Merhaba Înanolo,
Vê nameyê ji odeyeke oteleke erzan ji te re dinivîsim. Heta gava din î min serê xwe şûşt jî min nizanibû bîneke ne xweş ji hindurê otelê tê. Min bêrîya mala xwe ya bêhnxweş î her tişt lê bela wela kir law, lê de dinya ye, ji baqî Ellah pê ve her tişt derew e û ro tê diqede.
Bi eleqeya te ya ser vîdeoyê re kêfxweş bûm. Hêvî dikim ku ne tiştên Kurmancî, lê yên cîhanî çêkî. Edebîyateke me ya tesîr li ya cîhanê kiriye tune, fotografeke me ya ku dinê alem gî nas dike jî tune, de omdî tu û videoyên te ne ku, dinê pê Kurmancekî karîzmatîk yên vîdeoyên rê li ber vîdeoyên cîhanê vedikin, nas bike.
Dilê min hîn li ser nebûna fanzîneke fotografan dişewite. Jiber ku di karên kolektîf de ne jêhatî me û dilê hevalan zû ji xwe dihêlim naxwazim bi kesî re dest bi vî îşî bikim. Zanim ku dest pê bikim jî ezê nîvtememam biterikînim. Nizanim, belkî fanzîneke bi xwe tenê derxim, - qe nebe hejmara pêşî - tew navê wê jî Farîn deynim çi bikim? Farîn.. fanzîneke fotografên sansurşikên..
Min ji vê peyva sansurşikên jî hez kir ha.. Wek çend salên berê ez hîn jî dibêjim di pêşneketina hunera me de para sansurê zêde zêde pir e. Em bibin Nifşê Sansurşikên? Her tişt serbest were nivîsîn.. Ka ew ceger û cesareta? Me kesî heyata xwe li erdê nedîye û îcab nake ku bi tek qurşînekê heder bibe here.
Te gotîye redaksîyon. Ez jî redaksîyonê dikim, lê careke din ku ez ewqas ne mecbûr bim ez redaksîyonê nakim, çav di min de neman law. Îcar ê me tema her tiştî me tevlihev e, em di ber redaksîyonê re edîtorîyê jî dikin, bar du qat sê qat zêde dibe. Nizanim.
Xwarzîyeke min bûye bûka Dîyarbekirê. Min ew û zave dawet kirin, em dikin siba tev taşteyekê bixwin. Ji hêlekê de hesteke xweş e ew, ji hêlekê de jî xerab. Derbazbûna zemên zora min dare yek caran. Çi zû law! Hîn duhinî ne pêr bû, em zarokên çavbizîç bûn.
Dibêjim qey yek ji me dikê ji nişkê ve bimire û em dê ji taqetê bikevin.
Dixwazim dest bi cixareyê bikim.
Hez û hurmetên di çenteya xwe de êmîşên bajaran digerînin.
Farîn