Înanolo,
Vê nameyê ji te re ji otogara Riha'yê dinivsînim. Du alayên mezin ên dewleta Tirk li hember min li ba dibin, di televîzyonê de kanala Ahaber vekirî ye. Dengê Recep Tayyip Erdogan e, helbestîk helbestîk behsa ewlehîya neteweyî dike. Li jêr televîzyonê, di bin dengî wî re dengê Ereban, Kurdan û Tirkan e ketine nav hevdu. Du jinên Japon jî li quncik rûniştine, herhal li benda otobusê ne.
Min Japon nivîsand, şênîyê Kobanîyê hat bîra min. Wexta ji ber wî şerî mezin reviyan hatin Sirûcê ew ji me, em ji wan pir tiştan elimîn. Di serî de wan nizanibû ''Japon'' çi ye, me jî nizanibû ''Yaban'' Paşê em elimîn ku em behsa eynî miletî dikin. Lê a xweş meri ji wî miletî re bêje ''Capon''
Ê wisa ye Înanolo.. Ji ber ku li vê dine çend bihar û payîz min ji te zêdetir dîtine, gava hinek nameyên te dixwînim û dibînim jiber xulqtengîya min tu xwe ji min diqeherînî dibêm ''Mêro tu bise, ez ê te çend salên din bibînim.'' Wext tê, kar û karîyer û hez û hemêz û hewes li hev nakin.
Min dikira paragrafa jortir dirêjtir binivîsanda lê polîsan hat nasnameya min ji min xwest niha. ''Ne iş yapıyorsun?'', ''Öğrenciyim'', ''Ne okuyorsun?'', ''Hukuk okuyorum.'', ''İyi, Allah kolaylık versin.'', ''Sağolun.''.. Ev ''sağolun''a min gotineke însanî ye bes a xerab, di hindurê wê de dirêjkirina dema dagirkerîyê zîl dide.
Înanolo.. Em çi însanên gune ne la, pir gune.
Dixwazim helbesteke bixwînim û bigirîm bi ser xwe de or or, wer wisa, loma.
Omeros