3 Ocak 2017 Salı

Şêweyên Mirinê

Omer, 

Te xêr e heyra? Te ne navê xwe li bin nameyê nivîsiye û ne jî wêneyek lê bar kiriye. Ev ne nameya te ya ewil a bênav e lê nameya ta ya ewil a bêwene ye. Gelo heye ku te gotibe xwe, piştî John Berger ne wêne li nameyê tê zeliqandin û ne jî nav. Lê nizanim ka beriya nameya te ya duh mir an piştî wê. Meriv 90 salan bijî li vê dinyayê. 90 sal ne temenekî hindik e. Berger resmen kutaye temen. Min du kitêbên wî xwendibûn. Görme Biçimleri û Bir Fotoğrafı Anlamak. Ji ber ku te îmana xwe li ser wêneyan çikandiye, tu baştir vî camêrî nas dikî. 

Dinyaya ku çendek bû li Mêrdînê tav û germ bû, îro ji nav me koça xwe bar kir. Bi kû de çû, nizanim. Dinya cardî bû sayî û ba û baran. Li her derê teqîn çêdibin. Li her derê tirs û xofek. Bê hemdê xwe carna lê difikirim ku ez jî di teqîneke DAIŞê de parçe parçe dibim, dimirim. Ecêb e Omero, ev çend car e ku em di nameyên xwe de behsa şêweyên mirina xwe dikin. Hewce ye ku em kitêbekê li ser van mirinan binivîsin bi navê Ölme Biçimleri/Şêweyên Mirinê. Rehmetî Berger zû ji nav me bar kir an na me yê bi qirika wî bigirta ji bo ku pêşgotinekê ji bo kitêbê binivîsiya. Te jî çû dev ji rojnamevaniyê berda, êdî ka dê kî rabe nûçeyekê li ser mirina min a di teqînekê de çêke û wek nûçeya flash derbasî ajansan bike. Mesela te dikaribû nûçeyek wisa binivîsiya: "Namedarê ciwan Înanolo di teqînê de mir. Înanolo di nameya xwe de behs kiribû ku ditirse di teqîneke DAIŞê de bimire. Înanolo dê filan rojê Li Gornistaneke Amedê bê veşartin." Silav li Apê Osman Sebrî. Ger sax bûya, dê vê çîroka xwe super û mûhteşem bi awayekî din binivîsiya. 

Îro îmtihana Şerha Metnan hebû. Gelek hêsan û rihet bû. Sibe îmtihana Edebiyata Zarokan heye.  Hêj lê nexebitîme. Herhal ew ê jî hêsan be. Berra îmtihanên te çawa bûn? Te hemû derbas kirin an? Te jî zanîngeha xwe xilas bikira û bûbûya parêzer çi xweş çê dibû. Parêzerek ji vê blogê re lazim e. Heger rojekê doz li nameyeke min bê vekirin dê kî parêzeriya min bike, tu qet fikirîy? Bê parêzer ez dernakevim mehkemeyê Omer. Zû bibe parêzer. Hahaha, çi xweş li hev hat, qafiyeli, Parêzer Omer.

Mirinek diniqute dilê min, dilopek diniqute eniya min.

Înanolo