5 Ekim 2016 Çarşamba

Îcar pir kurt..


Înanolo,

Ew demek e ez jî ji xwe dipirsim: Min berê qet behsa halên depresîf nedikir, ez ewqas li ber pêlên melodramê neketibûm neçûbûm û zimanê min jî di nivîsê de zimanekî bi tinaz û mîzah bû, çi bû û ez ewqas dûr ketim ji xwe? Xanimekê jî ji min re nivîsî û got: ''Ê te bûye full ajîtasyon..'' Pir li ber xwe ketim, min deyax di xwe dan û rabûm ji mal derketim. 

Şîv, Cotmeh 2016
Şîvan dikim taşte, taşteyan dikim şîv, dibêm derd penêr û ez kêr, xwe topî ser hev dikim.

Silav û gulavên dê toz û dûmanê ji xwe rakin.

Omeros