexta îmtihanan de, min xwe dabû ber haikuyên Mamoste Berken Bereh û yek jî tê bîra min li kitêbxaneya Zanîngeha Stenbolê herkesî xwe bi ser not û kitêbên hiqûqê de xwar kiribû, min jî şerha dîwana Cizîrî dixwend û bi aqilê aşiqane qerfên xwe bi qafê hiqûqê dixwîne dikir. Niha, dîsa ketime feqa qerfên xwe. Wê wêje dîsa lepekî li qedera min xîne..

Weşanxane dîsa ketine sezona çapkirina berhemên nû. Ku çavên min li kîjanê dikeve dibêm teqez vê bikirim bixwînim û di ber re jî dibêm ''Derdvêketiyo, te hinekî xwe biwestanda te jî tiştekî xwe li hev bianiya..'' Nizanim, ku di-bi xwe re bibînim, yan ku di-bi xwe rabibînim, belkî çendekî din hûrik hûrik dest pê bikim, paragraf û pasajne rojevî binivsînim.

Silav û gulavên dixwazin bibin dîkên berbangê.

Omeros

19 Kasım 2016 Cumartesi

Heyat û SERAYÊ

Omer, 

Wer dibêjim qey meriv nikare heyfê ji vê heyatê hilîne. Ne ji destê me tê, ne jî ji hedê me. Heyatek heye ku misêwa tesîrê li me dike, li derekê ye, li nêzan, di quncikekê de, xwe veşartiye, haya me jê heye, em wê dijîn, hest pê dikin, lê jehr têkevê, em wê bi çavê serê xwe nabînin. Em nikarin tesîrê li heyatê bikin pismam, loma em ê nikaribin heyatê biguherînin. Bes tiştek heye û di destê me de ye: Em dikarin tesîra heyatê ya li ser xwe li gor dilê xwe biguherînin. Yanî, dixwazim vê bibêjim: A soxîn, di destê me de ye ku em tesîra heyatê li bêjingê bixin û aliyên wê yên erênî yan jî neyînî ji bo xwe bineqînin. Heger baweriya te pê hebe û tu bixwazî ku rojekê heyata te rind bibe, tu çare û îmkana wê nîne, dê ya dilê te pêk bê. Ev hemû qonaxin in di heyata me de ku bi sal û zemanan re diguherin. Berê tu yekî şorbaz bûyî, îro ro yekî huznî yî, sibê ro tu yê veguherî yekî din. 

Dilê min dixwaze bibêje te, heke dixwazî dev ji medyayê berde, lê ez ê nikaribim, çimkî dilê min jî gelek tiştan dixwaze lê nikare pêk bîne. Lê a rast ew e ku meriv li gor dilê xwe biçe, dilê meriv çi bixwaze wê bike, heke dawiya wê poşmaniyek jî be meriv li ber nakeve û bêje, qe nebe me bi ya dilê xwe kir û me ew tişt tecrûbe kirin. Tu ji min meseleya xênî dipirsî. Nizanim qala kîjan aliyê meseleyê bikim. Wer bi gir û girîft e. Ez hê jî bêmal im Omer. Di esasê xwe de li mala xwe ya berê me lê dîsa jî bêmal im, xwe wer hîs dikim. Te dev ji medyayê berdaya û mala xwe bianiya vir çend baş dibû, hingê belkî te bi xêra xwe ez bigirtima mala xwe, çi zanim. Lê henekan dikim, ji te re çawa baş be, bi wî awayî bike. 

Berra, mizgîniya xwe cara pêşîn di vê nameyê de eşkere dikim: Êdî ji xeynî te, ez û SERAYÊ jî ji hev re nameyan dinivîsin. Me nameyên 'ewil ji hev re nivîsîn. Wer xweş dinivîse Omer, wer xweş peyvan li pey hev tîne, dibêjime xwe qey ev xewn û xeyalek e. Tu carî dê nehata bîra min ku dê xanimek ji min re nameyan binivîse, qet. Ma bextewariyeke jê mezintir heye Omer, ku xanimeke kaw û kubar ji te re nameyan binivîse û tew ev name, bi zar û zimanê te, bi xas kurmanciya diya te be? SERAYÊ  ne navekî sivik e pismam, ez ji te re kilama li ser wê dişînim ku ji dengê Delîl Dîlanar e: "Gelî gundî cînara, gilî gazin û loma ji mi nekin, bila yekî fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be, hespê meriv beza be, şûrê meriv birra be, tu dêna xwe bidê vê sibekê malxirabo, kum û kolosê meriva li ser çev û birûya de pêl û xwar be."




Hezkirina ku dermek e min ji bîr kiribû, ji nû ve hîs dikim Omer. Wek ew huzn û reşbîniya nameyên berê hêdî hêdî ji ser min bar dike û diçe. Min dîsa hinek serma girtiye, jehr tê de be. Lê xem nake, bila nexweşî were beden lê neyê ruh. 

Înanolo

17 Kasım 2016 Perşembe

Xame

Înanolo,

Bi bêrîkirin û hesret, bi lêborîn û aciziyê, dîsa bi ofekuf dest bi nameya xwe ya derengmayî dikim. Divê di destpêkê de pirs bikim, em ê çi fehm bikin ji vê jiyana ku em ê nikaribin heyfê jê hilînin? Tek heyatek e û ew jî min xwe dî nedî kevir û kuçikan bi ser me de dibarîne, tim bi keser û kulik e. Meri tim dibê qey kê rokê rind bibe, lê nabe. Herku çû keser kûrtir çû, çû û kurtir hat yanî. 

Berê, berî ez di mîratê medyayê kevim, ez ê kêf û laqirdiyan bûm law, şorbaz bûm, henekbaz û wêjehez. Niha him kes newêre nêzîkî min bibe, him ez her navî û rûyî zû ji bîr dikim. Yek jî detay li ber çavên min reş dibin; tesîra bûyeran zêde ye lê ewqas pir in û li ser hev in ku tu dibêjî qey min tiştek nedîtiye. Va îşa wanî nameşe, ez ê dev ji karê medyayê berdim û ji te re behsa tiştên xweş bikim, ne keser û êş.

Te jî gotiyê ez dixwazim dev ji mektebê berdim. Te kes nedî, te hat ji min re nivîsand va fikra? Ez pîsîkê heft zanîngeha me Înano, min xêr nediye ji tuyan, ji te re jî nabêjim rûne bi rihetî biqedîne zanîngeha xwe. Tu û kêfa xwe, bes siba du siba, tu jî nola min meke: Ji ber redkirina felsefeya ''her tişt di wextê re xweş e'' niha li ser maseya min li hêlekê werger, li hêlekê nûçe, li hêlekê wêne, li hêlekê dîrok, li hêlekê çîrok, li hêleke rojnivîsk û li hêlekê jî hiqûq heye. Hêla mezin hêla hiqûqê ye û zalimê îmana min reş kiriye. Her hevokekê mîna ku qurşînek li min keve dixwînim. Çinku min hay ji xweşiya hêlên din heye. Li hêlekê Cahit Sıtkı Tarancı - Ziya'ya Mektuplar heye ku min îro nû dest pê kiriye, çito dev ji xwendanina wan nameyan berdim û rabim hiqûqa tirkan û ku tirk jî bawer nakin bixwinim? Hele di van rojan de, ji kurdekî nola min re, ji dil dibêjim, xwendina metnên hiqûqê zilm e. 

Îmana Reş, Mijdar 2016

Dev ji min berde, te meseleya xaniyan çito kir? Tu hîn jî, wer werga bêmal î? Yek ji karên ku qet jê hez nakim: Barkirin. Bila maleke min hebe, bila heta taliya emrê min mala min be û bila darbesta min jî ji wê mala şahidê her tiştê min be derkeve. Min got dev ji min berde lê dîsa behsa xwe dikim, ne? Edeta nameyan e, klavye nave modern xameyan e.

Silav û gulavên taşte û firavîn kirine yek. 

14 Kasım 2016 Pazartesi

Payîz

Omer,

Şemiyê hevalekî gazî kir, em bi erebeya wî bi hevalan re çûn gundekî Stewrê. Tevî ku em ji gundekî Stewrê jî ne, nayê bîra min ku çûme navenda Stewrê. Rêyên bi ser Stewrê mûhteşem bûn, di vî wextî de payîz bi hemû rengê xwe konê xwe vedaye li ser van rêyan. Pelên daran zer dikirin, sor dikirin, kesk dikirin, rengareng bû her der. Rûkalê kirasekî ji pelan li xwe pêçabû. Kiras zerê. Ne wek navenda Mêrdînê bû, hewaya wê paqij, bêhna meriv derdiket. 

Beriya ku em biçin gundê bi navê Qilitê, me got em li nav bajêr tiştekî bixwin û dû re biçin. Me erebeya xwe li kuçeya biniya çarşiyê danî û em ber bi çarşiyê ve meşiyan. Ji nîviyê zêdetir ê dikanên çarşiyê girtî bûn, me li çarşiyê loqenteyek vekirî nedît. Gava ez çûm ku ji Atmya Ziraatê bikişînim, ber bi jor ve polîsekî sîvîl hevalan girtibû û ji wan nasnameyên wan xwestibû. Ê min, ji ber ku min nekarî pere bikêşim, ji ber ku digot "Merkezle bağlantı kurulamadığı için işleminizi gerçekleştiremiyoruz" filan, ji banqeyê dûr ketim û ber bi hevalan çûm. Ji ber ku nasnameya du hevalan di erebeyê de mabû, em ji mecbûrî tevî polîs cardin meşiyan heta cihê erebeyê, nasnameyên me kontrol kirin û li me vegerandin. Duh bi şev, piştî ku ez bi du hevalan re ji mala hevalan vegeriyam, me çend şûşe bîra jî vexwaribû, gava ku em ê bihatina malê, di rê de, li cem Arsev Cafeyê polîsan em sekinandin, hem erebeya wan û hem panzêra wan li wir bû. Nasnameyên me xwestin, çend pirs kirin, hûn çi dikin, ji ku tên diçin ku, hûn çi dixwînin, qey we bi dengekî bilind diaxiviya filan û bêvan. Ew jî ji xwe re mahneyan li hev tînin, wek hin kes em şikayet kiribin ji ber me deng derxistiye. Piştî çend deqeyan nasnameyên me li me vegerandin. Heta niha li navenda Mêrdînê polîsan ez tu carî nesekinandibûm û li nasnameya min nepirsîbû. 

Piştî ku li Stewrê polîs ji cem me çû, em çûn loqenteyeke vekirî ya nêzî erebeyê, me xwarina xwe xwar û em bi rê ketin ber bi Qilitê ve. Qilit gundekî Suryaniyan e pismam. Şêniyên wê pirranî koç kirine Ewropayê û çend mal li gund mane. Pirraniya qesr û xaniyên gund ên lihevhatî hilweşiyabûn, xerab bûbûn. Li gund sê dêrên her sê mezhebên cuda yên Xirîstiyaniyê hebûn: Dêra Katolîkan, Dêra Protestanan û Dêra Ortodoksan. Me pirsî, bi îhtimaleke mezin li tu deverên dinyayê, li gundekî sê dêrên ji sê mezhebên cuda li cem hev tune ne. Ê qey ne tiştekî zehmet e ku meriv bi hev re bijî.  Ez  dibêjim qey tenê dêrek aktîv bû, ew jî ya Ortodoksan bû ne şaş bim. Ev dêr ji sedsala 4an mabû, em li hundirê wê geriyan, gelekî bi hostayane hatibû çêkirin, Li ser dîwaran gelek îkonayên Xirîstiyaniyê hebûn. Xirîstiyanî di warê sûretan de ji Îslamê rihettir tevdigerin, sûretê Îsa bi her awayî eşkere ye, lê yê Mihemed ne wisa ye, li hemû resim û mînyatûrên dîroka Îslamê binêre, tu yê bibînî ku sûretê Mihemed nayê nîşandin û rûyê wî seranser spî ye. Tê gotin sûretê rastîn ê Îsa ku di dema wî de hatiye çêkirin, heta sedsala 11-12an hatiye parastin lê dû re wenda bûye.

Li hewşa dêrê goristanek kevn jî hebû, çendîn gor lê hebûn. Wek hemû goristanên Xirîstiyanên din ser gorên wan girtî bûn, bi rastî jî Suryanî û Errmenî di warê çêkirinê de gelekî zîrek in. Her tiştên xwe bi hunerekê çêdikin, ji şiklan hez dikin. Malên wan jî wer bi mîmariyekê hatibû çêkirin, her odeyek wan derdiket odeyek din, xweş bi hev girê dabûn. Heyfa wan malan, piranî bêxwedî mabûn tevî ku xwediyên wan hebû jî. Li hember dêrê, li cihekî bilind me semawera xwe danî û me çaya xwe çêkir. Xêra Xwedê, çaya qaçax! Gava me çaya xwe çêdikir, cardin hin polîs hatine dêrê, li me jî pirsîne ka em çi ne û kî ne. Em diçin ku rastî me tên van bêbavan. Piştî ku me çaya xwe çêkir, hevalê ku çavdêriya dêrê dike û zilamekî din hat cem me, me bi hev re çay vexwar. Zilam yekî tirkmen bû, xanenişîn bû, li gelek bajaran geriyabû, jina wî jî mamostetiyê dike, li gund dimînin. Şeytano gelekî bi xeberdan bû û ji her tiştî re jî vekirî bû, têra xwe rast jî xeber dida. Xilika wî du mîtroyan dida pêşiya wî. Carekê çawa got, em jî radizin, em jî niza' çi dikin, em jî seksê dikin, hevalekî me got "ê me em nakin" û pirqînî bi me ket. Piştî ku me çaya xwe vexwar, me xwe hazir kir ku biçin. Ji me pirsîn ka em şerabê dixwazin an, me venexwar. Lê şeraba wan erzan bû, şûşeya wê bi 15 Tlyî, xwezî min şûşeyek bikiriya. Heta carek din. Nêzî saet 7ê êvarê em gihaştin Mêrdîn.  Ez ji te re çend wêneyên wê rojê dişînim pismam. Ecêb e bi rastî, tu wêneyên şer û kuştinan ji min re dişînî, ez jî wêneyên dar û beran, gund û avahiyan ji te re dişînim. Du kom wêneyên tam tersê hev. Loma pir zehmet e ku em ji hev, ji wêneyên hev fam bikin. 








Duh, jinekê got, min dil daye te. Dil çi ye Omer? Dilê min dixwaze dev ji mektebê berdim, lê cesareta min tune ye, ditirsim. Ez ê jê re bêjim, SERAYÊ.

Înanolo

13 Kasım 2016 Pazar

Şîn, Dişînim.

Înanolo,

Ti hevaliya min û Leonard Cohen tinebû, serê te û Brusko sax be. Seba xatirê şîna te ez ê behsa êşên din nekim di vê nameyê de.

Ji te re wênene ku min îsal li Sûrê, Sîlopyayê, Cizîr û Nisêbînê girtine dişînim.













 








Silav û gulavên mane nehiştine bêmane.

Omeros

11 Kasım 2016 Cuma

Apê Cohen ji pişta me çû

Omer, 

Leonard Cohen mir. Ev zilamê ku min bîra mirina wî nedibir, ji pişta me çû. Bi salan berê, Fêrîkê Ûsiv li ser mirina Heciyê Cindî yê xwezûrê xwe gotibû, "Apê Hecî ji pişta me çû." Wer gotinek giran hatibû ji min re, wer tesîr li min kiribû û li pey her mirineke giran, ev gotin hatibû bîra min. Apê Cohen ji pişta me çû. 

Ez li xwe mikur bêm Omer, van rojan, di nav ew qas mirin û kuştinên kurdan de, yek jî bi qasî ya vî zilamî ez huznî nekirim. Dibe ku gelek kes bi vê gotina min xwe aciz bikin û min wek xemsar û terkexem bi nav bikin. Lê ji bo min rastî ev e pismam. Vê dawiyê, mirina tu pêşmergeyekî, tu gerîlayekî, tu kesê ku ji bo vî miletî canê xwe dide, ez dilteng nekirim. Û em xwe nexapînin Omer, van cangoriyên ku em ew wan nas nakin, em ê çawa li ber mirina wan bikevin, em ê çawa li ser mirina wan xemgîn bibin. Mirina wan kesan li min dibe, ku di kateke heyata min de tesîr li min kirine. Leonard Cohen yek ji wan kesên mezin e. 

Du stranên Cohen hene ku bi her awayê xwe tesîrê li şêwejiyana min kirine. Yek jê qeyda "The Stranger Song"ê ya 1967an e. Di vê qeydê de Cohen hingî ewqasî ji dil vê stranê dibêje, ber bi dawiya stranê ve hêstirkek ji çavê wî diherike bi ser hinarika wî de. Bi vê stranê re kela girî dikeve qirika min. 



Strana din jî qeyda "Dance Me to the End of Love" a 1994an e ku ji aliyê Sonyê ve hatiye çêkirin. Di klîpa vê stranê de, keçeke ciwan heye ku ez her aşiqê bejnebal û reqs û dansa wê me. Tenê ji ber vê stranê hez dikim hînî dansê bibim. Jixwe ez ê behsa deng û stranê nekim. Hew dibe. Hew dibe. Hew dibe. Piştî her têkçûneke evînî min li vê stranê guhdar kir, şev û roj. Berî her evînê jî lazim e meriv li vê stranê guhdar bike, şev û roj. Ev stran ew qasî tesîr li min kir ku, bi vî awayî ket nav çîroka min a Şehredêrê: 

" (...) wî jî hez dikir ku xem û şayîşa xwe ya beriya razanê bo wê bibêje ku hemîşe babelîskek di serê wî de gêr dibû nola ku destarek li sertar û bintara serê wî bigere, aş nedibû, vizîniya ku dima mêşekê xwe ji pal û berpalên quleqorzîkên mêjiyê wî gal dikir gaz û gêdûkan ku ji wir jî xwe çeng dikir deşt û berriyên bê ser û ber, şitafekê dida xwe û hey dibeziya di nav rêwingiya xwe ya zor û heftbela ya li berbirî diwarojekê de ku reng e dê negihaştayê û bi çavên serê xwe berê xwe nedayê, lewranê bîst û sê caran guh didêra Dance Me to the End of Loveê, fe dikir kiça ciwan ya ku bi çîlqerqaşiya xwe hil dibû û çirevîtkan dida xwe bo reqs û danseke bersîs û nuwaze, ne îşê henûn dihat jê re, heye ku rojekê bi yeka werkîno re bizewiciya, hingê wexta ku pê re dans bikira dê fîstan û kirasê wê jî wanî bêhemd berba bûbûya, herçî cî û neqeba ku çûbûyê di bin çavan re berê xwe li kiçên ciwan gerandibû ku bê ka tê heye gelo ya ku saloqat ew dide pey rêça wê hema yek ji wan be, li ser û sîçê wan dinihêrî ji penî ve, belam pêrgî yeka şibî wê nedihat û  bi wê jehr û qurrederê vedikişiya kozika xwe."




Ev heman qeyd e ku behs dikim, bes hinekî xumam e. Di Youtubeê de wextekê ji vê qeydê yeke beştir hebû, lê rakirine. Ez vê nameyê bi dawî bikim çêtir e pismam, çimkî dilteng bûm û bi guhdarkirina van stranan diltengtir bûm.

Înanolo

Di pê Cohen re: Reşetarî û hêsirên bi Camê ve şûjikî.





9 Kasım 2016 Çarşamba

Blogerên Hêja

Înanolo,

Medê min li hev dikeve, serê min û rihê min jî. Kurdbûna me ya ku şerefa wê di erdê dane û ew jî me bi xwe re dixuşîne dibe, êdî ne îşê îşan min pir diêşîne. Her carê dibêm min xwe berda deşta meşqê li min dixe bayê eşqê, kuro no xem carpe diem, lê derew, tenê xwe dixapînim bo çend saetan û xelas. Elbet, ji %100 ji ber rojnamevaniyê ewqas zêde ye êş di dilê min de. Ev deh ro ne, min tenê desteserkirin, girtin, teqîn û mirin dîtin. Meriv bi çavên serê xwe bibîne tiştekî din e Înano: Temaşevan û guhdarên hêja, em li pêş Diyarbakır Adliyesiyê ne û tê ragihandin ku parlementerên HDPê yên ku bi şev hatibûn desteserkirin hatine girtin, temaşevan û guhdarên hêja, em li Baxlarê li cîhê teqîne ne, bi sedan kes bê mal mane û nizanin çi bikin bi kû de herin, temaşevan û guhdarên hêja, Dr. Silêmanê ku hem gerîla bû hem peşmerge bi sloganên li ser serxwebûnê li Çilkaniyê hat defin kirin. 


ji Twitterê, Çilkanî


Ferhadê Mihemed ji min re du roman şandine, yeke Italo Calvino, yeke Thomas Mann. Xwezila zanibûya ji Herba Kobaniyê vir ve ye nikarim romanan bixwînim. Min li ser nigan hema çend rûpel xwendin ji herdu romanan. Sar bûm ji wêjeyê. Tu min bê-name mêlîne, bes e.

Silav û gulavên naxwazin bi derekê de herin û kesî bibînin.

Omeros

Mirin û bêperetiya Dostoyevski

Omer, 

"Darbije" çi peyvek bi tezîn û kovan e, di giraniya xwe de. Ez bibêjim, em ji xwe temaşevanên galaya mirinê ne, dê çend ji dil be nizanim, lê rastî ew e ku em di otobêsekê de ne ku doş dibe li dora mirinê, em bûne seranser mirin. Min îro nivîsa Hüseyin Kaytan a li ser Doktor Silêman xwend. Her cara ku nivîsîbû "Doktor", tiştek li kevçika dilê min diket ku min fam nedikir çi ye. Hestek wisa ku, her cara di nameya xwe de ji te re dibêjim "Omer" an jî "pismam" li min peyda dibe. Kaytan di dawiyê de gotibû, baweriya min hê jî bi mirinê nayê. Nizanim Omer, lê em bawer bikin an nekin, ev mirin her li ber serê me ye. 

Îşev çûm berber, min riya xwe kur kir û porê xwe hinek li hev rast kir. Ez fikirîm ku porê xwe biqusînim an na, lê paşê min biryar da ku nequsînim. Jixwe por porê min e, kengî bixwazim dikarim biqusînim. Ez pir xemgîn dibim Omer gava ku porê xwe diqusînim, hem xemgîn û hem darbij, wek parçeyek ji laşê min biweşe. Dû re gava hatim malê hevalekî min ê gelekî henûn û dilsoz jî hat, me civatek xweş gerand, me ji bîranînên kevn dest pê kir heta buyerên van rojên dawîn. Keştiya me bi rê ket ber bi deverên herî dûr û xalî. Divê dû re avekê li serê xwe bikim, di xwe re nabînim loma ez ê Erebkî bişonim. Nizanim ev peyva erebkî li cem we jî heye an na, gava dibêjin ez ê serê xwe erebkî bişonim, yanî dibêjin ez ê tenê serê xwe bişom ne ku laşê xwe tev de. Ez ê nikaribim analîzeke sosyolojîk bikim lê xuya ye ereb jî wek min tembel û laşgiran in. Jixwe dinya sar e, şev dereng e, çare Erebkî ye.

Gava din min bi Erebkî serê xwe şûşt pismam, piştî ku min hevoka borî nivîsî. Por ji ber ku zêde ye, dereng ziwa dibe, ji vî alî ve ne xweş e. Nameyên Dostoyevski dixwînim, nameyên wî seranser li ser bêperetî û xizaniyê ne, li serê du hevokan behsa pereyan dike. Çi heyatek jiyaye. Di nameya xwe ya bo bavê xwe bigire, ku di 17 saliyê de nivîsiye, heta dawiya temenê xwe derdê bêperetiyê dikêşe. Ji bavê xwe pereyan dixwaze, ji birayên xwe dixwaze, ji kovargêrên xwe dixwaze. Tenê ji bo ku debara xwe bike, tenê ji bo pereyan dinivîse. Ecêb e Omer, hê di nameyên wî yên 17saliyê de meriv dialiqe, lê diheyire ku di wê serdemê de, xortek çawa dikare wer bi derbirîneke nuwaze binivîse, ev şiyan, ev derfetên ziman ji ku tên? Tiştek bala min kişand pismam, li cem Rûsan nivîsandin ne çalakiyeke şexsî lê çalakiyeke çandî ye, xwendin jî her wisa. Her kes dixwîne, her kes dinivîse, her kes nameyan ji hev re dinivîse. Lê ê me çend kes dinivîsin, tiştên nemayî tînin serê wan, qeşmeriyên nemayî li wan dikin, ha filankes jî nivîskar e, ha niza nivîskarên kurdan ji xwendevanên kurdan zêdetir in, di kurdî de jî her kes nivîskar e û hwd. Li Tirkiyê salê 50 hezarî zêdetir kitêb diweşe, ê me bila 100-200 heb be, ew jî li serê me zêde dikin. Tu dewlet nabêje çima ew qas kitêb zêde çap dibin li cem me, çima her kes bûya nivîskar. Kitêbên wer çap dibin Omer meriv şaş dibe, tu dibînî dergehvanê apartmana te rojnivîska xwe kiriye kitêb û çap kiriye. Xwezî her kes binivîsiya, xwezî bavê min jî, xwezî pîrka min jî, tiştek li dû wan nemaye, tiştek, ne hevokek, ne peyvek. Tu zirara berhemên zêde tune, berhemek baş, zû an dereng jixwe dê bê xwendin û naskirin. Sal 1838, Dostoyevskiyê 17salî ji bavê xwe re, ji birayê xwe re dinivîse, bi birayê xwe re, bi kurê xwe re, bi xwarziya xwe re li ser berhemên xwe diaxive, li ser pereyên ku ji romanên xwe yên di kovaran de bi dest bixe diaxive. Nivîsandin ji bo wan debareke jiyanê ye, wek miaşekî ye. Yanî mesele ne hunera nivîsandinê ye, mesele ne hunera ji bo hunerê ye, mesele pere ye pismam, heke pere hebe, dê berhemên baş jî hebin, dê bazar jî hebe, dê her tiştê me hebe. Pere tune be, em jî tune ne. Dostoyevski ecêb e, tam neteweperestekî Rûsan e, hetta em dikarin bibêjin nijadperest e jî, di ser Rûsan re kesî nas nake. Ji Elmanan nefret dike, ji Turgenyevê dostê xwe yê wextekê nefret dike, ji ber ku heyranê Elmanan e. Dostoyevski di nameyên xwe de her behsa romanekê dike, ji ber ku min name xilas nekirine, wer bawer dikim wê romanê nenivîsiye. Navê romanê "Ateizm" e, gelek li ser vê romanê disekine, ji bo wî pir pir girîng e û di nameya xwe de dibêje heta ez neyêm Rûsyayê û li wir nejîm, nikarim vê romanê binivîsim. Ka bê vê romanê binivîsiya, dê çi kêferat jê rakira. 

Vê dawiyê min romana Şêrzad Hesen, Jineke Xinanî jî xwend. Kêfa min jê re nehat. Min kitêba wî ya çîrokan M xwendibû, bêtir kêfa min jê re hatibû. Ne çîroksazî saxlem bû, ne jî çîrok. Roman li ser evîna qesabekî ye, sê xort dicivin, wê şevê qesabê kalemêr ji wan re behsa hezkirina xwe ya jinan û hezkirineke ji jineke xinanî a ereb dike. Qala serpêhatiya vê evînê dike û roman xilas dibe. Jixwe kurt e, wek çîrokeke dirêj e. Min zewqek jê wernegirt. Her wiha kitêba Ephrem-Isa Yousif a bi navê Mezopotamya'nın Yıldız Şehirleri dixwînim. Ev camêr Suryanî ye û bi dû şopa dîroka Suryaniyan ketiye li bajarên wek Riha, Nisêbîn, Diyarbekir, Mêrdîn, Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Duhok. Ev kitêbeke lêkolîn-gername, akademîk-çavdêrî bi hev re ye. Ji aliyekî ve bi çavê akademîsyenekî tevî agahdariyên ji çavkaniyan behsa dîroka wan bajaran, bi taybet li ser Suryanî û Xirîstiyaniyê hûr dibe, ji aliyekî ve jî qala çavdêriyên xwe dike. Min ev şêwaz gelek eciband, min zewqeke edebî jî jê wergirt. Gelek agahiyên balkêş jî jê hîn bûm. 

Omer, tiştekî din bala min kêşa. Te ev name roja sêşemê nivîsiye, lê di blogê de wek duşem xuya dike. Te di nameyeke xwe ya berê de jî qal kiribû, min ji bîr kiribû li ser binivîsim. Di eyarên demê de şaşiyek heye, dema nivîsandina saetê her tim şaş tê nivîsandin. Ez ji vê fam nakim, tu lê bipirse, karibî hal bike. Birûsk jî ka bila çavekî lê bigerîne, belkî şaşiyê karibe rast bike. Ez ji vê meselê aciz bûm, gerek me zûtir çareser bikira. Werhasil, qenebe bila roj şaş neyê nivîsandin. 

Înanolo

Têbînî: Omer, min meseleyê fam kir. A min jî ev name li şûna ku bibêje çarşem, kir sêşem. Ez bawer im ji ber ku min nameyê şeva sêşemê dest pê kir, lê çarşemê xilas kir. Yanî em bibêjin min sêşemê di 23.30yan de dest pê kir û çarşemê di 02.00an de xilas kir. Hingê saeta destpêkirinê di kîjan rojê de be, ew roj tê nivîsandin. Ez ne şaş bim wisa ye. Û tu dikarî vê şaşiyê, wek roj û saet diyar bikî. Beriya ku tu nameya xwe biweşînî, li kêlekê, di bin "yayın ayarları" de "yayınlama tarihi" heye, li wir roj û saeta rast dikarî diyar bikî. Baş e, me ev mesele jî safî kir. Saet 02.19 e li cem min û heta vê saetê çima şiyar im?

8 Kasım 2016 Salı

Darbij


Înanolo,

Li Bîngolê me. Serê sibê dê Dr. Silêman were definkirin. Çendîn dem e ji mirinê bêhtir tiştekî nabînim, ne ti hal e ne ti welat. 


Çilkanî-Cotkanî
Dîsa naxwazim tiştekî binivsînim, nikarim.

Li Bîngolê, erê ê, tam jî di vê wextê de, mîna meriv hem gerîla be hem pêşmerge, hem zaza be hem kurmanc. Dîsa wisa xem, hem jî her Sêşem.

Omeros

7 Kasım 2016 Pazartesi

Porê vekirî, riha rakirî

Omer, 

Îro ji Bismilê hatim, saet li derdora pênc û nîvan gihaştim Mêrdînê. Loma hinekî bi derengî ji te re dinivîsim. Ez çûm malê, lê her wekî carên din, bi acizî vegeriyam. Li malê dê û bavê min her behsa por û riha min kirin. Ne bi dilê wan e ev por û rih. Bavê min dibêje, rewş xirab e, xwe hinekî bike wek însanan. Diya min dibêje, ka kî ji zarokên xelkê wisa dike, meriv ji ber te fedî dike. Dibêje, ka dê çawa ên weke we di xaniyan de bihewînin. Em çi bêjin jî qebûl nakin, em çi bikin jî ne bi dilê wan e, niza'm em çi xweliyê li serê xwe bikin. Kirin û nekirin, got biçe berber, lê ez neçûm. Lê ez ê sibe biçim berber, hinekî riha xwe biqusînim, bi rastî jî dirêj bûye. Pêşniyaza min li te Omero, ku tu çûyî qîzxwastinê, bila herî pêşî bala te li por û riha te be, bila riha te tune be û bila porê te kin be. Bi Xwedê ku por û riha te hebe, tu milayket bî jî kes qîz nade te. Aha bila ev jî li vira be. 

Rojeveke pir berbad heye pismam, tu bêje rojeveke kulavî, ez bêjim rojeveke ewravî. Li ser teqîna Amedê, dewlet dibêje Pkk, Daiş dibêje Daiş û vê dawiyê jî Tak diyar kir ku wê kiriye. Bûye wek girara gavanan. De were vê meselê ji hev safî bike. Tu nizanî ka destê kê di berîka kê de ye. Tu bêjî medya, bawerî pê nayê, dewlet jî her wisa. Tiştekî pir ecêb e Omer, çima ji bo teqînekê navê sê rêxistinan bê dayîn û her sê rêxistin jî ji aliyê fikrî ve ji hev cuda ne. Encameke pir xirab derdikeve meydanê, meriv pê diêşe, lê mixabin rastî ev e: Her kîjan rêxistin û partî jî be, her çi qas ji aliyê fikrî ve cuda jî bin, di esasê xwe de li ser heman pratîkê digihîjin hev û li hev dikin: Ew jî teqîn e, kuştin e, wêrankirin e. Nexwe em dikarin vê gotinê biguherînin û bibêjin: Fikir çend cuda jî be, zikir her yek e. Her çiqas vê dawiyê hêrseke min li hember partiyên Bakur çêbû, ji ber meseleya xendekan, lê ez bi desteserkirin û girtina wekîlan bêtir aciz û hêrs bûm. Ew tu carî vê yekê heq nakin. Divê ew hesab nedin dewletê, lê bidin vî miletî. Zilm û bêhiqûqiyeke mezin li dar e. Kes ji tirsan nikare gotinekê bike. Ez bi wêneyên desteserkirina Sabahat Tuncel û İdris Baluken gelek êşiyam, tişta ku dewlet dike yekcar binpêkirina vî miletî ye. Wek min di nameya xwe ya borî jî de got, dewlet serkeftinên kurdan li her du parçeyên welêt dibîne û naxwaze serkeftinên li parçeyên din tesîr li Bakur jî bike, loma heta ji dest tê hemû rêyan li ber kurdan digire. Ev heta kengî dê wer berdewam bike nizanim, lê zû an dereng dê Bakur jî ji van serkeftinên parçeyên din ên welêt para xwe werbigire. Heke siyaseta me ya Bakur ehmeqî neke û bi aqilane tevbigere, bi Başûr re li hev bike, ev serkeftin nêzîktir in. Bi qasî ku dixuye, Bakur hêdî hêdî xwe nêzî Başûr dike. Lê Tirkiye heta jê tê, dixwaze rê li ber vê nêzîkatiyê bigire û dubendiyê têxe nav her du parçeyan. Lê dê bi ser nekeve. 

Çira û Înanolo. Mêrdîn. Çiriya Paşîn, 2016.
Ez ji te re wêneyekî xwe yê di nav çirayên Mêrdînê de dişînim. Ka binere çi dikeve serê te, maneyeke xwe ya taybet heye an? Çavê min ne îşê şewq didin, ecêb. Min sûretek baş girtiye, kêfa min jê re hat. 

Wer wisa pismam, hem jî ez xulam. 

Înanolo

6 Kasım 2016 Pazar

Rojeva Kulavî

Înanolo,

Ji dilê min nê ku ez tiştekî binivsînim. Teqîn, mirin, daxuyanî, desteserkirin û girtin, ji hinekan re jî jikaravêtin. Barê polîtîkbûna mecbûrî.. Qey em ê her tim wanî binbar bin. Naxwazim dirêj û pahn bikim: Teqîn.. Teqîna ku dewleta tirk dibê PKKê, DAIŞ jî dibê min kiriye. Westiyam.




 


Silav û gulavên dixwazin bibin gundiyekî li dûrî rojevan û nêzîkî xewa li ser kulavan.

Omeros

4 Kasım 2016 Cuma

Bîrhatiyên serbêjingî

Omer,

Min desteserkina Salih Suleymanî li ser nûçeyan xwend. Çend caran li ser telefon û medyaya sosyal em axivîbûn, herî dawî bûbû mêvanê pirsînanê. Salih hevalekî gelek pak û zîrek e. Li paytexta Tirkiyeyê, vekirina navendeke kurdewarî ne karê her kesî ye. Min xebatên wan ên Kûsî-Kurdê dişopandin, tiştên gelekî xweş dikirin. Ez gelekî li ber Salih ketim, hêvîdar im di demeke zû de azad bibe.  Desteserkirina Salih jî, jikarderxistina Fexriya Adsay jî, desteserkirina wekîlên Hdpê jî nîşan dide ku dewlet ne tenê li dijî kom û partiyekê ye, lê bi temamî li dijî serkeftinên kurdan û Kurdistanê ye. Vê dawiyê gotara (söylem) hin nûçeyên medyaya me jî ez aciz kirim. Hin nûçe diyar dikin ku, tevî ku yên tên desteserkirin ne Pkkyî ne çima tên desteserkirin an jî çima ji ber wê sedemê tên desteserkirin. Hingê maneyeke wiha ji nûçeyan derdikeve ku, dewlet ne li dijî kurdan lê dijî hin kom û partiyan e. Yanî tu ji dewletê re dibêjî, ez ne dijminê te me, ez jî yek welatiyê te me, tu derdê kurd û dewletê bi hev re tune ye, loma min negire. Lê mixabin gotara dewletê ne wiha ye û nanere ka tu ji kîjan kom û partiyê yî, xebateke çandî û wêjeyî jî gelek caran ji bo wan kuleke mezin e. Derdê min li vir ne ew e alîgiriya partiyekê bikim, ez ê tu carî vêya nekim. 

Ew îradeya gel a ku partiyên me qal dike, ji zû ve miriye. Çimkî yên ku bûn sebebê vê mirina îradeya gel, tevî dewletê partî û rêxistinên me jî bûn. Wan di dema xwe de şaşiyên mezin nekira û karibûya helwesteke serbixwe bigirtana, ew îrade jî dê bimaya. Lê ew îrade bi wan mirin û wêrankirinê ji dest çû. Loma bi tu awayî kes nikare mineta xwe li vî miletî bike û gazinan jê bike. Milet her tiştî dibîne û bîra her tiştî jî dibe. Hem tirsa dewletê, hem jî tirsa partî û rêxistinên me li ser wan heye. Ecêb e Omer, berê malbat digotin me li dijî dewletê gotinekê nekin, ê we bikujin, ê we bigirin, niha jî tevî wê dibêjin li dijî kurmancan gotinekê nekin, ê rojekê we bikujin, derbekê li we xin, kurmanc pîs in, xayîn in. Esas her du jî heman tişt in, ev nîşaneya wê yekê ye ku çawa em bi demê re dişibin dijminên xwe, dagirkerên xwe. Ev  di tebîeta hemû rêxistin, partî û îdeolojiyan de heye. Heger piştî  ewqas kuştin, desteserkirin, wêrankirinê li şûna milyonan însan, pêncsed însan jî nikaribin dakevin meydanan, rayedarên me yên siyasî û îdeolojîk divê ji xwe re rûnin û hesabê vê yekê bikin bê ka çima wisa ye. Ez ji siyasetê ewqasî fam nakim, lê geşedanên dawî ji min re wisa tê ku, kurd bi ser dikevin, nêzîkbûna siyaseta başûr û bakur hîs dikim, ev bi xwe re dê destkeftinên baş bîne, dewlet vê yekê hîs dike, loma ew qasî har dibe. 

Te dî çîroka Osman Sebrî ya "Li gornistaneke Amedê" heye. Tu zanî, li gor min ew çîroka herî xweş û serkeftî ya Kovara Hawarê û yek ji baştirîn çîroka kurdî ye. Meriv ecêbmayî dimîne, di wê serdemê de çîrokeke wisa serkeftî çawa tê nivîsandin. Xeyal û aşopa Osman Sebrî gelek berfireh e, zewqeke wî ya rewşenbîrî heye, li ser gelek tiştên cuda û ecêb nivîsiye, tiştên biçûk î xweş. Ew çîrok hêja ye ku li her zimanî bê wergerandin, yek ji kanona çîroka kurdî ye. Te baş kiriye ku kitêba wî bi  xwe  re  biriye Kobaniyê jî, siheta te xweş.

Duh min derfet nedît ku ji te re binivîsim.  Li mala hevalan bûm. Me vexwar. Piştî salan, rastî jinekê hatim ku jineke din anî bîra min ku wextekê min jê hez kiribû, dû re jê veqetiyabûm, aciz bûbûm û min sond xwaribû ku careke din pê re neaxivim û min neaxiviye heta niha, wê ji bîr bikim, ew ji bîr kiribû. Bi vê jinê re bîrhatiyên berê yên wê jina din serbêjing bû, ji nû ve vejiyan. Pir pê êşiyam, aciz bûm, min tiştên ne xweş kirin, wek heyfa xwe ya salan hilînim. Heta heftê sibehê xew bi çavê min neket, ranezam. Kontrolê carina ji dest didim Omer, ditirsim bi vê re dilê heval û hogirên derdora xwe bihêlim, wan biêşînim. Piranî di wextê vexwarinê de kontrol ji dest diçe, wek ji min re maneyek be ku ez kontrola xwe ji dest bidim, wek hingê ez rihet dibim. 

Îro dinya xweş e, tav e. Ez neçûm dersê. Hatim malê ku serê xwe bişom û dû re biçim Bismilê. Ez li malê me, hêj min serê xwe neşûştiye û xuya ye ez îro naçim Bismilê. Heyata ku ez niha tê de me ev e pismam, çawa ye, kêfa te jê re hat? 

Înanolo