30 Kasım 2016 Çarşamba

Rihletguzîn

Omer,

Ez duhê qet ne baş bûm. Ji ber xwarina nîvro ya zanîngehê, ez emelî bûm. Dû re min bihîst ku piraniya xwendevanan emelî bûne. Dibêjin ji ber goşt em wiha bûne, ji ber ku goşt xav bûye. Îjarê nizanim. Duhê, piştî dersan ez hatim mala hevalekî xwe yê sinifê ji bo ku em slayta pêşkêşiya xwe ya dersê amade bikin. Carê nava min dikir xurexur. Min fam nedikir çima wisa dibe û heval jî digot qey ji birçîna deng ji nava min tê, lê halbikî li derve me bi hev re cardî xwaribû. Piştî ku ji cem wî veqetiyam, saet şeşê êvarê filan, nava min ecêb nepixîbû û ez giran bûbûm. Gava hatim malê êşa nava min dest pê kir û her çendê carekê çûm tuwaletê. Ji zû ve ye qet nayê bîra min ku ez wiha 'emelî bûme. Bi şev pênc şeş caran ji ber êşa nava xwe şiyar bûm û çûm tuwaletê. Serê sibê ez gelekî bêhal bûm. Min digot qey min çend kîlo li tuwaletê kêm kiriye. Axir ber bi nîvro baş bûm û çûm zanîngehê. Qet ji dilê min nayê êdî xwarinê li xwarinxaneya zanîngehê bixwim. A bi xêr. 

Qerebalixa ku tu qal dikî mirina Xelîl Birahîmê hevalê min ê sinifê yê li Bismilê hatî kuştin anî bîra min. Di protestoya vetokirina parlementerên Bdpê (Bdp bû gelo?) de  hatibû kuştin ji aliyê polîsên dewletê ve. Ew qerebalixa tu qal dikî, cara dawîn li Bismilê di roja definkirina wî de jî kom bû. Lê piştî wê rojê ew qelebalix nehat ser hev. Aqûbeta kurdan çiqas dişibe hev. Min çîrokek nivîsîbû bi navê "Simbêl" û min îthafî wî kiribû. Çimkî çîroka wî hatibû gotin. 

Îro baraneke gur ûu geş bi ser me de hat xwarê. Hê jî dibare yeqîn dikim. Û îsal berfa 'ewil jî bi ser me de hat li Mêrdînê, îro. Ev îşareta zivistanê ye an na, nizanim. Lê gava behsa zivistanê tê kirin, îmajeke wisa jî di serê min de çêdibe: Bergê Yabancıya romana Camus. Ew zilamê ku şewqe û sakoyek lê ye. Serê wî di ber de, destê wî di berîka sakoyê wî de. Min digot qey cixareyek jî di devê vî zilamî de heye, lê xuya ye rast di hişê min de nemaye. Dixwazim bibêjim, halê însan. Îro dersa şerha metnan û edebiyata modern hebû. Di şerha metnan em li ser xezeleke Ehmedê Xanî rawestiyan. Di vê xezelê de peyvek gelek xweş hîn bûm û kêfa min gelekî jê re hat. Ew peyv, "rihletguzîn" e. Dibêje: 

"Zahidê xelwetnişîn pabestê kirdarê xwe ye
Tacirê rihletguzîn derbendê dînarê xwe ye
Aşiqê dilberhebîn dildayê dildarê xwe ye
Vî zemanî herkesek bêşubhe xemxwarê xwe ye"

Rihlet tê maneya seyahat û geşt û gerê. Guzîn koka dema niha ya lêkera "guzîden"ê ye. Guzîden jî di farisî de tê maneya "bijartin"ê. Em ji bo kurmancî bifikirin, koka dema niha ya bijartinê, "bijêr" e. Wergera peyv bi peyv dibe, gerbijêr. Rihletguzîn jî tê maneya "seyyah" "gerok". Yanî ew kesê ku ger û seyahatê ji bo xwe dibijêre. Eger hat û rojekê derketim ger û geşteke dinyaye, ji min re bibêje Rihletguzînolo, pismam. Di edebiyata modern de jî em li ser Çolistana Ferhad Pîrbal sekinîn. Di dersên borî jî de her du romanên wî yên din, Hotel Europe û Santiago hatin analîzkirin. Hefteyên bê em ê êdî li ser helbestê rawestin. Nivîskarê hefteya bê, Şêrko Bêkes e. Mamoste dê helbbestên wî yên soranî transkrîbe bike û em ê helbestên wî bi soranî bixwînin. Serdema bê em ê li ser nivîskarên edebiyata hevçax ên bakur rawestin. Mamoste ji bo serdema bê ji xwendekaran xwest ku bi temamî em li ser van nivîskaran pêşkêşiyekê bikin û meqaleyekê binivîsin. Lîsteya hin nivîskaran da. Min "Hêlange"ya Yaqob Tilermenî hilbijart. 

Sibê dersa edebiyata zarokan heye. Heta sibê divê kitêba dersê, Serpêhatiyên Tom Sawyer a Mark Twain bixwînim. Heta nîvî hatim. Sibe jî ez ê nîviyê din xilas bikim. Ergin Öpengin wergerandiye. Ez ji xebatên Ergin gelekî hez dikim. Bi ya min Ergin şansekî mezin e bo me kurdan. Heta niha min tu kesî nedîtiye ku bi qasî wî bi hevoksaziyeke wer rast û durist binivîse. Hevoksaziya wî dibe ku ji min û ji gelek kesên din re jî giran bê, lê ez bi dilekî rihet dibêjim û baş pê dizanim ku hevoksaziya Ergin, hevoksaziya herî rast e. Lûtkeya vê hevoksaziyê di wergera wî ya Neteweyên Kêmîne pir zal û zelal e. Ji xebatên Ergin ên xortaniyê ve diyar in ku dê siberojê xebatên gelekî baştir bike. Hêj bîst salî bû meqaleyên qerase dinivîsin, gava meriv li çavkaniyên xebatên wî dinere, meriv ecêbmayî dimîne. Ez siberoja Ergin texmîn dikim. Dê bibe yek ji otorîteyê zimanê kurdî.

Sibê pêşkêşiya min a dersa Araştırma Yöntem ve Teknikleri heye. Mamoste ji bo vîzeyê slayt ji me xwest. Ji ber ku mamoste ne yê beşa kurdî ye û ji ber ku ev ders seranser bi term û têgehên zanistî tijî ye, em pêşkêşiya xwe bi tirkî dikin. Di nav van çar salên li zanîngehê de, cara ewil e ez ê pêşkêşiyekê bi tirkî bikim. Ji ber ku ji wextê lîseyê ve ye hema bêje di dersê de qet bi tirkî nepeyivîme, hinekî jî fedî dikim. Lê dixwazim vê pêşkêşiya xwe bi tirkî bikim, çimkî her çi qasî bi kurdî diaxivim, bêtir dibim tiralê tirkî û di axaftinê de girantir dibim. Lê ez ê biaxivim, bila hinekî tirkiya min jî pêş bikeve. Mijara pêşkêşiyê, "Araştırmalarda Örnekleme" ye. Me ji ser malperan copy-paste kir. Lê bawer ke, me bi tirkî baş jê fam nekir, ka em ê bi kurdî çawa fam bikin?

Emanet qencî...

Înanolo