9 Kasım 2016 Çarşamba

Mirin û bêperetiya Dostoyevski

Omer, 

"Darbije" çi peyvek bi tezîn û kovan e, di giraniya xwe de. Ez bibêjim, em ji xwe temaşevanên galaya mirinê ne, dê çend ji dil be nizanim, lê rastî ew e ku em di otobêsekê de ne ku doş dibe li dora mirinê, em bûne seranser mirin. Min îro nivîsa Hüseyin Kaytan a li ser Doktor Silêman xwend. Her cara ku nivîsîbû "Doktor", tiştek li kevçika dilê min diket ku min fam nedikir çi ye. Hestek wisa ku, her cara di nameya xwe de ji te re dibêjim "Omer" an jî "pismam" li min peyda dibe. Kaytan di dawiyê de gotibû, baweriya min hê jî bi mirinê nayê. Nizanim Omer, lê em bawer bikin an nekin, ev mirin her li ber serê me ye. 

Îşev çûm berber, min riya xwe kur kir û porê xwe hinek li hev rast kir. Ez fikirîm ku porê xwe biqusînim an na, lê paşê min biryar da ku nequsînim. Jixwe por porê min e, kengî bixwazim dikarim biqusînim. Ez pir xemgîn dibim Omer gava ku porê xwe diqusînim, hem xemgîn û hem darbij, wek parçeyek ji laşê min biweşe. Dû re gava hatim malê hevalekî min ê gelekî henûn û dilsoz jî hat, me civatek xweş gerand, me ji bîranînên kevn dest pê kir heta buyerên van rojên dawîn. Keştiya me bi rê ket ber bi deverên herî dûr û xalî. Divê dû re avekê li serê xwe bikim, di xwe re nabînim loma ez ê Erebkî bişonim. Nizanim ev peyva erebkî li cem we jî heye an na, gava dibêjin ez ê serê xwe erebkî bişonim, yanî dibêjin ez ê tenê serê xwe bişom ne ku laşê xwe tev de. Ez ê nikaribim analîzeke sosyolojîk bikim lê xuya ye ereb jî wek min tembel û laşgiran in. Jixwe dinya sar e, şev dereng e, çare Erebkî ye.

Gava din min bi Erebkî serê xwe şûşt pismam, piştî ku min hevoka borî nivîsî. Por ji ber ku zêde ye, dereng ziwa dibe, ji vî alî ve ne xweş e. Nameyên Dostoyevski dixwînim, nameyên wî seranser li ser bêperetî û xizaniyê ne, li serê du hevokan behsa pereyan dike. Çi heyatek jiyaye. Di nameya xwe ya bo bavê xwe bigire, ku di 17 saliyê de nivîsiye, heta dawiya temenê xwe derdê bêperetiyê dikêşe. Ji bavê xwe pereyan dixwaze, ji birayên xwe dixwaze, ji kovargêrên xwe dixwaze. Tenê ji bo ku debara xwe bike, tenê ji bo pereyan dinivîse. Ecêb e Omer, hê di nameyên wî yên 17saliyê de meriv dialiqe, lê diheyire ku di wê serdemê de, xortek çawa dikare wer bi derbirîneke nuwaze binivîse, ev şiyan, ev derfetên ziman ji ku tên? Tiştek bala min kişand pismam, li cem Rûsan nivîsandin ne çalakiyeke şexsî lê çalakiyeke çandî ye, xwendin jî her wisa. Her kes dixwîne, her kes dinivîse, her kes nameyan ji hev re dinivîse. Lê ê me çend kes dinivîsin, tiştên nemayî tînin serê wan, qeşmeriyên nemayî li wan dikin, ha filankes jî nivîskar e, ha niza nivîskarên kurdan ji xwendevanên kurdan zêdetir in, di kurdî de jî her kes nivîskar e û hwd. Li Tirkiyê salê 50 hezarî zêdetir kitêb diweşe, ê me bila 100-200 heb be, ew jî li serê me zêde dikin. Tu dewlet nabêje çima ew qas kitêb zêde çap dibin li cem me, çima her kes bûya nivîskar. Kitêbên wer çap dibin Omer meriv şaş dibe, tu dibînî dergehvanê apartmana te rojnivîska xwe kiriye kitêb û çap kiriye. Xwezî her kes binivîsiya, xwezî bavê min jî, xwezî pîrka min jî, tiştek li dû wan nemaye, tiştek, ne hevokek, ne peyvek. Tu zirara berhemên zêde tune, berhemek baş, zû an dereng jixwe dê bê xwendin û naskirin. Sal 1838, Dostoyevskiyê 17salî ji bavê xwe re, ji birayê xwe re dinivîse, bi birayê xwe re, bi kurê xwe re, bi xwarziya xwe re li ser berhemên xwe diaxive, li ser pereyên ku ji romanên xwe yên di kovaran de bi dest bixe diaxive. Nivîsandin ji bo wan debareke jiyanê ye, wek miaşekî ye. Yanî mesele ne hunera nivîsandinê ye, mesele ne hunera ji bo hunerê ye, mesele pere ye pismam, heke pere hebe, dê berhemên baş jî hebin, dê bazar jî hebe, dê her tiştê me hebe. Pere tune be, em jî tune ne. Dostoyevski ecêb e, tam neteweperestekî Rûsan e, hetta em dikarin bibêjin nijadperest e jî, di ser Rûsan re kesî nas nake. Ji Elmanan nefret dike, ji Turgenyevê dostê xwe yê wextekê nefret dike, ji ber ku heyranê Elmanan e. Dostoyevski di nameyên xwe de her behsa romanekê dike, ji ber ku min name xilas nekirine, wer bawer dikim wê romanê nenivîsiye. Navê romanê "Ateizm" e, gelek li ser vê romanê disekine, ji bo wî pir pir girîng e û di nameya xwe de dibêje heta ez neyêm Rûsyayê û li wir nejîm, nikarim vê romanê binivîsim. Ka bê vê romanê binivîsiya, dê çi kêferat jê rakira. 

Vê dawiyê min romana Şêrzad Hesen, Jineke Xinanî jî xwend. Kêfa min jê re nehat. Min kitêba wî ya çîrokan M xwendibû, bêtir kêfa min jê re hatibû. Ne çîroksazî saxlem bû, ne jî çîrok. Roman li ser evîna qesabekî ye, sê xort dicivin, wê şevê qesabê kalemêr ji wan re behsa hezkirina xwe ya jinan û hezkirineke ji jineke xinanî a ereb dike. Qala serpêhatiya vê evînê dike û roman xilas dibe. Jixwe kurt e, wek çîrokeke dirêj e. Min zewqek jê wernegirt. Her wiha kitêba Ephrem-Isa Yousif a bi navê Mezopotamya'nın Yıldız Şehirleri dixwînim. Ev camêr Suryanî ye û bi dû şopa dîroka Suryaniyan ketiye li bajarên wek Riha, Nisêbîn, Diyarbekir, Mêrdîn, Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî û Duhok. Ev kitêbeke lêkolîn-gername, akademîk-çavdêrî bi hev re ye. Ji aliyekî ve bi çavê akademîsyenekî tevî agahdariyên ji çavkaniyan behsa dîroka wan bajaran, bi taybet li ser Suryanî û Xirîstiyaniyê hûr dibe, ji aliyekî ve jî qala çavdêriyên xwe dike. Min ev şêwaz gelek eciband, min zewqeke edebî jî jê wergirt. Gelek agahiyên balkêş jî jê hîn bûm. 

Omer, tiştekî din bala min kêşa. Te ev name roja sêşemê nivîsiye, lê di blogê de wek duşem xuya dike. Te di nameyeke xwe ya berê de jî qal kiribû, min ji bîr kiribû li ser binivîsim. Di eyarên demê de şaşiyek heye, dema nivîsandina saetê her tim şaş tê nivîsandin. Ez ji vê fam nakim, tu lê bipirse, karibî hal bike. Birûsk jî ka bila çavekî lê bigerîne, belkî şaşiyê karibe rast bike. Ez ji vê meselê aciz bûm, gerek me zûtir çareser bikira. Werhasil, qenebe bila roj şaş neyê nivîsandin. 

Înanolo

Têbînî: Omer, min meseleyê fam kir. A min jî ev name li şûna ku bibêje çarşem, kir sêşem. Ez bawer im ji ber ku min nameyê şeva sêşemê dest pê kir, lê çarşemê xilas kir. Yanî em bibêjin min sêşemê di 23.30yan de dest pê kir û çarşemê di 02.00an de xilas kir. Hingê saeta destpêkirinê di kîjan rojê de be, ew roj tê nivîsandin. Ez ne şaş bim wisa ye. Û tu dikarî vê şaşiyê, wek roj û saet diyar bikî. Beriya ku tu nameya xwe biweşînî, li kêlekê, di bin "yayın ayarları" de "yayınlama tarihi" heye, li wir roj û saeta rast dikarî diyar bikî. Baş e, me ev mesele jî safî kir. Saet 02.19 e li cem min û heta vê saetê çima şiyar im?