16 Ocak 2017 Pazartesi

Hedûrî

Omer, 

Vê êvarê hatim Mêrdînê. Hedûriya min li Bismilê jî nehat. Mêze, SERAYÊ nabêje "sebr", dibêje "hedûrî". Pêlek e min digot ka ez ê kengî bêjim hedûriya min nayê. Qey çarenûsa wê di vê nameyê de kişf dibû. Siûda te heye, bi Xwedê. 

Min got, hedûriya min li Bismilê jî nehat, lê tu bizane hedûriya min li Mêrdînê jî nayê. Ez dibêjim qey hedûriya min dê li ti derekê bi demdirêjî neyê. Hedûriya min tenê bi odeya min tê û heger rojekê çêbibe, bi mala min. Em ê ti carî nikaribin li seranserê vê dinyayê bigerin û em ê ti carî hemû zewq û çêja der û deryayên dûr bi dest nexin. Lê di destê me de ye ku em van hemû xwestekên xwe berrî odeya xwe bidin û di nav wan de dest bi rêwîtiyeke bê ser û binî bikin. Çi xweş e ew kitêba Gaston Bachelard a bi navê Mekanın Poetikası. Çi hezkirineke mezin bexşî "mal"ê kiriye tenanet di beşa "Mal û Gerdûn"ê de. Vê kitêbê bixwîne pismam, bawer bike tu yê jî pir jê hez bikî, te hez nekir jî, cansaxî. 

Min got Bismil, îro gotûbêja Selîm Temo hebû li Pirtûkxaneya el-Cezerî ya Bismilê. Ez neçûm gotûbêjê. Li Mêrdînê jî beriya çend hefteyan gotûbêja wî hebû, ez neçûm wê jî. Êdî weke berê kêfa min ji gotûbêj û panelan re nayê Omer. Ka ew Înanê berê ku ji gotûbêj, panel û konferansekê baz dida gotûbêj, panel û konferanseke din. Ew çalakbûna min a berê nemaye. Heger rojekê tu li van deran gotûbêj û panelekê bidî, belkî ez neyêm a te jî. Hingê tu dilê xwe ji min nehêlî, de va ye ez dibêjim. 

Min got gotûbêj, ka bizane li çi fikirîm pismam. Ez fikirîm ku ev sosyal medya carinan cihekî pir xirab e, tevî ku gelek caran em jî bêyî wê naqedînin. Sosyal medya ne dostanî hişt û ne jî dilsozî. Gelek caran heval û nasekî te yê nêzîk jî piştî demekê dikare li pişt te heqaret û çêran bike ji te re li wê derê. Dikare bi hesabên cuda êrîşî te bike. Sosyal medya nayîne bîra me û nabêje me, "ezbenî ev der cihekî demkî ye, sibero hûn ê rastî hev werin, hûn ê li rûyê hev binêrin û di civatekê de bi hev re rûnin" û filan û bêvan. Sosyal medyayê gelek caran em ji cîhan û civata rasteqîn dûr xistin. Êdî ji dêvla ku du dost û heval şaşî û rexneyan rû bi rû li hev bikin, li ser sosyal medyayê hev rezîl dikin û perîşan dikin. Ka bêje, ma çi hewcehî bi vê heye? Gelek şaşiyên min jî hene ku min li ser sosyal medyayê kirine, ez bawer im niha dilê hin hevalan jî ji min maye ji ber şaşiyên min. Esas sedemeke din a girtina hesabên xwe yên sosyal medyayê jî ew bû ku ez bêyî hemdê xwe şaşiyên mezin nekim. Em ciwan in, te dî xwîna me dikele û carinan meriv bi şaşiyên xwe nahise heta ku demeke dirêj di ser re derbas nebe. 

Omer, heger tu ji nivîsandinê sar bûbî nexwe tu ji nivîsandina nameyan jî sar bûyî. Tu têyî van gotinan ji min re dibêjî û dibêjî xwe neqehirîne. Em çawa bikin ji bo vê sarbûna te, em dev ji nivîsandina nameyan berdin? Vêca du kesên dij-fikir hatine cem hev û ji hev re nameyan dinivîsin. Tu naxwazî binivîsî û ez jî dixwazim binivîsim. Ka em ê çawa li hev bikin, ez jî nizanim. Lê heger tu ji nivîsandina nameyan jî sar bî, ji kerema xwe bêje, em navberekê bidin nivîsandina nameyan û bi vê sarbûnê ji hev re nenivîsin. 

Bimîne di xweşiyê de. 

Înanolo