Duhê encama îmtihana staj hareketliligê diyar bû. 15 kes hatibûn girtin. ez 14. asîl. Beriya wê niqutîbû dilê min ku ez ê bibim ê 15emîn ê li ser sînor. Qey ez piçekî jêhatîtir bûme. Îjarê divê heta 31ê Adarê ji sazî û dezgeheke çi fermî çi taybet a welatekî Ewropayê ji min re vexwendinnameyek bê ku ez biçim li wir staja xwe bikim. Ev sazî û dezgeh dibe ku pirtûkxaneyek be, dibe ku muzexaneyek be, dibe ku weşanxaneyek be, dibe ku enstîtuyek be, dibe ku şirketek, rojnameyek, ajansek be, dibe ku li ser her tiştî be. Duh me reşbelekek nameyê amade kir û ji gelek cihan re nivîsî ku ji min re vexwendinnameyê bşînin. Ka heta niha tu bersivek ji wan derneket, lê a bi xêr. Ka tu nas û dostên di sazî û komeleyan de tune ye lo li wan deran ku min qebûl bikin? Heger ev sazî bi kurd-kurdî re eleqedar bin ji bo min baştir e. Heqê min heye ku di navbera 3-12 mehan de stajê bikim, ji vê havîna bê û pê de.
Dîsa kar û bar giran bûye û serê min tev li hev e û tew bi ser de SERAYÊ jî xwe dixeyidîne û aciz dike ku em zêde hev nabînin û wext bi hev re derbas nakin. Helbet heqê wê jî heye, lê ka ez çi bikim. Duh Birûsk hatibû. Ji min re kitêba Tim Parks a bi navê "Ben Buradan Okuyorum" anîbû. Gote min, dê ev kitêb fikr û têgihiştina te ya li ser xwendin û nivîskaran biguherîne. Bila biguherîne, guherîn baş e.
Tu ji min re dibêjî behsa bîranîneke xwe ya lîseyê bike. Ez bikim pismam. Dawiya Lîse 1ê bû. Sal 2009. Dawiya serdema mektebê şahiyek hat amadekirin. Di wê şahiyê de bernameya xwendina helbestan jî hebû. Mamosteyê me yê edebiyatê vê bernameya xwendina helbestan bi rê ve dibir. Beriya şahiyê bi çend mehan dest bi amadekariyên vê bernameyê hatin kirin û mamoste xwest ku ez jî helbestekê bixwînim. Min jî got ser seran û ser çavan, ji ber ku wê çaxê kêfa min ji xwendina helbestan re dihat û carinan min li sinifê jî, di dersan de dixwend. Mamoste helbesta Yılmaz Erdoğan a Yaşayabilme İhtimali da min. Belkî bê bîra te, wê çaxê jî ev helbest pir popûler bû. Kêfa min jî ji helbestê re hatibû. Êdî me dest pê kir û carê em diciviyan û provaya wê dikir. Lê herî dawî gava ku em çûn cem midûrê mektebê A. Çiftçi, got tu nikarî peyva "kontrgerilla" a helbestê bibêjî, wê peyvê jê derxin. Me jî got ser çavan, ne mesele ye, herhal ji peyvê tirsiyabû. Ez dibêjim qey yekem sansûra min xwarî li wir dest pê bû. Û wê rojê bi heyecaneke mezin û jixwebawer, min derket helbest xwend.
Lîseya Bismil Ataturkê, 2009. |
Ev jî bîranîneke wisa ye pismam. Bîranîn jî kêm dibin û dawiya bîranînan jî nayê.
Înanolo