2 Ekim 2016 Pazar

Henûniya zarokatî û xortaniyê

Omer can, nexweşê ber dilan,

Nebî nebî tu beriya min bimirî, zû rihet bibe û nameyên dipdirêj binivîse li deştên fipfireh bi hespên lipîlez. Tu jî weke min pir zû serma digirî. Serma zû hatiye aliyê we, ê me jî wisa. Lê mala Xwedê ava ku min hêj serma negirtiye û bi şewbê neketime. Bes tirsa min ji wê tirsê ye ku Xweda li min bê xezebê û sermayeke xedar têxe laşê min ê rexdik û bibêje, te xwar, kerê çolê. Hingê, heft xwelî li serê min. 

Min got beriya min nemire pismam, çimkî wekî her carê duh jî beriya ku razim min hest pê kir ku ez ê zû bimirim. Ev yek jî heye: Gelek caran tam tersê daxwaz û derbirînên me jî diqewimin û belkî temenekî gelekî zêde jî bijîm. Heger temenekî dirêj bibe para min, nabêjim na, xêra Xwedê ye, super e. Gava ku ez mirim, wesyeta min li te, sernûçeyeke wisa binivîse: "Înanolo siktir bû û çû ji vê dinyayê." Heger hiştin, li ser kêla gora min jî 'eynî tiştî binivîse. Tu dizanî tu yê ji çi û çawa bimirî? Ez nizanim. Lê dixwazim di xewa xwe de bimirim. A herî qenc xew e. Xewa şêrîn. Xewa henûn. Xewa nazenîn. Bê deng, bê his û pis, di hemd û semta xwe de, nerma nerma. Çend roj e xewnan dibînim, her carê dibêjime xwe ez ê rabim û xewna xwe binivîsim, lê hema zû ji bîr dikim. Tu van rojan qet xewnan dibînî? 

Duh bi şev xortikek min re peyam nivîsîn di facebookê de, bi kurdî. Gelek kêfa min hat, zarokatî û xortikiya min hat bîra min. Xortekî pak bû, lê xuya bû xwîna wî pir dikeliya, zêde polîtîk bû. Go, heval Rênas Jiyan girtine. Min go, rast e bira. Go, gelê me bindest e. Ez bişirîm. Go, rê bide pêşiya min. Min got, tu çend salî yî. Go, ez 17 salî me. Min got, tu hêj pir ciwan î, pêşiya te vekiriye. Go, jiyana min hemû ji bo gelê kurd e. Min go, tu çiqas polîtîk î yaw, bila jiyana te tenê ji bo te be, qîmeta jiyana xwe bizane, piştî jiyana te qîmeta tu tiştî nîne. Go, ez dixwazim bala xwe bidim edebiyatê. Min go, baş bixwîne, edebiyata cîhanê jî û ya kurdî jî. Min go tu ji kîjan nivîskaran hez dikî. Go, Cegerxwîn, Mehmed Uzun, Şêrko Bêkes, Kawa Nemir. Go, ji cîhanê jî Russo û Tolstoy. Min go, binivîse ez ê alîkariya te bikim, em ê nivîsên te ji kovaran re jî bişînin. Ez pir kêfxweş bûm Omer, min qala xwe jê re kir ku çawa min dest pê kir, xwe bi xwe hîn bûm û min nivîsî. Tê bîra te Omer, ez jî 17salî bûm gava te ji min re Kovara Pêngavê şand? Di 2011an de. Ez dixwazim alîkariya vî xortî bikim, çimkî min jî pir zû dest pê kir û hingê civateke wiha tunebû ku alîkariya min bike. Ez li ku derê bibînim ku xort û zarokek meyla wî heye li ser kurdî, ez ê alîkariya wan bikim. Çimkî pêşiya wan vekiriye û pêdiviya wan bi rêberiyekê heye. Min û Birûsk jî di heman temenî de, di temenekî biçûk de, di 14saliya xwe de dest bi nivîsandina kurdî kir. Lê çi fêde piştî çend salan haya me ji hev çêbû û me hev nasî. Li ser internetê, wekî te û wekî piraniya civata kurdî li ser internetê. Mixabin hingê derfet nebû ku di civata rojane de hev binasin û li hev zêde bikin. 

Brûsk paragrafeke gelekî henûn nivîsiye li ser birek wêneyên derbarê payîzê de bi navê Payîzxêrkê. Heyranê nivîs û şiêrên vî xortî me, wer henûn, wer jidil, wer nerma nerma. Vê şiyanê, vî zimanî ji ku peyda dike, formûleke wê heye gelo? Gelo çend kes dizane ku serê pêşîn Brûsk rûpela facebookê a Kawa Nemir vekiribû di 2009an de? Hingê tê bîra min û ne şaş bim, rûpeleke tu nivîskarî hêj tunebû. Gelo haya çend kesan ji şiêrên Brûsk hene? Wê haya kesî jê tunebe, çimkî Brûsk ji bilî helbestekê tu helbestên xwe nedan weşandin. Ev jî ji bo min şansekî pir mezin e ku helbesta min û ya wî li pey hev, di heman kovarê de hat weşandin. Gelo çend kes dizane çîroka min a bi navê Li Dû Xanim H, navê xwe ji helbesta wî ya Li Dû Wê Bîskê digire? Ew gotina wî ya dawî ya di helbesta Sirûda 18salîyê de tu carî ji bîra min dernakeve ku di 18saliyê de nivîsîbû: "Mêr dibihurin, di ser zaboqên zemên re." Mezinbûn wekî din nedihat terîfkirin. Tiştên ku ew dinivîse û qal dike, ji min re gelekî nêz tên û baş ji wan fam dikim. Baş e ku em di heman temenî de ne. Binêr Omer, em rabin û rûnin, kêfa xwe bînin ku Brûsk li vir e û çend gotinan ji bo me dinivîse. Ev şansekî pir mezin e. Brûsk dinyayê dixwîne ji quncika xwe. Ez baş dizanim, zû an dereng, dê navê wî her li vê dinyayê bimîne û siûda me heye ku em zimanê xwe wî dixwînin. Bila her binivîse, li vir nenivîse jî, li tu derê belav neke jî, bila her binivîse. 

Wê rojê dersa me ya 'ewil bû bi Malmîsanij re. Baş e ku dikeve dersa me û me hev nas kir. Min jê pirsî ka hêj helbestan dinivîse an na. Go, min ji zû de dev jê berdaye, çimkî gelekên wan xirab û beredayî bûn. Min got, tu neheqiyê li xwe dikî. Espriyek mûhteşem kir, got, ma min ji bo xwe negot, kes dibêje mastê min tirş e. Sinif li bin guhê hev ket ji kenan. Dû re çend caran navê hevalan dipirsî û got, biborin, vê dawiyê zû ji bîr dikim. Min ûqeletî kir û jê pirsî, ji bo dîroknasekî ne tiştekî xirab e jibîrkirin? Bersivek neda. Ez li ber xwe ketim û min fedî kir ji pirsa xwe. 

Li cem me, li van deran, dinya wer dizivire Omer. Li cem we çawa dizivire?

Înan