7 Kasım 2016 Pazartesi

Porê vekirî, riha rakirî

Omer, 

Îro ji Bismilê hatim, saet li derdora pênc û nîvan gihaştim Mêrdînê. Loma hinekî bi derengî ji te re dinivîsim. Ez çûm malê, lê her wekî carên din, bi acizî vegeriyam. Li malê dê û bavê min her behsa por û riha min kirin. Ne bi dilê wan e ev por û rih. Bavê min dibêje, rewş xirab e, xwe hinekî bike wek însanan. Diya min dibêje, ka kî ji zarokên xelkê wisa dike, meriv ji ber te fedî dike. Dibêje, ka dê çawa ên weke we di xaniyan de bihewînin. Em çi bêjin jî qebûl nakin, em çi bikin jî ne bi dilê wan e, niza'm em çi xweliyê li serê xwe bikin. Kirin û nekirin, got biçe berber, lê ez neçûm. Lê ez ê sibe biçim berber, hinekî riha xwe biqusînim, bi rastî jî dirêj bûye. Pêşniyaza min li te Omero, ku tu çûyî qîzxwastinê, bila herî pêşî bala te li por û riha te be, bila riha te tune be û bila porê te kin be. Bi Xwedê ku por û riha te hebe, tu milayket bî jî kes qîz nade te. Aha bila ev jî li vira be. 

Rojeveke pir berbad heye pismam, tu bêje rojeveke kulavî, ez bêjim rojeveke ewravî. Li ser teqîna Amedê, dewlet dibêje Pkk, Daiş dibêje Daiş û vê dawiyê jî Tak diyar kir ku wê kiriye. Bûye wek girara gavanan. De were vê meselê ji hev safî bike. Tu nizanî ka destê kê di berîka kê de ye. Tu bêjî medya, bawerî pê nayê, dewlet jî her wisa. Tiştekî pir ecêb e Omer, çima ji bo teqînekê navê sê rêxistinan bê dayîn û her sê rêxistin jî ji aliyê fikrî ve ji hev cuda ne. Encameke pir xirab derdikeve meydanê, meriv pê diêşe, lê mixabin rastî ev e: Her kîjan rêxistin û partî jî be, her çi qas ji aliyê fikrî ve cuda jî bin, di esasê xwe de li ser heman pratîkê digihîjin hev û li hev dikin: Ew jî teqîn e, kuştin e, wêrankirin e. Nexwe em dikarin vê gotinê biguherînin û bibêjin: Fikir çend cuda jî be, zikir her yek e. Her çiqas vê dawiyê hêrseke min li hember partiyên Bakur çêbû, ji ber meseleya xendekan, lê ez bi desteserkirin û girtina wekîlan bêtir aciz û hêrs bûm. Ew tu carî vê yekê heq nakin. Divê ew hesab nedin dewletê, lê bidin vî miletî. Zilm û bêhiqûqiyeke mezin li dar e. Kes ji tirsan nikare gotinekê bike. Ez bi wêneyên desteserkirina Sabahat Tuncel û İdris Baluken gelek êşiyam, tişta ku dewlet dike yekcar binpêkirina vî miletî ye. Wek min di nameya xwe ya borî jî de got, dewlet serkeftinên kurdan li her du parçeyên welêt dibîne û naxwaze serkeftinên li parçeyên din tesîr li Bakur jî bike, loma heta ji dest tê hemû rêyan li ber kurdan digire. Ev heta kengî dê wer berdewam bike nizanim, lê zû an dereng dê Bakur jî ji van serkeftinên parçeyên din ên welêt para xwe werbigire. Heke siyaseta me ya Bakur ehmeqî neke û bi aqilane tevbigere, bi Başûr re li hev bike, ev serkeftin nêzîktir in. Bi qasî ku dixuye, Bakur hêdî hêdî xwe nêzî Başûr dike. Lê Tirkiye heta jê tê, dixwaze rê li ber vê nêzîkatiyê bigire û dubendiyê têxe nav her du parçeyan. Lê dê bi ser nekeve. 

Çira û Înanolo. Mêrdîn. Çiriya Paşîn, 2016.
Ez ji te re wêneyekî xwe yê di nav çirayên Mêrdînê de dişînim. Ka binere çi dikeve serê te, maneyeke xwe ya taybet heye an? Çavê min ne îşê şewq didin, ecêb. Min sûretek baş girtiye, kêfa min jê re hat. 

Wer wisa pismam, hem jî ez xulam. 

Înanolo