3 Kasım 2016 Perşembe

Îradeya Şemlê

Înanolo,

Min belkî berê jî ji te re gotibû, eger ne ji rojnamevaniyê bûya min niha ji zû de ve Facebook, Twitter û Instagram girtibûn. Dilsozî û dostî nemaye li wan deran, êdî hesabên biçûk hene li ser profîlan ku me ne lazim. Tu zanî çi wext xweş bûn ev der Înano? Li gorî min heta 2013an jî tehma wan deran hebû û sebra meriv bi xwendin û dîtina tiştên li ser wir dihat. Jê şûnde li ser riya Facebook û Twitterê qamyona qirdan teqle bû û herrimî her tişt, bêmane.

Endamên DBP-HDPê dê her roj di navber saet 11-13an de li pêş Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dijî qeyûm protestoyan li dar xînin. Îro jî li pêş şaredariyê civiyabûn. Behsa îradeya gel dikirin. Ez ji wir rabûm çûm Meydana Daxqapiyê. Min dît du sê xort di destan de gîtar, li orta meydanê dibêjin ''Hêlîn çêkir ser kaniyan, malik wêranê Şemlê..'' Îradeya Şemlê di van royên ne xweş de çima li orta meydanê di devê xortan de ye Înano? Siyaseta me stran.

Te hay jê heye nizam, Salih Suleymanî li Stenbolê desteser kirine. Ditirsim şefeqekê werin min jî desteser bikin. Çend kitêbên Serokê PKKê Abdullah Ocalan hene li mal, wê serê min di belayê kin. Lê ne qêmîş dibim biavêjim kitêban ne jî zanim bi kê dim seba ku rake veşêre. Hela wa lê Înano, çi baqil im, di nameyê de jî eşkere dibêjim. Dînê Mihemed eşkere ye, siyaseta Omer jî! 


Hundir Çênte, 2014


Ji te re hundirê çenteyê xwe yê sala 2014an dişînim, ê wexta Herba Kobaniyê. Ez nizanim ji çi re Osman Sebrî tim bi min re bû û wer cesaret dida min wan royan, hevalê çak.

Silav û gulavên dixwazin tu saeta şaş a vê blogê ji xêra dê û bavê xwe demildest rast bikî.

Omeros


Li nav xiştexişta pelan meşeke self - gilgamêşî.



Sekin

Omer, 

Tu çend ciwan xuya dikî di wêneyê xwe de. Em zû pîr dibin gelo? Navê helbesteke Ebdulla Goran hat bîra min, kêfa min gelek ji navê helbestê re tê. Nav, "Ciwaniya li Ser Rê" ye. Helbet, ev navê wê yê kurmancî ye, bi wergera Qanatê Kurdo. Ev ciwaniya me jî a li ser rê ye. Îjar rêya hinin ji me kurt û hinin ji me jî dirêj e. Bes wer dibêjim qey, rêya min û te ji zikmakî ve kurt e. 

Zemanê berê, bi qasî dûrbûna xwe nêzîk e ji min re. Bi qasî nêzîkbûna xwe dûr. Em carinan pir behsê dikin, lê bi qasî xeyalekê jî xumam û şolî ye. Hez ji Zelîxayekê bikim, lazim e zulfên wê ên zemanê berê be. 

Ev west û jihişçûna te ne xebera xêrê ye. Loma gelek caran nahêle tu bi nameya xwe jî berdewam bikî. Zêde xeberan naşopînim, lê min bihîst ku qeyûmê we hatiye. Dibêjin, dê qeyûmekî bidin Mêrdînê jî. Çend rast û dirist e, nizanim. Heta niha min nizanibû qeyûm çi ye û tê çi maneyê. Tek xêra qeyûman li min hebe, ew jî ew e ku ez maneya peyvê ya ferhengî hîn bûm. 

Çend hefte berê min instagrama xwe girt, çend roj berê jî min facebooka xwe girt, dikim çend roj şûn de jî twittera xwe bigirim. Şapatek e, ev her sê mîrat, bêhna min teng dikin. Naxwazim çav kesan bikevim. Hêvîdar im, heta dawî girtî bimînin. Meraq neke, dest nadim blogan, çi wext derfeta min çêbû ez ê tê de binivîsim. Kêfa min ji van nameyan re tê, bêhna min bi wan vedibe, û bi wêneyên Birûsko re. Wêneyan zêdetir belav bike baştir e, û navê xwe binivîse, pir pir baştir e. Ev name, hevrêtiyê li tenêtiya min dikin, û ji bo bîstekê jî be, dibin heval û hogirên min ên dilsoz. 

Îro tav derketibû, lê hê jî sar e, serma berfê ye ev. Îro bi hevalan re çûm loqenteyeke hevalan, xwarinên wan jî cemidîbûn, qey ji tesîra sermayê ye. Çûm mala hevalan, mala wan jî sar bû. Hatim mala xwe, mala min jî sar e. Bila meriv bê mal be, lê bila mala meriv ne sar be. 

Min bala xwe dayê, herî zêde îsal aciz im, ditirsim psîkolojiya min bi temamî têk biçe. Wek ez îradeya xwe ji dest didim û tiştek ji dest min nayê ku rê li ber bigirim. Wek her tişt bêyî daxwaza min tevdigere. Wek ez nikarim carinan mudaxeleyî xwe bikim. Nizanim, ev stresa sala dawî ya mektebê ye an. Wek ez dixwazim her tişt, li kû zirav dibe, bila li wir biqete. Wek ez li mahneyan digerim ku bi temamî têk biçim. Carinan di cihê xwe de dialiqim, mejiyê min qederekê disekine, dinya disekine, dibêjim qey heta hetayê ez ê wer bimînim, wer asê, wer hişk. Hingê xwe wek dîmeneke sekinandî ya televizyonê hîs dikim ku ji aliyê destekî ve pê li bişkoka pauseê hatiye kirin. Dibêjim qey ez ê her wisa bisekinim, heta yek cardî pê li bişkoka pauseê neke, heta yek neyê min nehejîne. Belkî jî rojekê kes neyê û ez di cihê xwe de hişk bibim. 

Ez ê hewl bidim ku baştir bibim, a ji me hemûyan re lazim ev e, pismam.

Înanolo

2 Kasım 2016 Çarşamba

Serm-a Rojeva Germ

Înanolo,

Bi xwendina nameya te re serma kete qolincên min. Te kir ku ez jî bêriya wan şevên zivistanê bikim. Bes ez nola te nizanim xweş li hevdu bînim. Loma ez ê behsa wan şevên dirêj î ku niha bi ser hev dî di biranînên min de ne deqî
qeyek e jî nekim.

Sibat 2011, Sirûc

Li Sirûcê em di zivistanan de hîn jî sobê datînin. Birazi û xwarziyê min ên biçûk, ên ku xwe dîne nedîne di apartmanan de mezin bûne ku tên mala kalkê-pîrka xwe, li dor sobê çerx dibin, darin tên, arê di hundir hêsin de fehm nakin. Bi wan pir ecêb tê. De, em ne mêrên zemanê berê ne, jin jî ne jinên zemanê berê ne. Normal e ku ar jî ne arê berê be.

Dixwazim dewam bikim lê hişên xwe nikarim topî ser hev bikim Înano. Li hêlekê qeyûm hatiye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li hêlekê dewleta tirk tanq û topên xwe ber bi Sîlopyayê ve dikşîne. Divê ez siba daxuyaniyan bişopînim û nûçeyan hazir bikim. Dikim herim rakevim xewa min nê, dikim bixwînim çavên min sor bûne, dikim di Facebook-Twitter-Instagramê de doş bim tim eynî tişt û acizî. Di dest xwe de şaş bûme ez jî, nizanim çito bikim, baş e ku name hene lo.

Silav û gulavên diterpilin bêmane.

Omeros

1 Kasım 2016 Salı

Zivistana bajarê me

Omer, 

Îsal zivistan beriya wextê xwe hat bajarê me, zû li deriyê me da. Li Serhedê berf dibare, yeqîn. Têna berfê ye. Gava min da xwe ku nameya xwe bi zivistanê bidime destpêkirin, hevoka ewil a beşa "Nameyek ji Profesorê Sor re" ya Nameyek ji Xwedê re hat bîra min. Heke bîra min neheqiyê li min neke, diviya wisa bûya: "Profesor, tu ji min çêtir dizanî, tişta ku tam di wextê xwe de tê vî bajarî, bi tenê serma ye." Lê ê me, sermaya me, li bajarê me, tê bêjî qey ne di wextê xwe de lê her tim beriya wextê xwe tê. Xem nake, bila bê, dilê me fireh e, bi qasî ku têra çar werzan bike. Lê û belê, ji kîşweran payîz e niha!

Îro dîsa baraneke bêhed bariya. Li derve, peşkên baranê carê xwe li pencereyên berçavka min digirtin. Şemsiyeyeke min nîn e, lazim e yekê peyda bikim. Sar e Omer, û min cilên xwe yên zivistanê hêj neanîne. Difikirim vê dawiya heftê biçim Bismilê û cilên xwe bînim. Tevî ku piranî di zivistanê de nexweş dikevim, nizanim çima, herî pir ji vê werzê hez dikim. Zarokatiya min tîne bîra min. Bêtir bextewar dibim. Rojên li ber sobeya êzingan. Diya min di teştê de, li ber sobeya germ serê min dişûşt. Gava avê li serê min dikir, qet ji bîra min naçe ev gotina wê, tim digot, "Rehme li dê w bavê Fatimayê, şiştin anî dinyayê." Ez tu carî hîn nebûm, ji ber ku min tu carî nepirsî, nizanim çîroka vê gotinê çi ye, nizanim çima qala Fatimayê tê kirin. Piştî ku te serê xwe şûşt, xwe bide ber sobeyê, li kêfa xwe binere, hew dibe.

Xwendina herî xweş jî li wir tê kirin, xeyalên herî xweş jî li wir. Bextewariyeke mezin e, çimkî derve sar e, lê odeya te germ e. Bêhna êzingan, tev li hilm û gulma odeyê dibe. Ji ber kulekê, ji kêlekên şibakeyan, wîzewîza bê ye carna. Lê ev xemla zivistanê ye, tempo û ahenga germiya sobê. Ev hemû tişt, bi hev re dikevin reqseke bêhempa. Heke berûyên te hebin, deyne ser sobeyê, bila biqemitin. Berûyan hilde, bike du sê gep, dû re avekê li ser vexwe. Ev ne ew av e ku tu vedixwî, ne jî ava zemzemê ye. Avek e ku piştî xwarina berûyan tê. Aveke nuwaze, ava heyatê. Pêşiyan belaheq negotiye, "Ava ser berûyê, zava bi dilê xwesûyê." Aveke ew çend şêrîn, ew çend şeklame. Çaya ser sobê jî ne îş e, jixwe qala gûzên wê nakim, tew tu qalikên wan di sobê de bişewitînî, rûnê ji xwe re li germiyê mêze ke. 

Êdî sobeya me ya êzingan tune ye Omer. Mîrata apartmanan ew ji nav me bir. Lê maleke min a mustaqîl hebe, lazim e sobeya wê ya êzingan jî nabe. Wekî din çênabe. Heta dawiyê, sobeyeke me ya êzingan hebû. Na dê du heb bûna, lê paşê me yek danî hewşê. Li ser dinivîsî Eskişehir. Hingê min nizanibû Eskişehir navê bajarekî ye, lewma her min meraq dikir ka sobeyên Yenişehir çawa ne. Li gor aqlê xwe yê wê çaxê min wer bîr dibir ku sobeya me kevn e û ne ew qasî baş e, çimkî navê wê Eskişehir bû. Ji ber vê, diviya Yenişehir nipînû bûya. Min ji te re qal nekiribû ne wisa ku rojekê min kevokên xwe xistibûn sobeyeke vala ya kevn, ji ber ku min cihek ji wan re peyde nekiribû. Meraq neke, ew sobe ne ji bo dadanê bû, wer boş disekinî. Dû re hemû ji ber teniyê reş bûbûn. Ev jî meseleyeke xwe ya dûdirêj heye, lê bila bimîne ji nameyên din re, heke rojekê serê giliyê gihişte wan. 

Ev bajar ecêb in Omer. Wer ecêb in ku di xwe re nabînim behsa wan bikim, lê dû re bîne bîra min, lazim e behsa bajêr bikim. 

Înanolo