4 Şubat 2017 Cumartesi

Go go Google rojkê..

Înanolo,

Min nameya te wer bi zewqekê xwend ku min go heq e ez demûdest bersivê jî binivsînim. Birê min, qey te qaf leqandîye tu radibî nameyê bi Kurdî û bi telefonê ji min re dinivsînî? Dikenim welle, a ji te re, :) .. Bi şêrîn û xweş e zimanê Kurdî em xapandin Înano. Em ê ji derewê mane ne, nizanim em dewa çi dikine?!

Qey tu li ser zimanan dixebitî, ka bêje te carna Zulu-ca bihîstibû berê? Min wê roja hanê di vê blogspotê de dî. Google wî zimanî jî seba blogê qebûl dike. Li Afrîka, bi qasî 10 mîlyon kes herhal xeber didin bi Zulukî. Ê te vî zimanî ve rado hey wa.. Tu çi dikî? Hîn li dû şopa kuman ketî bi shît û 3 û quzilqurt..

Mîna te îlla min tine, sê çar kesên ku nizam çira eyb e ez pê re bi Tirkî xeber bidim ne têde ez ji herkesî re bi Tirkî dinivsînim li ser Whatsappê. Qey ne teknolojî jibo ku îş hêsantir bibe heye, ê me bi Kurdî li me du qat sê qat dibe bar welle. Heta hevokekê dinivsînî sih û du bela. Îcar di Tirkî de te çend herf kêm û şaş nivîsandine nabe problem. Jixwe zimanê kin î înternetî jî çêbûye, lê li cem me berovajî, biçe orîjnala peyvê, peyvê hîn dirêjtir binivsîne. Ax, ji derdê me..

Berî çend salan, hîn wexta min helbest dinivîsandin min ji Çirûskê re yek şandibû ku têde du sê rêzikên wanî hebûn, were em herin asîmîlê bibin / belkî em xwe ji vê êşê xelas kin. De ew fersenda asîmîlebûnê ji dest me çû, ji vê saetê şûnde jî zor e.

Ji ber vî zimanî em di dewra înternetê de jî bûn derengmayî. Tirk, di Google de gêhiştin asta pirskirina pirsan.. Mesela tu dibêjî ''Filanca yere en ucuz şekilde nasıl gidilir'', bi dehan nivîs derdikevin pêş te. Hele carê ji kerema xwe bi vî zimanê ku tu îsal mekteba wî diqedînî biceribîne. Bira Google te rake biavêje newalan, ji qehran. Xelkê hevok çêkirin li ser motorên lêgerînan, me hîn peyv temam nekirine. Hahoooooooo, hawar!

Keşfkirina blogan, seyra wan. Loma.

Omeros