Îsal zivistan beriya wextê xwe hat bajarê me, zû li deriyê me da. Li Serhedê berf dibare, yeqîn. Têna berfê ye. Gava min da xwe ku nameya xwe bi zivistanê bidime destpêkirin, hevoka ewil a beşa "Nameyek ji Profesorê Sor re" ya Nameyek ji Xwedê re hat bîra min. Heke bîra min neheqiyê li min neke, diviya wisa bûya: "Profesor, tu ji min çêtir dizanî, tişta ku tam di wextê xwe de tê vî bajarî, bi tenê serma ye." Lê ê me, sermaya me, li bajarê me, tê bêjî qey ne di wextê xwe de lê her tim beriya wextê xwe tê. Xem nake, bila bê, dilê me fireh e, bi qasî ku têra çar werzan bike. Lê û belê, ji kîşweran payîz e niha!
Îro dîsa baraneke bêhed bariya. Li derve, peşkên baranê carê xwe li pencereyên berçavka min digirtin. Şemsiyeyeke min nîn e, lazim e yekê peyda bikim. Sar e Omer, û min cilên xwe yên zivistanê hêj neanîne. Difikirim vê dawiya heftê biçim Bismilê û cilên xwe bînim. Tevî ku piranî di zivistanê de nexweş dikevim, nizanim çima, herî pir ji vê werzê hez dikim. Zarokatiya min tîne bîra min. Bêtir bextewar dibim. Rojên li ber sobeya êzingan. Diya min di teştê de, li ber sobeya germ serê min dişûşt. Gava avê li serê min dikir, qet ji bîra min naçe ev gotina wê, tim digot, "Rehme li dê w bavê Fatimayê, şiştin anî dinyayê." Ez tu carî hîn nebûm, ji ber ku min tu carî nepirsî, nizanim çîroka vê gotinê çi ye, nizanim çima qala Fatimayê tê kirin. Piştî ku te serê xwe şûşt, xwe bide ber sobeyê, li kêfa xwe binere, hew dibe.
Xwendina herî xweş jî li wir tê kirin, xeyalên herî xweş jî li wir. Bextewariyeke mezin e, çimkî derve sar e, lê odeya te germ e. Bêhna êzingan, tev li hilm û gulma odeyê dibe. Ji ber kulekê, ji kêlekên şibakeyan, wîzewîza bê ye carna. Lê ev xemla zivistanê ye, tempo û ahenga germiya sobê. Ev hemû tişt, bi hev re dikevin reqseke bêhempa. Heke berûyên te hebin, deyne ser sobeyê, bila biqemitin. Berûyan hilde, bike du sê gep, dû re avekê li ser vexwe. Ev ne ew av e ku tu vedixwî, ne jî ava zemzemê ye. Avek e ku piştî xwarina berûyan tê. Aveke nuwaze, ava heyatê. Pêşiyan belaheq negotiye, "Ava ser berûyê, zava bi dilê xwesûyê." Aveke ew çend şêrîn, ew çend şeklame. Çaya ser sobê jî ne îş e, jixwe qala gûzên wê nakim, tew tu qalikên wan di sobê de bişewitînî, rûnê ji xwe re li germiyê mêze ke.
Êdî sobeya me ya êzingan tune ye Omer. Mîrata apartmanan ew ji nav me bir. Lê maleke min a mustaqîl hebe, lazim e sobeya wê ya êzingan jî nabe. Wekî din çênabe. Heta dawiyê, sobeyeke me ya êzingan hebû. Na dê du heb bûna, lê paşê me yek danî hewşê. Li ser dinivîsî Eskişehir. Hingê min nizanibû Eskişehir navê bajarekî ye, lewma her min meraq dikir ka sobeyên Yenişehir çawa ne. Li gor aqlê xwe yê wê çaxê min wer bîr dibir ku sobeya me kevn e û ne ew qasî baş e, çimkî navê wê Eskişehir bû. Ji ber vê, diviya Yenişehir nipînû bûya. Min ji te re qal nekiribû ne wisa ku rojekê min kevokên xwe xistibûn sobeyeke vala ya kevn, ji ber ku min cihek ji wan re peyde nekiribû. Meraq neke, ew sobe ne ji bo dadanê bû, wer boş disekinî. Dû re hemû ji ber teniyê reş bûbûn. Ev jî meseleyeke xwe ya dûdirêj heye, lê bila bimîne ji nameyên din re, heke rojekê serê giliyê gihişte wan.
Ev bajar ecêb in Omer. Wer ecêb in ku di xwe re nabînim behsa wan bikim, lê dû re bîne bîra min, lazim e behsa bajêr bikim.
Înanolo