25 Kasım 2016 Cuma

Hatûçû

Omer, 

Te gotiye nigê min ferqiziye, lê ji ber ku nizanim "ferqizîn" maneyeke xwe ya çawa heye û ji ber ku di xwe re nabînim li ferhengan bigerim ka tê çi maneyê, ez bi cî nizanim ka çi bi nigê te hatiye, wek gelo ji cî derketiye an li hev ba bûye an ketiye ber te an tiştekî dinê. Ez tiştekî dinê nebêjim, Xwedê şîfa xêrê bide te. Min bala xwe dayê, ev serê çend nameyan e ku tu bi bayê bezê dinivîsî ji min re. Berê min zû dinivîsî, lê niha dereng dinivîsim. Axir ev lez û beza te, vê derenketina nameyên min telafî dike. Yek ji me dereng binivîse jî, ê din lazim e zûtir binivîse da ku em hev îdare bikin, heyrana çavan. 

Duh min ê ji te re binivîsiya, lê jehr têkevê, înterneta malê qut kirin ji ber ku min heqê wê yê du mehan nedabû. Axir min îro da, înterneta malê çêbû. Her çend em dibêjin înternet e, rihet e, her tişt bi deqê, bi saniyê ye, lê di esasê xwe de ne wisa ye, her tişt zehmetiyeke xwe heye, çi postexane, çi e-mail, çi jî blog. Nîv saet e jî ceyrana malê nîne, ji ber wê înterneta malê jî nîne. Ez bi kompîtira xwe ji wi-fiya telefonê ketime înternetê û ji te re dinivîsim. 

Îro îmtihana Malmîsanij hebû. Ez êcêb mam, gelekî rihet pirsîbû. Hetta, kenê min bi pirsekê hat. Ez hinekî li ber ketim, çawa çêdibe kesekî wek Malmîsanij ew qasî mezin û xwedan giranî bi pirsên wiha dakeve. Na pismam, divê pirsin wiha bikira ku me qafe bixwara. Malmîsanij her tim gava ji dersê derdikeve, bi xwendekaran re li otobêsê siwar dibe û li cem dolmîşên Diyarbekirê dadikeve, lê dixe tê Diyarbekirê. Îro em di heman otobêsê de bûn. Li paldankekê, ji xwe re wer rûniştibû û li ber xwe mêze dikir. Bi carekê re ez xemgîn bûm û min dilê xwe de derbas kir, gelo ev xort û ciwanên ku pir ji strana Kerem Sevinç a "Poşman " hez dikin, dizanin ku gotinên vê stranê yên Malmîsanij in? 

Duh jî îmtihana edebiyata klasîk a A. Adak hebû. Ez gelekî ji vê îmtihanê aciz bûm. Mamoste gotibû ez ê deh pirsan bikim ku bersivên wê pir kurt in ku tew hevokek jî nakin. Lê deh pirsên wer kiribûn ku lazim bû te tonek bersiv binivîsiya. Min di xwe re nedît binivîsim û min bersivên kurtekurt nivîsîn. 

Li cihê ku ji te re dinivîsim, li hember min alaya Tirkiyeyê xuya dike tam li serê kelehê. Bajar bi tempoya xwe ya berê ye. Wesayit tên, wesayit diçin. Wesayit tên, wesayit diçin. Zilamek dadikeve Mêrdîna Nû, zilamek hildikişe Mêrdîna Kevin. Li parka hember kes tune ye, hêlekan vala ye. Ahmet Türk girtine. Ev zilamê ku umrê wî tê heştêyî girtine. Nizanim çima, lê tevî her tiştî jî kêfa min ji vî zilamî re tê û xwîna min lê germ e. Mêrdîn weke xwe ye û Ahmet Türk girtine. Ez ê biçim ji xwe re li fîmekî temaşe bikim, lê ê Ahmet Türk girtî be. Ez ê biçim kêfa li ser kêfê bikim, lê ew ê jî weke gelek kesên din di wan zindanan de birize. Heqeten, heyat ecêb e, bi qasî ku baş jê fam nekim ecêb e. Ecêb e, lê meraq dikim: Gelo yek ji me jî bê girtin ê çawa be pismam? Em ê dîsa ji hev re nameyan binivîsin ji bo blogê? A baş, em hêvî bikin ku tiştekî wiha neqewime. 

Tu çawa yî Omer, tu bextewar î? Tu hêj bêhnteng î an? Ji xeynî karê çapemenî û hiqûqê bi çi mijûl dibî? Te dest bi şorbaziya xwe ya berê kir an? Çend pirsan jî tu lê zêde bike û bibersivîne. 

Înanolo