2 Ekim 2016 Pazar

Bîra tije, xewn, wêne û taşte..

Înanolo,

Ê min bi salan e, ez dikim nakim serê sibê xewnên min nêne bîra min. Pir paşê, yan ku çavên min li tiştekî ku di xewna min de hebûye dikeve xewn tê bîra min yan jî gotineke ku di xewna min de hebûye dibihîsim xewn li pêş çavên min ji nû ve dixewîne. Rind nizanim lê bi min wer tê ku ev nexweşiyeke bîra tije ye. Çaxa ku bîra min ne tije bû bi ewqas tiştên pêdiviya min pê tine, xewnên min xweş dihatin bîra min. Eger em mejiyê xwe li derekê ro kin, ez zanim bi hezaran tiştên pûç û vala wê jê derkevin. Kalên heftê heştê salê nas dikim, serê sibê ku ji xew radibin bi hemû detayan xewnên xwe dibêjin. Ku mejiyên wan jî bi wêneyên Facebook, Twitter û Instagram û malperên nûçeyan bihata dagirtin, texmîn nakim, tew nedihat bîra wan ku wan xewn dîtiye yan nedîtiye.

Kawa Nemirê ku xweş xuya ye tu û Brusko ji min bêhtir jê hez dikin, eynî wek Borges, behsa xewneke xwe dikir ku dora wî tije kitêb bûye filan bêvan. Rêdûr Dîjle qeyda wê xewna ku Nemir behs dikir li Weşanxaneya Ronahiyê girtibû, piştî bernameyeke şi'r û şerabê. Heyfa min niha bi min tê ku wê çaxê min venedixwar, û ji ber ku min venedixwar piştî bernameyê ez hema ji weşanxaneyê derketibûm çûbûm mal. Ew ji xwe re rûniştibûn, vexwaribûn û civateke edebî gerandibûn.

Min behsa vexwarinê kir, divê ez teqez behsa şeva dî û Kerem Sevinç bikim Înano. Şeva berî ez nexweş bikevim, ji heştê êvarê heta çarê şefeqê em bi hev re bûn û me qedehên dirêj î tenik li hev dixistin. Şor şor şor, şor hate ser te jî. Hevpeyvîna ku Kovara Zaremayê li ser albuma wî bi te re kiribû xwendibû û pir kêfa wî jê re hatibû. Nola te, hema bêje herkesî ji DEJê hez kiriye. Ez dibêjim, çito ku albuma Koma Amed - Dergûş efsaneyeke muzîka me ye û wê ti carî kevn nebe, DEJ jî wê di dîroka muzika me de cîhê xwe bigire û wer wisa bimîne. Yek jî tiştekî pir ecêb î ku ez êşandim got Kerem Sevinç, got: ''DEJ, di wer wexteke ne xweş, a ku herkesî fedî dikir bêje ez muzikê guhdar dikim de derket.'' Hat bîra min, şer û pevçûn bû li her derê, şewitandin, kuştin û qedexeyên derketina derve. Binêr, di kêliyeke xweş de me ji xwe re behsa muzikê dikir, em hatin di kû re derketin. Her tiştê kurdbûnê ji çi re bi hev ve ewqas girêdayî ye Înano? Ditengijim.

Kerem Sevinç, Cotmeh 2016



Min di tariyê de wêneyeke Kerem Sevinç girt. Paşê ku min li wêneyê nihêrî, Sohrab Sepehrî hat bîra min. Seba ku em bişibin xwe û bêne bîra xwe em ji wêneyan re jî dereng mane Înano! Di sala 1853yan de, di salekê de 3 mîlyon wêne hatine girtin. Di navber salên 1840 û 1860an de jî hêjmara wêneyên hatine girtin ji 30 mîlyonî zêdetir e. Ka para me li kû ye ji wan salan? Tine. 

Nexweşê di nêv nivînan de me. Loma, di vê nameyê de jî ewqas ji min hat Înano. Ro hatiye nîvro derbas kiriye û min hîn taşte nexwariye. Çay jî qediyaye li mal. Hez dikim ji tenêtiyê lê ku soxe mesele tê ser hazirkirina xwarinê şik û şubhe dikeve heza min. 9 salên min in, li dûrî mala dê û bavê xwe me. Mi go, meriv tim li ber pêsîrê diya xwe bûya û qet mezin nebûya.. Qet mezin nebûya û neherrimiya..

Silav û gulavên seri danîne.

Omeros

Henûniya zarokatî û xortaniyê

Omer can, nexweşê ber dilan,

Nebî nebî tu beriya min bimirî, zû rihet bibe û nameyên dipdirêj binivîse li deştên fipfireh bi hespên lipîlez. Tu jî weke min pir zû serma digirî. Serma zû hatiye aliyê we, ê me jî wisa. Lê mala Xwedê ava ku min hêj serma negirtiye û bi şewbê neketime. Bes tirsa min ji wê tirsê ye ku Xweda li min bê xezebê û sermayeke xedar têxe laşê min ê rexdik û bibêje, te xwar, kerê çolê. Hingê, heft xwelî li serê min. 

Min got beriya min nemire pismam, çimkî wekî her carê duh jî beriya ku razim min hest pê kir ku ez ê zû bimirim. Ev yek jî heye: Gelek caran tam tersê daxwaz û derbirînên me jî diqewimin û belkî temenekî gelekî zêde jî bijîm. Heger temenekî dirêj bibe para min, nabêjim na, xêra Xwedê ye, super e. Gava ku ez mirim, wesyeta min li te, sernûçeyeke wisa binivîse: "Înanolo siktir bû û çû ji vê dinyayê." Heger hiştin, li ser kêla gora min jî 'eynî tiştî binivîse. Tu dizanî tu yê ji çi û çawa bimirî? Ez nizanim. Lê dixwazim di xewa xwe de bimirim. A herî qenc xew e. Xewa şêrîn. Xewa henûn. Xewa nazenîn. Bê deng, bê his û pis, di hemd û semta xwe de, nerma nerma. Çend roj e xewnan dibînim, her carê dibêjime xwe ez ê rabim û xewna xwe binivîsim, lê hema zû ji bîr dikim. Tu van rojan qet xewnan dibînî? 

Duh bi şev xortikek min re peyam nivîsîn di facebookê de, bi kurdî. Gelek kêfa min hat, zarokatî û xortikiya min hat bîra min. Xortekî pak bû, lê xuya bû xwîna wî pir dikeliya, zêde polîtîk bû. Go, heval Rênas Jiyan girtine. Min go, rast e bira. Go, gelê me bindest e. Ez bişirîm. Go, rê bide pêşiya min. Min got, tu çend salî yî. Go, ez 17 salî me. Min got, tu hêj pir ciwan î, pêşiya te vekiriye. Go, jiyana min hemû ji bo gelê kurd e. Min go, tu çiqas polîtîk î yaw, bila jiyana te tenê ji bo te be, qîmeta jiyana xwe bizane, piştî jiyana te qîmeta tu tiştî nîne. Go, ez dixwazim bala xwe bidim edebiyatê. Min go, baş bixwîne, edebiyata cîhanê jî û ya kurdî jî. Min go tu ji kîjan nivîskaran hez dikî. Go, Cegerxwîn, Mehmed Uzun, Şêrko Bêkes, Kawa Nemir. Go, ji cîhanê jî Russo û Tolstoy. Min go, binivîse ez ê alîkariya te bikim, em ê nivîsên te ji kovaran re jî bişînin. Ez pir kêfxweş bûm Omer, min qala xwe jê re kir ku çawa min dest pê kir, xwe bi xwe hîn bûm û min nivîsî. Tê bîra te Omer, ez jî 17salî bûm gava te ji min re Kovara Pêngavê şand? Di 2011an de. Ez dixwazim alîkariya vî xortî bikim, çimkî min jî pir zû dest pê kir û hingê civateke wiha tunebû ku alîkariya min bike. Ez li ku derê bibînim ku xort û zarokek meyla wî heye li ser kurdî, ez ê alîkariya wan bikim. Çimkî pêşiya wan vekiriye û pêdiviya wan bi rêberiyekê heye. Min û Birûsk jî di heman temenî de, di temenekî biçûk de, di 14saliya xwe de dest bi nivîsandina kurdî kir. Lê çi fêde piştî çend salan haya me ji hev çêbû û me hev nasî. Li ser internetê, wekî te û wekî piraniya civata kurdî li ser internetê. Mixabin hingê derfet nebû ku di civata rojane de hev binasin û li hev zêde bikin. 

Brûsk paragrafeke gelekî henûn nivîsiye li ser birek wêneyên derbarê payîzê de bi navê Payîzxêrkê. Heyranê nivîs û şiêrên vî xortî me, wer henûn, wer jidil, wer nerma nerma. Vê şiyanê, vî zimanî ji ku peyda dike, formûleke wê heye gelo? Gelo çend kes dizane ku serê pêşîn Brûsk rûpela facebookê a Kawa Nemir vekiribû di 2009an de? Hingê tê bîra min û ne şaş bim, rûpeleke tu nivîskarî hêj tunebû. Gelo haya çend kesan ji şiêrên Brûsk hene? Wê haya kesî jê tunebe, çimkî Brûsk ji bilî helbestekê tu helbestên xwe nedan weşandin. Ev jî ji bo min şansekî pir mezin e ku helbesta min û ya wî li pey hev, di heman kovarê de hat weşandin. Gelo çend kes dizane çîroka min a bi navê Li Dû Xanim H, navê xwe ji helbesta wî ya Li Dû Wê Bîskê digire? Ew gotina wî ya dawî ya di helbesta Sirûda 18salîyê de tu carî ji bîra min dernakeve ku di 18saliyê de nivîsîbû: "Mêr dibihurin, di ser zaboqên zemên re." Mezinbûn wekî din nedihat terîfkirin. Tiştên ku ew dinivîse û qal dike, ji min re gelekî nêz tên û baş ji wan fam dikim. Baş e ku em di heman temenî de ne. Binêr Omer, em rabin û rûnin, kêfa xwe bînin ku Brûsk li vir e û çend gotinan ji bo me dinivîse. Ev şansekî pir mezin e. Brûsk dinyayê dixwîne ji quncika xwe. Ez baş dizanim, zû an dereng, dê navê wî her li vê dinyayê bimîne û siûda me heye ku em zimanê xwe wî dixwînin. Bila her binivîse, li vir nenivîse jî, li tu derê belav neke jî, bila her binivîse. 

Wê rojê dersa me ya 'ewil bû bi Malmîsanij re. Baş e ku dikeve dersa me û me hev nas kir. Min jê pirsî ka hêj helbestan dinivîse an na. Go, min ji zû de dev jê berdaye, çimkî gelekên wan xirab û beredayî bûn. Min got, tu neheqiyê li xwe dikî. Espriyek mûhteşem kir, got, ma min ji bo xwe negot, kes dibêje mastê min tirş e. Sinif li bin guhê hev ket ji kenan. Dû re çend caran navê hevalan dipirsî û got, biborin, vê dawiyê zû ji bîr dikim. Min ûqeletî kir û jê pirsî, ji bo dîroknasekî ne tiştekî xirab e jibîrkirin? Bersivek neda. Ez li ber xwe ketim û min fedî kir ji pirsa xwe. 

Li cem me, li van deran, dinya wer dizivire Omer. Li cem we çawa dizivire?

Înan

Payîzxêrk.


a xirab, ez wan dixwirînim û bêtir sor û bi temen dikim: du pizik di enîya min de hatine, tê bîra min wan çaxên ku pizik bi enîya min ve dihatin ez hêja di dibistana navîn de bûm, çax û benga xortikîyê, tehma lorikê. vî çendî: ji silava ku mûsimê li min kiriye, derpî bi qûna min ve zeliqîye. payîza îsal hema bêje ro bi ro, bi ewrên xwe yên reş re pelt bi pelt li ezmên, bi pelên xwe yên tûtinî ve qurf bi qurf li erdê û bi delalîya ciwanîkên xwe re ar bi ar li rasta bînahîya min ji min re dixwîne û dibêje: ez ji te re dizanim, kero!, tu jî ji xwe re bizane. ma ez çi ji te re bibêjim, tu bi xwedê? tu û bextê xwe, payîzxêrkê.

Birûsk Aryan
Îlon, 2016 - Stenbol

1 Ekim 2016 Cumartesi

Meraqa silav û gulavên sax



Înanolo,

Vira hevoka yekem a serxweşê serneşûştî û nexweş e, di nigan de qerameke qerase, di poz de fişkefişk û di çavan de hêsirên firyalî yên şairê îro hatibû desteserkirin, Rênas Jiyan.

Wî ûdîyê ku te di nameya xwe de ji min re şandibû guhdar dikim, bi ser û guhên ji germa sincirîne. Enstrumantala şîna min e law ew! Ez mirime Înano û te va albuma Naseer Shamma vekiriye, tu li ber blogê rûniştiyî, van nameyên me ji hev re nivîsandine dixwînî.. Brusko jî wêneyeke pirsurrealîst girtiye ji ser merasîma cinazeyê min û ew li blogê nû bar kiriye.

Cotmeh 2016, Diyarbekir
Hêsir bi çavên min ketine lê ne yên giriyê ne, yên nexweşiyê ne. Dinalim û dixwazim bigirîm jî or or Înano. Taqeta min hebûya min ê behsa şeva dî bikira ji te re. Bi zorê heta vê paragrafê û vê hevokê hatim. Hewes û heyecan.

Silav û gulavên meraq dikin dê kengî bimirin.


Omeros

Sibehên Heyatê

Hey lo lo lo Omero, 

Bi sê dengan bang dikim. Yek, wek Înan. Yek, wek Înano. Yek, wek Înanolo. Vê sibehê dîsa zû rabûm. Dikim her sibeh zû rabim. Tehma heyatê di sibehan de ye, yeqîn bik. Gava ku sibehan zû radibim, bextewariyeke bêpayan cardî xwe li min digire. Zarokatiya min tê bîra min. Li ser têxt. Em êvarê pir zû radizan, bi royê re şiyar dibûn. Melkesek di dêst diya min de, hewşê ji pelên daran dimalişt. Bavê min li ber hewadîsên serê sibê. Em li hêviya dengê datlîciyekî. Hingê min li gelek çîrokan guhdar dikir. Difikirim, xwezila ji xêra Xwedê re karibim sibehan bimeşim, bazdim, sporê bikim, lê parkeke me ya weke ya we ya Anıt Parkê nîne. Rewşa Anıt Parkı çi ye? Tu sibehan tê re dimeşî? 

Gelek normal e ku her kes piranî tenê behsa girtina Zarok Tv bike. Ew a zarokan e çimkî û wer difikirim tesîra kanaleke zarokan li kurdî ji ya gelek kanalên me yên din ên îdeolojîk zêdetir e. Hêviya min ew e ku çend kanalên din ên zarokan vebin. Lê çawa? Nizanim. Daxuyaniyên çapemeniyê ji bilî daxuyaniyê her tiştê din didin xuyanîkirin.  Berê jî pir dirêj dikirin, niha jî pir dirêj dikin, piştre jî dê pir dirêj bikin. Heyata me seranser bûye dirêjeheyat, nameyên me seranser bûne dirêjename. Lê heye ku temenê me jî bibe dirêjetemen? Ê min ez zêde nikarim li daxuyaniyan guhdar bikim, xewa min tê. Ma xewa te jî nayê? Gelek caran hest pê dikim ku ez ê zû bimirim û ji vê dinyayê bar bikim qeraxa dinyaya din. Beriya ku bimirim ji te re muzîkekê dişînim, guh bidêrê: Great Masters of the Oud A tribute to Nasser Shamma.

Çiriya Pêşîn 2016, Mêrdîn.

Duh bi şev hevalan re gava çûm Leylan Cafeyê rastî Kawa hatim. Me rûnişt hinekî behsa te û Brûsk û blogê kir. Çawa ku cara pêşî min pê re bîrayê vexwaribû, cardî min rahişt qedehek bîra vexwar. Du sê carên dawîn ku min li Leylanê bîra vexwariye, bîraya wan hinekî sivik ji min re tê. Di esasê xwe de bîra hinekî din tîrtir e û girantir e. Nizanim çima wiha ye. Qala dosyeya xwe ya haikuyan kir. Di nava çend hefteyan de divê derkeve. Hinekî zeîf bûbû Kawa, kengî wî dibînim zeîftir dibe. Li ser Ulyssess hêj dixebite. Sed carî wê diguherîne, ji nû ve werdigerîne. Bi rastî tiştekî ecêb e ku însanek seranserê heyata xwe terxanî karekî bike. Hezkirin û hewes tiştekî cuda ye. Piştî bîrayê, ez piçikekî giran bûbûm. Hatim malê û min li belgefîlma Slavoj Zizek temaşe kir. Însanekî manyaq e, xwe dizane şêrîn bike û biaxive. Ferhad Pîrbal bi hereketên xwe, xwe dişibîne wî. Çimkî carekê ji min re gotibû ku wek fîlozof herî pir ji wî hez dike û di tesîra wî de maye. 

Ez jî dirêj nakim. Çimkî te bersiva pirsên min nedaye û niha tiştek bîra min ji te re qal bikim û bipirsim. Lê tu bersiva pirsên nameya min a borî bidî, ji bîr nekî. 

Bimîne di xêr û xweşiyê de. 

Înan