19 Kasım 2016 Cumartesi

Heyat û SERAYÊ

Omer, 

Wer dibêjim qey meriv nikare heyfê ji vê heyatê hilîne. Ne ji destê me tê, ne jî ji hedê me. Heyatek heye ku misêwa tesîrê li me dike, li derekê ye, li nêzan, di quncikekê de, xwe veşartiye, haya me jê heye, em wê dijîn, hest pê dikin, lê jehr têkevê, em wê bi çavê serê xwe nabînin. Em nikarin tesîrê li heyatê bikin pismam, loma em ê nikaribin heyatê biguherînin. Bes tiştek heye û di destê me de ye: Em dikarin tesîra heyatê ya li ser xwe li gor dilê xwe biguherînin. Yanî, dixwazim vê bibêjim: A soxîn, di destê me de ye ku em tesîra heyatê li bêjingê bixin û aliyên wê yên erênî yan jî neyînî ji bo xwe bineqînin. Heger baweriya te pê hebe û tu bixwazî ku rojekê heyata te rind bibe, tu çare û îmkana wê nîne, dê ya dilê te pêk bê. Ev hemû qonaxin in di heyata me de ku bi sal û zemanan re diguherin. Berê tu yekî şorbaz bûyî, îro ro yekî huznî yî, sibê ro tu yê veguherî yekî din. 

Dilê min dixwaze bibêje te, heke dixwazî dev ji medyayê berde, lê ez ê nikaribim, çimkî dilê min jî gelek tiştan dixwaze lê nikare pêk bîne. Lê a rast ew e ku meriv li gor dilê xwe biçe, dilê meriv çi bixwaze wê bike, heke dawiya wê poşmaniyek jî be meriv li ber nakeve û bêje, qe nebe me bi ya dilê xwe kir û me ew tişt tecrûbe kirin. Tu ji min meseleya xênî dipirsî. Nizanim qala kîjan aliyê meseleyê bikim. Wer bi gir û girîft e. Ez hê jî bêmal im Omer. Di esasê xwe de li mala xwe ya berê me lê dîsa jî bêmal im, xwe wer hîs dikim. Te dev ji medyayê berdaya û mala xwe bianiya vir çend baş dibû, hingê belkî te bi xêra xwe ez bigirtima mala xwe, çi zanim. Lê henekan dikim, ji te re çawa baş be, bi wî awayî bike. 

Berra, mizgîniya xwe cara pêşîn di vê nameyê de eşkere dikim: Êdî ji xeynî te, ez û SERAYÊ jî ji hev re nameyan dinivîsin. Me nameyên 'ewil ji hev re nivîsîn. Wer xweş dinivîse Omer, wer xweş peyvan li pey hev tîne, dibêjime xwe qey ev xewn û xeyalek e. Tu carî dê nehata bîra min ku dê xanimek ji min re nameyan binivîse, qet. Ma bextewariyeke jê mezintir heye Omer, ku xanimeke kaw û kubar ji te re nameyan binivîse û tew ev name, bi zar û zimanê te, bi xas kurmanciya diya te be? SERAYÊ  ne navekî sivik e pismam, ez ji te re kilama li ser wê dişînim ku ji dengê Delîl Dîlanar e: "Gelî gundî cînara, gilî gazin û loma ji mi nekin, bila yekî fenanî Seraya Mamed Axa dosta meriv be, hespê meriv beza be, şûrê meriv birra be, tu dêna xwe bidê vê sibekê malxirabo, kum û kolosê meriva li ser çev û birûya de pêl û xwar be."




Hezkirina ku dermek e min ji bîr kiribû, ji nû ve hîs dikim Omer. Wek ew huzn û reşbîniya nameyên berê hêdî hêdî ji ser min bar dike û diçe. Min dîsa hinek serma girtiye, jehr tê de be. Lê xem nake, bila nexweşî were beden lê neyê ruh. 

Înanolo