21 Kasım 2016 Pazartesi

Kêfxweşname

Omer, 

Bi vê nameya te gelekî kêfxweş bûm. Cara 'ewil e dibînim ku tu di nameyên xwe de wer kêfxweş î û behsa kêf û xweşiya heyat û dinyayê dikî. Ev cihaba xêrê ye li me hazir û guhdaran. Merheba guhdarêd ezîz, bibihên nûçeyên supîsuper ên danê êvarê ji Omerosê pismamê me yê cipciwan î kipkêfxweş î rûreş î parîxweşo. Tu qet meraqan neke, xem û şayîşan mekêşe, ez ê vê nameyê her û her bînime bîra te da tu careke dî nekî ofekuf. 

Te çi navekî xweş li min kiriye: Sewdaserolo. Ez ê vî navî ji bîr nekim. Sewdaser... Gelekî he'j vê peyvê dikim. Tenê seba xatirê vê peyvê, hêja ye ku meriv sewdaser bibe. Karapêt dibêje, aqil diçe sewda dimîne. Ma rast e xwene? Tu çima wisa dibêjî pismam, pûşê çi? Qedr û qîmeta van nameyên te ji roja êwil de li cem min çi be, îro ro jî her ew e. Sibe ro jî dê her ew qedr û qîmet bimîne. Erê, carinan hinek bi derengî dixim. Carinan wext nabînim, derfeta min çênabe zûtir ji te re binivîsim. Carinan wekî her karê xwe di xwe re nabînim dest bi nameya xwe bikim û xwe bi tiştên din gîro dikim. Heta ji min bê ez ê nameyên xwe bi derengî nexim, bila şik û gumana te tê de nîn be. Lê te dî hal û hewala me û dinyayê ye, carê diqewime û heke qewimî ku bi derengî ji te re dinivîsim, ji kerema xwe li min negire û tê bibihure here. Omer, ricayeke min a din ji te, ji kerema xwe navê SERAYÊ bi herfên biçûk nenivîse, navê wê bi herfên mezin tê nivîsandin, ezê ku te baş nas dikim, tu di hûrgiliyan de gelek baldar î û bala te li ser vê hûrgiliya nav jî be, ez ê gelek kêfxweş bibim. 

Duh min bi SERAYÊ re şeveke xweş bihurand. Min nexwest dawî li şevê bê û her em di hembêza hev de bin. Lê roj hilat û dawî lê hat. Dawî li her tiştî tê, divê ez xwe hînî vê rastiyê bikim. Li cem min kompleksa xilasbûnê heye, ez tu carî naxwazim tiştek xilas bibe. Tu dibînî ez ketime çi halî? Nameya xwe ya îşev min ê duh binivîsiya, lê ji ber ku min kompîtir peyda nekir, min nekarî binivîsim. Min û SERAYÊ bi hev re nameya te xwend. Min du kitêbên nameyan diyariyî SERAYÊ kirin: Nameyên Orhan Veli ji Nahid Xanimê re û nameyên Stefan Zweig û Friderike Zweig ên ji hev re. Zweig ecêb in, bi qasî sî salan ji hev re dinivîsin. Tevî ku Stefan ji xanima xwe vediqete jî, bi çend saetan beriya întixara xwe ya bi jina xwe ya dawî re, nameya xwe ya dawî ji Friderike re dinivîse. Ev çi hezkirin, çi rêz û hurmeteke mezin e ji hev re. 

Omer, ev tişta ku beriya îmtihanan li te peyda dibe, 'eyn li min jî peyda dibe. Ê min wextê vîzeyan e, Ales tê, Kppss li nêzan e, heta serê havînê divê teza xwe binivîsim, ji bo îmtihana îngilîzî lazim e li îngilîzî bixebitim, lê dikim nakim nikarim xwe ji xwendinên derî van rizgar bikim û ji xeynî kar û barên lîsansê bi her karî radibim. Eyn wek te aliyek name, aliyek rojnivîsk, aliyek xwendin, axir aliyek nûçe tune ye an min ê çi xweliyê li serê xwe bikira. Ji bo Xwedê, ji xwendina kitêbên hiqûqê xirabtir çi heye? Bi rastî jî, Xwedê alîkarê te be. Vê hefteyê sê îmtihanên min hene, lê hêj min devê wan venekiriye. Bes a min ne hiqûq e û edebiyat e, ji vî aliyî ve serê min hinnekî rihet e û di îmtihanan de qet zehmetiyê nakêşim. Ev du sê roj in dilê min li xwendina çîrokên gelêrî germ bûye. Min çîrokên herêma Serhedê ên bi berhevkariya Nihat Öner xwend ku di nêzîk de ji Avestayê derketibû. Hingî kêfa min ji çîrokan re hat, pir zû xilas bû. Niha jî Folklora Kurdî ya Sadiq Bahaeddîn Amêdî dixwînim, ji Lîsê derketiye. Ev berhevkarî jî bi devoka Amêdîyê/Behdînî hatiye pêşkêşkirin û lezeteke din dide xwendinê. Ez nizanim çima, lê gelekî kêfa min ji devoka Behdînî re tê û deng û ahenga devokê gelekî nazik ji min re tê. Te behsa nameyên Cahit Sitkı yên ji bo Ziya Osman kirine. Ew name li cem min jî hene û dil dikim di nav çend rojan de dest bi xwendina wan jî bikim. 

Baş e ezbenî, zû binivîse û kitêba xwe ya duyem belav bike. Bila ev kitêb jî tam tersê kitêba te ya yekem, bê nav (vala) an jî nîvherf an jî xêzek filan be. Gelo ez ê jî hebim di kitêba te ya duyem de? Heger tune bim, ez ê xwe bixeyidînim, va ye min got. Henek, henek. Ka tu binivîse, nav ne lazim. 

Bimîne di xêr û xweşiyê de. 

Înanolo