Dengbêjê 'ewil ê kurdan Omeros,
Ez berê însanekî qenc bûm. Di xewnan de min şêx didîtin. Xweş tê bîra min, carekê şêx li hev kom bûbûn û gopalên xwe didan me. Ê min jî para min yekî xweş ket. Carekê min kevirekî spî yî griover î nikkîtop li erdê dît, wer xweşik bû wer delal bû, min got eve kevirê şêxan e û min heft salan di paşila xwe de gerand. Paşê nizanim çi jê bû, wenda bû. Ez êdî van xewnan nabînim pismam. Bala min jî ne li ser keviran e. Diya min ji ber vê aciz e, dibêje tu berê ne wiha bûyî, dibêje zaroyê xelkê. Rast dibêje, lê ka em ku lê bikin?
Li Diyarbekirê civatên we yên muzîkal hene Omer, li vira tiştekî wisa tune ye. Ser meselê, li vira nikarim bi Mehmet Atlı re rûnim û şûşeyan li bin guhê hev bixim. Îmana wî cixare ye. Kêfxweş im ku Kerem Sevinç hevpeyvîna min xwendiye û ecibandiye. Carekê min jê re nivîsî ku dixwazim bi te re hevpeyvînekê bikim, nivîsa min dît lê bersiv neda. Gelo dikarî jê bipirsî hela ji ber çi bersiv nedaye. Wekî gelek kesan min jî pir pir ji Dejê hez kir. Kerem zazakî bi kurdan da hîn kirin bi saya muzîka xwe. Ev tiştekî girîng e. Min bala xwe dayê Omeros, hemû keçikên ku Bao distrên pir pir xweşik in, ez dikarim ji wan hez bikim. Berra, şevekê em li hev kom bibin, bila Malmîsanij û Kerem Sevinç jî werin, em bi hev re Poşmanê bêjin û şûşeyên araqê li bin guhê hev û eniya xwe bixin. Te go çi? Jinên berra Baoyê, mêrên berra Poşmanê dibêjin. Jixwe di dawiya stranê de jî şûşeyan li hev dixin. Ev fikrek super e, bi şeref.
Rewşa bloga te ya perxudresê çi ye pismam? Berê pir xweş bû, tu çima êdî tiştekî belav nakî? Haya te ji kurtehevpeyvînên min ên bi navê Pirsînanê heye gelo? Tu çi li ser difikirî. Mêvanê îro HHR ye û di cihekî de got OFB bi min re hevpeyvîn kiriye lê hê diweşîne hê diweşîne. Min ji bo hevpeyvînê ji gelek kesan re peyam şandin, lê mixabin gelek kes tu bersiv nedan min. Ez li ber dikevim ku ew adetê bersivdayînê li cem me çênebûye. Erê yan na, divê bersivek hebe. Wek te jî qal kiribû, Jan Dost ji bo vê yekê nimûneyeke baş e. Di nav 24 saetan de bersiva min da tevî bersivên Pirsînanê. Ez ne li benda vê yekê bûm, min got qey heta hefteyekê tu bersiv nade. Pir kêfa min hat bi Xwedê. Vê dawiyê min daxuyaniyek da ku ez ê heqê wergêr bidim heke hevpeyvînan ji zimanên din bo bloga min wergerînin kurdî. Hêj tu kes xwe nedaye ber vî karî. Tu ji bo min wernagerînî Omer, bi heqê xwe?
Îro dersên me yên şerha metnan û edebiyata modern hene, di dehan de dest pê dike. Hefteya borî neketim a şerha metnan. Di ya modern de mamoste dîsa wezîfeyek da me, herçend min serê xwe xist ber xwe ku min hilnebijêre, lê mixabin navê min jî got. Wezîfeya me ew e ku em lîsteya berhemên weşanxaneyên kurdî derxin. Dersa modernê mamoste Zulkuf dikeviyê û her hefte li ser hin berhemên kurdî hûr dibe. Dibêje gerek hûn kitêban bixwîn. Sedî sed rast dibêje, lê li cem min ev yek heye Omer: Sedî notê wan berhemên ku dibêje min xwendine û ji dilê min nayê carek din bixwînim. Lê gava pirsan dike, meriv fedî dike, ji ber ku gelek tiştan meriv ji bîr dike û nayêne bîra meriv. Berê min tenê ji bo zewqa xwe dixwend. Akademî vê zewqê hinekî dikuje. Carinan dibêjim xwezî min wan berheman berê nexwanda ku min niha karibûya bixwenda, lê ev ne tiştekî rast e, bawer bike. Mamoste ji bo vê hefteyê sê berhemên Helîm Yusiv diyar kir: Sobarto, Memê bê Zîn, Tirsa Bê Diran. Ez ê tenê Tirsa Bê Diran bixwînim, çimkî tenê min nexwendiye. Ez ê paşê agahdariyan bi berfirehî ji te re binivîsim pismam, lê niha divê ez rabim ji xwe re taştêyek amade bikim û piştre biçim zanîngehê.
Bimîne di xêr û xweşiyê de.
Înan