4 Şubat 2017 Cumartesi

Shift+3

Omer, 

Cara pêşîn e rûniştime ser telefonê û nameyekê pê ji te re dinivîsim. Nivîsandina kurdî li ser kompîtirê zehmet e tew îcar li ser telefonê zehmettir e. Klavyeyek kurdî tune ye ku bar bikim. Kî çi dibêje bila kerem ke bibêje, lê bi rastî jî êdî bes e dqn (di qulê nim), bêwelatî û bêdesthilatî jehr û ziqqumek e ku li her derê bi awayekî xirab derdikeve pêşiya me, nimûneya herî besît jî ev e ku klavyeyeke me nîne, Celadet bilindek daniye ser herfan lê klavyeya xelkê dibêje lazim e tu shift+3 bikî, lê carna bextê meriv rast nagere û bilindek dişemite wek d^er li şûna dêrê, carna jî destê te baş naçe ser shift+3 û 3 derdikeve li şûna herfa bi bilindek wek d3r li şûna dêrê. Dibe ku ez di hin di van peyvan de bixelitim lê wiha di bîra min de maye û wexta ku me nû dest bi nivîsandinê kiribû, me gelek peyv wer bi şaşî dinivîsandin. Bi xwedê bi qasî ku masûlkeyên tiliyên min ji ber shift+3 çê bûne, masûlkeyên ti derê min ewqasî çênebûne. Otomatîkmen nifşek ji nivîsandina kurdî sar bû. 

Min gotibû zivistan nehat vî bajarî lê tu nabêjî zivistan li vî bajarî dest pê dike. Berfa ku li Mêrdînê bariya têra çend salan dike. Çend roj e rexmî ku tav e lê wer sar wer sar e, qet nebêje. Mala min jixwe bûzxane ye, ez bimirim heta biharê kes bi min nahise xwedê wekîl. Ez bi şev tevî bêceme û tayt û xirke û goreyên xwe radizim. Van rojan em ê malê bar bikin, de were di vê sar û sermayê de mal bar bike. Tu jî nehatî van deran, hesabê me li hev derneket. 

Berbend blog wek berê zêde ne aktîf e. Berê hema bêje rojê du name li vir belav dibûn. Niha hefteyê nameyek belav dibe. Qey ji ber ku me blogên xwe yên din aktîf kirine loma. Ez te dişopînim têra xwe çalak î. Diçim kîjan şiroveyê navê te li wir dibînim. Bi xwedê divê ji bo vê zîrekiya me ya nivïsandina şiroveyan meaşekî bidin me. Zor xuya ye ku em ji van blogan pere qezenc bikin. Mam Google dibêje, tu kî yî ûlan, bi çi zimanî diaxivî? Zimanê me nas nake zalim. 

Şarja telefonê hindik ma, vêga bi xatirê te. Silavên ji milkê bloggeriyê. 

Înanolo