4 Ekim 2016 Salı

Xemgînî û talûkeya pênc tiştan

Omerê delal, 

Gava din ji berberxaneyê hatim û min serê xwe şûşt, xenî bûm. Ez fêm nakim, hesteke ecêb e, her cara ku têm berberxaneyê û rî an jî porê xwe diqusînim, xemgîn dibim û dilê min dişewite. Dixwazim hema li wê derkê rûnim û kûr kûr bigirîm. Hingê, dilê min ji dilanî del û dîn e pismam. Wek goştê canê min bigurînin, wer li ber dikevim. Esas, ez ê duh bi şev biçûma berberxaneyê, lê gava ez derketim ji derve, min fêm kir ku yekşem e û dikanên wan girtî ne. Hinekî kêfxweş bûm, ji ber ku min ê ev hesta ecêb rojekê taloq bikira. Vê êvarê pere li ser min nemabû, çûm heta Atmyên ber Adliyeyê û min hinek pere ji bo xwe girtin. Ji wir berjor bûm hatim li ser kursiyên durumciyê hemberî Parka Karayoliyê rûniştim û min bo xwe tavuk durumek xwest wek her carê. Heta duruma min hat, bi zikê birçî hinekî din jî xemgîn bûm, çav li dorê zivirand. Duruma min û dewê min hat. Jehr tê de be, ev durumcuyên Mêrdînê giş wiha bênamûs in, hingî hindik çêdikin û goşt û zeletê kêm dixinê. Li Bismilê ev ne wiha ye, li wir hingî pir û devî devî dikin, deh dest têrê nakin pê bigirî. Min çavdêriyek baş kir, ev durumcuyê ez carna diçimê bi qestî îsotên tûj dixiyê ku devê me bişewite û ji xeynî dew em vexwarineke din jî bixwazin. Çimkî dew têra vê tûjiyê nake. Bes min deng nekir û 6 Tlyên xwe dayê. Ji wir hatim berberxaneyê. Min riha xwe hinekî kurt kir, sererast kir. Ev çend car e diçim wê berberxaneyê û her car berberê wir heman pirsan ji min dike: Tu xwendekar î? Çi dixwînî? Ji ku yî? Ez jî her carê heman bersivan didimê. Kêfa min ji sohbetên berberxaneyê re tên, analîz û tespîtên entersan lê çêdibin. Carnan Aramê berber ê Meqesa Zêrîn a çîroka Mehmed Dicle tê bîra min. Xemgîn bibim jî li berberxaneyan, berberxane lazim û xweş in. 

Ez keçikeke nazik û nazenîn bûma Omer, min ê van tiştên te gotî bi hezkirineke mezin bo te bikira. Ez xweş pê dizanim, heke tu jî keçikeke nazik û nazenîn bûya, te yê heman tiştî bo min bikira. Lê heke yek ji me keçikeke nazik û nazenîn bûya, ditirsim êdî me ji hev re nameyan nenivîsiya. Axir, wiha ji bo me çêtir e. Feodalî û femînîzm qet li hev nake pismam, min bi xwe carekê tecrûbe kir, qet bi hev re naçin serî. Te gotiye em bi hev re hevpeyvînekê bi Kerem Sevinç re bikin. Çima na? Wê ne îşê xweş be ku em karibin sohbeteke (ne hevpeyvîn) henûn û jidil pê re bikin. Te kengî gazî min kir, ez ê lêxim werim. Ez ê sibe li ser hesabê xwe belav bikim ku kî pêşî rast texmîn bike pirsînana bê bi kî re ye, ez ê Deja Kerem Sevinç wek diyarî bidimê û heta mimkun be em ê albûmê bi Kerem bidin îmzekirin. Heke texmîna rast hat, tu yê ji bo min pê bidî îmzekirin pismam? Ê me, em Poşmancî ne û tirsa min ew e ku di nêz de şerê Baocî û Poşmanciyan dest pê bike her wekî şerê Apocî û Barzanîciyan. Bi Xwedê tiştekî wiha biqewime, qet lê naheyirim. Hahaha. 

Seddeq, siheta te xweş. Te gelek rast gotiye pismam. Bila her tişt ji dest biçe, tek bila hewes û heyecan bimîne. Bi Xwedê heta ji me bê, divê em nehêlin kes hewes û heyecana me bişkîne. Ê min jî demek hewes û heyecana min şikiya ji ber ku hevpeyvîneke min bi awayekî xirab hat guhertin û nav û nûçikên nexweş li min û hevalên di hevpeyvînê de hatin kirin. Demekê ji dilê min nehat tiştekî biweşînim, lê axir zû hatim ser hewes û heyecana xwe ya berê. Bi cehnim kirî, tiştek ji me girîngtir nîne. Te gelek şaş kiriye ji ber ku te hevpeyvîna HHR neweşandiye. Ji bo Xwedê ev çi mantiqek şaş e. Îja çi sûcê HHR heye, ji ber ku şer û pevçûn heye hevpeyvîna wî nayê weşandin? Şer her tim heye, her tim hebû, heke te hevpeyvînek kir, di kîjan şert û mercê xerab de bî jî divê tu wê hevpeyvînê belav bikî. Dilsozî vê divê. Ê min her şer û pevçûn e lê ez dîsa her hevpeyvînan belav dikim, ez lê nanerim ku kêm tê xwendin ji ber şer û pevçûnan. Qet ne xema min e, îro kêm bê xwendin jî, dusibe dê baş bê xwendin. 

Yaw pismam boş berde û xwe aciz neke. Hema tu nexweş î, nexweş î, ma çi bûye? Hin kes nexweş in, hin kes jî ne nexweş in. Hema tu jî nexweş be, çi zirara wê heye? Her kes baş be nabe, divê hin kes jî nexweş bin. Wele ez ji êşa te fam nakim, heta êvarî jî behs bikî boş e û qet ne xema min e. Loma hewce nake tu ewqas behsa nexweşiya xwe bikî û xwe biêşînî. Ma tu nexweşê nexweşiyan î Moliere? Gava însan behsa nexweşiyên xwe dikin, xulqê min teng dibe. Bibore. 

Îro gava ez çûm zanîngehê, piştî demekê em hîn bûn ku bernameya dersê guheriye û wê rojê jî (yanî duşemê) tu ders tune ye. De were û xwe aciz neke. Lê me xwe aciz nekir. Li kantînê hin karmendên bankaya Yapı Krediyê hatin û reklama karta xwendekaran kirin. Gelek hevalên me ji wê kartê wergirtin û qeyda xwe çêkirin. Qala avantajên wê kirin. Gotin, heta 1300 tlyî jî dikarî ji Atmyan bikêşî. Dawiya hefteyê bilêtek sînemayê bikirî, yek diyarî ye. Her li ber min dan, min îlleh got na. Rebenan got em hefteyek li vir in, heta em qertê nedin de em dev ji te bernadin. Ez ji qertan aciz im, barê min giran dikin. 

Vê sibê fikirîm ku ji bo edebiyatvanên me talûke û rîska pênc tiştan heye: 
1. Metafor
2. Ravekên Hevalnavan (Sıfat Tamlaması)
3. Aforîzma
4. Artîstî û hokkabaziya peyvan
5. Teorî 

Rojekê ez ê behs bikim çima talûkeya van tiştan heye. Niha divê razim. Çimkî bi şev pir xemgîn dibim. Sibehan pir bextewar dibim. 

Şeva te bimîne xweş. 

Înan