23 Mart 2017 Perşembe

Biteqî

Înanolo,

Di van royên tirş û tarî da, mektûba te eynî ew tehma şekirên kaxetî yên zarlixîya min anî ji devê min firand çavên min. Min ji xwe ra go hella hella, min bêrîya Înanolo nekirîye lê min bêriya mektûbên wî kiriye. Çinku Înan bi xwe şor e, deng e, bes mektûba wî nivîs e, ne-deng e. Pir dûr û dereng mexe wanî lo, dibê nizam yekê ye yekî ye, gotîye min bê nan bêle bê dan bêle lê min ji hangî bêrîya mêle. Hangî bêrîya tu zanî çi ye? Ê min û mektûbê jî bûye ew mesela.

Wêneyên min ên Whatsappê.. Law îşte ez pê çişkî ji ber xwe bela dikim. Instagram tine, Facebook tine, Twitter tine, ê gî tinebin nabe.. Elimîmê, van royan wer ji xwe re çi dibînim dikşînim û çend hevokan jî li binê rêz dikim û dikim çîrokeke Whatsappê. Çîroka Whatsappê çend hefteyên berê ku nû derket, gîyan gotin tiştekî pir saçme ye ne xweş e, lê min jê hez kiriye axirî. Di Facebook, Twitter, Instagramê de, meri nizane kî kî ye çi ye, çira merîya dişopîne, çi dibîne çi nabîne. Her tişt li wan deran bîrdene ji çizxîyê derketîye, bes di çîroka Whatsappê de tenê telefona merîya li cem kê hebe ew dibîne; hinekî din ozel e yanî. Ê ji yekî nola min ku ji şêniyê pir û qerebalixê hez nake jî nûr û nîmet e Whatsapp û çîrokên wê.

Yanî stres û siqintiyên ku tu çê xerab zanî ne têde wekî din li vê derê royên min xweş derbas dibin Înano. Hin heval ji min re dibên, binivsîne li wir binivsîne.. A rast, li vir tiştên meri ku bibîne, bibihîse û binivsîne pir in, lê ez dibêjim ez bijîm ji gî çêtir e. Çito ku yek wexta kamerê ferq dike, çi dike nikane nola ku kamera tine hereket bike, bi min wer tê ku gava meriv bi derdê nivîsînê di nêv teng û rengan keve nikane tehmekê jê bistîne.

Haaa, ne di çîrokan de lê ez e di mektûban de yazi kim: Tema her sibe darim nên distînim ji firnê. Wê roya hanî dîsa rabûme darime firnê ye, zariyekî ban dikir digo ''Heqî-Heqî tu biteqî!'' Şagirtekî firnê nav Heqî ye, seba ew biqehere ban dikir kurik. Yek, didi, di cara sisîyan de şêgirt go, ''Ez werim te bigirim, ez e te va radim Îsmo'' Min go, elbet ku min va dîyaloga dî min go, xwezîya min ferqa devok û standartê nizanibûya û ti car jî ji Sirûcê derneketama.

Xwedîyê firnê hevalê min î zarlixîyê ye. Yanî ti hevalekîye me ya wer werga hevalî tinebû lê em di imrî hev da ne îşte. Ku ez darim nên distînim, dil heye ser rojeva Kurdan bi min re şorê bike, lê min ew qapîya li rûyê wî girtiye. Carê du cara go, va meselê me'y Kurmancî kê çito bibe, min go; heta 10-15 salan nola berê nabe, Kurmanca xeyb kir. Wer bi dengekî bi şewat go na laaaaaa û birrî.

Ez dixwazim wêneyên îsotên ku darine firnê û tên jî bikşînim lê ez fedî dikim Înano. Wê bi min bikenin bêjin ''Ma te carna îsot nedîne dikşînî?'' Çi zanim, naxwazim ''li vir'' bim lê dixwazim ''ji vir'' bim. Eger ''li vir'' bim ez e wêneyê bikşînim, lê ''ji vir'' bim, gereke kişandina fotografê nake. Mora ''xerîb''ê berê li min ketîye hinekî li vir û bi min pir çetin tê. Ez çi dikim jî nikanim biguherînim, nikarim lekê wê morê ji ser xwe bişom. Mesela forma halpirsînê li Sirûcê ''Çitonî yî, çi dikî rihet î'' ye lê ku min dibînin dibên ''Çawa yî baş î'' zalimana.

Sirûc û Sirûc û Sirûc, min serê te êşand ne? Qûsirê menêre, ma ez ji te ra dikim wekî din behsa çi bikim? Tu bêje hele, van royan di edebîyatê de çi hey çi tiney? Kî çi dinivsîne, çi derdixîne, çi ser dixîne? Hêleke te Mêrdîn, hêleke te Diyarbekir, bêje hele, ji wir magazîna edebîyatê ragihîne heyran..

Ku ez ê xwe bêjim, tuyê bêjî bextê vî'y edebî reş e. Tema çendekî berê min çîrok werdigerandin, min wer ji te re nego çîrokên kê ne çi ne.. Îcaba veşartinê jî nake niha ku çîrokên Mihemed Şarman bûn. Ê law min wer serî xwe pê re dêşand ku heta bê bes e. Çi bû talîyê ra? Ew jî jiber afata bi ser min de hatî min nîvtemam terikandin û dewra Şêxo Fîlîk kirin. Bira zorê Xwedê nere, lê ku duzena meri bela bû afat e lê çi ye.. Bi ser de Jan Dost, romana xwe ya ser Kobanî ji min re şand, jiber devoka Sirûcê, xwest ez çavekî lêxim. Ê law min dî di nêv vê qircirê de ne romanek, fersend bi dest min nakeve ez nikam helbestekê bixwînim hema, min anî lê vegerand. Ez pir mehcûb bûm. Dosyeyên Ferhadê Mihemed û Mihemed Ronahî jî dîsa werga.. Çi'zzam, fehm dikim lo, rind fehm dikim, qedera min a edebî ne ti qeder e, qey nav li ser qeder e û ebedî ye jî.

Dikim siba bi berbangê ra ji Sirûcê rêkevim herim Eyntab. Birayê min î mezin dike ji qêlp emelîyat bibe. Çend royan em e li xestexanê bin herhal. Hêlek me xestexane û helek jî hepisxane, lê dîsa jî bêjim Xwedê ji vê xerabtir neke, ku tê gî ser hev tê.

Sankî min pir dirêj nivîsand Înano. Nizzam, eceb gî ketîye ser hev loma min dirêj nivîsand yoxsam, min pê hindirî xwe honik kir? Ê her du jî nolê hevdu ne. De bes e bes bêjim, bira dengî tûşan diya min û bavê min ên di xew de ne rihetsiz nekin hîn.. Erê lo, qey ez effare me, li cem wan radikevim.

Hez û hurmetên ku dibêjin kê çi fehm kir vê heyatê ku tu jî li dû şopa ''jîyankirin''a ''heyat''ê ketîyî.

Omeros