3 Ekim 2016 Pazartesi

Hevpeyvîn, blog û hebantîdepresankê..

Înanolo,

Ez hîn ji nêv nivînan derneketime û serêş û kuxtekuxta min e. Bes ne nivîn ne jî kuxtekut ne xema kurmê nivîsandinê ne. Keçikeke nazik û nazenîn vê sibê şorbeyeke germ bianiya daniya ber min û bigota ''Înanolo nameyek ji te re nivîsandiye..'' û di kêliya xwendin û nivîsandina min de jî qet dengê xwe nekira û ji xwe re bi tiştekî din re aware bibûya û dema min name qedand jî me sivikmaçne danîna ser hinarikên hevdu, çi yanî, ma wê qiyamet rabûya law?! Bi stranî mixabina vê jînê, feodalîzm û femînîzm li hev nakin Înano!

Nêta min jî hebû ez hevpeyvînekê bi Kerem Sevinç re bikim: Ji destpêka albûmê heta vê dawiyê, çi qewimiye çi ciriyaye min dikira her tişt pirs bikira. Vê cara dawî ku me hevdu dît, em li ser hevpeyvînê axivîn. Go, ez dixwazim ew hevpeyvîna dawî û ya herî têde her tişt heyî ya DEJê be. Dixwazî du sê hefteyên din were em tev herin hevpeyvînê bikin. Em ê ji wî jî pirs bikin, bi rastî ma berî Baoyê wî jî dizanibû ewqas keçikên xweşik hene, ê min bi xwe min nizanibû welle. Te jî nizanibû, ne? Çiqas keçikên xweşik û çiqas videoyên xweşik ên Baoyê.. Tu jî nola min herî zêde ji Poşmanê hez dikî herhal. Li dijî vê tofana vîdeoyên keçikên Baohez, min go em xwe di tofana vîdeoyên kurikên Poşmanhez rakin, çi'bkin, nizanim.

Bloga min ew demek e ji ber rewşa min a krîzî û stresî sekinî ye hinekî Înano. Ez tenê yek caran wêneyan belav dikim ji wir. Hin xêrnexwazan êrîşî min kirin, çi veşêrim, hewes û heyecana min şikênastin. Bila di gênciya meriv de ser û dest û piyên meriv bişkên lê bila tek hewes û heyecan neşkê. Tiştekî pir xerab e, dikim nakim nikarim xwe bi enerjiya xwe ya berê gêhînim. Piştî wan êrîşên sanal û navê min ê di lîsteyan de, min enerjiya xwe ya mayî jî ji xwe derxist û avêt. Di wan rojên ne xweş de ji tirsa ku dê navê wan jî di lîsteyan keve deng ji kesî derneket, ew jî pir zora min çû min got ne lazim, ez ji xwe re li mala xwe û herkes di halê xwe de.. Belkî loma bêhtir qulibîm ser wêneyan. Heftûheştên wêneyan kêmtir in ji heftûheştên nivîsan.

Em werin ser bloga te. Ji roya royê de dişopînim û berî herkesî jî ez dibêm min tu pîroz kirî ji ber karê te. Te tam anî wê talê ku bloga min jî sekînîbû hinekî. Pir xweş li hev hat, wek ku min di dilê xwe de got, a yek çû yekî din hat. Xwedê zane a ku min li ser bloga min tibabekî cangiran dike jî hebûna bloga te ye: ''Jixwe Înanolo çêdike lo..''

Kêfa min ji Pirsînanê re tê. Min li bersivên Hesen Husên Rojhilat jî nihêrîn. Fedî dikim Înano, min di hevpeyvînê de ti carî li kesî neheqiyeke wisa nekiriye. Hevpeyvîna ku min bi Hesen Husên Rojhilat kiribû hevpeyvîneke xweş bû, lê tim carê teqîn çêbû carê nizam çi çêbû, carê ez bi xwe di xwe de teqiyam, wer wisa ma. HHR çi bêje, heta rabe min ji Facebook û Twitterê block bike jî heqê wî ye. Lê bira soza mêrên zemanê berê be, ku ez ji vê nexweşiyê xelas bûm, berî her tiştî ez dikim xwe di ber wê hevpeyvînê dim.

Min meseleya wergêr û bloga te fehm nekir. Tu dikî ji kîjan zimanî, kîjan hevpeyvînan wergerînî ji bo bloga xwe? Kurmancî besî te ye lo niha, xwe pir mewestîne, hinekî ji dûre re jî bihêlo Înano.. Sal bi sal xwezî bi par ha, kuro enerjî namîne enerjî! Derd zêde dibin ro bi ro, û kul, keder, meraq..



Wê dema hanê li ser israra hevalan ez rabûm çûm psîkîyatr Înano, min go belkî ez xwe bi terapî merapî çişkî topî ser hev bikim. Dixtor e psîkolog e nizanim çi ye, pirsî û min bersiv da, pirsî û min bersiv da, pirsî û min bersiv da. Paşê, anî ser wê yekê ku hinek tişt di min de êdî bûne tiştên kronîk û xelasiya min ji dest tine, li gor gotina wî bes ez dikarim wan halên depresîf kêm bikim, çare jî derman e. Li reçeteyekê derman nivîsî û got her hebekê nîvî bixwe berê, paşê ku te dît tesîr li te nake her ro yekî tam bixwe. Min go temam û min çû derman sitand. Min bi nîvê dest pê kir lê ez perîşan bûm, pert û pûç bûm Înano. Hişên min ên heyî jî çûn. Dermanê antîdepresan xwar min çend rojan, paşê min dî ji berê xerabtir dibim min terikand. Neçûm kontrolê jî, ne lazim. 


Hebantîdepresankê, Comtheh 2016

Vê payîzê, min hebên antîdepresan ne, hebên hinarên miz divê. Tirş bikim rûyê xwe, ne ceyran ne înternet, min li gund şevên bi lokiz divê.

Silav û gulavên piştî her nivîsê poşman dibin.

Omeros