24 Mayıs 2020 Pazar

Îdên Înternet-Kafeyan

Înanolo, 

Hinekî sûcê min, hinekî sûcê wan, ez ji hevalên xwe yên bi rastî min jê ji dil hez dikirin ro bi ro bi dûr ketim, dilsarî ket mabêna me û ew mesajên min ên îdê jî neman. Ka dikim ji dil telefonê kê bikim vê îdê, ji dil bo kê binivîsim ji wan mesajên berê? Bi tenê di sê komên Whatsappê de, kurtepeyamên pîrozkirinê û yek du peyamên din û hew. Wekî din jî ne lazim. 

Wexta ez li ber komputerê rûniştim ku ji te re binivîsim îdên berê hatin hatin bîra min: Qey yek ji ferzên îdê jî bêrîkirina îdên berê ye. Ez bêrîya wan royan nakim belkî, lê bi bîra min dikevin: Di îdekê de, ez û sê hevalên xwe bi hev ketibûn û em ji Sirûcê çûbûn Riha bi dizî. Çito bi dizî? Me xeber nedabû malê em çûbûn, û loma ew serhildaneke bi stres bû. Di dolmişê de, li kekê xwe yî Îbram Xelîl rast hatibûm, tirsîyabûm, lê wî ez li cem hevalên min mehcûb nekiribûm û bi bişîrenekê, nola ku ji min re bêje ''Min tu nedîy, ji xwe ra darî kê derê herê'' nihêrîbû. Min û hevalên xwe me li Riha tur avêtibûn û berî ro here ava em dîsa dolmişê siwar bûbûn û vegerîyabûn Sirûcê. Nizanim li cem te jî ew tirsa çêbûye yan na? Li mala me, azana mixurbe dema vegera mal bû. Hîn niha jî ez li kê derê bim ferq nake, ku azana mixurbe dixwîne, ezekî di hindurê min de nigên min dide zorê ku ez vegerim malê. 

Niha înternet li mala me di destê me de ye û em bo înternetê naçin înternet kafeyan. Bes di zaroktîya min de yek ji kêfên îdê înternet kafe bûn. Pere bi dest me diket û me diçû ew li kafeyan xerc dikirin. Hevalên min ekserî futbol û ew lîstikên din yên herbê dilîstin, lê ê min bala min piranî li ser ''çet''a bi Îngilizî bû li ser Paltalkê. Paltalk hîn heye tune ye nizanim? Ji Sirûcê, xortên nifşekî çeleng î bejndirêjî î xweşik, tev çûn bûn mêrên jinebîyên zengîn yên Ewrupa, di ser sohbetên li Paltalkê re. Tu dikî bêjî wan çawa Îngîlîzî zanibûn, çawa sohbet dikirin? Komîk e. Hinekan ferheng bi xwe re digerandin, hinekan kitêbên pratîkên yên Îngîlîzî û yên zana jî xwendekarekî ji Anadolu Lisesiyê li ber xwe disekinandin û bi wan didan nivîsandin û wisa bere bere hevok ezber dikirin. 

Tu zanî? Min jî bingeha xwe ya Îngîlîzî li Suruç Anadolu Lisesiyê danî. Jixwe li wê lîseyê em xêncî Matematîkeke rind û Îngîlîziyeke herikbar tiştekî neelimîn. Ez li wê lîsteyê ew xwendevanê ku berê dersên wî pir rind lê di dawîyê re li dû hevalan dima bûm. Ji min tiştên mezin hêvî dikirin û di bin wî barî giran de dilikumîm. Min ne ji mamosteyan hez dikir ne ji mektebê. Niha ji wan hevalên lîseyê jî ne li yekî rast têm, ne bi yekî re danûstandina min heye. Heyranê ew kesên di hevalîyê de şên in û zanin kî niha li kê derê ye çi karî dike. 

Ka ez nizanim wê hevalîya min û te wê kînga biqede? Wê çi be suprîza min û te ji me re? 

Silavên westîyane li darê dinê. 

Farîn