Înanolo,
Nameya te ya nû ya tu hema bêje piştî salekê hat ez pir kêfxweş kirim. Ez rind im, sax im, silamet im. Mala te ava, hêvî dikim ku royên te yên bi korona ku ne tam be jî hinekî bi dilê te derbaz dibin.
Tu zanî ez berî koronayê jixwe pir ji malê dernediketim, lê ez ya rast bêjim ku di vê heyamê de min bêrîya rûniştina li parkan kir. Bi taybetî ew şevên min yên li Anıtparkê dibihurîn tu dibêjî qey qirnekê dûr in ji min.
Eger fersend bi dest min keve ez dikim teqez li gund bimînim û bijîm. Ji berê de di qafê min de hebû ew tişt û vê pêlê ew fikir zêde xurt bûye li ba min. Di YouTubeê de kesên ku terka karûbarên xwe bajarên xwe kirine û çûne li gundan bi cîh û war bûne temaşe dikim çend royan carê. Ax ew ceger, wêrekî li ser min jî hebûya. Gundekî me heye lê taqeta min bi danûstandina bi nasan re tune û ez bi kesên xerîb re jî zû bi zû nikarim samîmîyetê çêkim. Ez nizanim di vî îşî de ezê çito ji heq derkevim û bi kê derê de herim. Min ji meraqlîyên pirs kir û ez elimîm ku meri kane 80 - 90 mîlyar mesref bike û ji xwe re li gund maleka şebab çêke. Ji însanên mîna min û te re ew pir pere ye niha. Nizanim.
Tu çi dixwînî van royan? Nola berê dinivîsî dîsa? Herî dawî min li bîranînên Pablo Neruda nihêrî - berê min bi çi eşqeke mezin xwendibû law -
Ha berî ez ji bîr bikim, hafizeya min a ku xerab dibû jî ji min re bûye derdekî mezin. Pir li ber dikevim, mesele û şorên min ên heftek, mehek berê nêne bîra min.
Silav û hurmet bo te lo.
Farîn