22 Mart 2017 Çarşamba

Malzarok

Omer, 

Kêfa min gelekî bi vê nameya te re hat. Te çawa digot, kêfî min gelek xaş bû. Ez ewqasî bi vê nameya te kêfxweş bûm ku berê ez ewqasî pê kêfxweş nebûbûm. Min ferq kir ku Sirûc li bejn û zimanê te hatiye. Ez dibêjim qey tu ne yê bajarên mezin î pismam, tu yê taşra û gundan î. 

Bi qasî ku ji wêneyên te yên Whatsappê têderdixim, tu li Sirûcê bextewartir î. Ez dibêjim tu bextewartir î lê nizanim ka tu li Diyarbekirê jî bextewar bûyî an na. Lê hat bîra min ku, tu ne bextewar bûy. Tu rojê sê caran îsota Rihayê nexwî natebitî pismam. Îmajeke te ya wiha di serê min de çêbûye ku tu heta dawiya temenê xwe jiyana xwe li gund dibî serî û bi kar û barên gundewariyê dadikevî. Lê ji ber ku tu her tiştî nîvco dihêlî, îhtimaleke din jî tê hişê min ku tu beriya mirina xwe bi çend salan dev ji jiyana gund berdidî û lêdixî bi otostopê li seranserê dinyayê digerî. Ez çawa van xeyalan saz dikim ez jî nizanim, lê şêl û timtêla te ji min re vann tiştan dibêje. 

Tu ji min re behsa meqamê Sirûcê dikî. Ma ev tiştên ku tu dinivîsî ne ji meqamê Sirûcê ye? Heger ev nivîsên te ne ji wê meqamê bin, ez êdî nikarim li meqamê Sirûcê bifikirim. Ka wî meqamî baş hîn bibe pismam û bi wî meqamî ji min re binivîsîne, bawer bike ez ê gelekî kêfxweş bibim. Min tu carî meqamekî herêma xwe hîs nekiriye. Ez li Bismilê çêbûm û mezin bûm, malbata min ji Mêrdînê bû û xeberdanên me bi ser wir ve bûn. Bismil ji aliyê meqam û devokan ve wek karnavalê bû, ji ber ku bi koçan mezin bûbû. Ji ber ku zû bi nivîsa kurdî nas bûm, min zêde zehmetî nekişand di nivîsandin û xwendina kurdiya nivîskî (mebest jê kurmanciya ku bêtir ji aliyê nivîskarên vê herêmê hatiye nivîsandin) de, xeyn ji tewang û ergatîviyê, ji ber ku pirraniya nivîskaran ji herêma me bûn û wek me dinivîsîn û min her wisa bawer dikir ku kurmanciya min ji zikmakî ve ya standard e, loma qet ew hesta devok û meqaman li cem min peyda nebû, tevî ku baş hay ji devok û meqama herêma xwe jî hebûm. 

Ser xêrê be pismam, tu a soxî vegeriyayî malzaroka xwe (VOA). Dibêjin meriv biçe ku jî herî dawî vedigere malzaroka xwe, warê xwe, mala xwe, xwe. Te bi VOAyê dest pê kir, herî dawî jî bi VOAyê didomînî. Sirûc jî her ew mesele ye. Omer, tu dev ji edebiyat û wêneyan jî berdî lê dev ji name û yek jî rojnivîskan bernede. Lê ez bawer nakim ku tu karibî dev ji edebiyatê berdî. Tu yê rojekê vegerî malzaroka edebiyatê jî. Û ma tu nizanî ku ev nameyên te edebiyateke edebiyat e? 

Duh jî Newroz bû. Li vir dinya hê jî sar e. Bi Newrozekê bihar nayê mixabin. Min ji te re qal kiribû ku ez diçim staja formasyonê, hefteyê rojekê diçim dikevim dersên kurdî yên dibistanên seretayî? Bila ew jî bimîne nameyeke din, ez betilîm û di xwe re nabînim bêtir ji te re binivîsim. 

Bi xêr û xweşî.

Înanolo