27 Ocak 2017 Cuma

Ecêbmayîn

Omer, 

Çend rojan ji vê blogê blogê bi dûr ketim. Min xwe bi kar û barên din re êgle kir. Her kes weke te nikare bi bloga xwe re êgle bibe pismam. Tew ku du blogên meriv hebin, de were û pê re êgle bibe. Êgleya ser êgleyê, blog bi dilê bloggerî. 

Min got blog, dikim ez jî ya xwe ya wextekê aktîf bikim. Demeke dirêj min ew nedît, min got qey ji dest min derketiye, di hesabê min de xuya nedikir, lê wê rojê bi tesadufî min ew li bin navê vê blogê dît, ma çi kêfa min hat, tu nizanî. 

Ez dixwazim aktîf bikim lê tê de çi belav bikim nizanim. Bloga min bi hevpeyvînan deng veda û wê civat li bin guhê hev xist. Lê heta ku mezûn nebim, di xwe re nabînim hevpeyvînan bikim, heger bikim jî dê ne rûbirû be lê li ser mailan be. Lê wextê min pir kêm e pismam, heta ku paragrafeke soranî ya Hejar werdigerînim kurmancî mala min li heft mîratan digere, pir wextê min di ber re diçe û dibetilim. Ji xeynî wê hezar kar û kerratî, ji mecbûrî piço piço bi ser wan de jî daqûl dibim. 

Min îro nameyek ji Enstîtuya Kurdî ya Parîsê re nivîsî. Min arşîva xwe li hev xist, pênc sal berê jî min nameyek ji wan re nivîsiye ji bo ku serî li bûrsa wan a xwendinê bidim û biçim li zanînegeheke Ewropayê bixwînim. Tê bîra min, wê çaxê jî pir pê re lebikîbûm û ketibûm taswasê. Dosyeya serlêdanê ya wê çaxê hê jî li cem min e û tew wergera noterê ya tasdîqkirî ya dîplomaya min jî tê de ye. 

Min got enstîtu lê tu bizane ku yek ji xebera herî ecêb a vê dawiyê min bihîstî jî ew bû ku ez ji Birûsk hîn bûm Reşo Zîlan birayê Orhan Kotan e. Ev bi qasî wê xeberê ecêb ku dîsa, gelek sal berê Birûsk ji min re gotibû Rojen Barnas birayê Kendal Nezan e. Û tişta jê ecêbtir jî, Birûsk bi Reşo Zîlan re hevpeyvîn kiriye û kesê din ê ku wextekê wî ji min re gotibû pir pir dixwaze pê re hevpeyvînê bike Rojen Barnas e. Heger ti hevnasîneke min û te nebûya û Birûsk di rojeke wekî îro de ji min re bigota ku Omer Faruk birayê Îbram Xelîl e, her wekî van ecêbmayînan dê ecêbmayîneke din jî li vî dilî zêde bûbûya. Dizanim, çi jî bêjim ew ê negihîje dilê we, lê pir baş e ku te jî bi birayê xwe re hevpeyvîn kiriye. 

Xwene sibeha me jî dê hilê, herhal. 

Înanolo