5 Ocak 2017 Perşembe

Nawêne

Omer, 

Te ji min re wêneyek şandiye lê tu qala post-cardan dikî. Bêyî ku tu sebebekê bêjî çi zanim te bi çi mebestê wêne û nivîs şandiye. Te nameyeke min a berê şandiye, mala te ava ku te ew anî bîra min. Min di vê nameya 22.10.2016an de sebebek ji te re nivîsiye. Min gotiye "ew qasî serxweş im û serxweş bûm ku". Lê ê te tu sebeb tune ye, ez nizanim te çima wêneyek şandiye û nizanim ji ber çi te wisa kiriye. Te dikaribû bi tek hevokekê bigota, min nameya te xwend ez ê dû re li te vegerim filan. An jî niha betilîme. Çi zanim, hevokek be jî, sebebek divê hebe. 

Pismam, dibe ku bi qasî te bi wêneyan re ne eleqedar im lê ez jî gelekî qîmetê didim wêneyan û neheqiyê li wan nakim. Lê ez ê wek te vê neheqiyê li nivîsê nekim û ro were di nameyên xwe de li şûna nivîsê tenê wêneyan neşînim. Heger ro were dilê te hebe di nameyan de ji dêvla nivîsê tenê wêneyan bişînî, ji kerema xwe ji min re neşîne. Tu ji kê re nameyên wêneyî dişînî bişîne lê ji min re neşîne. 

Îro min nameyeke mûhteşem xwend dîsa. Nameya H.G. Wells a bo James Joyce. Kurmanciya wê di hejmara vê hefteyê ya Rojnameya Basê de hatibû belavkirin. Di nameya xwe de pesnê zîrekî û dehaya wî lê tevlihevî û nefambariya berhemên wî dike. Kêfa min gelekî ji vê pirsa wî re hat: "Ev kurrederê Joyce kî ye ku ewqas saetên min ên ji demên hişyariyê dixwaze ji bo ku ez meselên wî yên zirrecêb, xeyal û şewqên wî ên derbirînê baş fahm bikim, tevî ku tenê çend hezar saetên min ji wan demên ne di xew de mane?" Bi rastî jî, heyfa saetan. 

Li kêleka vê nameyê nivîseke Ciwanmerd heye. Ciwanmerd di rojnameyê de dest bi qunciknivîsî û nûçenivîsiyê kiriye. Di vê nivîsa xwe ya ewil de li ser sedemên lez û beziya nivîsandina xwe nivîsiye. Gotinên gelekî rast û di cî de kirine, lê ez li ber dikevim ku di dema xwe de tiştekî tam tersê nivîsa xwe ji min re gotibû li ser dosyeyeke ku min xwestibû çap bikim. Ji min re gotibû, lez neke. Rast gotibû. Wê çaxê jî min bi dilekî hewesşikiyayî heq dabûyê, niha jî heq didim nivîsa wî ya rojnameyê. Lê ez bala xwe didimê, ji wê rojê ve ye min tek çîrokek jî nenivîsiye. Û ez ditirsim ku heta demeke dirêj nikaribim tiştekî bihûnim, binivîsim. Bêguman, di mijara sebebê nenivîsandina min de, para mezin aîdî tenbeliya min a nivîsandinê û aîdî xwendina min a zêde ye.

Ka ez çib'kim, qewî cangiran e Înanolo.

Înanolo