31 Temmuz 2017 Pazartesi

Potansîyel

Înanolo,

Vê nameyê bi komputera Murat Bayramê ku wextekê Mirad Gundikî bû û paşê ku çû di Cîhangiran re derket, gundîbûna xwe ji xwe wêde avêt dinivîsîm. HP'ya min xerabe bûye, min şandîye servîsê, Xwedê zane çi wext li min vegere. Tu jî zanî, gava meri hewil dide bibe telefonê di blogê keve, blog li pêş çavê merîya reş dibe. Ku îro jî min komputer nedîya, ez dikira biçûma înternet kafeyekê min dikira ji wir ji te re yazi kira.. Wek ku nenivîsandina te ya ji Parîsê gunehekî mezin e û sebebê vê gunehê jî ez im, fehm dikî çira xwe sûcdar hîs dikim.

Ji xêncî germê tiştekî ez ji vir binivîsim tine. Ha yek jî enerjîya Murat Bayram. Zalim î ewqas pozîtîf e ku meri dibêje qey em ge haş e. m.g.h tê bîra te? Potansîyel enerjî. Ê vî him kînetîk e him jî potansîyel.

Ka bêje te çi fehm kir ji keçikên Parîsê? Em Mirad jî bişînin cem te yan na? Tu îna dikî sebra min li wan deran were? Çi zanim lo, bêje tiştekî û kêfî me xweş bike.

Min eslê Nofa pirsî, Nofa keçê axa ye.

Farîn