14 Kasım 2016 Pazartesi

Payîz

Omer,

Şemiyê hevalekî gazî kir, em bi erebeya wî bi hevalan re çûn gundekî Stewrê. Tevî ku em ji gundekî Stewrê jî ne, nayê bîra min ku çûme navenda Stewrê. Rêyên bi ser Stewrê mûhteşem bûn, di vî wextî de payîz bi hemû rengê xwe konê xwe vedaye li ser van rêyan. Pelên daran zer dikirin, sor dikirin, kesk dikirin, rengareng bû her der. Rûkalê kirasekî ji pelan li xwe pêçabû. Kiras zerê. Ne wek navenda Mêrdînê bû, hewaya wê paqij, bêhna meriv derdiket. 

Beriya ku em biçin gundê bi navê Qilitê, me got em li nav bajêr tiştekî bixwin û dû re biçin. Me erebeya xwe li kuçeya biniya çarşiyê danî û em ber bi çarşiyê ve meşiyan. Ji nîviyê zêdetir ê dikanên çarşiyê girtî bûn, me li çarşiyê loqenteyek vekirî nedît. Gava ez çûm ku ji Atmya Ziraatê bikişînim, ber bi jor ve polîsekî sîvîl hevalan girtibû û ji wan nasnameyên wan xwestibû. Ê min, ji ber ku min nekarî pere bikêşim, ji ber ku digot "Merkezle bağlantı kurulamadığı için işleminizi gerçekleştiremiyoruz" filan, ji banqeyê dûr ketim û ber bi hevalan çûm. Ji ber ku nasnameya du hevalan di erebeyê de mabû, em ji mecbûrî tevî polîs cardin meşiyan heta cihê erebeyê, nasnameyên me kontrol kirin û li me vegerandin. Duh bi şev, piştî ku ez bi du hevalan re ji mala hevalan vegeriyam, me çend şûşe bîra jî vexwaribû, gava ku em ê bihatina malê, di rê de, li cem Arsev Cafeyê polîsan em sekinandin, hem erebeya wan û hem panzêra wan li wir bû. Nasnameyên me xwestin, çend pirs kirin, hûn çi dikin, ji ku tên diçin ku, hûn çi dixwînin, qey we bi dengekî bilind diaxiviya filan û bêvan. Ew jî ji xwe re mahneyan li hev tînin, wek hin kes em şikayet kiribin ji ber me deng derxistiye. Piştî çend deqeyan nasnameyên me li me vegerandin. Heta niha li navenda Mêrdînê polîsan ez tu carî nesekinandibûm û li nasnameya min nepirsîbû. 

Piştî ku li Stewrê polîs ji cem me çû, em çûn loqenteyeke vekirî ya nêzî erebeyê, me xwarina xwe xwar û em bi rê ketin ber bi Qilitê ve. Qilit gundekî Suryaniyan e pismam. Şêniyên wê pirranî koç kirine Ewropayê û çend mal li gund mane. Pirraniya qesr û xaniyên gund ên lihevhatî hilweşiyabûn, xerab bûbûn. Li gund sê dêrên her sê mezhebên cuda yên Xirîstiyaniyê hebûn: Dêra Katolîkan, Dêra Protestanan û Dêra Ortodoksan. Me pirsî, bi îhtimaleke mezin li tu deverên dinyayê, li gundekî sê dêrên ji sê mezhebên cuda li cem hev tune ne. Ê qey ne tiştekî zehmet e ku meriv bi hev re bijî.  Ez  dibêjim qey tenê dêrek aktîv bû, ew jî ya Ortodoksan bû ne şaş bim. Ev dêr ji sedsala 4an mabû, em li hundirê wê geriyan, gelekî bi hostayane hatibû çêkirin, Li ser dîwaran gelek îkonayên Xirîstiyaniyê hebûn. Xirîstiyanî di warê sûretan de ji Îslamê rihettir tevdigerin, sûretê Îsa bi her awayî eşkere ye, lê yê Mihemed ne wisa ye, li hemû resim û mînyatûrên dîroka Îslamê binêre, tu yê bibînî ku sûretê Mihemed nayê nîşandin û rûyê wî seranser spî ye. Tê gotin sûretê rastîn ê Îsa ku di dema wî de hatiye çêkirin, heta sedsala 11-12an hatiye parastin lê dû re wenda bûye.

Li hewşa dêrê goristanek kevn jî hebû, çendîn gor lê hebûn. Wek hemû goristanên Xirîstiyanên din ser gorên wan girtî bûn, bi rastî jî Suryanî û Errmenî di warê çêkirinê de gelekî zîrek in. Her tiştên xwe bi hunerekê çêdikin, ji şiklan hez dikin. Malên wan jî wer bi mîmariyekê hatibû çêkirin, her odeyek wan derdiket odeyek din, xweş bi hev girê dabûn. Heyfa wan malan, piranî bêxwedî mabûn tevî ku xwediyên wan hebû jî. Li hember dêrê, li cihekî bilind me semawera xwe danî û me çaya xwe çêkir. Xêra Xwedê, çaya qaçax! Gava me çaya xwe çêdikir, cardin hin polîs hatine dêrê, li me jî pirsîne ka em çi ne û kî ne. Em diçin ku rastî me tên van bêbavan. Piştî ku me çaya xwe çêkir, hevalê ku çavdêriya dêrê dike û zilamekî din hat cem me, me bi hev re çay vexwar. Zilam yekî tirkmen bû, xanenişîn bû, li gelek bajaran geriyabû, jina wî jî mamostetiyê dike, li gund dimînin. Şeytano gelekî bi xeberdan bû û ji her tiştî re jî vekirî bû, têra xwe rast jî xeber dida. Xilika wî du mîtroyan dida pêşiya wî. Carekê çawa got, em jî radizin, em jî niza' çi dikin, em jî seksê dikin, hevalekî me got "ê me em nakin" û pirqînî bi me ket. Piştî ku me çaya xwe vexwar, me xwe hazir kir ku biçin. Ji me pirsîn ka em şerabê dixwazin an, me venexwar. Lê şeraba wan erzan bû, şûşeya wê bi 15 Tlyî, xwezî min şûşeyek bikiriya. Heta carek din. Nêzî saet 7ê êvarê em gihaştin Mêrdîn.  Ez ji te re çend wêneyên wê rojê dişînim pismam. Ecêb e bi rastî, tu wêneyên şer û kuştinan ji min re dişînî, ez jî wêneyên dar û beran, gund û avahiyan ji te re dişînim. Du kom wêneyên tam tersê hev. Loma pir zehmet e ku em ji hev, ji wêneyên hev fam bikin. 








Duh, jinekê got, min dil daye te. Dil çi ye Omer? Dilê min dixwaze dev ji mektebê berdim, lê cesareta min tune ye, ditirsim. Ez ê jê re bêjim, SERAYÊ.

Înanolo