4 Ocak 2017 Çarşamba

Postpirs

Înanolo,

Ez berê pirsên te yên nameyek berê bibersivînim, paşê a xwe bibêjim. Yek, min xêr e? Ruhê min ewqas lihevketî bû ku barkirina wêneyekê bi min pir giran hat. Xwezila teknîka fotografê bigihîşta asta girtina wêneyên ruhan. Min ê teqez yeke ruhê xwe bigirta û wek belge bi vê nameyê ve bizeliqanda.

Dudu, îmtihanên min çawa derbas bûn? Ketibûm 15 îmtihanan, heta niha 10 bêli bûne, 2 ne têde, ên din gî rind in. Min hemû derbas kirin an? Meri niha nikane tiştekî bêje, hîn fînal hene di Gulanê de, hele bi xêr ez di wan kevim jî.. Wê çaxê wê bêli bibe ez derbas dikim yan.

Heger rojekê doz li nameyeke te bê vekirin dê kî parêzeriya te bike, ez qet fikirîm? Na, nizanim yanî çi bigir tiştekî wanî di saxîya me de ne mimkun e. Te hay jê heye? Di ser dadgehan re tu bi dizî behsa damezirandina dewletekê dikî, ka kê yek hilweşandîye em yekê lêbikin, hêç.

De ez werim ser a xwe. Çelengolo, çira xwe ewqas diqeherînî? Xêr e yanî, bi tek wêneyekê û bi tek hevokekê çi ji min û te û nameyê kêm bû? Hez nakim ji îzahata ku dibe şîret û nesîhet lê tu nahewî: Duhinî berî azana mixurbe ez li Tetwanê peya bûm. Tevî min cilên xwe yên qalind li xwe kiribûn jî ez qefilîm; berfê xweş diçerpandê. Şîv û çay, ez derbasî cîyê ku ez lê dimînim bûm. Min dît te nivîsîye, ev nameya te ya li gor yên berê mişt-mirin û mîzah bi sê çar kêfan min xwend. Tu zanî, bi qasî ji dest min tê ez zû li name û maîlan vedigerim. Ez hema li ber komputerê rûniştim û min ew wêne û hevoka ku tu jê aciz bûyî nivîsand, şand. Him jiber ku pirsên te ne yên li benda bersivên bilezûbez bûn, him para westa min, him jî nîyeta min a post-cardê kir ku ez wisa bikim.

Sal: 1908

Însanên berê, ku diçûn dereke dûr ji wir bi hevokek du hevokan post-card dişandin ji nas û dostên xwe re. Maneya wê yanî ez sax û silamet gêhiştim cîyê xwe, min meraq mekin. Post-card pro-name bû yanî: ''Ez ê dûre dûr û dirêj binivsînim.'' Li hêlekê post-cardê nivîs hebû, li hêla din jî wêneyê bajarê ku post-card jê dihat şandin. Ez jî gêhiştim post-cardan, birayê min ji Pakîstanê ji me re dişand. Wê salê wexta ez li Stenbolê bûm, hinek hevalên min ji Londonê hatibûn. Min dît bi dehan post-card kirîn û ji hevalên xwe re şandin. De, min bi cahîliya xwe ya wê çaxê go: ''Çi îcab dike, mail bişînin yan jî telefon bikin..'' Têr bi min kenîyan, gotin ''Edeta salan e ev..''

De, min jî wêne li Bedlîsê girtibû û hevok jî li Tetwanê nivîsîbû. Te kêfa min a e-post-card li min herrimand. Tew dev ji post-cardê berde, te şevekê bi serxweşîya xwe tek wêneyek û tek hevokek neşand law? Ma min got ''Va çito name ye!''? Berî wê serxweşîya te jî min gotiye, ''Ne bi nameyê dirêj kêfa min zêde xweş dibe ne jî bi nameyên ''kîp''kurt aciz dibim. Te çito xwestîye, ji dilî te çi çito hatîye wer bike, wer binivsîne.''

Yekê jî tu neheqîyan li wêneyan dikî. Ez mesela, nola berê ji nivîsan hez nakim, bala min pirtir li ser wêneyan e. Li gor min ê ku nivîskar bi sedan hevok nikare bibêje, wêne bi rihetî dibêje. Ro were, tew te dî di nameyeke min de tek herfek jî tine lê wêne heye. Qey bi wêneyan name nayên nivîsandin? Tu negêhiştî wê dewra yaran ji hevdu re fotografên xwe yên wesîqalik dişandin? Ne herf, ne gotin, ne peyv ne tiştek. Tenê wêne. Te bi serxweşîyê wêneyek û hevokek şandîye, min bi ruhxweşîyê. Çi ferq dike? Axir, tu hinekî bi heqberîyê li meseleyê binêrî tuyê heqekî bi min dî dibêjim. Na eger na, bila nav nakokî be dîsa. Koka însên li ser nakokîyê ye. Xwe ji te naqeherînim û ji nakokîyê jî ne aciz im.

Nûçeya mirina John Berger ez veciniqandim. Bi şev min çavek li Görme Biçimleriyê xistibû û min di dilê xwe de gotibû, siba bi xwe re bibim Tetwanê. Bu sibe, ez di otobusê de bûm, min di BBCyê de mirina wî xwend. Mirina nivîskarên bi nav û deng min diêşîne. Bi dinyaya boş û betal dihesim careke din. Tim dibêjim, aqil diçe sewda dimîne dibêjin, sewda jî diçe nivîs dimîne. Bes wêne, hinekî din wêne..

Keleba, dîk û keleşêr eynî ne, ez eynî.

Omeros