15 Ocak 2017 Pazar

Girînok

Omer, 

Ka ji te re çi binivîsim, ez jî nizanim. Tiştek nayê bîra min, nizanim behsa çi bikim. Behsa rojevê, behsa aş û bajar, behsa edebiyatê behsa tiştên tewşomewşo, qet nayên bîra min.

Min got rojev lê hat bîra min. îro min nûçeyek xwend. Du nivîskarên Kirmaşanê çendek berê li Mêrdînê hatine revandin û tu xeber ji wan tune ye. Ev nivîskar ji bo mastera kurdî ya Mêrdînê hatine. Min çima ev nivîsî ez wê jî nizanim. Lê heyat e te dî, te dibe Kirmanşanê jî, tîne Mêrdînê jî. 

Duhê bi şev ez li civata Mistefa Dogan bûm. Ji xwe re blog vekiriye. Helal be bi Xwedê, ji niha de sê nivîs bar kirine û gelek xweş jî dinivîse. Neheqiyê li xwe dike, li vê Bismila şewitî bi rastî jî şewitî. Bi ya min divê di kanalekê de bernameyeke gerê pêşkêş bike. 

Pismam, ez pir dikevim xulqê te dizanim, lê ez ji berê de ji van hevokên te yên jihevketî hez nakim. Xwezî hema bi nîviyê dostanî û dilsoziya te min ji nivîskariya te jî hez bikira. Ji nivîskariya te bi qasî dostanî û dilsoziya te hez nakim. Ez ji nivîskariya te ya tirkî bêtir hez dikim, tabî ew jî meseleyeke din e. Jixwe Küçük Dayım Nazif hew dibû. Lê min bala xwe dayê, nivîskariya te ya tirkî jî êdî hêdî hêdî ber bi ya kurdî tê. Ji bo xwedê bi hevok û peyvan nelîze, qafiye mafiyeyan çêneke, hokkabaziya uslûbê neke. Tabî tu dikî jî tu bi kêfa xwe yî, lê dîsa jî tu bi a xwe bike, bi ya dilê xwe bike, kêfa te ji çi re hat wisa bike, dev ji me berde, jixwe tu jî pêşniyazên wisa li min bikî belkî ez jî aciz bibim, xulqê min teng bibe, a baş bila her kes wek xwe bike, jixwe heger me hez kir em ê hez bikin, me hez nekir jî dev jê berde. 

Em guh bidin mamoste Hejar, ka hela dîsa çi dibêje di otobiyografiya xwe de:

"Li gor ku dibêjin ez zarokekî pir girînok û bergirû bûm; kêm wextan ez aşt bûme. Lê dê û bav –nemaze dê- ewqasî bi wî kurê xwe şa û şanaz bûne ku qet nebêje. Xwedêgiravî dêyê piştî hemû nimêjan di’a kiriye: “Xwedêyo min hîç kurekî dî navê da ku di malê de nebe şirîkê ‘Ebdurrehman”!"

Heger tu bêjî bergirû çi ye, bi Xwedê ez jî nizanim. Min kurmanciya wê peyda nekir loma min wek soranî hişt. Dibe ku bergirî filan tiştek be. Girînok jî her weke xwe ma, ne werger e, min di kurmancî de nebihîstibû lê kêfa min gelekî ji vê peyvê re hat. Bi xatirê te pismamcan. 

Înanolo