Du ciwan rûniştine, bi devokeke bindestan a zimanê tirkî pev re dipeyivin. Îtalyanî zimanekî melodîk e. Rêzefilîm ew çem û çem herikandine. Ka aniha bîst milyarên te hebin, tê pê çi bike? Bîsteke din wê balafir bi firê keve, wan li sûka Qezê peya bike. Ev li ber çavên min bûn. Vêca ji çaxa ku ez hatime hêwanê û vir ve ye, li pişt min jî pitepita wanên din e: pîrekek, xweha xwe û zarokên xwe ne. Ew jî bi wê devokê dipeyivin. Balafir wê wan li Rihayê peya bike. Behsa Girê Mirazan dikin. Mîrateya çandî. Mala wan li Semsûrê ye. Du pirsên xwe şaş xwendine di îmtihanekê de keç. Tûrîst wê bên. Nizanim, ji ber devoka wan a wî zimanî ye yan ji ber dengê wan, sewta wan e lê dilê min ji wan dixele, dibehicim, dev li canê xwe dikim. Zarokên wan jî. Ew her du ciwan jî. Hevalên min ên anha li qehwexaneyan jî. Xwûşka min jî. Babê min jî. Carinan ez jî. Dîsa, ji nû ve: Guhê xwe bel dikim. Heta ji min tê. Zorê didim wan. Ya Rebbî, de ka dengek, de ka sewtek, de ka vinevinek... Erê, tektûk, erê, ez jî zanim. Ditefin, ricifokî. Lê, firotin! Bi xanî re tenûra li ber derî jî çû. Dawet kirin pê. Qey tu naçî ji ser tenûran parsa xwelîyê nakî. Belav bû, belav bû. Were, firavîn ji gişî xweştir e.