19 Ocak 2017 Perşembe

Barhilgir

Omer, 

Îro, min telefonî mamosteyên xwe yên îxracbûyî kir. Min fedî dikir
 ji ber ku bi derengî li wan digerim. Min lêborîna xwe xwest û axir wan ez fam kirim. 

Dibêjin van rojan dê lîsteyeke din a îxrackirinê bê belavkirin. Hejmara kesên îxracbûyî nakeve kitêb û ansîklopediyan. Tu dikarî bi vê hejmarê dewletekê ava bikî. 

SERAYÊ dibêje min tu di xewna xwe de dîtî û em bi kurmancî dipeyivîn. Xewnên xwe bi tirkî dibîne, lê bi min re bi kurdî. Ez ê di xewnan de jî zimanê xwe bidim hînkirin. 

Vî şapatî ew ê mala me bê barkirin. Lê dixwazim biçim cihekî din. Li malan digerim lê maleke misaîd nabînim. Ew ê dîsa pergala min hilweşe. Bêmalîtî zor e pismam. 

Ev demeke dirêj e înterneta min a malê tune ye. Ji ber ku wextê wê xilas bûye. Loma kompîtira xwe bi înterneta telefonê girêdidim û wisa dinivîsim. Tu nizanî çi tiştekî ne xweş û zehmet e. 

Me got sar û serma, lê me îsal jî zivistanek bi dilê xwe nedît. Li Roma Reş qiyametek berf bariya, li cem me ne qamyonek jî. 

Çavê li maseyan, xwelî li serê min. 

Înanolo