11 Kasım 2016 Cuma

Apê Cohen ji pişta me çû

Omer, 

Leonard Cohen mir. Ev zilamê ku min bîra mirina wî nedibir, ji pişta me çû. Bi salan berê, Fêrîkê Ûsiv li ser mirina Heciyê Cindî yê xwezûrê xwe gotibû, "Apê Hecî ji pişta me çû." Wer gotinek giran hatibû ji min re, wer tesîr li min kiribû û li pey her mirineke giran, ev gotin hatibû bîra min. Apê Cohen ji pişta me çû. 

Ez li xwe mikur bêm Omer, van rojan, di nav ew qas mirin û kuştinên kurdan de, yek jî bi qasî ya vî zilamî ez huznî nekirim. Dibe ku gelek kes bi vê gotina min xwe aciz bikin û min wek xemsar û terkexem bi nav bikin. Lê ji bo min rastî ev e pismam. Vê dawiyê, mirina tu pêşmergeyekî, tu gerîlayekî, tu kesê ku ji bo vî miletî canê xwe dide, ez dilteng nekirim. Û em xwe nexapînin Omer, van cangoriyên ku em ew wan nas nakin, em ê çawa li ber mirina wan bikevin, em ê çawa li ser mirina wan xemgîn bibin. Mirina wan kesan li min dibe, ku di kateke heyata min de tesîr li min kirine. Leonard Cohen yek ji wan kesên mezin e. 

Du stranên Cohen hene ku bi her awayê xwe tesîrê li şêwejiyana min kirine. Yek jê qeyda "The Stranger Song"ê ya 1967an e. Di vê qeydê de Cohen hingî ewqasî ji dil vê stranê dibêje, ber bi dawiya stranê ve hêstirkek ji çavê wî diherike bi ser hinarika wî de. Bi vê stranê re kela girî dikeve qirika min. 



Strana din jî qeyda "Dance Me to the End of Love" a 1994an e ku ji aliyê Sonyê ve hatiye çêkirin. Di klîpa vê stranê de, keçeke ciwan heye ku ez her aşiqê bejnebal û reqs û dansa wê me. Tenê ji ber vê stranê hez dikim hînî dansê bibim. Jixwe ez ê behsa deng û stranê nekim. Hew dibe. Hew dibe. Hew dibe. Piştî her têkçûneke evînî min li vê stranê guhdar kir, şev û roj. Berî her evînê jî lazim e meriv li vê stranê guhdar bike, şev û roj. Ev stran ew qasî tesîr li min kir ku, bi vî awayî ket nav çîroka min a Şehredêrê: 

" (...) wî jî hez dikir ku xem û şayîşa xwe ya beriya razanê bo wê bibêje ku hemîşe babelîskek di serê wî de gêr dibû nola ku destarek li sertar û bintara serê wî bigere, aş nedibû, vizîniya ku dima mêşekê xwe ji pal û berpalên quleqorzîkên mêjiyê wî gal dikir gaz û gêdûkan ku ji wir jî xwe çeng dikir deşt û berriyên bê ser û ber, şitafekê dida xwe û hey dibeziya di nav rêwingiya xwe ya zor û heftbela ya li berbirî diwarojekê de ku reng e dê negihaştayê û bi çavên serê xwe berê xwe nedayê, lewranê bîst û sê caran guh didêra Dance Me to the End of Loveê, fe dikir kiça ciwan ya ku bi çîlqerqaşiya xwe hil dibû û çirevîtkan dida xwe bo reqs û danseke bersîs û nuwaze, ne îşê henûn dihat jê re, heye ku rojekê bi yeka werkîno re bizewiciya, hingê wexta ku pê re dans bikira dê fîstan û kirasê wê jî wanî bêhemd berba bûbûya, herçî cî û neqeba ku çûbûyê di bin çavan re berê xwe li kiçên ciwan gerandibû ku bê ka tê heye gelo ya ku saloqat ew dide pey rêça wê hema yek ji wan be, li ser û sîçê wan dinihêrî ji penî ve, belam pêrgî yeka şibî wê nedihat û  bi wê jehr û qurrederê vedikişiya kozika xwe."




Ev heman qeyd e ku behs dikim, bes hinekî xumam e. Di Youtubeê de wextekê ji vê qeydê yeke beştir hebû, lê rakirine. Ez vê nameyê bi dawî bikim çêtir e pismam, çimkî dilteng bûm û bi guhdarkirina van stranan diltengtir bûm.

Înanolo